NEWROZ

نوروز


2/11/2007

Bîranîna Apê Mûsa Enter

Reşoyê Pîrê

Rojnama Agirî – Hejimar /73/ - 15,ê Çiriya pêşîn 2007

Li Kurdistana Bakur, herêma Mêrdînê, gundê Zivingê, di şikeftekê de, sala 1920 an, Mûsa Enter ji dayîk dibe . Mûsa ji êla Botan, milê Temikan, ji malbata Mihoyê Teze ye . Sê zarokên wî hene . Enter, Reşan û Dicle.

Mûsa xwendina xwe ya pêşîn, li Mêrdînê û ya lîsê li Enedolê kuta dike.Mûsa Enter, cara pêşîn li Enedolê tê girtin.

Ji bo xwendina zanîngehê, berê xwe dide Istenbolê, di şaxê edebiyetê, beşê huqoq de bi cî dibe. Di zanîgehê de, pir xwendekarên Kurdperwer dinase. Mîna Mustefa Bucak, Fayq Bucak,Yusf Azîzogju......Û bi hev re pir komelan dadimezrînin .

1- Pansiyona şagirtên Dîcle sala 1942an . 2-Komela Hêvî sala 1943an. 3 – Komela rizgarkirina Kurdan. 4- Pansiyona şagirtên Firat sala 1948 an.

Mûsa Enter, di sala 1958 an de, dest bi weşanên xwe dike. Gotara yekemîn ya di bin navnîşana " Eman çi welatekî pêşketî ye " di rojnama " Îlerî Yurt"  ya ku, li Amedê derdiket de, diweşîne. Di sala 1959 an de, gotarekê bi navnîşana " Qimil " di wê rojnamê de belav dike . Ji bo wê gotarê, Mûsa tê girtin . Piştî tê berdan, careke din tê girtin û berê wî didin Istenbolê, di oda 38 an de, şeş heyvan radikeve. Mûsa, di wê şeş heyvan de, pirtûka xwe ya yekem, ya bi navê " BIRÎNA REŞ "  dinivîse. Di sala 1963 an de, bi Yaşar Kaya, Medet Serhat û Ergîn Koyncu re, kovara Deng diweşînin. Piştî du heyvan, conta Tirk, destê xwe didin ser kovarê û Musa Enter dixine girtîgehê .Di sala 1965 an Birîna Reş û di sala 1967 an de Ferhenga Kurdî diweşîne . Di 1969 an de, ji ber nivîsa xwe ya di rojnama " Dogo" hatibû weşandin de, careke din têye girtin. Di sala 1971 an de, ji hêla dadgeha Amedê, ya contayê ve tê girtin û çar sal ceza didine wî. Piştî ji zîndanê tê berdan, di sala 1976 an de, Mûsa Enter vedigere gundê xwe û ta sala 1989 li wir dimîne. Di wê salê de, Mûsa vedigere Istenbolê . Li Istenbolê, kovarên " 2000 , Dogru, Medya Gîneşî û Den " Hevpeyvên û nivîsarên Mûsa Enter diweşînin . Di sala 1990î de, Pirtûka wî ya bi navê "Hatiralarim" ji hêla pirtûkxaneya " Doz " ve tê weşandin. Di wê salê de, partiya " Keda Gel " tê damezrandin û Mûsa Enter cihê xwe di nêv refê wî partî de digre û dibe, endamê komîta partî, ta qedexekirina partî ji hêla conta Tirk ve, karê xwe berdewam dike. Ji sala 1990î, dema weşandina  rojnama " Yênî Ûlke "  ve, nivîsarên Mûsa Enter, her hefte,  , diweşîne , bilî nivîsarên wî, di rojnameyên WELAT , TEWLO û kovara REWŞEN de, têne  weşandin .  Di 20 ê Êlona 1992 an de, kalemêrê 74 salî, Apê Mûsa Enter, ji hêla hêzên reş û tarî ve , li Amedê tê kuştin.

Dostanya Yaşar Kemal û Apê Mûsa Enter , ji demeke dirêj ve ye . Wî di bîst û Sêsaliya xwe de dinase . Dostaniya wan ta dawiya jiyana Apê Mûsa berdewam dike .

Piştî kuştina Mûsa Enter , Y . Kemal  nivîsarekê di der mafê wî de dinivîse . Ev nivîsar rojnama Tirk ya bi nav û deng " Cumhoriyet " , di rojên 26-27ê Sibata 1992 an de diweşîne . Emê hin parçeyên bijarte , ji wê nivîsarê pêşkêş bikin .

" Apê Musa Enter , di rojên reş û tarî de , herdem ronak , hêvîdar û bawermend bû .  Civak û mirov , çiqas xerab be , wî herdem quncikekî rind û qenciyek tê de didît . Nêrîn û gotinên mirovan , li hember wî çiqas ters û sert bana jî ; Wî bi çavekî nerim lê mêze dikir . Ew bi çanda gelê xwe pir bawermend bû . Bi hemî hêza xwe ve , li dijî wendabûna çanda gelê xwe disekinî û didît ku , çanda gelê xwe , ji çanda cîhanê re alîkar e . Ev bawerî , ta dawiya jiyana wî ajot û berdewam kir .. Ji ber baweriyên xwe ve , bi mêranî berxwe dida . Lewre jî hat kuştin . Kuştdar , an yên Apê Mûsa , dane kuştin , Tirkiyê jî xwerin ,  Anedol vegerandin gola xwînê . Ew kesan , xerabî û kuştina Tirkiyî dixwazin . Ev karê dîktetorên xwîndar in . Tirkiyê , divê neketa devê vê riyê . Em dikevin sedsala Bîst û Yekan , Ev leka reş di eniya me de , mirovatî napejrîne" .

Di vê nivîsarê de , Y . K . Dîsan dike qêreqêr û banga xwe dike welatparêz û welathezan , da ku vê kuştinê ji holê rakin  "  Tirkiya û mirovatî , kuştina kevokên aştiyê , wek Mûsa Enter napejrîne . Ji ber , evqas sitem û piştî evqas xwînrijandin , lihevkirin pir zor e. Ez di bextê we da me , rê nêzîke , wext heye , ji bo xatirê xwîna  yên wek Mûsa Enter , ji bo xatirê evîna biratiya hezar salan û ji bû bedewiya biratiya paşerojê , werin em vî karî çareser bikin , tiştekî ewqas dijwar nîne" . 

Yaşar Kemal , nivîsara xwe bi van gotinan kuta dike : "Bi rastî , eger mirov bi qasî Mûsa Enter , ji welatê xwe hez bike – Eger demoqrasî hebe – emê ji vê astengê derkevin . Ji ber ku , baweriya min gelekî bi Mûsa Enterên vî welatî heye . Çi Tirk û çi Kurd be .

Bila bijî Mûsayên Enter , Apê Mûsa "

     Apê Mûsa Enter, di dîroka gelê Kurd de, mîna çiyayê Gewir nîşan dide. Û wê di jiyana gel de, herdem bi serbilindî bijî

Jêder :

1 - Kovara Rewşen. Hejmar 1 . Sal 1996

2 - Kovara Nûdem . Hejmar 7 . sal 1993

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]