|
20/1/2008 Tirs û çavsoriya rijîma Be’is li derbarey Danezana Şamê Sînorê Yekta * Sergotara rojnama Newroz – Hejimar /77/ - ya Partiya yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê Piştî lidarxistina kongira berfireh ya Encûmena niştîmanî ya Danezana Şamê - Îlan Dîmeşq – a rikebir , û ji roja 10.12.2007-an de – roja cîhanî ya mafên mirovan – karbidestan li seranserî sûriyê û li derve , bi gelek hawan dest bi hêrişên berçav û yên neberçav kirin û hê berdewamin , bihêviya ku karibin vê piletforma demokratîk û pirreng ji hev bixin , kar û barê wê belawela , beravêtî û rûreş derînin . Di derheqê endam û rêvebiriya Encûmenê de , bi hêrs û çavsoriyeke balkêş pêla girtinên keyfî serî hilda , gelek camêr avêtin binê zîndanan û hê girtî mane , weke: 1-Seroka encûmenê xanima hêja Dr.Fida Elhoranî . 2-Nivîskar û çalakvan Ekrem El-bunnî . 3-Dr.Ehmed Tu’imê 4-Nivîskar û siyasetvanê navdar Elî El-Ebdulla . 5-Dr.Welîd El-bunnî . 6-Dr.Yasêr El-Îtî . 7-Mamoste Cebir El-Şofî . 8-Rojnamevan û nivîskar Fayêz Sara . 9-Mamosteyê Endezyar Mihemed Hecî Derwîş. Ji bilî bi dehan kes yên ku karbidestan ew birine û anîne , hineka çend se’etan , û hinên dî şevekê li ba xwe hêştine , ji nêv wan birêz Raşid Setûf, Xessan Necar, Ûseme Aşûr, Xazî Qedûr, Semîr Neşar, Îsmail Omar, Îsmail Mihemed, û gelekên dî. Çêrok Çi ye ? Çêroka vê pêvajoyê , ango rastiya pirsê ewe ku , li 1.12.2007-an li derdora Şamê , cara yekemîn bû ku li hundirê Sûriyê , nûnerên gelek hêzên siyasî , komîteyên civaka sivîl , rewşenbîrên demokrat , kesayetiyên serbixwe û bi beşdarbûna nûnerên partiyên kurd yên (Ber û Hevbendiyê) , karibûn bi hevre kongirekî xwe lidarxin , û di bin navê Encûmena Niştîmanî ya Piletforma (Danezana Şamê – Îlan Dîmeşq) xwediya dirûşma: Ji bo pêkanîna guhartina demokratîk a aştiyan de , li ser hinde belge rawestin û erê bikin . Herweha kongirê karîbû pirograma karûbarê xwe bi serkeftî bibira serî û rêvebiriyek ji xwe re helbijarta . Hêjay gotinê ye ku endamên kongirê ji hemî parêzgehên Sûriyê hebûn , vêca ji bilî , Heleb , Şam , Latqiyê , Hums û Hemayê , ji Swêda û Der’a de bigir ta tu bighê Reqê , Dêrazorê û Hesekê…hwd. Li hêla dî, di civata Encûmenê de , bi dehan camêr hebûn , yên ku her yekî ji wan , bi neheqî bêtirî 10-15 salan ji jiyana xwe di zîndanan de , di paş deriyên hesinî de borandibûn , ji ber ku ew xwedî bawerî û nêrîn bûn , azadîxwaz û mirovhez bûn , siyaseta parta Be’is ya tek-partiyê nedipejirandin , ji şêweyên kuştin û xwînrijandinê re digotin na . Bi dawîbûna kongirê re , li seranserî Sûriyê û li derve baş deng pê diket , û ev gavê he dibû ciyê pesin û pîrozbahiyan . Vêca piropagandayeke xurt digel giraniyeke rêxistinî , siyasî , rengane , lihev û pirnas dihate holê û li hundir Sûriyê rê li ber xebateke berfirehtir vedibû . Lewre jî karbidestên rijîma parta Be’is , sergerm û çavsor dibûn , dest bi girtinan dikirin , da ku – xwedê giravî – karibin rê li ber liv û tevgera siyasî a demokratîk û aştiyane bigirin û devê wê bixetimînin. Zor mixwabin ku ta niha , rê li ber rêxistinên mirovane an xwediyên wan girtiyan venebûye ku karibin wan carekê bibînin , lewre jî dixuyê ku tirseke ecêb ketiye zikê karbidestan , dilteng bûne û hurve wirve tevdîran distînin . Careka dî jî xuya dibe ku ew nikarin guhdarî nêrîneke dî ya cuda bikin , ji gotûbêj û diyalogê re , ne amede ne , nejî pê bawerin , û bi serde jî , bi her hawî hewildidin ku dengê hemwelatiyan û Îlan Dîmeşq bête birîn , û rola wê ya erênî û avaker di jiyan û pêvajoya civaka Sûrî de biçelmise û bête tunekirin . Roj ji rojê baştir xuya dibe ku ev lihevkirin û piletforma Îlan Dîmeşq , çerçewake niştîmanî Sûrî demokratîk û mirovhez e , hembêza wê mezin û berfireh e , lewre jî hemî rengên civakê bi dostanî û biratî ciyê xwe tê de dibînin , çi kurd , Aşorî û Ereb , Fille , Misilmanên Sunî , yên Elewî , Isma’ilî û Durzî …hwd. Loma jî ev pêla girtinan û tevdîrên tund li dijî liv û hebûna Îlan Dîmeşq li ba piraniya xelkê Sûrî ciyê nerazîbûn û şermezariyeke xurt bû . Daxwaza hemiyan ewe ku girtiyên siyasî û xwedî nêrîn , rojekê pêşde ji girtîgehan bêne berdan û rûpeleke nû di jiyana Sûriyê de vebe , da ku mirov wêribe û karibe bê tirs nêrîna xwe bêje û azad be. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |