|
20/4/2007 Ta kînaga gelê Kurd li Kurdistana Rojava wê alîkariya serketinên şanoyên dewleta Sûriyê bike ? Dr.Ebdilmecît Şêxo Di rastiyê de hêdî pir kesên zaniyar, siyasetvan, dîrokzan helwestên gelê Kurd li hember Sûriyê baş zanin, jerkî beşek ji Kurdistanê li gor hevpeymana Sayiks –Pîko ya bêzar bi Sûriyê re kete bin destên koledra Firansa, gelê Kurd bi hemû hêzên xwe li gel gelê Ereb li dijî Firansa rawestiya ye. Jerkî tevgera azadîxwaza Kurd li Kurdistana Sûriyê di sala 1957 an de bi navê "Partiya dêmokrata Kurdistanî" li Sûriyê dest bi xebata xwe ya netewî kiriye, tevgera me li rex gelê Ereb têkoşîn ji bo pêşketin û avahiya Sûriyê kiriye, û ewê jî herdem li gel gelê Ereb berevaniya Sûriyê li dijî dijminên dervayî kirî ye. lê mixabin hemî hukumetên Sûriyê û ta niha nikanîn hebûna netewa Kurd mîna neteweke serbixwe bipejrandana, û bi ser de jî ewanan gelê me herdem bi hemû cureyên ne mirovane bindest kirine û ew çewsandine.Tevî van rûreşiyên destladarên Sûriyê û bi taybetî ya rêjîma Bes, gelê me di beşdarbûna hilbijartinên encumena gel û encumena parêzgehên Sûriyê amdebû ye. Bê guman, eger hilbijartinên encumenan vîna gel derbibirin, ewanan dibin şêweyek ji alavên dêmokratiyê ye, û nûnerên gel dikanin nirîn û pêşniyarên xwe li pênavê berjewendî û pêşketina welêt di perlemanê de pêşkêş bikin. Bi kêmasî ji sala 1963 an de gelên Sûriyê, Kurd , Ereb û kêmnetewên din dêmokratî û azadiya xwe ne dîtine û eger gelê Ereb carekê di bin nîrê zordestiyê de dijî, lê gelê me bi du rengên dijwar dijî, yekem mina miletekî serbixwe bê xudî mafên netewî, siyasî û rewşenbîrî tête bindestkirin, duhem, mîna hemwelatiya Sûriyê, dîsan ew bê mafên dadmend e. Lewra jî ji bo gelê me herdem pir giring e ku ew bi riya perlementan kanibe derd û daxwazên xwe yên netewî û hemwelatî hûne zimên. Tevgera me ya azadîxwaz tevî dijwariyên mezin, bi awaya ne rasterast, yanê ne bi navê xwe yê rastîn di hemû xoleyên hilbijartinê de beşdar bû, lê mixabin partiya "Bes "û hevalbendên wê di -"Eniya pêşketî de "- herdem perlemêntarên xwe pêşda amede dikin.Tevgera me di vî warî de xawên serbûriyên pir dewlemend e. Dr. B. Elesed bi rêya ne rewa ji sal 2000 î de seroketiya komara Sûriyê dike, ew jî rêbertiya Sûriyê ji bavê xwe rindtir nekiriye, hemû sozên wî ji bo serrastkirinên siyasî, aborî û civakî li badilhewa firiyane, bi sedan dêmokrat û aştîxwez hîn di zîndanên "Besiyan" de ne, rewşa Sûriyê hîn xeraptir dibe û navê wê li cîhanê û bi taybetî li nik welatên ewropî û Emêrîka û hemî hêzên dêmokratîxwez bi xerapî deng vedaye. Li bin sîtava van rastiyên jorîn, beşeke mezin ji tevgera me li gel hin partiyên Ereb di "Ragiyandina Şamê " biryar istandin ku ewanan di hilbijartina xola 9 an ya encumena gel li Sûriyê beşdar nebin, lê li aliyê din du, sê partiyên din kurdî dîsan dixwazin di vê şanoyê de beşdar bin , tevî rêza min ji baweriyên wan re, lê di nirîna min de "Eniyê " û "Hevbendiyê" helwesteke rastir di derbarê vê şanoyê de istandine, ji ber ku ev herdu layan û bi sedan rewşenbîr û siyasetmedarên serbixwe gihane vê baweriyê ku hêdî bes e, gelê Kurd xwe bike lîstikên siyaseta partiya "Bes, "ewê(Tevgerê) vê carê xwendinek baş ji siyaseta partiya "Bes" re kiriye, ewa dixwaze ji raya giştî ji Sûriyê û ji cîhanê re bêje; va ye hêviya me jî bi vê destlata zordar û şovînî nema ye, dewleta "Bes", hemû saziyên wê yên peyrew û dûvik nikanin xwe biguhêrin, ewanan li dijî dêmokratiyê û li dijî tevgera azadîxweza Kurd hîn pirtir çav sor bûne. Lewra ez jî dibînm ku tevgera me di vê helwesta xwe de rastir çû ye. Li aliyê din wek me gotiye; du, sê partiyên din bi awakî din li vê pirsê temaşe dikin , ewanan dibêjin; em jî zanin ku destlata Sûriyê xwe pêşda nabe, lê em dixwazin hebûna xwe û tevagera xwe ji destlata Sûriyê re mêlag bikin. Bi ya min be ev nirîn hêdî kevin bû ye, çimkî tevgera me li Sûriyê ne nû ye, tevgera me bi dehên salan xebatên xwe kiriye, ewa bi navê gelê Kurd herdem beşdarî hilbijartinan bû ye, ango, gel û tevgera me hebûna xwe berê ji destlata Sûriyê û raya giştî re mêlag kirine. Lewra jî ez dibînim ku ev sedeman li nik wan partiyan hinekî kevin bûne, divê tevgera me li hin alavên din bigere û şêweyên din ji bo xebata xwe bibîne. ji ber vê jî tevgera me xwestiye vê carê bi alavek nû nerazîbûna xwe li dijî hukumeta kevneperest û riçperest ji raya giştî re bide diyarkirin. Li rexberî vê jî dîsan tevgera me dixwaze nameyeke siyasî xurt ji hukumeta Sûriyê re bişîne û ji wê re bêje; em mîna tevgera kurdî baweriya xwe bi te nakin û em hêdî rolên xwe di şanoyên we de bi neyênî nalîzin û em hêdî naxwazin di şanoyên we de yên li dijî vîna gelên Sûriyê hevpar bin. Bi ya min be, ev nameya di vê wextê de baştir e, gelê Kurd li Kurdistana Rojava bi hêvî ye ku tevgera xwe di pêşeroj de nameyên din baştir û bi hêztir ji rêjîma şovîn re bişîne, û alavên din nûhtir, dengdartir û bi awayên aştîyane li gel hêzên gelê Ereb yên dêmokratîxwez û pêşketî biduzîne. Xaziya tevgera me di roja 22.04.20007 an de bi awayên aştiyane li gel hêzên Ereb û hemû sazî û dezgeyên mafên mirovan li bajarên mezin bi dengên bilind lîstikavanên şanoya pêkenok şermezar bikirina, û herweha jî bi dengên bilind û vekirî encamên xebat û karên encumenên berê jî bidana xûyakirin. Çimkî eger tevgera me û hêzên "Ragihandina Şamê"nerazîbûn û nama xwe tenê bi danîştina di malan de yan bi deranîna daxûyan derbibirin, belkî helwesta wan ya rastir hinekî kulek bibe û bandora wê kêmtir bibe. Ma ez bi bûneya roja 22.04.ê, cejna rojnamegeriya kurdî, tevgera me ya rizgarîxwaz û hemû weşanên kurdî pîroz bikimû bêjim; her bijî pênûsên rastgo! Û bila pênûsên keysebaz û xwefiroş bimrin ! Hezar silav û rêz ji giyanê pakrewanê rojnamegeriya kurdî MÎR MIQDAD MEDHET BEDIRXAN RE . 19.04.20007 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |