|
21/9/2007 Kurdek di kombûna akademisyenên swêdî de axifî: TÊKOŞÎNA JI BO ZIMAN Û NASNAMEYÊ (Zarathustra News) Ev 13 sal in ku Grûba Akedemîsyenên Swêdê, salê carekê bi taştiya sibehî kombûnek beşdar pêk dihênin. Li vê kombûna salane, her sal mijarek semînerî ya zaniyarî û civakî amade dikin. Van akademîsyenên swêdî, vê carê jî roja 9’ê îlonê 2007’ê, Goran Candan’î vexwandibûn vê kombûna xwe ya îsalîn. Goran Candan ku 15 sal li dibistanên Stockholmê wek mamosteyê zimanê kurdî kar kiriye, ji vê koma akedemîsyenên swêdî re li ser TÊKOŞÎNA ZİMAN û NASNAMEYÊ semînerek amade kir. Goran Candan grîngtirîn mijara vê semînerê bi du xalan hanî ser ziman: 1- Projeya Avakirina Pirtûkxaneyek Kurdî li Amedê. 2-Li Swêdê vekirina Dibistana Serbixwe ya Kurdî (Kurdiska Friskolan). Li dawiya semînerê Goran Candan helbestek kurdî ya bi navê Dêrik ji akademîsyenan re xwand. Semîner wisan derbas bû: Destpêk Piştî 25 salan ez vegeriyam bajarê xwe ya ku ez lê hatime dunyayê: Diyarbekir li biniya Çiyayê Qerec û çavkaniya çemê Dîcleyê. Ji wî bajarê Diyarbekra kevin tiştek li ser piyan ne mabû. Dema zaroktiya min, bajar pir pak û rind bû. Lê î roj bajarê Diyarbekrê tev hatiye xirapkirin. Her çend ku çakkirina (restorasyona) wê bedena nadîde ya Diyarbekrê dest pê kiribe jî, her çend ku çakkirina şop û bermayên din ên mêjûyî hatibe destpêkirin jî, her çend ku wan xanî û avahiyên bê ser û bin mazin hatibin lêkirin jî, bajarê Diyarbekrê bi van tevdîran na yêt ser xwe. Li ber çavê min wisan dixuye ku bajêr ber bi xirapbûnê ve dihere. Diyarbekir êdî ne ew Diyarbekra şên û geş e. Bîr û hizrên min ên herî pêşî ku min bi vê dîtina piştî van 25 salan kir, mixabin ev bûn. Bi min pirr dijwar hat ku ez piştî bi rûberbûna van tevliheviyan bibêjim ku ev bajar ew şûnewar e ku şaristanî jê zaye. Ew buhuşta windabûyî û derhatî Kurdistan ew welat e, ku xweştirîn nan û şerabê, şîrîntirîn avê û wan fêkî û sebzeyên destanî dide me. Tiştê ku guhertinên jeolojîk liv î welatî ni karibûye birûxîne, zilm û bêsexîtiya desthilatdariyan tev rûxandiye. Ew tiştên ku ji ber şerkarî û şerrûtiya ku li ser vî welatî xirap bûne, ew jî çîrokek tenê bi serê xwe ye. Lê belê li hevberî vê jî gava mirov li hênikiya ber bi êvarê, li bin wan pelên dara ên mêwên li xana servekirî ya li Çil Dergûş’ê, ku li biniya Diyarbekrê, li herêma Bakurê Mezopotamiyayê ye dirûne û gava bayek hênik li ruyê mirovî dikeve, Lê belê gava ku mirov ji ew badeya ku bi zanebûnî û toreya bi hezaran salan ji kûrahiya erda xêrûbêr a Mezopotamiyayê hatiye çêkirinê diqurtîne, Lêbelê gava ku mirov pariyek ji wan mezeyên li nav sênîkên bêjimar dike di devê xwe de û ji ber tahm û xweşiya van xurakan demaxê mirovî cejn li ser cejnan dibîne, Lê belê gava ku helbestvan bi wê dengê xwe yê tarî helbestek rojhilatî li ser vê sifreyê dixwîne, hingê mirov xwe bi rastî jî xwe wek li buhuştê be hîs dike. Ji xwe mirov li buhuşta xwe ye hingê. Kurdistan ew welat e ku erda bi xêr û ber a her du çemên Ferat û Dîcleyê li vê cografya guzîde ye. Piraniya erda hîvika bi xêer û bêr (fertile Crescent) dikeve nav cografya Kurdistanê. Ew welatê xweşik û ciwan Kurdistan bi xwe ye, ku pirî caran ew bi navê Dergûşa Şaristaniyê dihêt levkirin û gotinê. Her wisan jî dergûşa gelek olan bi xwe ye. Hem spartekên mêjûyî yên cihêreng û hem jî encama lêkolînên arkologîkî yên kevin û nuh vî welatê wek şûnewarê Baxê Îrem (Eden) destnîşan dikin. Em bi alîkariya van spartekên zanistî yên li ser vî welatî, î roj bêhtir bawerî bi wêjeya sumeran û çîrokên Încîlê dihênin. Zimanê kurdî Mirov dikare wan zimanên ku li Rohilata Navînê dihêne peyivtin, bike sê beş û hevgirêdana van her sê beşan jî bi çi awayekî bi hev re nîn e. * Zimanên semîtî, wek ibranî û erebî. Zimanê aramî jî dikeve nav beşê zimanên semîtî. Zimanê semîtî li serdema Antîkê zimanek pirr ê mazin bû û ji hêla pirr mirıvan ve dihat peyivtinê. * Zimanê tirkî. Zimanê tirkî bi penaberên dagîrker ên vê dawiyê ji Asya Naverast hatiye herêma Rohilata Navînê. Li serdema sala 1000’î, van dagîrkerên asyayî bûbûn desthilatdar li ser Ecemistanê (Persia). Paşê van tirkan împaratoriyek li Asya biçûk li Anatolyayê ava kirin, ku li vê herêmê grekî dihat peyivtin û dibin destê grekiyan de bû. Tirkî î roj zimanê nêzîkê nîvê şêniya Tirkiyê ye. Azerbeycaniyên li bakurê roavayê Ecemistanê (Îran) û li Başûrê Federasyona Rûsyayê ne, bi zimanê tirkî dipeyivin lê ew bi xwe ne tirk in. Zimanê tirkî li ser zimanê farisî, erebî û kurdî ava bûye. Em vê ji gelek peyvikên ji van zimanan ên li nav zimanê tirkî baş dibînin û fêm dikin. * Zimanên îndoewrûpî. Li nav vê beşê zimanê ermenî û çend zimanên aryanî (îranî) hene. Wek kurdî, farisî (’îranî’) û belûcî. Pêwendiya malbatî yan van zimana bi zimanê îndo ewrûpî ve heye Peyvıka Îndoewrûpî li sedsala çûyî gava mirov dît ku di navbera zimanê kevin ê hindistanî, grekî û latînî de hevgirêdanek heye, hat avakirin. Her bi vî awayî mirov dikare hevgirêdanek di navbera zimanê kurdî û zimanên li Ewrûpa dihêne peyivtin bîbîne. Mirov pir bi hêsanî dikare li zimanê kurdî û li nav zimanên ewrûpî reh û kokên wekhev bibîne. Ev wekhevî herî pêşî li peyvikên hejimarê, li peyvikên pêwendî û hevgirêdanên malbatî, andamên laşî û li navên heywanan, hene Nimûne:
Hevgirêdana navbera zimanê kurdî û zimanên ewrûpî, herî berpêş, li nav nexşa avahiya zimanî heye. Rêzika peyvikan û tewandina peyvikan li zimanê kurdî û swêdî, almanî û frensî hinek ji hev cuda ne. Zext û zora ku Tirkiye li ser zimanê kurdî dike Kurd xwedî zimanek in û zimanê wan ê kurdî di nav malbata zimanên îndo-ewrûpî de cî digire. Lê mixabin ku divê kurd her car vê rastiyê divê destnîşan û bi lêv bikin. Kurd rast li gengeşî û propagendeyên dijwar rast hatine. Ji ber vê yekê pirr ji mirovan wisan dizanin ku kurd ne xwedî zimanê axiftin û nej î yê nivîskî ye. Kurdî zimanek pirr ê dewlemend e ku di zimanê kurdî de mirov merem û mebestan pirr ê caran bi riya wêneyî jî dikare bi lêv bike. Hîs û perwazên giyanî bi şêweyek helwêstî dihêne ser zimên. Berî herî her tiştî zimanê kurdî bi sexbêriya zimanê xwe yê axiftinê dewlemendtir bûye. Gencîneyek gelek dewlemend a çîrok, biwêj û gotinên pêşiyan di kurdî de cihê xwe girtine. Her wisan zimanê kurdî zimanek wêjeyî ye jî. Piştî ku Ehmedê Xanê li sedsala-1600’î berhema xwe ya helbestî Mem û Zîn (destana millî ya kurdan) nivîsî, li nav civata kurdî gulîstanek berfireh a wêjeyî dest pê kir. Î roj ji ber zext û zordariya Tirkiyê ya li ser ziman û wêjeya kurdî, piraniya kurdan ji vê kelepûra xwe ya milletî bêpar mane. Her çend ku Tirkiye li gor xwesteka xwe ya beşdarbûna nav civata YE xwe dilivîne jî, dîsan rê na de ziman û çanda kurdî ku bi serbestî û gerdenazadî were ber bi pêş. Dewleta Tirkiyê ji sala 1920’î vir ve ye ku temamê welatiyên xwe dike tirk. Her çend ku spartekên mêjû û zaniyariyê nîşan dide ku zimanê kurdî û çanda kurdî her ji berê ve hebûye û î roj jî hebûna xwe parastiye, lê dîsan jî dewleta tirk ta van çend salên nêzîkî jî axiftin û nivîsîna zimanê kurdî qedexe û krîmînalîze kiribû. Gava Tirkiye ji ortografiya erebî çû ser sazûmaniya alfabeya latînî, hingê jî riya xwegihandina ser çanda mêjûyî ya kurdî, ji bo gireseyên berfireh ên gelêrî re asteng û winda kir. Şiyarbûn û ronesansa wêjeyî ya kurdî Li hevber sazûmaniya tirkî kurd pirr ê caran serî hildane – ji destpêka sedsala 1800’î ta roja î roj 29 caran. Şerê kurdan a îroyîn, herî pêşî ji bo mafê serbestî, wekhevî û demokratiya millî ye. Di vê têkoşînê de kurd dengê mafên xwe yên ji bo pêşvebirin û parastina ziman û çanda xwe bilindtir kirine. Gava nivîsevanê kurd Mihemed Emîn Bozaslan - ku ji mêj ve ye êdî li Swêdê dijî – sala 1968’î pirtûka Alfabeya kurdî li Stanbolê derxist, ev kiryar ji hêla dadgirê tirk ve wek kiryarek sûcdariyê hat nirxandin û beyankirin. Mihemd Emîn Bozaslan dibêje ku ’di vê beyanata dadgirê tirk de du xalên ku weke sûc hatibûn beyankirin, balkêş bûn: 1- Zimanê kurdî pêşvebirin. 2- Ji bo xelkê kurd propagande û bangêşîkirin.’ Mirov dikare rewşa kurdan hinek bişibîne rewşa cihûyên di navbera her du şerên cîhanî de. Hin paralelên ji bo parastin û pêşxistina zimanê xwe yên di navbera van her du milletan de hene, ku pirr balkêş in. Mirov dikare van her du dehsalên buhurî, wek salên hişyarbûn û ronesansa zimanî û wêjeyî ya kurdî binirxîne. Nîvê duduyê ya salên 1980-yî Swêd di wêjeya kurdî de li dunyayê pêşeng bû. Ev ji ber vê yekê bû ku piraniya nivîsevan û rewşenbîrên kurd ji ber zext û zora neyarane ya cûntaya leşkerî hatibûn li Swêda serbest û azad bi cih bûbûn. Li dûriyê kurd ji bo ziman û wêjeya xwe xebatên hêja dest pê kirin. Piştî zext û zora 80-salan li Tirkiyê, ronakbîr û çalakvanên çandî yên kurd dest bi xebatek tund û berfireh kirin. Ji rojên avabûna komara Tirkiyê li sala 1923’yî ta sala 1980’yî, li Tirkiyê lid or 9 pirtûkên kurdî hatibûn weşandinê. Dewleta yekperest û nijadperest li qanûna bingehînê jî bendên qedexekirina zimanê kurdî bi cîh kiribû. Axiftina zimanê kurdî li gor qanûna bingehîn hatibû qedexekirin û cezayên diravî li ser wan kurdên ku li şûewarên gelemperî bi kurdî bipeyivîyana dihat wergirtinê. Lê belê kurd lik u derê dunyayê dibe bila bibe, î roj berxwedanê ji bo doza ziman û çanda xwe dikin. Ji ber xwe amadekirina ji bo beşdarbûna nav YE, Tirkiye hin ji van qedexeyan sist kiriye. Ev ji bo kurdan dibe derfetek berçavî, ku ji bo serbestiya zimanê xwe yê zikmakî ya ku ta roja hevdem a î roj jî, ew navê ’zimanê qedexekirî’ li ser bûye, bixebitin. Piştî ketina Seddam sala 1991’î, kurdên başûr xwe gihandin derfeta serbetiyê û ziman û wêjeya kurdî li wir her rojên ku dihee pêş ve diçe. Sala 1880 Elîezer Ben-Yehûda, (1858–1992) di nameyek de weha nivîsî bû: ’Heger em bi rastî jî hêviya rizgariyê dikin, heger me bi rastî jî hêviya milletbûnê ji dest ne dabe, hingê divê hişê me gerek were ser wê riyê ku gava me xwe gihand vê hişyarbûn û ronesansê, em dîsan bû millet.’ Ji ber ku Elîezer Ben-Yehûda dest pê kiribû yekemîn ferheng û pirtûkên dersê yên zimanê îbranî amade kiribû û weşandibû. Hingê amanc ew bû ku zimanek yekgirtî a ibranî yekemîn alternatîva cihûyan a ji bo nasnameyek serbixwe û sekular a cihûtiye were bi dest vehanîn. Berî Elîezer Ben-Yehûda zimanê îbranî, zimanek mirî wek zimanê latînî ya dêra katolîkî a lîturgî (beytên olî) bû. Elîezer Ben-Yehûda zimanê îbranî kir zimanek kêrhatî ji bo civatek hevdem û modern.
Xebata ji bo serbestiya ziman û wêjeya kurdî ya hem li hundur û hem
jî li derveyî welat, î roj xwe gihandiye radeyek pirr a watedar. Sara ji serî de hem wek weşanxane û hem jî wek avahiya ji bo belavkirina wêjeya kurdî ya bi riyek pîspor û profêsyonelî tevdigere. Sara sala 1987’ê hat damezirandin. Bi vê yekê ve Sara bû yekemîn pirtûkfiroşê kurdî li Ewrûpayê. Qada Sara’yê pêşemîn wêjeya kurdî ye û destê duwemîn jî wêjeya bi zimanê dinê ya mijar li serr kurd û Kurdistanê ye. Î sal 20 salên Sara’yê hat dagirtin. Şûnewarê Sara’yê li navenda bajarê Stockholmê ye. Sara di kar û çalakiya xwe de xwedî tora hevgirêdanek berfireh û mazin e. Sara di gel berhemên xwe, berhemên weşanxaneyên din ên kurdî belav dike. Î roj li arşîvxaneya Sara’yê ji ser 50 hezarî pirtûk, govar, rojname, kasêt, CD, VHS û yekîneyên din ên wêjeyî komê ser hev bûne. Sara hem li derve û hem jî li hundirê Kurdistanê xwedî mazintirîn kolleksîyona wêjeya kurdî ye.
Armanca yekemîn a Sara’yê, belavkirina wêje, çand û zimanê kurdî ye.
Di vê çalakiya mazin de, Sara’yê biçûk hin gavên grîng avêtine: Her çend li ber wan rewş û pergala astengî û bêyî gengazî a aborî û siyasî, Sara bêrawestan vî karê xwe ta roja î roj kiriye û hîna jî berdewam dike. Ev bûn tam 20 sal ku Sara wêjeya kurdî li cîhanê belav dike. Î roj pêwîstiya avakirina yek ji grîntirîn û em bi hêvî ne ku mazintirîn avahiya kurdî ya çandî li ber çavan e. Ji ber vê hindê Sara ew ê karê xwe ji vir û şûn ve li ser avakirina Navenda Arşîvxane & Lêkolînê di gel avahiyên YE’yê tund û berfireh bike. Damezirandina yekemîn pirtûkxaneya kurdî ya li bakur, armanca herî sereke ye. Li Navenda Sara’yê î roj tibabek mazin a materiyalên arşîva kurdî komê ser hev bûne. Gelek lêkolîner, nivîsevan û xwendekarên kurd, ji vê arşîvê sûd werdigirin. Avahî û kesayetiyên kurdan, swêdî û ta YE piştgirıya geşkirin û parastina vê xebata Sara’yê dikin. Ji ber van piştgiriyan Sara î roj ew çend ber bi pêş ve çûye. Bernameya li ber Sara’yê avakirina pirtûkxaneya kurdî li Amedê ye. Di vî ware de Sara hin gavên beşdar bi dezgehên YE ve avêtine. Yek ji van avahiyan bi navê Institute For International Assistance & Solidarity – IFIAS ditêt naskirinê. Dibistana kurdî ya serbest li Stockholmê (kurdisk friskola) Î roj li Swêdê li dor 50 hezar kurd dijîn. Bêhtirê nîvê van kurdan li dorhêlên Stockholmê dijîn. Li vê herêmê hejimarek mazin a şagirdên kurd ên li dibistana destpêkî, navînî û lîseyî hene, pêwîstiya wan bi perwerdeya zimanê zikmakî heye. Li Swêdê pêşeroja perwerdeya zimanê zikmakî ji ber kêmkirina budgeta dewletê ne zelal e. Ji ber vê yekê pêwîstiya avakirina dibistanek kurdî ya serbest li Stockholmê giraniya xwe li ser me bêhtir kiriye. Pêzanîn û tecrubeyên min ên 15 salan wek mamosteyê zimanê kurdî li dibistana destpêkî, navînî û lîseyî de, min vê daxwaziyê hem ji devê şagirdên kurd û hem jî ji devê dêbabên şagirdên kurdan bihîstiye. Li gor daxwaziya wan, li tenişta programa bingehîn a perwerdeyiya swêdî, programa ji bo perwerdeya teybetî ya li ser ziman, wêje, mêjû û çanda kurdî gerek e. Ev çalakî, xebatek grîng e ku pêşî li ber encamên lawazbûna ziman û çanda kurdî bigire. Kurd bûne xwedî derfet ku ji xwe re li vê civata vekirî û demokratîkî ya Swêdê pirtûkxaneyek kurdî vekin. Ji ber heman sedeman kurd dikarin li Stockholmê yekemîn dibistana serbest a kurdî jî ava bikin.
Kurdistana mêjûyî – buhuşta li ser zemîn – dergûşa şaristaniyê –
welatê pêşemînan Wek nimûne, grûbek lêkolînerên almanî ji şeş reşeparçeyên çandbar ên cîhanî şeş kulm genim hanîne û li ser analîza DNA’yê kirine. Di encamê de derketiye meydanê ku kok û rehê temamê genimê dunyayê li Çiyayê Qerec li Diyarbekrê ye. Ne tenê şoreşa çandinê (agrar revolution), her wisan jî şoreşa heyvankirinê jî ya civata mezr û gundîtiyê (pastoral revolution) jî li ser vî erdê kevnare rû daye. Bi zanebûn û riya tirşkirina xurakê, xurak konservkirin, her bi vî awayî durustkirina mast û penîrî, duruskirina bade û bîrayê, cara yekê li vir hatiye derxistin û pêşvexistinê. Li rojên lêkolînên arkeologîkî yên li Çermo’yê (Jarmo) sala 1948’î li Kurdistana başûrî, arkeologê amerîkî James robert Braidwood cerekî kevin derxist. Teyesteya zuwabûyî ya li binê cerê hat analîzkirin û derket meydanê ku naveroka li biniya vî cerî badeya 5 hezar sal kevin bû. Wisan diyar e ku destkeftên belgenameyî tev li cografya Kurdistana mêjûyî xwe didine hev. Berê digotin badeya herî kevin a naskrirî li dorhêla çiyayê Tarsûsê li başûrê Anatolyayê ye û temenê hunera wê jî lid or 3 hezar salî ye. Bi vê belgenameyê derket meydanê ku hunera durustkirina badeyê jî cara yekê li ser vî xakî bûye. Li van du salên dawiyê, lêkolînên arkeologîkî yên ku Dr Klaus Schmidt ê ji Înstîtuya Arkeologiyê ya Almanî DAI, li Girê Navokê (Gşbekli Tepe) li biniya Ruhayê kiriye, bi serê xwe şoreşek e. Piştî vê lêkolînê hat zanînê ku kevintirîn şûnewarê avabûna mal, gund û civakê li Girê navokê li ser cografya Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamya bakurî bûye. Ta nuha mirov dizanî ku kevîntirîn civat li Ûrşelîmê (Jerîko) bûye. Bi vê zaniyariya nuh a herî dawî jî hat dîtin ku Kurdistan mêjûyî dergûşa temamê şaristaniyetan e. Tevaya spartek û belgenameyên ji hev serbixwe û cihê, tev destnîşanê yek şûnewarî dikin: Cografya Kurdistana mêjûyî ya li Hîvika bi xêr û bêr (Fertile Crescent). Nuha jî em ji pênûsa nivîsevanê hêja yê amerîkî Harry G. Nickles li ser vê yekê bixwînîn: "Ji bakurê bajarê hevdemî, bajarê Bexda'yê axa Kurdistanê destpêdike. Ew welatê xwedî gir (til) ku çarmedor bi heşhînayî û xwedî îklîmê xweş, li nav herêmên Iraq, Iran û Tirkiyê dikeve. Li wir ne çi bajarên grîng ên nûjen û ne jî bermayên dîrokî (A) yên wisan berçavî hene. Jiyana gundiyên vî welatî hema bi sedan sal e ku piçek jî ne hatiye guhertin. Lê belê ji hêla mêjûyî ve Kurdistan xwedî taybetiyetek bi serê xwe ye. Tiştê ku vê herêmê ji ciyê din cihê dike, di mêjûya şaristaniyetê de bûyera xwurakê - bûyera çandina şitlan û kedîkirina ajel û sewalan e. Li gor hemû materiyal û spartekên arkeolojîkî yên li ber dest, ev gavê mezin, cara pêşîn li ser ruyê erdê, li vî welatî hat avêtin. Cara yekemîn, bi vê pêşketina li Kurdistanê, mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê kirin û her bi vî awayî bi şêweyeke herdemî bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirin û herdemî bûn xwedîxurak. Bi vê bûyerê bingeha hemû şaristaniyê hat lêkirin û riya avabûna gund, bajar, netewe, şahînşahî, hunera nivîsînê, wêje, qanûn û zaniyariyê vebû.’ Li dawiyê bi xwandina helbesta Goran’î ya bi navê Dêrik, semîner bi dawî hat: DÊRIK (*)
dêrik! dêrika çiyayê mazî!
her çend xet li navbera we hebe
hûn her du dêrên biçûk
ne tenê xêra dêrê
li destpêkê
şop û bermayên ku hene
bûn oldar û ayinperest * Dêrik: Dêra biçûk |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |