NEWROZ

äæÑæÒ


18/5/2007

Dengê dayikên bi kûl û keser Eyşe Şan

(Wergêra ji tirkî: Gabar Çiyan & Zarathustra News)...

Ev hefte, hefteya dayikan e. Roja dayikan, anku hefteya dayikan li tevayê dayikên cîhanê, bi taybetî li dayikên kurdan pîroz be. Îro roja wê ye ku cî û nirxê dayikan bê diyarkirin.

Gelê kurd li ser fedekariya dayikan gelek tişt anîye zimên. Mezinbûn, fedekarî û dilbikûlbûna dayika kurd di gelek çîrok, serpêhatî û stiranên kurdî de cî girtine. Lê têr nake. Dayika kurd, di qonaxên dîrokê de fedekarî û lehengiyên mezin kiriye. Li Dêrsim, Mehabad, Amûdê û Helebcê. Li hemberî zilmê derketiye. Zarokên xwe feda kiriye. Wê bi xwe jî di şerê rizgariyê de cî girtî ye. Roj hatiye bûye qûrban. Anjî hewî anîne ser wê, anku bûye qûrbana toreyên beyanî. Û nanê xwe yê tisî di nav hêstirên xwe de cûtiye û cûtiye. Lê gepa jehrdayî bi hêrsa re neçûye xwar...

Belê, dîroka fedekariya dayika kurd li benda lêkolînên firehtir e.

Bi mûnasebeta roja/hefteya dayikan, me xwest em qala jiyana dayikek kurd bikin. Ew, ne tenê dayikek kurd bû. Her wisan hunermendek mezin bû. Ew, dengê dayikên bi kûl û keser bû. Jiyana wê, nimûneyek ji ya dayikên kurdan e. Em qala hunermenda hêja û nemir Eyşe Şan ê dikin.

Osman Kılıç-ANF&Diyarbakır Net, di bin sernivîsa ``Prensesa bêtac û text: Ayşe Şan`` de qala jiyana wê bi dirêjî dike. Me, ev xebata wan ya hêja ji bo xwendevanên xwe wergerande kurdî...

``Prensesa bêtac û text: Ayşe Şan``

Dengê wê mîna êgir bi şewat bû. Tevayê Kurdistanê dixwest li stiranên wê guhdarî bike. Lê hayê çi kesan ji jiyana wê ya bi kûl û keser barkirî tunebû. Ji ber ku jiyana wê bi tevayî li sirgonê derbas bûbû: Ji Amed ê hetanî Entabê. Paşê Stenbolê, Almanya, Bexdayê û Hewlêrê. Û Izmîr ê ku jiyana wê li wir bi dawî hat...

Abîdeya kûl keseran e Eyşe Şan ê. Ev 10 sal in ku di ser mirina wê re derbas bûye. Lê hişkayî û neheqiya li hemberî wê îro jî berdewam e.

Eyşe Şan ê, di sala 1996 an de ji ber nexweşiya kanserê li Izmîrê çûbû rehmetê. Daxwaziya wê ya dawî ew bû ku cendekê wê li Amed ê bi cî bikin. Lê hetanî niha ew daxwaziya wê nehatiye bi cî anîn. Sedema kîna li hemberî wê, ji xezeb û hişkayiya paşverutiyê pêk tê. Ev yek, ji civata kurdan re ne xerîb e. Çîroka wê ya hevaltiya bi derd û kûl û keseran re, di dema zarokatiya wê de dest pê dike...

Ew bi navê Eyşana Kurd, Eyşe Xan, Eyşana Elî hatibû naskirin. Wê, stiranên mîna ``Qederê``, ``Dayikê`` afirandibû.

Eyşe Şan ê di sala 1938 an de li Amed ê tê dinyê. Bavê wê dengbêj bû. Ew bi hunermenda re, bi mûzîkê re mezin bû. Li mala bavê xwe di dîwanên dengbêjan de çavên xwe vekir. Jiyana wê ya hunerî bi xwendina mewlûdê û stiranên olî destpê kiribû. Dema dibe 9 salî bavê wê dimire. Ji ber qedexeyên li ser stiranbêjiya jinan û zordestiya feodalî, di dema ciwaniya xwe de Amed ê bi cî dihêle û berê xwe dide Entabê. Li wir xebatên xwe yê hunerî dide destpêkirin. Di wan deman de zimanê kurdî qedexe ye. Eyşe Şan ê, di radyoyê de stiranan bi tirkî distire. Piştî du salan, di sala 1963 an de, li gorî dîtina wê, berê xwe dide navenda çandê, diçe Stenbolê.

Li Stenbolê konserên bi kurdî û tirkî dide. Stirana wê ``Ez xezal im`` di wan deman de deng dide. Piştî demeke kin, kasêta wê ya bi kurdî û tirkî tê belavkirin. Bi saya wê kasetê, li tevayê Kurdistanê tê nasîn. Nasdarbûna wê nikare rê li ber çewsandinên li dijî wê bigire. Di wê demê de li dijî kurda û zimanê kurdî gef û hişkayî piralî ya dewletê hebû. Eyşe Şan ê ji ber gef û çewsandinên dewletê nema dikare debar bike, bêçare dimîne û berê xwe dide Almanya yê. Li xerîbiyê hewil dide ku karê xwe yê hunerî berepêş bibe. Lê mirina keça wê ya 18 mehî, Şahnaz ê wê perîşan dike. Stirana ``Qederê`` berhema wan salên bi kûl û keser e.

Eyşe Şanê piştî demekê tê li Stenbolê bi cî dibe. Zewacek baş dike, sê zarokên wê çêdibe. Lê jiyana wê, ji ber zordestî û neheqiya dewletê dîsa dibe mîna dojehê. Li aliyê din zarokên Eyşe Şan ê lê xwedî dernakevin. Ew, piştî van bûyeran, di sala 1979 an de berê xwe da Baxdayê.

Naskirina Cizrawî û Berwarî

Eyşe Şan ê bi alîkariya çend hevalên xwe, bi navê Eyşana Elî, di Radyoya Dengê Baxdayê de hêdî hêdî tê nasîn. Ew ji aliyê Waliyê Hewlêrê tê vexwandin. Li Hewlêrê hunermendên kurd yên bi nav û deng Mihemed Arifê Cizîrî û Îsa Berwarî nas dike. Bi herdûwan re li gelek deverên Kurdistanê konsêran didin. Awayê jiyana Eyşe Şan ê bandora xwe li Cizîrî dike. Stirana wî ya ``Lê lê lê wayê, Eyşanê lêwayê, çav biçûkê lê wayê`` ku bêhna evîna Eyşe Şan ê jê tê, di wan deman de hatibû afirandin.

Amed ê li ber dilê Eyşe Şanê şêrîn bû. Lê wê ji ber gefên kûştinê yê bira û xizmên xwe, neçû Amed ê. Li gorî malbata wê, li hemberî mêran stiranbêjiya jinan, gunehkarî ye. Tenê dayika Eyşe Şan ê xwedî lê derketibû. Lê xwedî derketina dayika wê têr nekir ku aşitiyek were holê. Dayika Eyşe Şanê, berî mirina xwe dixwest ji bo cara dawî keça xwe bibîne. Lê îcaze nedanê de. Vê yekê brînek kûr di dilê Eyşe Şanê de vekir. Eyşe Şan ê wê demê tevayê êşa xwe bi stirana ``Dayikê`` anîbû zimên. Stirana wê di dilê kurdan cihê xwe çêkir û di mûzîkê de şopek e kur hişt.

Bi dayikê bû dengê qîrîniya dayikan

Eyşe Şanê bi stirana`` dayikê`` bû tercûmanê dilê dayikan. Stiranên wê mîna jiyana wê, û jiyana kurdan bû. Ew têra xwe bi êş û keser in, û bi pirsên neheqiyê barkirî ne. Bi dilgiranî sedema êşa xwe wisan dihanî zimên: Rencdarbûyin, bi xwe re kûl û keserên mezin diafirîne. Dema welatekî me yê azad hebûna, nirxên me jî li cem gelê me dê bi qiymet û buha bûbûna. Em ê bibin feda ji bo gelê xwe, ji bo welatê xwe yê bindest û rencdarbûyî...

Jiyana Eyşe Şanê ya bi kul û keser piştî nexweşiyek giran ya kanserê li Izmîrê di 18 berçileya 1996 an de bi dawî hat. Wasiyeta wê ew bû ku cendekê wê li Amedê bê bicîkirin. Lê daxwaziya wê bi cî nehanîn.

Hinek ji stiranên wê ku ji bîra mirov naçin ev in: Lê lê bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qurban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal, Lê lê dînê, Xivşê, Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê hewiyê, Hepsîyo, Min tu dibu, Memê Alan, Nazliyê ve Wey Saliho Kurmam...

DAYİKÊ

Şivan Parwer û gelek hunermendên din ev stiran stirandine.

Dayîkê qorban ava çemê Diyarbekir îro diherike leme leme eeee
Dayîkê qorban pêl li pêlê dixe davê keleme
Wele îro dayîka min nexweşe waya min turine
Hêsrê çavê mi dêrana xwedê weke baranê biharê diherike, nasekine
Hey wax dayê xerîbim dayê, hey wax dayê nemînim dayê,
Hey wax dayê bêkesim dayê, bê te kesê min nemaye li vê dunyayê ez bimrim dayê

QEDERÊ

Stirana “Qederê” çi caran nayê jibîrkirin.

Were yar... Qederê yar
Qederê şer bikim mîna qederê xelkê tu ji min re nebûy yar
Te ez kirim peyakê rêdurê westiyayî peyayê piyadar

Tu bûy siwarekî bi rim û bi mirzaq
Li ser pişta sêwîxelqê bûy siwar
Yar yar yar qederê
tuyê li dawiyê buye gurekî
siba tu birçî ye har yar yar yar

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]