|
15/12/2007
HANS DUBBER - DOSTEKÎ HÊJA YÊ XELKÊ KURD
Goran Candan
Di nav kurdên Swêdê de, Hans-Joachim Dubber wek Hans yan jî Heso
dihate naskirin. Gava dewleta tirk di gel hevpayendeyên xwe yên
ewrûpî hêrişên bangêşî û buxtanên bêserûbin li têkoşîna azadiya
xelkê kurd dibarandin, me Hans Dubber di nav refên kurdan de nas
kir.
Em bûn dostê hev ên nêzîk. Ji xwe Hans nêzîkayî li her kurdekî
dikir. Gava me bi hev re xebata weşandina govara Komeleya Dostên
Kurdan (Kurdernas Vinner) û karên cihêreng ên piştgiriya têkoşîna
azadiyê dest pê kir, em êdî nêzîktirê hev hatin.
Di şevên Newrozê yên PKK'ê de, wêne kişandin ji binî qedexe bû. Me
didît ku yekê swêdî kamêra di dest de wêneyên girseyên gelî digire!
Li Almanya'yê, li Swêdê, li Norwec'ê, Li Frense'yê, li tevaya şevên
kurdan, Hans kamêra di dest de, bi destûra komîteyên şevê wêneyên
şevan dikişand ji Serxwebûn û Berxwedanê re. Kurd ev çend baweriya
xwe bi Hans'î dihanîn.
Hans ji binyada xwe ve alman bû, lê ji salên xortaniyê ve li Swêdê
dijiya. Gava ew 19 salî bû, bi jinbiyek swêdî re li bajarên Goteborg
û Malmo'yê jiyaye. Paşê jinek din kiriye û ji her du jinên wî du kur
û du keçên wî çêbûne.
Rojek me çend heval jê pirsî; me gotê: Hans î roj ji nav tevaya
swêdiyan kesê ku wisan bi berdewamî û bi tundî, wek Te şev û roj û
bêrawestan piştgiriya xelkê kurd bike, kêm ewrûpî hene. Gelo sedema
vê çi ye? Hans gote me: 'Çîroka wê dûr û dirêje, lê ez ê kin
bibirim. Bavê min efserê naziyên alman bû. Ew li Stalîngrad'ê
birîndar bû û lingek wî hat jêkirin. Dayika min jî li liqê jinên
nazîst bi aktîfî dixebitî. Ev yek ez xistibûm nav ezabek mazin û
kur. Loma min got ji vir û pê ve ez ê li vê jiyana xwe ya mayî amade
û berdestê xebata milletên bindest bim ta ku ez bimirim. Loma min di
destpêka sala 1980'yî de dest pê kir û piştgiriya têkoşîna arnawûdên
Kosovayê kir. Paşê sala 1982'yan min dît ku rewşa kurdan ji hemû
milletên din xirabtir e. Ji ber vê hindê min ji wê salê û vir ve,
jiyana xwe amade û terxan kir ji bo têkoşîna azadiya vî millet û vî
welatê ê berbendkirî.'
Hans Dubber çend sal piştî şerê duwemîn a cîhanê têt dunyayê. Bavê
wî berî eskeriya naziyan mamoste û mûzîkjen bû. Bavê Hans dixwast ku
Hans jî wek wî bibe muzîkjen, lêxistina piyanoyê fêr bibe, lê Hans
pirr ji leyîstina gogê (fûtbol) hez dikir. Dayika Hans'î carinan lê
dixistê. Hans di temenê xortaniyê de ji mal derket bû keştîvan. Li
tevaya dunyayê geriya.
Gava Hans li keştiyê seyrûsefera cîhanî dike, bi keşîşek re li yek
şanê dirazê. Ev keşe jê re çêl û bahsa sosyalîzmê dike. Ev cara yekê
ye ku Hans peyva sosyalîzmê dibihîze. Ev yek dibe sedem ku Hans dest
bi xwandina pirtûkan dike.
Gava Hans li Malmo'yê dijî, ji biyaniyên Malmo'yê re komeleyek
setrencê (Shackklubb) ava dike. Di vê heyamê de sala 1984'ê
çalakiyên kurdan li her derê tundtir dibin. Hans di çalakiyên
demokratîkî yên kurdan de, pirî caran berdevkiya kurdan dike.
Baweriya Hans ev e ku 'Kurdistan Vîet-Nam a nuh e'
Hans di partiya çep a swêdî Vansterpartiet'ê de jî bi aktîfî
dixebite. Paşê jî di nav partiya KPMLr a Marksîst-Lenînîst de
dixebite û di organa wan a navendî ya bi navê Proletaren de nivîs û
gotaran dinivisîne.
Hans mirovek pirr fedakar û pîştîvanek pirr zexm ê kurdan bû. Her
çend feqîr bû jî, dîsan ji xebata xwe ya piştgiriyê li paş ne dima.
Hans bi pereyên ji kîsê xwe yê feqîr, salên 1988, 1989 och 1992'yê
çû Kurdistanê. Em baş pê dizanin ku carekê Hans nivînê xwe jî firot
ku pê bilêt bikire û here Kurdistanê. Hans wênekêşek pirr ê jîr bû.
Gava li Kurdistanê bû, rewşa kurdan bi wêneyan dikire spartek û
dokument ên berçavî. Wêneyên kurdan li bajar û gundên tevaya
Kurdistanê bi kamêra xwe diwergirt. Wêneyên gund; jin, zaro,
kalûpîr, xort, karker, pîrozkirina Newrozan û hwd bi jêhatîbûnek
profêsyonal diwergirt. Gelek caran xeterên ji ketina nav destê
polîsên tirk pirr bi nêzîkayî filitî. Sala 1992'ê gava pîrozkirina
Newrozê, Hans li Cizîrê hat girtin. Piştî lêdanek tund û tûj, kamêra
wî, pereyên wî ji dest wî hatin girtin. Gava Hans hat malê yekser çû
baregeha navendî ya Amnesty International'ê û gilî li Tirkiyê kir.
Bi Leyla Zana, Îsmaîl Bêşîkçî û gelek navên kurdên naskirî ên kurdan
re rûnişt. Yek ji wan yekemîn wêneyên zindana Amedê ji kamêra Hans'î
derketiye.
Hans dixwast arşîvxaneyek ji bo kurdan ava bike. Ji bo vê yekê wî
dest bi komkirina pirtûk, govar, rojname û wêneyan kir. Di vê heyamê
de pêşangehên wêneyî yên li ser kurdan amade dikir. Yek ji van
pêşangehan li jêr navê 'KURDISTAN - Vi ser dig!' anku 'KURDISTAN -
Em te dibînin bû ku li Stockholm'ê, li Berlîn'ê û li Malmo'yê li dar
xistibû.
Hans her wisan di komîteya Kurdernas Vanner (Dostên Kurdan) û
Kurdistan Gruppen i Malmo'yê jî bi aktîfî serî kişand.
Her rojên hînî û şembîyî mirov Hans li nav bajêr qumbere di dest de
didît. Pere ji bo kurdan kom dikir. Rojnameyên kurdan difirot. Beşek
ji van pereyan dabû Macintosh Plus'ek kirî bû. Skanner nîn bû hingê.
Bi vê komputerê dixwast ku tevaya karê arşîvê bi dest (manuel) !
bibe serî. Alman wek mirovên rêk û pêk û xwedan taybetmendiyek rêk û
pêk dihêne nasînê. Lê ev çend rêkî-pêkî ji birina serî ya vî karê ev
çend ecêb mazin re têr ne kir. Bîst kesên swêdî bi alîkariya wî
rabûn ku van materiyalên arsîvê cîbicî bikin.
Hans her wisan jî ji bo dîl û girtiyên kurdan, liv û tevgerek di nav
swêdiyan de, da destpêkirinê. Serokatiya kampanyak li hevberî
tûrîzma Tirkiyê da destpêkirin û serî lê kişand. Ev kampanya ji alî
faşîstên tirk ên li Malmo'yê hat hêrişkirinê.
Rewşa aboriya Hans'î pirr neçê û xirap bû. Wî pere kom dikir dida
PKK'ê, lê pirr ê caran wî li malê nan jî ne bû ku bixwe. Dîsan jî ji
kesî 5-quruşek pere deyn ne diwergirt. Jinhevala wî ya herî dawî,
Elise Rydahl li ser vê rewşa Hans'î wisan dibêje: 'Her car me pirsên
aborî hebûn. Pêwîstiya Hans'î ya ji bo bi destvehanîna diravan ji
Sosyal'ê û ji hogirên wî yên siyasî hebû. Bi baweriya min ev bû
sedema ku tendurustiya Hans ji destê wî çû. Hans ji kaxezên
burokratîkî bêzî û nefretek kûr dikir. Gava bi riya postayê kaxezên
arzê (taleb) ji saziyên fermî yên wek Intrum Justitia'yê dihatin
malê û doza dayina diravan li wî dikirin, êşa zikê wî kûr dibû, jan
dida kezeba wî. Guftûgokirina bi erkdarê şaredariyê re ku bila
elektrîka malê cara duduyan ne bire jî ne çi sûdek dabû. Elektrîka
malê cara duduyan bû ku dihat birînê. Hundur tarî bû, xwarina li nav
sarincê genî. Lê Hans xetek elektrîkê ji mala cîran kişand û ew
hefte rewşê bi vî awayî bir serî. Tiştê yê seyrûecêbê ye ke ew cîran
tirkek bû ku ji bo kurdan ne ew çend dilxwaz bû. Lê belê dîsan
mirovek baş bû ku gava vê rewşê dît bi alîkariya Hans'î rabû. Ronahî
dîsan ketibû hundurû û komputera arşîvxaneya kurdî jî dest pê kirin
dîsan xebitîn. Ev nimûneyek baş e ku nîşan dida Hans di rewşên welê
dijwar de, dikaribû pirs û gelşan bi awayekî çendemî verêse, çareser
bike. Herî dawî pereyên fîrmaya elektrîkê jî peyda bû û elektrîka me
dîsan hat vekirin.'
Payiza sala 2002'yî êşa zikê Hans'î bilindtir bû. Ev nîşana
penceşêrê, kanserê (lymfê) bû. Sala 2003 salixa gran hat: tumorek
mazin di zikê wî de peyda bûbû û ne dihat jêkirin û avêtinê jî.
Sexbêriya bi jahriya şanî dest pê kir û êşa wî rawestiya. Gava
bersivek din hat ku kanser li kezeba wî jî geriyaye, gotibûn 3 heyv
jiyana wî maye. Bi alîkariya guhestina xwînî sexbêriyek pirr baş jê
re hat kirin li nexweşxaneyê. Hans bang li kurên xwe kir bi hev re
rûniştin.
Li merasîma şewata laşê Hans'î bi çendî 60 kes hatibûn. Li komela
kurd li Malmo'yê, pêşangeha wêneyên Hans'î hatibû vekirinê. Xwarinê
kurdî ya vegetarî hatibû amadekirin. Hans 30 sal bûn ku vegetariyan
bû, goştî ne dixwar. Hunermendê swêdî yê navdar Mîkael Wiehe hat û
stranek jê re pêşkêş kir. Piştî merasîmê fîlma sînfoniya bi nav û
deng a Henryk Gorecki ya bi navê 'Synphony of the sorrow songs' anku
sînfoniya stranên diltezînî hat nîşandan ku di vê fîlmê de çîroka
tevkuştina li Helebçê jî dihêt nîşandanê. Li merasîmê kurdê Malmo'yê
bi navê Said Umdî li ser jiyan û xebata Hans'î axivî. Umdî di
axiftina xwe de diyar kir ku xebata Hans'î çendîn grîng bû ji bi
têkoşîna azadiya kurdan.
Li ser daxwaziya Hans'î toza laşê wî li behra Oresundê ya li navbera
Swêd û Danîmarkayê hat weşandinê. Hans Dubber li pey xwe
arşîvxaneyek temam a govar, pirtûk û wêneyan hişt ku nuha ev li
Arşîvxane û Pirtûkxaneya Kurdî - SARA'yê xwey dibe(Zarathustra News
- zarathustra_news@comhem.se). |