|
14/7/2007 Şerê ser tirî…Nameyekî ser wekirî ji bo(KNC) Kongireya Nîştimaiye Kurdistanê Seyid Feysel Moctevi Silav û rêz Zehmeta çend saliye we bo giheştina yekîtiya kurd cihê rêz û hirmetê ye û hemî rwşenbîrê kurd û dilsojê gelê me bi omêda yekîtiyê dijîn.çonko kurda mestirîn sedeme ji dîroka xwe de li codayî û bibir bûna komelê xwe de dîtine,lev wekirin û perçe perçe kirina kurdistanê bi fêl û hîleyîn Ingilîs , Imrîka , firense û Yekîtiya sivêta berê yekîtiya kurda êxiste direngiyê û dijminên van zortir kirin û ev kirne qapûs bo tirsandina Tirk û Ereb û Farsa û ev jî kirne agir, berdane gelê kurd û kurd kirne pehlevan penbûyê menteqê bo kihîştina armanc û menfietê xwe,hinek caran navê kurdan û devleta kurdî anîne ziman û piştîvaniya kurda kirin,dema ku giheştine armancên abûrî û ramiyariye xwe,dest li piştgîriya kurda berdan û ev hêlane nev devê seyê har,leva kurd bi bêbextî hatin kuştin, girtin, revandin, enfal kirin, cî û varê xwe de hatin derxistin.kurdê zûbavir bêxweyî û bêkes, çavtarî ji bo mana xwe destê xwe havête pûşê lêva kendalê çem ku li xendiqînê rizgar be,belê nebû çonko lêbkeran dema ku digihîtine hedefa xwe,çav û guhê xwe ji ser kuştina cemiye kurda digirtin,wekî ker û bêguhê ku her bi kerî ji dayka xwe bibe.evan wekî giladyatorê Romê em havêtine ber çengal û devê dirindeyên wehşî û koçkên xwe de rûniştin û bi pirtik pirtik bûna me kenîn. Ev bêxudêtî û dijminatiyane ku li derewe hakimî ser Kurdistanê dibin negirîngin,çonko hemî gelê dinyayê kêm û zor xudan dijminin û bêxextî dîtine.çi gelê dinyayê ninin ku bê dijmin nebin,belê eva ku milletan beyn dibe netifaqiya nav gele û dijminatiya nav mala vane.ji vêderê ra dijmin derfetê peyda dike û dikare şorê netifaqiyê biwşîne û zerbeya xwe li milletan bide. milletê ku yekîtî kire armanca xwe bi hezar hezar dijminan naşkê û dijmin nikarê cihê pêyê xwe ji nav van de weke,qiseya berê raste ku dibêje : dama diz û xanixê bibine heval dê ga kulengê re derêxin.ca heger visane mestirîn xizmet bo gelê kurd û her gelekî din sazkirina tifaq û hevbendiya vane. Her wekî hemî dizanin partî û hizb û rêxravê kurd xwe nêzîkî 100 saliyê dikin û ji evillîn partiya kurd heta niha desthelatên kurt û dirêj û şiketên mezin wekî temirîna şorişên kurda her midehê carkê hêstirên xema ji çavê van anîne,geh ji Bakûr,geh ji Başûr,geh ji Rojhilat,geh ji Qefqazê û Rojava,her yek ji van çirayê hilbûyî bi îdolojiyên cobecor ku kêmekê ronahî dan û temirîn,çi carî bîra gelê kurd naçin û herdem di dilê van de qehermanên rewşenbîriya van wekî istêrê geşe esman diteyîsin û nave van wekî ala welatan cihê rêz û hirmetekî yêkcar zor heye. Hinik fikir dikin ku partî û hizbên kurd bûne sebeba bedbextî û çare reşiya kurda ji devrana hevçerx de û hinik partî şikestê kurda dêxine sukra şêxayetî û eşîretên gelê kurd.belê heger em kûr berê xwe bidne meselê ha nine.gelik şêx û eşîrên me ji bo azadiya Kurdistan ser bixo xebatekî berfireh kirine û mal û cane xwe ji vê rêya pîroz de ji dest dane wekî Şêx Ubeydillahê Nehriyê û gelekê din her visa ji partiyan,wekî serok komar,Qazî Muhemedê nemir û yên din ku nav birina van dê me ji armanca gotarê dûr bêxe. Nizama şêxayetî û eşayirî qismetik ji dîroka me ya berêye ku her wekî hemî welatên dine devr û ber ku xudan eşîr bûn,dijîn û li ser gelê xwe hikûmet dikirin, heta devlêtên dûrtir ji me jî her visan bûn.karê baş û xirabe van cihê lêkolîn û rixnegîryê ye,ev li ser textê dîrokê mane û her dê bimînin û çi car bal û zêhna dîrokê de namrim.em hez kin ya hez nekin.ev ji bo me û nivşên dû me re mamostayê dîrokîne.hizb û partî jî her bîna van xasteyên nesla nûye beşerin ev tiştik ninin ku kurda afirandibin,belko hevcehiya beşer bûye sebeba darijandina xîmê van komela heta ku nizamekî demokratîk û azad de bo gihîştina armac û hedefa komelekê têbikoşin û xasteyê van cîbicî ke. hemî welatên dimokratîke cihanê îro xudan partîne û bi piraniya dengên gel welatê xwe idare dikin, hizbê ku nekarîbin balê gel bikişînne ser bernameyên xwe bi çikista xwe dihesiyên û revşên xwe islah dikin û bi heqqê xwe qayilin. Çima bal me hizbayetî xirabe û dibe xirwe bin?dibe bêzanîn rêxistina partiya nexirabe,belkî xasteya hemî kesên xudan fikre ku dixazin bi vê rêyê bigehne hedefa xwe û qudreta çend kesa bike yek û evan jî li beramberî qanûn û yasayê bike xudanê nasnameyê. girêyên kor weke û bibe sebeb ku çi kes nekewe fikra nexşe û pîlanên weşartî û dizlekî heta hemî karên gel bi eşkera bên cîbicîkirin. Işkal li cihke dine,nebûna devlet û qanûnekî netevî ye ku hemî hizb û deste û partî ji beranberî vê de serê xwe xarkin û ji rêka netevî û xasteya gelê kurd neçne der.lêre da rêke ji bo hemî rewşenfikr û dilsojê gel û bitaybet bo rêxravên wekî Kongireya Nîştimaniye Kurdistanê ronahî dibe ku bikevne pê fikra qanûn û yasayekê ku hemî hizb û partiyên kurda bi hev nêzîk bike û li ser peymannameyekî aşitiyê bixebite ku hevalbendiya van zêdetir be.nonerên hemî rêîxravan ku bi bîr û baveriya kurdistanê dijîn dovra maseya yekîtiyê xirke û esl û esasa fikra hemiya ku kurdistane bide berçav. Nefî kirina hizba û bêçinne hisab kirina van nikare rêkekî baş be bo yekîtiyê,bleke momkine bibe sebeba dilêşiya van û yekîtiya gelê kurd bêxe derengiyê û bedela xirkirina gelê kurd devra yek û avakirina yekîyiyê em bikevne ser rêya dûrkirina partiyên kurd ji hevdo û cidayî û tefriqê çêkin bi tiştên sivik û serserî.Her weko Melayê Romê dibêje : ma berayê wesli kerden amedîm nêy brayî fesli kerden amedîm[1] Ji ber çend rengîya siyasî û revşên fikrîye corbecor dibe pisporên gel wekî cerrahên mezin bîrînên kevn û kûre gelê xwe bi destên nerme biratiyê derman bikin û şêrpenceya codayîyê ji nav dilê welat derêxînin.eva naçêbe meger em ji bo hemî fikrên nav welat hirmetê qayil bin û bi çavê biratiyê temaşey hev bikin,Kongira Nîştimanîye Kurdistanê brew vê armancê here heta ev jî nebe hizbekî din ku xwe baranberî rêxravê din bizane û bikewe şerê devkî û bibe berê qanîka dijmin û bab û bira û kes û karên xwe bi de ber tuf û neinetan û li dîrok û mêjûya gelê xwe bisilike û ter û hişkan pevre bisojîne. Xê bergîriyê li geniyanê dike belê heger xê xwe genî be emê çi bikin?moslih dibe rêka xwe herin û rêka islahê neberdin.tevavî gel û devletên dine îro berew yekîtiyê û peymanên hevbendiyê diçin wekî Evropaya yekgirtî,parlimana Evropayê,yekîtiya Ifrîq hevbendiya Ereban û yên din.çima kurd bi van partî û rêxravê xwe nekare parlimanekî hevbend damezrîne? ku bikare li seranserî cihanê menfietê kurda bi giştî biparêze. Parastinekî ha bêşik dê dilê eqilmend û rêxrav û partiyên kurd gelik xwşke. Bêgoman Kongireya Nîştimaniye Kurdistan ji bo vî karê mezin xwe amade dike û dijî çi deste û partiyên kurda nine belkî dixaze evan bi hevre nêzîk û nêzîktir bike. Ji bo wê fikreka mezin rêxrawekî pan lazime ku nonerê gorûpên fikrîye kurdistanê têde beşdar bin û hizr û bîrên xwe bînin ziman,bêguman kurd hrmî tiştikê dixazin ev jî Kurdistane.çi carî gorûpên kurd nexastine ku birayêvan ser bi rêxrawekî din tûşî astangekê bît.her wextê çavê vî ketibe vê astengê ku ji birayê vî re çêbûye wekî kesekê pêhatiye ku hestî gevya vî de asî bibe nekarîbe çibike û hesret xariye. heger hinik caran nexweşî û dilnigeranî ji mabeyna wan de peyda dibe li ser şiklê zahire,ne esla mevzûêê, wekî şerê ( tirî,engûr,ineb û ûzim ) dema ku aqilkê oûşiya tirî van re anî hemûyan oûşiya tirî dîtin berê xwe dane hev û ji hewe re Kenyan û vaz li şer anîn. Pêkhatina parlimanekî hevbendiyê ji eqilmendê welat lazime ku esl û feran ji hev coda ke,heta em ji navên corbecor û rengên keskesorê bêne ser yekrengiya azadiya welatê dagîr kirî. Ca xebatên berfireh ku bi fakir û bîr û raya giştî tên encamp dan,dibe bi berfirehî bigîje gel,eva momkin nine meger bi zaravê van nebe.zaravên kurdî gelikin belê du zaravên mezine kurdî,Kurmancî û Soranî ku tefavita lehce û rênivîsa van geliktire dibe bên berçav kirin tako millet bizane çi dibhore. Sine 2007-07-07 [1] Tercima helbesrê : em jibo kêkbûnê yekdem hatine ne ji bo dûrkirnê em hev hatine |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |