|
2/2/2008 Mamoste Jîr Dilovan: Xewna min vegera welat e Siyamed Sîpan Tebînî: Ev hevpeyvîn, Siyamed Sîpan Ugurlu, berî bi demekê kin bi Mamoste Jîr Dilovan re kiriye. Siyamed yek ji wan xwendevanên zanîngehê ye ku ji aliyê Instîtuta Kurdî li Elmanya ji bo dersdayinê hatiye perwerdekirin. Ew niha li zanîngeha Darmstadê di çarçeweya konseptê Instîtuta Kurdî yê perwerdeya zimanê kurdî de rojên pênşeman dersên zimanê kurdî dide. Instîtuya Kurdî li Almanya mafê belavkirina vê hevpeyvîna hêja da me ku em wê bi rêya Medîa Kurdî di nav xelkê de belav bikin. Spas... Sîyamend Sîpan Ugurlu Nivîskar, Helbestvan, Wergervan û Mamosteyê Zimanê Kurdî Jîr Dilovan di nava wêjeya kurd de xwedî cîhekî taybet û giranbûha ye. Jîr Dilovan li ser xebat, armanc, xwestek û projeyên xwe bersiv da pirsên me. Siyamed Sîpan: Di serî de em dixwazin we hinekî ji nêzîk nas bikin, ez bawer dikim hemû xwendevanên me jî vê yekê meraq dikin. Jîr Dilovan: Ez Jîr dilovan, ji gundê Hêştrekê me. Ev gund li herêma Tora rengîn bi Midyada Mêrdînê ve girêdayî ye. Sala 1956an ji dayîk bûme. Min dibistana seretayî li gund, ya navîn li Midyadê, dibistana mamostetiyê li Kirşehir û Zanîngeha Anatolya li Eskîşehir qedandiye. Piştî 17 sal mamostetî, ji ber çalakiyên siyasî hatim girtin û 3 sal û 9 heyv ciza dane min. Ji ber kuştinên ku serî hatibû pîvazekê (sala 1992-1995) mecbûr mam ku welatê xwe berdim. Herwiha reviyam û li Elmanya bûme penaber. Yazdeh sal in li Elmanya, bi mafê rûniştina siyasî jiyana xwe didomînim. - We heta niha du berhem derxistine, hûn dikarin hinekî behsa naveroka wan her du berheman bikin? Jîr Dilovan: Min bi navê “Zenga Zêrîn” romanek û bi navê “Ji Biçûkan re Çîrok Ji Mezinan re Dîrok” du berhem dane weşandin. Zenga Zêrîn, jiyana xort û qîzeke kurd ku xwe winda kirine û haya wan ji eslê wan tine vedibêje. Her du jî di dibistana mamostetiyê de dixwînin, hev nas dikin û bi hinek bûyerên sosret ku tên serê wan, xwe jî hêdî hêdî nas dikin. Piştî ku xwe nas dikin û dibin mamoste, dizewicin û li gundê Mêrdînê mamostetiyê dikin. Êdî girtin, êşkence û rajêrkirin dibe para wan. Çima? Ji ber ku li eslê xwe xwedî derdikevin. Roman bi vî awayî didome. Helbestên fabl ku min ji çîrokên me yên dîrokî girtin û bi helbestî nivîsîn, ji aliyê şaredariya Sûrê ya Amedê ve du caran hate çapkirin û li zarokên Kurd hate belavkirin. Bawer dikim pirtûkek ji ya Kurdî ku herî bêtir hatî belavkirin e. Ev jî destegulek ji çîrokên Kurdan ên herî kevnare û bi wate ne. - We yek roman û yek jî „Fabl“ nivîsîne. Gelo hûn dikarin hinekî ji xwendevanê me re bahsa Fabl bikin, ji ber ku di wêjeya kurd de ev wek beşek nû tê dîtin? Jîr Dilovan: Na... Fabl di wêjeya Kurd de ne nû ye. Beşeke herî kevn e. Heger lê were vekolan, wê were dîtin ku bingeha çêrokên fabl mîna gelek berhem û dahênanên nû, Mezopotamya ye. Ma gelo çend kes ji me nizanin çîroka “Mişkê Serxwelî”, “Şêr û Rovî”, “Gur û Bizin”ê... Fabl çîrokên ku ajalan (heywan) mîna mirovan dide axaftin in. - Ji bilî nivîsandinê û nivîskariyê hûn herwiha wergerê jî dikin û we heta niha gelek pirtûk wergerandine. Hûn dikarin vê xebata xwe ji xwendevanê me re vebêjin? Jîr Dilovan: Di pêşketina zimên de rola wergerê gelekî mezin e. Ziman ku werger lê nebe û jê nebe, ew ziman di warê vegotin û gencîneya peyvan de qels û lawaz dimîne. Sî salên min in ku bi Kurdî re têkildar im û bi awayek profesyonel li ser dixebitim. Ji ber vê yekê min dest avêt wergeriyê ku heta ji min were, zimanê xwe pêşve bibim. Bawer dikim bi wergerên ku min kirin, min ev erka xwe bicih aniye. Lewra hinek peyvên ku ji qada axaftinê rabûbûn min careke dinê xistin rojevê. Niha gelek ji wan peyvan di kar û nivîsa rojane de cihê xwe girtine. Ev jî ji bo min şanaziyek e. - Mamoste Jîr Dilovan li gora hizr û ramana we dema mirov li asta ku wêjeya kurd gihiştiye temaşe dike, mirov çi dibîne? Jîr Dilovan: Mixabin em nikarin asta ku wêjeya kurd gihîştiyê bi têrayî bibînin. Lewra Gelê Kurd ku xwedî şaristaniyeke dewlemend bû, kalikên wî şaristaniyeke rengîn li Mezopotamya afirandibûn û ji cîhanê re bûbûn mînak, bi parçebûna welatê wî re çand, wêje û dîroka wî jî tarûmar bûye. Zimanekî ku di bin zext, zor û çewsandinê de wê çawa wêjeyeke pêşketî derêxe holê? Heta ku kurd li ser xaka xwe azad nebin, wêje û hemû nirxên çandê wê nîvco bimînin. Digel bindestî û parçebûna welatê me, dîsa jî hewldanên jiyandina wêjeya me ne karekî piçûk e. - Rewşa zimanê kurdî wek ku hûn jî dişopînin li welat her ku diçe xirabtir dibe. Gelo bi riya rojnameya me mesajek we ji bo ciwanên kurdî ku bi zimanê xwe naxive heye? Jîr Dilovan: Ez dikarim vê yekê bibêjim ku kesê zimanê xwe jibîr bike û bi zimanê dagirker biaxive, ew dayîka xwe jî jibîr dike, bavê xwe jî û kalê xwe jî jibîr dike. Êdî kesatî jî tê guhertin. Her çiqas derûn kurdî be post tê guhertin û ji eslê xwe dûrdikeve. Lewra nasname li pêl çavê mirov nanivîse. Tu bi çi zimanî biaxivî nasnameya te jî ew e! - We heta niha di gelek rojname, kovar, malper û sîteyan de nivîskarî kiriye? Hûn dikarin bi me re parve bikin bê hûn vê gavê ji kîjan rojname, kovar û malperan re nivîskariyê dikin? Jîr Dilovan: Ji ber ku di radyoya Dengê Mezopotamya de bernameyan çêdikim, li Înstîtûya Kurdî ya Elmanya jî kûrsên zimanê Kurdî didim û xebatên çandî didim meşandin, dema min û nivîsê ya ji malperan re ewqas nemaye. Lê dîsa jî ji Azadiya Welat re heftiyê du caran, ji malperên Dergûş, TZP, Dogu Ekspresî re jî serê pazdeh rojan, ji Diyarname û hemû malperên Kurdî re jî carcaran nivîsan dişînim. - Ji bilî nivîskariyê hûn herwiha di Radyoya Dengê Mezopotamya de jî Bernameyekê amade û pêşkêş dikin. Hûn dikarin hinekî bahsa vê xebata xwe bikin? Jîr Dilovan: Min di radyoya Dengê Mezopotamya de sê bername amade û pêşkêş kirine. “Ji Kaniya Wêjeyê” bernameyek wêjeya Kurd bû û salekê bêtir domand. Min her hefte wêjevanekî Kurd da nasandin û ji berhemên wan mînak xwendin. Min bi yekemîn helbestvanê Kurd Baba Tahirê Hemedanî ku beriya 1000 salî jiya bû dest pê kir û anî heta dema îro. Bi vê bernameyê re min bernameyeke din a bi navê “Şana Helbestê” pêşkêş kir. Bi vê bernameyê jî min helbestvanên kurd ên hemdem dan nasandin û ji berhemên wan mînak xwendin, bi wan re hevpeyvînên zindî çêkirin. Niha jî bernameyeke bi navê “Li Benda Rojê” amade û pêşkêş dikim. Bi vê bernameyê, nameyê girtiyên di zîndanan de û kulîlkên çiya û malbatên wan digihînim hev. Name û peyamên wan dixwînim û di Azadiya Welat de jî didim weşandin. Bernameyeke ku li her çar parçeyên welêt tê guhdarîkirin e û guhdarên wê di rêjeyeke bilind de ne. - Li gora ku em dibîhîzin gelek guhdarên wê hene, bi taybetî jî mirovên ku niha di gîrtîgehê de ne we bi baldariyek mezin guhdarî dikin. Herwiha gelek name û xwestek jî ji girtîgehan ji were tên. Hûn dikarin ji xwendevanê me re bahs bikin gelo? Jîr Dilovan: Belê bi sedan bi hezaran name ji girtîgehan û ji wargehên azad ji me re tên. Em wan nameyan werdigerînin kurdî û di radyo de dixwînin. Piştî xwendinê em kopiyeke wan nameyan dişînin ji kesên têkildar re. Wekî din em malbatên girtiyan bi awayek zindî tevlî bernameyê dikin ku girtî wan guhdarî bikin. Bi taybetî ji Başûrêrojava em gelek malbatan tevlî dikin ku zarokên wan ên ku derfet tine malbatên xwe bibînin, dengê wan bikin. Bi taybetî ev bername platformeke ku girtî û malbatên wan û kulîlkên azadiyê û malbatên wan tê de bigihîjin hev. Bi hezaran nameyên ku ji hemû aliyan hatin di arşîva me de gihane hev. Ev name ji bo siberojê wê bibin çavkaniyên dîroka kurd. - Gelo niha tu projeyên we ji bo derxistina berhemekê heye? Ku hebe hûn dikarin hinekî bahsa vê projeya xwe bikin? Jîr Dilovan: Di destê min de sê proje hene. Dudo roman û yek dîrok. Pirtûka bi navê “Bi Pirs û Bersivan Dîroka Kurd û Kurdistan” dawiya heyva Cotmehê li Stenbolê derdikeve. Min sê salan ev pirtûk amade kiriye û ji 1218 pirs û bersivan hatiye holê. Dîroka Kurd û Kurdistanê ya kronolojîk e. Ji A heta bi Z hemû zanînên derbarê Kurd û Kurdistanê de tê de cih digirin. Min ji bi sedan çavkanî sûd girtiye û ev pirt[k bi pirs û bersivan amade kiriye. Bawer dikim herkesê ku bibêje ez Kurd im ê vê pirtûkê deyne bin serê xwe... Wekî din berdewama romana “Zenga Zêrîn” “Banga Zêrîn” di destê min de ye. Lê berî vê dixwazim romana “Stêrk-Evîna Kurdî” bi dawî bikim... Wekî din ji bo dema dirêj di warê zimên de çar projeyên min hene ku bikim pirtûk. - Li gora zanebûna me hûn li xerîbiyê dijîn? Gelo hûn dikarin bahsa bandora jiyana biyanîbûnê ya li ser jiyana nivîskariyê bikin? Jîr Dilovan: Belê em li xerîbiyê dijîn. Mîna masiyekî ku tu ji deryayê bavêjî bejê. Ez hê bi daneheva zaroktî û ciwaniya xwe ya li welêt dinivîsim û tevdigerim. Lê bawer dikim ez hêdî hêdî vê daneheva/rezerv xwe jî diqedînim. Heger ew danehev biqede berhemdariya min jî ê biqede. Lewra nikarim xwe li gor welatê xwe nû bikim û bi zanînên nû ên ku li xaka me pêşdikevin bigihînim. Ez xwe mîna darçêjeke Kurdistanê lê li xaka welatên biyanî dibînim. Rahên min ji mîneral, ax, av û hewaya welatê min sûd nagire. Bi mîneral, ax, av û hewaya Ewropa ez ê çi berhemên Kurdistanî biafirînim? - Her mirovek xewnek wî heye, ku bi hêviya rojekê pêk bîne. Gelo xewnek we heye ku hûn dixwazin rojekê lê vegerin û pêk bînin? Jîr Dilovan: Xewna min vegera welatê min e ku bi sedan bi hezaran xwendekarên Kurd hînî ziman, çand, dîrok û nirxên wan ên neteweyî bikim... - Hûn wek kesekî ji Mêrdînê, ji bo rojnameya me ya ku li Mêrdîn Nisêbînê tê çapkirin, dikarin çi bibêjin? Jîr Dilovan: Nisêbîn bi Heranê re warê herî kevnare yê ku zanîngeh lê hatiye avakirin e. Zanîngeha Mar Yaqûb zanîngeheke herî kevnare ya cîhanê ye û di vê zanîngehê de gelek zanyar gihîştine. Zanyarekî mîna Apê Mûsa Anter ku ez jî pênc salan pê re xebitî me, ji bo me Kurdan nirxê herî mezin e. Nisêbîneke ku wisa xwedî dîrokeke rengîn û gelek zanyar gihandin, pêwîste bibe cîhê çand û wêjeyê. Herwiha bi weşandina rojnameya we bawer dikim ev erk û peywir ê were bicihanîn. - Li ser navê Rojnama Mavi ve Kent ê (Şahr-î Şîn) em gelek şad û bextewarin ku we ev derfetê hevpeyvînê da me û em di xebatên we yên pêşerojê de serkeftinên hîn mezintir dixwazin. Jîr Dilovan: Spas dikim û hêvî dikim Şahr-î Şîn / Bajarê Şîn bibe platformeke qîz û lawên Kurd ku li çand, ziman û wêjeya xwe xwedî derkevin. Zarathustra News - Zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |