NEWROZ

نوروز


24/9/2007

Nivîsên bijarte yên Mûsa Anter -1-

Gabar Çiyan

Ronakbîrê nemir Mûsa Anter bi nivîsên xwe yên piralî û dewlemend, bi helwêtsa xwe a Kurdistanî, bi zimanê xwe yê polîtîk û jiyana xwe a civakî cihê lêkolînên cewaz e. Nivîsên wî bi giranî bi kurdî belav dibûn. Lê gelek ji nivîsên wî di rojnameyên cewaz û beşek jê jî di "Yeni Ülke" yê de bi tirkî belav bûne. Pir giring e ku ew bêne wergerandin da ku Gelê Kurd jê sûdan wergire.

Ji ber ku min birêvebiriya rojnameya "Yeni Ülke" yê li bakurê Ewropayê dikir, beşek ji arşîva rojnamê li cem min heye. Min, bi mûnasebata salvegera mamosteyê xwe yê nemir Mûsa Anter de ji bo xwendevanên kurdî beşek nivîsên wî yên bijarte wergerand kurdî.

 Di dîroka kurda de cihê jina

Berî îslamiyetê rewşa Jina Kurd

Gelek eserên (berhem/nirx/afirandin) dîrokî nîşan didin ku, di civata kurda de cî û nirxê jin û mêra mîna hevûdu ye. Li ser dirav, peyker û wêneyên kevnare ku dewletên kurda li paş xwe hiştine de, kral û kralîçe li cem hevûdu rûniştî xuyanî dikin. Weke mîsal, dewlata Urartu, Hurî, Haldî û Karaapgarê (BM 132).

Metranê/keşeyê kurd Marmetan di berhema xwe de (PM) qala jinek e kurd dike. Ez dixwazim beşek ji dîtîna wê rewşenbîra kurd pêşkêşî we bikim. Nivîskar, berhema xwe li ser diyaloga di navbêra jinek e ciwan û pîrejinekê ava kiriye:

Jina ciwan: Xaltî ez nizanim çima wisan e?! Mêr têra xwe tolaziyê dike. Tolaziya xwe weke serbilindiyê/mêraniyê nîşan dide. Lê dema em, anku jin rêya xwe hinekî şaş bikin, an şaşîtiyek e biçûk bikin, navê me qehbetî/bênamûsî tê belav kirin.

Mêr diçe bazara jinan. Hejmarek jin dikire û bi xwe re tîne malê. Bi wan re radize û kêfa xwe dike. Jê re ne guneh, ne eyb û ne jî qedexe. Lê niha ez jî  mîna wî biçime bazarê, çend xortan bikirim û her şev bi yekî ji wan re rakevim, ji min re guneh e, qedexe ye û eyb e.

Jina pîr: Qîza min, di bingeha xwe de peyvên te tev rast in. Ji awira gunehkariyê ve çi cewaziya jin û mêra tune ye. Lê ji ber ku pêxember û kral bi tevayî ji mêra pêk tên, wan jî qanûn û toreyên hene li gorî berjewendiyên xwe çêkirine.

Ji vê mîsalê jî rewşa Jina Kurd û hizirkirina wê a azad vekirî xuyanî dike.

Di dema îslamiyetê de

Ji awira azadiya jinan ve, di nava neteweyên olîslamî de kurd li pêşiya teva ne (pêşketîtir e). Ne mîna jinên ereb, ecem, tirk û olîslamiyê din in ku, jin serçavê xwe bipêçe û veşêre. Jina Kurd ji vê awirê ve şik û tirsa xwe ji mêra tune ye. Di civînan de û di dema kêf û xweşiyê de bi mêra re ye.

Jina Kurd dema mêrê xwe ne li malê be jî, deriyê xwe ji mêvanan re nagire û sifra wê li erdê ye. Lê ew herdem bi şeref e û bi namûs e.

Jina Kurd, li gorî ola xwe a kevnare Zerdeştiyê şexsiyetek e pîroz e, cî û nirxê xwe bilind e. Çek li hemberî jinê nayê bikaranîn. Dema di navbêra du eşîr an du prensan de şer derdiket, jin bi şêweyekî eşkere çek û xwarinê dibirin cihê şerî. Lê çi caran şervanên kurda/pêşmerge rê li ber wan negirtiye, berê çekên xwe nedane wan.

Mêrê Kurd mîna neteweyên olîslamî çend jinan li xwe mehr nakin. Kurd, ji derveyî hinek kesên arîstokrat û mîran pê ve bi tevayî zewacekê dikin, bi jinekê re jiyana xwe didomînin.

Jina Kurd fedekar e. Hamîlebûn û anîna zarokê jê re karekî pîroz e. Çawa ku serleşkerek bi serkevtinên xwe wesfê xwe dide, Jina Kurd jî bi hejmara zarokên xwe serbilind dibe. Jina Kurd karê malê dike, dema pêwîst be diçe nava rez an di bexçeyan û ew hetanî evarî kar dike. Êvaran bi mêrê xwe re kêfxweşiyê pay dike. Lewmaye barê giran bela serê jina ye û bandorek e neyênî li xweşikbûna wê dike. Tenê jinên dewlemendan dikarin weke xwe bimînin, xweşikbûna xwe biparêzin.

Dema axayê eşîrekê diçe rehmetê, dimire, axtûna wî diçe ser text û birêvebiriya eşîrê dike. Weke mîsal, di 1914 an de li Helebceyê piştî mirina Osman Paşa, Xanima wî Adîle Xatûn bi salan mezinantiya eşîreta Caf`an kiriye. Li herêma Omeriya, piştî mirina Mihemed Axa, Şemsê Xatûnê jî cihê mêrê xwe girtibû û hetanî lawê wê Mihemed mezin bû, mezinantiya Omeriya kir. Perîxan Xatûnê jî axatiya eşîra Ramana hetanî zarokên xwe mezin bûn, kir. Her wisan eşîra Temikan jî 40 salan ji aliyê Fasla Xatûnê ve hate îdarekirinê. Fasla Xatûnê 1963 an de wefat kir û ew xatûn di dîroka Komara Tirkiyê de jina yekem e (pêşî/ewil) ku muxtarî kiriye.

Organîzebûna modern a Jina Kurd

Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, di nava Împaratoriya Osmanî de tevluhevî hebû. Lê li aliyê din çalakiyên organîzekirinê jî pêk dihatin. Çalakiyek jê jî avakirina "Kürt Teali Cemiyeti' bû. Ew komele di 1918 an de li Stebolê ava bûbû. Pê ve girêdayî, "Komela Hêvî a Xwendevanên Kurd" û "Komeleya Bilindkirina (berzkirin) Jina Kurd" hebû. Komela jinan di 1919 an de hatibû avakirin. Seroka komelê Encum Ya Mulku Xatûnê bû. Ya Mulku Xatûnê, xanima Mistefa Paşa ye. Wê di dema vekirina komelê de axaftinek wisan kiribû: Armanca me, di nava Osmaniyan de ronîkirin û bilindkirina Jina Kurd e. Hedefa me a duwê, xwedîderketina li jinên bî û sedhezeran zarokên sêwî yê kurda ne ku ew di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de perîşan bûne. Ji bo vê armanca xwe a pîroz em li bendî kurda ne ku bi madî û manewî alîkariya me bikin.

Jinên kurd pêşî ji bo alîkariya zarokan mewlûdekê li "Cağaloğlu"yê didin xwendinê. Weke ku tê zanîn li cem misilmanan derketina jinê ser nîgargehê qedexe ye. Lê li wir lîstikek şanoyî tê nîşan dan û jinên kurda rola xwe di lîstikê de girtibû.

Di dema Komara Tirkiyê de

Li hemberî zilm û zora dewletê Jina Kurd jî di serhildanên kurda de bi mêran re cihê xwe girtiye û serî hilda ye. Mîsal gelek in. Weke nimûne, di dema serîhildana Dersimê de xanima Seyid Riza Besê Xatûnê şer kiriye û şehîd bûye. Her wisan serîhildana jinê di beşên din de jî bûye. Serîhildana Leyla Qasimê li hember rejîma hov a Baxdayê bûye destan û di nava Gelê Kurd de belav bûye (Yeni Ülke, 9-15 Hezîran 1991).

Mûsa Anter kî ye?

Rewşenbîrê hemdemî Anter di 1920 an de li gundekî Nisêbînê, li Zivingê hate dinyê. Piştî xwendina destpêkê û ya navîn li Zanîngeha Stenbolê dest bi xwendina hiqûqê kir. 1944 an de bi Hale Xatûnê re zewicî.

Anter ji ber dîtinên xwe yê polîtîk gelek caran hate girtin, îşkencekirin. Wî di dema girtina xwe de jî nîvisî. Zindanîkirina wî bi 49 kurdên xwendevan û welatperwer re ku bi navê "doza 49 an" tê nasîn, bûyerekî dîrokî ye û bi serê xwe cihê lêkolînan e.

Anter gelek caran hate dadgehkirin. Lê dadgehên tirka jê re bûbû nîgargehekî şanoyî. Zanabûna xwe a polîtîk, bilinbûna xwe a çandî li ser kurbûna xwe a hiqûqî siwar dikir û şerê dadgêrên mahkemê dikir. Doza kurd di dadgehên Tirkiyê de dihanî zimên. Endamên dadgehê ji bo cezekirina wî çi rê peyde nedikir. Mûsa, henekê xwe bi qanûnê Tirkiyê dikir û serbilindiya kurdbûyînê dihanî zimên.

 Mûsa mirovekî civathez bû, henek û pêyvên xwe bi nukteyan barkirî bû. Mala wî, cihê mêvana bû, kêfa wî bi taybetî ji sohbeta xortan re dihat. Gelek xortên kurdan bi nîvîs û sohbetên wî şiyar bûn. Piştî ku zarokên wî (Anter, Rahşan, Dîcle) li derveyî welêt bi cî bûn , hejmarek kesên ciwan bi çavê "bavê manewî" nêzî wî dibû. Mûsa jî bi çavê zarokên xwe li wan dinêrî.

Rojnamevan û nivîskarê navdar Mûsa Anter kutupxaneyek e zindî bû. Hayê wî ji serpêhatiyên herêmê hebû. Dîroka Kurdistanê pir alî zanî bû. Klasîkên kurdî li ber destê wî bû.

Nivîsevaniya Mûsa xwedî stîlek e taybetî ye û pir dijwar e ku mirov bi şêweyê wî binîvisîne. Ji ber ku makaleyên wî kin, têr, tije, bi hedef û bi nukte bûn. Qûncikên Mûsa meydana şerî bû. Wî bi makaleyên xwe neyaran bombebaran dikir. Anter hejmarek pirtûk nivîsîne. Hinek ji berhemên wî ev in: Kimil (Kimil helbestek e, di helbetsê de qala xetera kimilê dike ku çawa ziyanê dide genim û zêd, gundî pê pêrîşan dibin), Brîna reş (lîstikek şanoyî ye), Vakianame, Hatiralarim 1-2 (bîranînên Anter in). 

Rojnamevaniya Mûsa pir xurt bû. Dûr didît, kur didît, zû didît û heqê nivîsê di dema xwe de dida wê. Di derxistina gelek kovar û rojnameyan de rola wî çêbû. Hetanî roja hate şehîdkirin jî nîvîsî, gelek kesên rojnamevan ji kaniya wî av vexwar. Şark Postası, İleri Yurt, Rewşen û Welat beşek ji rojname û kovar bûn ku birêvebiriya wan dikir an ji wan re dinivîsî.

Mûsa Anter jiyanek e din bin raçavkirinê de derbas kir. Ji aliyê sîxurên dewletê dihate taqîpkirin. Ji awira ewlekariyê ve ji wan re xeter dihate dîtin. Ji xwe wî gelek caran qal dikir û şikên xwe li hemberî dewletê dihanî zimên. Zanîbû ku rojekê dê bi destê neyaran û bi nemerdî bê qetilkirin. Lewma di saxîtiya xwe de digot ku, ew dixwaze têkeve rêza Şex Seîd, Seyid Riza û Qasemlo, bibe şehîdê welêt...

Anter, bi destê hêzên reş a dewleta Tirkiyê 20 îlona 1992 an de hate kûştin. Ew di dilê Gelê Kurd de dijî û dê herdem bijî (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]