|
17/4/2007 Gelo, Kobanî û Efrînî ne Kurd in?!* Heyder Omer Di salên heftê yên çerxa borî de, pirtûka Prof. Dr. Îzedîn M. Resûl ( Rêalîzma wêjeya kurdî-ÇáæÇÞÚíÉ Ýí ÇáÃÏÈ ÇáßÑÏí ) bi zimanê erebî kete destên min, û sala 1993ê pirtûka Prof. Dr. Maruf Xeznedar, ku hevalkarê me Dr. Ebdil-Mecît Şêxo, di bin sernavê ( Kurtebiriya dîroka wêjeya kurdî ya nû-ãæÌÒ ÊÇÑíÎ ÇáÃÏÈ ÇáßÑÏí ÇáÍÏíË ) de ji zimanê rûsî bo zimanê erebî wergerandibû, kete destên min. Mixabin navên her du pirtûkan, bi baweriya min, ji naverokên wan firehtir bûn, ji ber ku ewana her du jî ji çarçewa wêjeya Başûrê Kurdistanê derneketibûn, û her du rêzdaran piştên xwe di wêjeya beşên din yên gewdeyê perçekirî, yal kiribûn. Her weha helbestvanê mezin Şêrko Bêkes jî, di du hevpeyvînan de nikarîbû hebûna helbesta kurdî, ku li Sûriyê bi zimanê kurdî tête nivisandin, bipejiranda (1) . Tevî ku her ev her sê jêderên navborî dilên Kurdên wan beşên din dêşînin, lê gava mirov nîrên hevgihîştina (ÊæÇÕõá ) Kurdan ji bîra neke, ew êş dê hinekê hêsan û sivik bibe. Lê mirovek li Sûriyê dijî, di nav civaka kurdî de xwe wek nivîsevan, helbestvan û lêkolîner dide nasîn, û di heman demê de nîvê tevgera wêjeyî kurdî bi paş pişta xwe de bavêje, û nîne ser zibanê xwe, hîngê mirov şêt û mêt û maliq dimîne. Hevalkar Salihê Kevirbirî, ji Bakurê Kurdistê ye, hevpeyvînekê bi rêzdar Konê Reş re digerîne, û di malpera ( netkurd.com ) de diweşîne. Pirsên rêzdar S. Kevirbirî rewşa tevgera kurdî li Jêrxetê dipelînin, derfetê li pêş rêzdar Konê Reş vedikin, da panorameyakê li ser rewşa tevgera wêjeyî ya vî beşê Kurdistanê ji bo kurdistaniyan pêşkêş bike. Lê mixabin hevalkarê rêzdar K. Reş qasnaqa (çarçew ) wê teng dike, tenê bi qaserî Cezîra Sûriyê dihêle, pê re jî hem kurdistaniyan ji naskirina rastiya wê tevgerê bê par dihêle, û hem jî çavgirtî di kêlek gelek rastiyan re derbas dibe, û hinan jî serobinî hevûdu dike. Rast e, wek ew jî dibêje, li ba jêrxetiyan, wêjeya kurdî ya nivîsandî, ji weşandina korara HAWAR dest pêkir, lê divê lêkolîner hewildan û cefayên rêzdarê rehmelê Husên Hiznî Mukiryanî ji bîra neke. Ewî rêzdarî hîn sala 1915 yekemîn çapxaneya kurdî li bajarê Helebê damezirand, û heya sala 1925ê li wir ma, rojnameyên ( Kurdistan, Çiyayê Kurmênc, Diyar Bekir, Soran, Ararat, û Botan) weşandin(2). Çi mixabin ev rojnameyan îro di destan de peyda nabin. Tiştê balkêş ew e, ku nûçe û bûyerên şoreş Şêx şeîdê Pîran sala 1925ê di kovara ( Diyar Bekir ) de deng vedidan, pê re jî ewî rêzdarî, bi wî cefayê xwe hîmê hevaltiya pênûs û tifingê, di xebata azadiwaza kurd de danî(3). Gava li ser kovara HAWAR dipeyive, dibêje:"Kovara ku mîr Celadet Alî Bedirxan di sala 1932 yan de li Şamê diweşand û di nav Kurdên Cezîrê de belav dikir". Rêzdar K. Reş li vir du caran di şaşîtiyên dîrokî werdibe, her du caran jî, bê hemdî xwe neheqiyê li pêşengê ramana netewî kurdî ya nû; C. Bedirxan dike; carekê derçûna HAWARê di hundir sala 1932ê de dihêle, û carekê jî bergeha belavkirina kovarê di Cezîrê de sînor dike, bê ku zanibe HAWAR ji Şamê digiha gelek welat û deverên din jî, wek Urdun, Felestîn Misir, Hîcaz, Îraq, Îran û gelek bajarên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê wek Kerkûk, Zaxo, Hewlêr, Emadiyê, Silmanî, Raniyê, Dihok, Sincar Kûsinciq, Eqra, Xaneqîn, Kermenşah, Senendec, Seqiz, Mehabad….(4). Her weha şaşîtiyên dîrokî li ba wî rêzdarî zêde dibin,gava derçûna kovara AGAHÎ ya rêzdarê rehmelê Hesen Hişyar ji sala 1966ê dikşîne sala 1980ê, bê ku hema piçekê xwe biwestîne, û ji kurê wî Gorgîn, ku hîna jî sax e, bipirse. Rehmelê Hesen Hişyar ev kovar sala 1966ê bi tena xwe derdixist(5). Cara yekem, ku li mala rehmelê Dr. Nûredîn Dêrsimî, li bajarê Heleb sala 1973ê ez pêrgî wî hatim, û min ew nas kir, ewî di nav gotinên xwe de li ser vê kovarê jî peyivî, û di dû re sala 1975ê min hejmarên wê li mala kurê wî Gorgîn, li Şamê dîtin. Dîsan gava rêzdar Konê Reş dibêje: "Di sala 1979an de…….. Mecîdê Haco û Mele Tahir kovara Gelawêj derxistin", di kêlek rastiya dîrokî re derbas dibe, û ji bîra dike, ku partiya demikrat a Kurd li Sûriyê – El-Partî – di wê salê de ev kovar derxist, ne wan rêzdarên, ku wî bi nav kirin.(6). Gava rola dengbêjan ji bo parastina zimên nîşan dike, tenê di hundirê Cezîrê de dimîne, û hemû rûmetdarên din, li deverên din, wek Kobanê û Efrînê, bi paş guhên xwe de davêje, û ji bîra dike, ku destana MEMê ALAN bi saya gelek dengbêjan, nemaze jî Mîşo yê Berazî, gîha pênûsa Rojê Lîsko, ku ev destan heya îro parastiye(7). Her weha gelek dengbêjên Çiyayê Kurmênc ( Efrîn ) jî ji bîra dike, û cefayên wan rûmetdarên rehmelê, wek Hesen Nazî, Eõvdê Şeõ rê, Beytas, Reşîdê Memocan, Cemîl Horo û yên mayîn bin cil dike. Hêjayî gotinê ye, ku wek nimûne bêjim, bûyerên şoreşa Şêx Seõîdê Pîran, heya îro jî, bi saya wan dengbêjên gelêrî, ji bîra nebûne. Tevî ku nizanim kiyê dengbêjan xwediyê stirana ( Welato ) bû, lê dibêjin gava rehmelê Hesen Nazî ew destan distira, û tê bîra min, gava rehmelê Cemîl Horo jî ew distira, guhdaran nikarîn xwe bigirtana, belê rondikên hemûwan dibarîn. Birêz Konê Reş nifşên wêjeyî tevlihev dike, û dibeje: "Piştî vî nifşî ( mebesta wî nifşê melayan e ) em digihîjin van helbestvanan: Tîrêj, Yûsifê Berazî, Omerê Leilê, Keleş, Rezoyê Osê, Derwêşê Derwêş û ez Konê Reş". Lê ji hêlekê de mirov nizane çawa Tîrêj, ê ku sala 1923ê ji dayikê bûye,û ji salên çeliyên çerxa çûyî de helbest nivisîne(8) û Konê Reş, ê ku sala 1953ê ji dayikê bûye, dê di nav nifşekî de bêne cem hev. Gelo eger weha bête pejirandin, dê xebat û têorên civaknasan li kû derê bimînin?!. Ji hêla din de, em dibînin, rêzdar Konê Reş vê boçûna xwe ji bîra dike, û pirsa, ku rêveçûna tevgera wêjeyî kurdî ji sala 1990î û vir de dipelîne, weha dibersivîne, û dibêje: "…Bi sala 1990î re, qonqxeke nû xwe diyar kir. Hingê ev nivîskar hatin xuya kirin: Rezoyê Osê, Konê Reş, Derwêşê Derwêş, ..…" û pê de dihere, 35 navên, ku li pênc bajar û bajarokên Cezîrê dimînin,diyar dike, û careke din hem di şaşîtiyên dîrokî û civaknasî werdibe, ji ber ku Tîrêj û Omerê Leilê jî, yên ku berê di nav nifşekî de bi cih kiribûn, dixe nav guropa vî nifşî, û hem jî deverên Kurdan yên din nîne zimên, û nizane, ku wek nimûne, Şêx Elî Omerê Mele, ji salên çeliyên çerxa borî de, li Çiyayê Kurmênc ( Efrîn ), bi zimanê kurdî nivisandiye, û gelek helbestên wî bi pesna pêximber, û pirtûka wî ( Melûdî şerîf ) sala 1947ê hatine çapkirin, û di salên şêstiyên wê çerxê de dîsan navine din, nemaze jî Şewket Neõsan(9), li devera Efrînê hatine xuyakirin, û helbestên wan di kovran de hatine weşandin. Dîsan, ji sala 1980ê û vir de, gelek navên din li Kobanê û Efrînê şûnên xwe di qada tevgera wêjeyî kurdî de girtine, ku her lêkolînerek wan ji bîra bike, dê lêkolîna wî ji ber kêmasiyên giran binale. Hema ez li vir, navên, ku têne bîra min, bêjim, dê ji bîstan bêtir bin: Ehmed Qasim, Jan Dost, û Mistefa Elaş(endamê desteya rojnama NEWROZ bû) li Kobnê, Dr. Husên Hebeş, Dr. Ebdil-Mecîd Şêxo, Memo/Dêrsim, Rûxawşê Zîvar, Awazê Kalo, Sînorê Yekta, Dr. Mihemed Elî, Bahoz Efrînî, Hêmin Kudaxî, Nezîr Palo, Pîr Rustem,Kamiran Bêkes, Rozad, Apê Osnebiran, Nesret Hebeş, Axîn, Îbrahîm Îbrahîm, Reşoyê Pîrê, Mihemed Hemo, Merwan Berekat, Mihemed Nûrî Xorşîd û hinên din li Efrînê, ji bilî kobanî û erfîniyên, ku li dervayî welêt dimînin, mîna Şahînê Bekirê Soreklî, Dilbixwîn Dara, Mistefa Reşîd, Gundî û hinên din. Eger birêz Konê Reş, hema piçek cefa bida xwe, û bixwasta deverên Kurdan yên din jî bîne ser zibanê xwe, hema karîbû li kovara PIRS, ku ez bawer im hemû hejmarên wê li ba wî peyda dibin, vegeriya, dê gelek agahî li ser vê mijara xwe ji hejmara 14 werbigirtana, û dê ji bîra nekiriba, ku sala 1976ê kovara ( PÊŞENG ) ji beriya GELAWÊJ û STÊR derketiye, û şeş hejmarên wê yên xwerû bi zimanê kurdî derçûne. Hêjayî gotinê, ku ev kovar li bajarê Efrîn, wek hemû çapemeniya kurdî, bi dizî derdiket, û sernivîserê wê birêz Menanê Qenterî, ji gundê Qenterê bû(10). Ez bawer im, ku rêzdar Konê Reş ji bîra nekiriye, û nikare ji bîra bike, ku yekemîn vestîvala helbesta kurdî li Sûriyê bi banga Dr. Ebdil-Mecîd Şêxo, Rûxwaşê Zîvar, Elî Cefer û xwediyê vê gotarê û bi saya pirên van nivîsevan û helbestvanên, ku li jor bi nav bûne, sala 1993ê bi rê ket, û heya niha jî berdewam e, û roja 22. 10; roja koçbarkirina helbestvanê mezin Cegerxwîn, di wê vestîvalê de wek roja helbesta kurdî li Sûriyê hate ragihandin. Hêjayî gotinê ye, em bînin bîra rêzdar Konê Reş, ku eger wî bixwasta nivîsevan û helbestvanên Kobanê û Efrînê banîna bîra xwe, û bersiva xwe nekulanda, û xwe ji pêjna bêhna helwesta herêmî biparasta, dê hema li malpera ( tirejafrîn.com ) bineriya, ku bidîta 38 navan di wê malperê de şûnên xwe girtine, navên 11an ji wan di ( Ferhenga nivîsevanên Parêzgeha Heleb yên çerxa bîstem) de hatine(11), hemû jî bi her du zimanên kurdî û erebî dinivisînin, û xwediyên pirtûkên çapkirîn e, hinekan ji wan 12 pirtûkên xwe hene. Eger bixwsta ji devera Cezîrê derkeve, û kurdên din bîne bîra xwe, teqez dê zanîba, ku dengvedana Hamid Bedirxan ê, ku li gundê Şiyê ji dayikê bûye, di salên heftê û heştêyên çerxa borî, di nav ereban de, ji dengvedana nivîsevanê rêzdar Selîm Berekat, a îro, ne kêmtir e, û dê Zanîba, ku gelek nivîsevanên dine erebînivîs jî li Efrînê hene, bi ser de jî dê zanîba,ku du nivîsevanan ji wan ( helbestvan Nesret Hebeş û çîroknivîs Cîger Xorşîd ) xelatên giranbuha ji her du dewletên Kuwêt û Emarata erebî wergirtine. Gelo, çima rêzdar Konî Reş van rastiyan nîne zimên?!. Ma kobanî û erfrînî ne kurd in, û para wan di rêveçûna tevgera wêjeya Jêrxetê de nîn e?!.. Çima ewî derçûna kovara AGAHÎ ji dêvla sala 1966ê kişandiye sala 1980ê û drçûna kovara PÊŞENG ji bîra kiriye?!.Gelo ewî di ser van rastiyên dîrokî re qevastiye, da xwe bide nasîn, ku ew yê yekemîn e, ku piştî nifşê pêşî, bi zimanê kurdî nivisandiye?!. Evê agahiyê di pêşgotina hevpeyvînê de şûna xwe girtiye, ku Konê Reş "Piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Tîrêj, Keleş, û Rezoyê Osê, kesê pêşîn e ku li Binxetê bi zimanê kurdî nivisandiye". Gelo, li ber ronahiya rastiyên dîrokî, dê çi nirxê boçûnên weha bê bingehên ber biçave, bimîne?!. Ma ne hêjayî gotinê ye, ku mirov beriya carekê binivisîne, divê deh caran birame, û carên bê hejmar jî derdora xwe bipelîne?!. Nemaze jî li ba me Kurdan, ev bar gelekî dijwar û giran e, ji ber ku heya îro dîroka wêjeya me, ku seranserî Kurdistanê, an jî her beşekî, ji bilî Başûr, bigire, nehatiye nivisandin, û ne jî me pirtûkxaneyên navend, ku hemû berhemên çapemeniya me tê de hatibine civandin, hene. Her weha hevalkarê delal Salihê Kevirbirî jî parekê ji van kêmasiyan hildigire, ji ber ku li hember vê yekê bê deng dimîne. Bi baweriya min pêdiviyên hevpeyvînan, rê didine kesê, ku hevpevînê digerîne, da ew jî nerînên xwe li ser mijara hevpeyvînê diyar bike, çunkê têgeha (hevpeyvîn) bi xwe wateya hevpişkiya wî jî diyar dike, û dide xuyakirin, ku hevpeyvîn gotûbêja du-sê alî ye, ne tenê guhdarkirin e. Ez bawer im, ku rêzdar S. Kevirbirî teqez dizane, ku rojavayê Kuristanê,Binxetê, Jêrxetê ne tenê devera Cezîrê ye, lewre jî divêbû ewî deverên din jî, hema bi kêmanî, bikirana mijara pirseke xwe, yan jî di paşgotina hevpeyvînê de ev yeka nîşan bikira. Mixabin ewî jî bi vê bêdengiya xwe lekeyên ziyanê hem gihadin hunerî û zanistiya hevpeyvînê, û hem jî gihandin mijara wê, û li gel birêz Konê Reş bû gunehkarê tevgera wêjeyî ya vî beşê welêt. Bi baweriya min, heya em dîlên evê rewşa awarte ne, her kesê, ku di vê mijarê de; ango dîroka wêjeya kurdî, biryarên dawî bistîne, dê bergehên dûr, dirêj û fireh bixe navbera boçûnên xwe û rastiyê, pêre jî dê pareke pir ji rêza, ku her mirovek berxwe dide, da ji alî kesên din de werbigire, wenda bike. Dawî, hêvîdar im, ku ev nivîs û boçûnên min li dilên her du hevalkarên delal Konê Reş û Salihê Kevirbirî giran nebin, ji ber ku em hemû vêkra rastiyê dipelînin, û berxwe didin, da karibin bi kêrî welat û miletê xwe yê bindest werin. ÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜ Not û ravakirin: * Mixabin, desteya malpera ( netkurd.com ) ev gotar neweşand,rê li pêş wê girt, û nehêşt bigihêne xwendevan û nivîsevanan. Belê ji dêvla weşandina gotarê, ewê hevpeyvîna, ku mijara gotarê ye, yekser ji ser sîngê malperê rakir, û xiste erşîfê. Bila ev kira wê jî mijara gotareke din be. (1) Hevpeyvîna yekem di kovara ( El-Erebî ) li Kuwêtê sala 1993ê, hej 418, hatiye weşandin. Û ya duwem di hejmareke rojnameya erebî( Ezzeman ) de sala 2000î hatiye weşandin. Wê hîngê me bersiva rêzdar Şêrko bi gotarekê da. Ji bo wê bersivê, biner :Kovara PIRS hej 9, sal 1994, û Kovara NUDEM hej 17, û erşîfa Malpera ( amude.com ) ya sala 2000î. (2) Biner: Dr. Husên Hebeş: Raperîna çanda kurdî di kovara HAWARê de. Çapa yekem, belavgeha Hogir, Bonn 1996, rû 19. (3) Biner: Pirtûka me: Osman Sebrî helbestvan û nivîsevan. Çapa yekem, çapxana Evra, Berlîn 2004, rû 19, û çapa duwem, weşanên dezgeya Sema, çapxana Yad, Silêmanî/ Kurdistan 2006, rû 29. (4) Biner: Kovara PIRS, hej 14 û 15 sal 1998. (5) Biner: Dr. P. Berwarî ( Dr. Ebdil-Mecîd Şêxo ): Pêşveçûna bizava çapemeniya kurdî li Sûriyê bi zimanê kurdî. Kovara PIRS, hej 14, sal 1998. Û pirtûka me ya navborî, çapa yekem, rû 27, û çapa duwem, rû 43. (6) Biner: lêkolîna Dr. Ebdil-Mecîd Şêxo ya navborî, kovara PIRS, hej 14. (7) Biner: Destana Memê Alan, weşanên Riya Azadî 8, Köln/Elmanya 1990,pêşgotin, rû 6. (8) Biner: Malpera ( tirej.info ), û Kovar PIRS hej 25, sal 2002. (9) Helbestên wî di kovara ( Çiya ) de, ku rehmelê Hemreş Reşo di şalên şêstiyên çerxa borî de, li Elmanyayê belav dikir, bi navê ( Ebû Rahib ) , û di dû re jî di kovara( Gelawêj ) de, li Sûriyê, dihatin weşandin. (10) Hêjayî gotinê ye, ku ev kovar ji berhemên rêxistina ( Girêdana markisîzmên Kurd ) bû. Ev rêxistin sala 1976ê ji hêla hinek rewşenbîrên kurd ve, çi li welêt bûn, çi jî li dervayê welêt, nemaze li Elmanyayê bûn, hatiye damezirandin, lê dengvedana wê ewqas ne fireh bû, û zû jî sist bû, ta ku sala 1990 ji hev ket û hate rawestandin.Biner: Kovara PIRS hej 14. (11) Biner: Ehmed Doxan:Ferhenga nivîsevanên parêzgeha Heleb yên çerxa bîstem. Rû: 15, 17, 62, 67, 108, 141, 220, 274, 378, 385. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |