|
17/11/2007 TAYBETMENDIYÊN VEGOTINA GENGEŞÎ Û RÊKÊN BIKARANÎNA WÊ -3- HESEN HUSEYÎN DENÎZ Rêyeke balkêş a vegotinê ‘gengeşî’ ye. Bi gengeşiyê mirov guhertina raman, bîr û baweriya kesên duwem dike armanc. Mînak; li dadgehê parêzer vegotina xwe bi teşeyekî gengeşî dike ku raman û daraza dozger biguherîne. Di konferansekê de axaftinêr li dijî ramanên hev diaxivin û her yek dixwaze kesên din bikşîne ser ramana xwe. Dîsa di pirtûkên dersan de, di roman û çîrokan de jî gengeşî bi awayekî berfireh tê bikaranîn. Destpêkê Sokrates gengeşî bi awayê diyalogê bi berfirehî bi kar aniye û xwestiye bi vê rêkê bîr û baweriya civakekê biguherîne. Dîsa li Akademiya Mahsûm Korkmaz ji aliyê birêz Ocalan ve jî ev teşe gelekî hatiye bikaranîn û bi vê rêke raman, hest, bîr û baweriya gelê kurd xwest were guhertin. Bê guman çawa ku di her nivîsandinê de pirahiya teşeyên vegotinê di nava hev de tên bikaranîn, ev teşe jî bi tena xwe nayê bikaranîn û bi alîkariya teşeyên din tê dewlemendkirin. Hemû axaftin û nivîsandinên bi armanca guhertina raman, hest, bîr û bawerî, zanistî û hwd. a kesê duwem hatine kirin, di tevan de vegotina gengeşî mohra xwe lê dide. Di her vegotinê de bawerîanîn û bandûrlêkirin wesfên hevpar in. Ev wesf di vegotina gengeşî de jî hene. Lê vegotina gengeşî ji teşeyên din ê vegotinê bi pevçûna raman û têgihîştinê cuda dibe. Di encama vê pevçûnê de mirov raman an têgiha em diparêzin bi ser dixîne û raman an têgihên dijber pûç dike. Ji bo vê divê bikaribe baweriyê bi xwe bîne; ev jî bi rêka peyitandinê dibe. Di vegotina gengeşî de mirov daraza(hukim) dide pêş, divê bi alîkariya darazên din sinêde bike û bipeyitîne(îspat bike) ku baweriyeke xurt çêbike. Derpêş (tişta tê pêşdayîn) û wesfên wêGava yekemîn a gengeşiyê, mirov derpêşekê derdixe pêş. Di vegotina xwe de em dixwazin li ser vê derpêşê gengeşiyê bikin ku ev derpêş ji aliyê kesên duwem ve were pejirandin. Dibe ku derpêşa me erênî jî be, neyênî jî be. Mirov dikare derpêşeke erênî jî biparêze, yeke nerênî jî biparêze. Mînak; ger yek gengeşiyê li ser kêşana çixarê veke û bêje, “Kêşana çixarê tiştekî baş e.” Ev dibe gengeşiyeke neyênî, ji ber ku herkes dizane ne baş e. Lê ew derpêşa xwe li ser vî bingehê neyênî çêdike û li gorî xwe dibe ku başiya wê bikaribe bipeyitîne. Her bi çi awayî dibe bila bibe, di her derpêşa mirov radixîne rasteya gengeşiyê de, hinek wesfên tên xwestin hene. Divê mirov derpêşa xwe li gor van wesfan biavêje holê, ne rasterast: Yekalîbûn Divê derpêş ji nakokî û dudiliyan re ne vekirî be, sade û bi yek alî be. Ji bo vê remana dide pêş, divê zelal û heşkere be, ne sernuxumandî be. Ne ku çend ramanan di xwe de hilgire, bi awayekî komkirî divê bi yek ramanê were ser ziman. Kesê têkildar dema li derpêşê binêre, divê bizanibe di derbarê çi de ye û dixwaze li ser çi gengeşiyê bike. Di derpêşan de daraza mirov dide pêş, dibe ku tev li hev be, lê divê bikaribe ji têgihîştinê re vekirî be. Mînak; Dema em bêjin, “Trêna Reş hat.” Di vê darazê de du tişt hene. Yek hatina trênê ye, ya din ev trên reş e. Lê di vir de daraza li pêş, ne reşbûna trênê, hatina trênê ye. Wê demê wê gengeşî li ser hatina trênê were kirin. Lê ku me gotiba “Ya tê trêna reş e.” Wê demê cihê darazê dihat guhertin û mirov ne li ser hatina trênê, li ser rengê wê gengeşî dikir. Bi vî awayî di derpêşkirina darazekê de, ango ramanekê de divê mirov dixwaze çi bide pêş, bi awayekî vekirî, zelal, heşkere û yekalî bide. Vekirîbûn Vekirîbûna derpêşê tê wateya raxistina mebesta mirov e. Dema mirov darazekê derdixe pêş pir zahmet e ku mirov bi tevahî vekirî raxîne. Ji ber ku gelek daraz ligorî ne. Mînak; dema mirov bêje, “Ew çiya mezin e.” Ev darazek e, mirov li ser mezinbûna çiyê dikare gengeşiyekê dest pê bike, lê kesê duwem wê çawa têbigihêje ku ev çiya çiqasî mezin e? Gelo li gor çi mezin e? Li gor kîjan çiyayî mezin e? Yan kîjan çiyan jê mezintir in. û hwd. Ji bo vê di derpêşê de divê mirov hevokên xwe baş hilbijêre. Ji xwe hinek daraz hene ku li gor nêrîn û dîtina herkesî tên guhertin. Mînak; Ger yek bêje, “Ev gund xweş e.” Kesê duwem wê di cih de pirs bike, “Li gor çi xweş e?” Wê demê divê em peyvên wiha vebirî bi kar bînin ku rê nede pirsên netêgihîştina daraz û derpêş ê. Wateyên peyvên em di derpêşê de bi kar tînin divê tam bin. Mînak; “Ev gund di derdora xwe de ji gundên hene xweştir e.” Ev jî darazek e, derpêşekê diavêje holê û vekirî ye. Peyvên hatine bikaranîn wateyeke tam didin. Kesê duwem bê pirsyarî têdigihêje ku mijar li ser çi ye û dixwaze di derbarê çi de gengeşiyê bike. Peyitandin Û Rêkên Peyitandina DerpêşêGelek caran dema mirov axaftinekê dike, ji bo yê li hember me bawer bike, mirov sond dixwe, yan navê Xwedê tîne ser ziman ku baweriya wî rûnê. Ev rêyeke peyitandina axaftinê ye. Di vegotinê de jî ji bo derpêşên mirov dide pêş, peyitandinek pêwîst e ku baweriya kesê duwem pê were. Ji bo vê mirov dikare ji hinek kesan, peyvên wan wek delîl şanî bide, wan bi xwe wek govan (şahid) diyar bike. Di rewşên wiha de ew kesên wek govan tên diyarkirin divê li ser mijarê pispor bin û bi nav û deng bin. Ger ne wiha be, bawerî pê nayê. Peyitandin bi rêka rastiyan û bi rêka qanîbûnan tê pêkanîn. Rastî; ramanên ku bi çavdêrî û ceribandinê dikarin werin peyitandin in. Mirov van ramanan dikare bipeyitîne. Lê qanîbûn ango bawerî; raman û bûyîneyên li gor kesan wateya xwe diguherînin û her yek li gorî xwe wateyekê jê derdixe ne. Raman û bûyîneyên wiha ne ku ji şîroveyên cuda cuda re rê vedikin. Mirov bi awayekî rastî an bi awayekî qanîbûn raman û bûyîneyan derpêş dike; her du jî bi kêrî peyitandinê tên û bandûrekê li ser kesê duwem çêdikin. Dema mirov li gorî vê, serî li ramana kesekî di mijarê de pispor dide, êdî derpêş bêhtir tê peyitandin. Di vir de tişta mirov balê bide ser; divê derpêş, ramana me serî lê daye û kesê me raman jê girtiye bi hev re di nava têkilî û girêdaneke xurt de bin. Mînak; ger em di derbarê derpêşeke li ser pirsgirêkeke civakî de, serî li ramana kîmyagerekî bidin û wî wek govan diyar bikin, wê zêde baweriyê nede kesê duwem. Lê ku di vê mijarê de mirov siyasetmedarêkî/ê, civaknasekî/ê diyar bike û serî li ramana wî/wê bide, bêhtir wê baweriya kesên duwem pê were. Wek vê; mirov siyasetmedarekî jî nikare ji bo derpêşeke di derbarê kîmyayê de wek govan diyar bike. Ji ber ku herkes dizane kîmya ne karê siyasetmedar e. Bi vê yekê re tenê pisporbûna li ser mijarê jî têrê nake, li kêleka pisporbûnê, divê binavûdeng be jî. Binavûdengbûn pêwîst e; ji ber ku kesê duwem berê jî wê ew kes nas kiribe, ramanên wî zanibe û ji bo vê di bawerkirin an bawernekirinê de zahmetiyê nakşîne. Mînak: birêz Ocalan ji qasî gav avêtiye nava siyasetê, zêdetir li Rojhilata Navîn maye û ji aliyê herkesî ve tê nasîn ku di derbarê Rojhilata Navîn de pispor e. Berê jî di vê mijarê de gelek ramanên xwe heşkere kirine û ev hatine peyitandin. Wê demê gava em li ser Rojhilata Navîn bixwazin nivîsarekê binivîsînin, an axaftinekê vebêjin, di derpêşkirina ramana xwe de em dikarin wî wek govan diyar bikin û ji bo peyitandina ramana xwe serî li ramanên wî bidin. Bê guman divê ev ramanên wî û yên em derpêş dikin li gor hev bin, ji hev ne dûr bin. Mirov ramanên ji kesekî digre, navê wî diyar dike û van ramanan di nava neynûkê de diyar dike ku ji hev werin nasîn. Raman Û Rêbazên Hilberîna RamananVegotineke baş, bi ramandineke baş çêdibe. Hinek kes hene dema dest bi axaftinê dikin, heta du sê peyvan tînin cem hev, dilê mirov reş dikin, mirov dibêje, ‘Wê kengî bi dawî bibe ku ez ji vê îşkenceyê xelas bibim’. Kesên wiha diyar e ku ramana wan ne komîserhev e, belave ye. Lê hinek kes hene, dema dest bi axaftinê dikin wek şerqîniya bilbilan li ser hev û bi rêz ramanên xwe tînin ser ziman. Ew jî xwediyê ramaneke komîserhevbûyî ne. Wê demê mirov ramana xwe çiqasî komîserhev kiribe, ewqasî mirov dikare bîne ser ziman an derbasî ser rûpelê bike. Ji bo vê vegotinêrekî baş xwediyê ramaneke baş e. Ramana wî dewlemend e, zelal e, komîserhev e. Dema diaxive, yan dinivîsîne, ji berya wê dizane ku çi biaxive, yan binivîsîne. Ramandin bi armanca derxistina darazekê vekolîna ramanan, beramberkirina wan, dîtina têkiliyên di navbera wan de û hwd. bikaranîna mejî ye. Ne tenê ji bo teşeyekî vegotinê, di her nivîsar an axaftinê de pêwîstî bi ramandinê heye. Ramandin mejî dilivîne, daraz, derpêş û ramanên tê de dide ber hev, yekî ji yekê hildibijêre, kîjan dikare cihê kîjanê bigre û hwd. derdixe holê. Ramandin di mejî de pevçûna raman û darazan e. Ji zarokiya xwe heta pîrbûniya xwe her roj mirov ramana xwe dixwaze li pêş bixe. Her tiştên li derûdora me hene di vî warî de ji mirov re dibin mamoste û fêrkirinekê çêdikin. Mînak; zarok biçûkayî ku şîrê germ vexwe û devê wî bişewite, ew şewat jê re dibe mamoste û wî fêr dike ku careke din şîrê germ venexwe. Dîsa hinekî din mezin dibe, fêr dibe ku kevir hişk e û pembo nerm e, av şil e û ax ziwa ye... û hwd. Ger hinekî din mezin dibe, fêrî rastiyên civakî dibe; di civakê de çi baş e, çi ne baş e ji dayika xwe, ji bavê xwe, xwişk û birayên xwe û ji zarokên li derûdora xwe fêr dibe; her yek ji vana bi liv, tevger, axaftin û rawestina xwe dibin mamostayekî wî/wê. Mirov bi vî awayî her roj gelek tiştan fêr dibe û dixe bîra mejiyê xwe. Lê ji bo ku ev fêrbûn tev di bîra mirov de zindî bimînin û bi kêrî sûdgirtinê werin, divê mirov bikaribe wan bi kar bîne, ji wan encaman derxîne. Bîra mirov çiqasî bi raman û fêrbûnan tije dibe bila bibe, ku mirov nikaribe ji vana encaman derxîne, ew bê sûd in. Rêkên nirxandin û sûdgirtina fêrbûn û ramanan jî bi ramandineke xurt çêdibin. Mirov bi du awayan dikare ramandinê bike; yek ‘ji hûrguliyan hatina serkaniyê’, yek ‘ji serkaniyê daketina hûrguliyan’ e. Ji Ya Hûrgulî Çûna Serkaniyê Mirov ji yên hûr diçe yên girstir û ji wan jî diçe ya giştî. Ji yek yek kesan digihêje (diçe) komê, ji koman digihêje girseyê... Mirov ji nêrînên di derbarê yek yek kesan de dikare xwe bigihîne encameke giştî. Mînak; Em wiha bihesibînin ku li bajarê Şirnexê kargeheke derxistina rejiyê (komir) heye. Ev kargeh ji bajarên derve karkeran tîne û bi wan rejîvaniyê dike. Bila di demên cuda cuda de, li pey hev ji Farqînê deh karker anîbin û bi wan rejîvanî kiribin. Ev her deh karker jî di karê xwe de serkeftî bin, pirsgirêk dernexistibin û karê xwe bi dil û can kiribin. Bê guman wê ev wesfên wan li ser xwediyê kargehê nêrîneke erênî çêbike. Ji van yek yek kesan wê bigihêje encameke giştî ku, ‘Kesên ji Farqînê tên di karê rejîvaniyê de baş û xurt in’. Ger piştî demekê ku çend kesên ji deverên cuda cuda serî li xwediyê kargehê bidin û kar bixwazin wê xwediyê kargehê vê şopandina xwe bide ber çav û di nava wan de ger yekî ji Farqînê hebe, bê dudilî wê wî kesî berya herkesî bigre kar. Wek vê mirov dikare bi şibandinan jî xwe bigihîne ramanên giştî, lê ji bo her tiştî nabe. Mînak; du kesên ku taybetmendiyên wan dişibin hev hebin, dema yekî sêyemîn ê xwediyê wan taybetmendiyan ku dişibe wan were dîtin mirov dibêje, “Qey tu jî ji filan derê yî?” Ev yek gelek caran rast derdikeve, lê rêka nerastderketinê jî li ber vekiriye. Ji bo ramanan jî wiha ye; ji yek yek ramanên dişibin hev mirov dikare biçe ramaneke giştî. Ji Serkaniyê Daketina Hurguliyan Ji ya giştî mirov ber bi ya yek yek ve tê. Ji girseyê ber bi koman ve, ji komê ber bi kesan ve tê. Mirov ji giştiya ramanekê dadikeve hûrguliyên wê û bi vî awayî xwe digihîne daraz û ramaneke sêyemîn. Mirov du tiştên xwediyê taybetmendiyên hevpar tîne ber hev û taybetmendiyeke sêyemîn a hevpar jê derdixîne. Mînak: Em dikarin bêjin; “Hilm, hil dibe jorê.” Ev darazek ango derpêşek e; derpêşa yekem e. “Gaz, hilmek e.” Ev jî daraz an derpêşa duwem e. Mirov ji van her du darazan dikare encameke wiha wek daraza sêyem derxîne: “Gaz jî hil dibe jorê.” Di vê mînakê de tê dîtin ku di navbera tiştên hil dibin jorê de têkiliyek tê avakirin. Kes nikare bêje ku hilm hilnabe jorê. Dîsa kes nikare bêje ku gaz ne hilm e. Wê demê bi vê têkiliyê, dema em bêjin “Gaz jî hildibe jorê”, wê kesê sêyemîn baweriyê bi vê yekê bîne. Kîjan Cûreyên Nivîsaran Dikarin Bi Teşeyê Vegotina Gengeşî Werin Nivîsandin? Rexne, guftûgo, ceribandin, nivîs, pêkenîn, hevpeyvîn, panel û hwd. bi teşeyê vegotina gengeşî tên pêkanîn. Lê di nivîsar an axaftinên din de jî mirov teşeyê vegotina gengeşî bi kar tîne û dewlemendiyê dide vegotinên din. Gengeşî xwediyê warekî berfireh ê bikaranînê ye. Hemen di her vegotinê de dikare were bikaranîn û ramandinekê bide çêkirin. Lê ev jî divê bi hostayî pêk were. Him derpêşên mirov diavêje holê, him ramanên vê vedikin, tev divê hilbijare û li gorî mijarê bin. Ji bo vê vegotina gengeşî bêhtir di nivîsar û axaftinên siyasî (ramanî) de tê bikaranîn. *** |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |