21/8/2007ÊLA KOÇERÊ BOTAN .BEXT REŞÊ KOÇER Naskirina Êlê .Êl tê naskirin bi bavikekê yan bi yêkitiya hêjmarek bavik û yan bi yêkitiya hêjmarek êl .Û hinge êla hêjmara bavik û êlên wê gelkekbin ew êle bihtir dikare .1- fermandariyê li herêmek fireh bike . 2- Berevaniya xwe bike dijî sîtem û êrîşên biyanî . 3- Parastina rêzik û edet û filoklorên xwe yên kevnare bike ji qirbûn û wendabûn û guhertinê . Ev pêşgotine li ser hemî êlên Kurdan tê belavkirin û bi taybetî êla Koçerên Botan , ya emê neha li ser bi axivin . Êla Koçerên Botan du hevbendin . Hevbenda yekem ji wan re dibêjin ÇOX SOR , û ev hevbende di hundirê xwe de pênc êlên mezin hembêz dike , ew êle . MÎRAN , DÛDÊRAN , GARISAN , ALIGAN , SORÎ û ev hevbende hatiye damezirandin bi serokatiya MÎRAN . Hevbenda duyem ji wan re dibêjin ŞILID û ev hevbende jî di hundirê xwe de pênc êlên mezin hembêz dike , ew êle . BATWAN , XÊRIKAN , TEYAN , MÛSAREŞAN , KIÇAN û ev hevbende jî bi serokatiya BATWAN hatiye damezirandin . Û ev dara henê xweşik van gotinan şîrove dike . Koçerên Botan ______________|________________________ | | Çox sor Şilid| | ________________________ ___________________________ | | | | | | | | | | Mîran Dûdêran Garisan Aligan Sorî Batwan Xêrikan Teyan Mûsareşan Kiçan
Ji van êlên Koçerên Botan evên me bizman anînin emê tenê li ser êla MÎRAN bi axivin . MÎRAN . Wek me diyarkirî MÎRAN êlek ji êlên Koçerên Botane ji hevbenda Çoxsore û wek ew didin xwiyakirin dibêjin em kevnarên Kurdanin û em Kurdên resenin û tişta di pê van gotinan esehî dikin , dibêjin bingeha me ji Cizîra Botane û Cizîra Botan di nîva Kurdistanê deye û ev sedemek serekiye ziman û gerdêş û rêzik û edetên me hatine parastin ji wendebûn û guhertinê . Û sedema boşbûna êla MÎRAN û mêrxasî û lehengiya zilam û mêrên wan , êla MÎRAN fermandarî li herêmek gelekê fireh dikir û ji sînorê herêma cizîra botan derdiketin û ji ber jiyana wan bihtir li ser xwedîkirina pezbû , çêra pezên wan li kî deverê peyda bibya li wir xwe digirtin bê kes bikare bersivan wan bide . Ji ber vê yekê zivistana xwe didan li beriyê û di beriyê de diçûn heya dighan li çiyayê şingalê , ji ber erdê ras û germê û ji wan deverên Koçerê MÎRAN li ziviztanê xwe lê digirtin û lê diman heya buharan , TIL KOÇER , GIRÊ FATE , KOZ û HEMO KER ev devere hemî bi wan hatine navkirin . Û havîna dîsa li Cizîra Botan û zozanên wê vedigeriyan ji ber hînikbûna xurista wê û zengînbûna wê bi hemî corên geya û kulîlkan û av û kaniyên wê yên herî zehif û pezên xwe li palên çiyan û li ber kevên av û çeman di çêrandin . Û ev rêjîme her wisa MÎRAN her sal berdewam dikir , heya dawiya şerê cîhanê yê yekem û şikestina dewleta Osmanî li ser destên dewletên hevbend û gihiştina wan li , li hevhatina Saykis Bîko û parçekirina wan û danîna sînorên siyasî ji herêmê re . Û neha Koçerên MÎRAN belavin li herêmekê di navbera sînorê Iraq û Sûryê de . Herêma wan li Sûryê ji Rimêlan dest pê dike heta dighe raserî bajarê Dêrika Hemko û gundên wan yên li Sûryê Sewêdî , Sêgira , Girzîro , Girasor , Tepqa , Besta Sûs , Qereçox , Kaniya dirêj , Girkendal , Til Xenzîr , Kelha Deham , Quldûman . Û herêma wan li Iraqê ji Rebîe’a dest pê dike heya dighe raserî bajarê Zaxo , û gundên wan yên li Iraqê , û tişta me divê em bidin xwyakirin gelek gundên wan li Iraqê bi bavikên wan têne navkirin ji wan gundan .Tawos , Îsigan , E’lyogan , Masegan , kelha E’merê Salih’ . Çi êla , çi kesên , çi rêwingiyê dan û standin û hevjîn bûn bi êla MÎRAN re kirin tim nêrînek baş li ser wan birine û tim ji wan re bûne pesindar û tim sipasiya MÎRAN kirine li ser arîkariyên MÎRAN bi wan re kirin û ji şehadeta yên bi êla Koçerên MÎRAN re dan û standin û hevjînbûn kirin êla Koçerên MÎRAN aştî xwazin dijî sîtem kariyêne ji arîkariyê hezdikin û dilovan û dil nazikin û gelekê qedrê mêvanan digrin û merd û kerîmin û gelekê ji pîrekên xwe hezdikin û pîrekên wan hinek azadî li cem peyda dibe û rêzgirtina extiyarên xwe dikin . Ji berhemên wan nîrên zehmet yên di ser êla Koçerên MÎRAN de derbas bûyîn , Koçerên MÎRAN esehî dikin ku ew êlek xuyahîne ji hemî êlên Kurdan û bê goman hê xwediyê civakek resenin di rêzik û gerdêş û e’detên xwe de . 06 . 05 . 2006 Sewêdiyê Emîl : bextres@naseej.com |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |