|
11/3/2007 Hevpeyvîn li gel Pisporê aboriyê Dr. Yekta Uzunoğlu: Tiştê Tirkiyê li başûr dike talan e Gabar Çiyan Berî niha li komara Çekê, li navenda PENê, serokê Charta 77, prof. Janouch, nivîskara pirtûkê Jana Kluskova, gelek nivîskar û siyasetmedarên çekî, heval û dostên Dr. Yekta Uzunoğlu gihiştibûn hevûdu. Armanc danasîna pirtûkekî bû. Uzunoğlu nijad kurd e. Ew bi salan li Çekê maye, ji bo wî welatî xebatên hêja kiriye. Bi taybetî ji awira aboriyê ve şopên xwe pir alî hiştiye û ji ber xebatên xwe rêzdariya li hemberî wî bilindir bûye. Xebata Kluskova bi navê ``Yekya `Monte` Uzunoglu- Kurdê ku serê wî nayê tewandin`` li Çekê, rê ji niqaşên nû re vekir. Ji ber ku Doktor Yekta li hemberî qencî û fedekariyên xwe hatibû girtin. Zindanîkirin. Spasiya ji bo xebatên wî hatibû jibîrkirin. Rewşenbîr û nasdarên Çekî di kombûnê de ji dewletê lêborînek fermî dixwestin. Piştî kombûnê, berhema giranbûha ya Kluskova ne tenê li nav çêkiyan û kurdan, lê li deverên din jî bû sedama balkêşiyê. Niha ji bo ku pisporê aboriyê Dr.Uzunoğlu ji nêz ve bê nasîn, pirtûk dibe bi almanî. Em ji bo pirsên rojane bi Dr Yekta Uzunoğlu re peyivîn. - Ji kerema xwe re hinekî qala pirtûka xwe ya ji bo serastkirina aboriya Çekê bike. Sedema girtina we çi bû? Dr. Uzunoğlu: Piştî şoreşa qedife di sala 1990 de ez vegeriyam komara Çekê. Bi hevalen xwe yen berê ku çekî bûn, û wê demê di hikumetê de bûn, me dest bi reformên abori kir. We demê 100% di aboriyê de dealeti hebû. Şexsî tiştek tune bû. Çapxaneya min dest bi weşanen pirtokên ilmî yên li ser aboriyê kir. Min bi serokomare îro – we deme serokwezîr bû û ew bi xwe aborînasekî navdar e – dest bi nivîsandina pirtokekî bi navê „ Perspektiven aboriya Komara Çeki „ kir. Bi me re 6 wezîr ji li ser vê pirtokê kar kirin, nivîsandin. Ev pirtok weka REHBERa guhartinên aborî bû. Diviya hikûmet li gorî navaroka vê pirtokê reformên xwe bidomanda. Lê komunîstên berê xwe di nava „ rojekî “ de guhartin, bûn mafya aborî. Tiştên ku min dikir û dixwest ku hikumet bike ew kes nedihiştin. Ji aliyê din, di wê demê de waqfa ku min ava kiribû salê bi dehan burs dida xwendekarên kurd, min bi rojane li ser rewşa gele Kurd di çapameniya çekî de bendan dida weşandinê, carna bi zora diravî jî…. Ev yek jî ne bi ya dilê Sefírê Tirk û wusa ji Hikûmeta Tirkiyê bû. Hikûmeta tirk – dema Tansu Çiler de – bi komunistên berê ku êdî bibûn wek mafya bi hevre komplokî pek anîn û min dan girtin. Komplo ji aliyê wezîrê karê derve yê Çekoslovakya Dr.Jaromin Johanes ve hatibû organîzekirin. Ew, reviya çû Tirkiyê û hê jî zêdeyê 13 salin li Enqerê dijî, nikare were vir. Tirk jî wî diparezin.Ku were vir dê were girtin. Girtina min hem, bi kêrî kesen ku nedixwestin guhartinên aborî û civakî pêk bên dihat û hem jî bi kêrî hikûmeta Tirkiyê. Idîaname ev bu : „Dr.Yekta roja 13.9.94 de tirkekî bi nave Göksel Otan di navbêra 18:00-22:00 lêxistiye. Ew roj, di wan saetan da ez bi mezintirîn şîrketa inglîz ya dermanan ku 91.000 karkerê wê heye, bi nave BOOTS , ba reîse belediya bajara Prag re peymana aboriyê îmze dikir. Dawî derket ku navê wî Tirk ne ew e , bi pasaporta sexte hatiye Çekê û navê wî Gürkan Gönen e, hikûmeta Tirkiyê wî şandiye vir ku min bikûje. Ez, 2.5 sal di hepsê de mam. Caran – wek di pirtokêde jî hatiye nivisandinê – dixwestin min bikûjin uhd.uhd. Hikûmeta alman nifusa almanî anin ta hucreya ku ez tê de dimam, li hucre de ez bûm hevwelatiyê alman. Ev yek bi saya dehan birêvebirên Almanya pek hat, ku hevalê min bûn, weke malbata Heinrich Boll, wek niviskarê navdar Gunther Wallraff uhd.uhd. Ez neçûm Almanya, li vir mam û min şerê xwe ji bo reformên aborî, civakî, hiqûqî û emniyetê domand. Di vê navê de ji mafya tirk-çek 86 kes hatin mahkûm kirin. Wezirê karên Hindûr, û yê adalatê, a aboriyê ji min li ber rojnemevanan de leborînên xwe xwestin. Serokkomare wê demê Vaclav Havel jî wusa. Ma serokomare îro – ku wê demê serokwezîr bû – ji min leborîna xwe bixwaze û şana şerefê ya dewletê bide min. Xelata herî mezin ji min re ji xwe hat dayîn, ma şana şerefê. - Hinekî qala nivîsevanê pirtûka xwe bike... Dr. Uzunoğlu: Niviskara pirtoke Jana Klusakova navûdengtirîn nivîskara Komara Çekê ye. Ta nuha jiyana serokomar Vaclav Klaus, jiyana wezîrê karê derva yê îro û binavûdengtirin arîstokratê Evropa Navin Mir Karel Schwarzenberg nivîsandiye. Mêrê wê J. Klusak, kurê wê Vit Klusak di dinê de nav dane. - Gelek kesan ji serekomar xwest ku lêborînê wek dewletê ji te bixwaze, ne wisan?.. Ne tene PEN a çek, lê her wusa Saziya Charta 77 (Ku li vir şoreş çêkiribû û Vaclav Havel endam e), Saziya Helsinkî Komîte, rektore Universîta Charles (kevintirîn universîta vê komarê ye ), sedan birêvebir, siyasetmedaran ve bi nameyên xwe ji serokê komarê xwestin ku ew wek serokê dewletê ji min leborîna xwe bixwaze ne wek şexs. Wek şexs ji xwe kir camêr. - Çek kurdan çawa dinasin? Piştî pakêta we ya aborî çawa nêzîkî te dibin? Dr. Uzunoğlu: Çek kurda bi Dr.Qasemlu û bi min nas dikin. Ji ber wê yekê çi ji wan ta nuha hatiye xwestin bo Kurda, kirine.Yekemîn car konsulxana dewletekî Ewropî ku li Hewlêrê hat vekirinê – sala berê- konsilxana Komara Çekê bû uhd.uhd. Piştî 16 salan îro her kes li vir dizane ku pêşneyarên ku min bo reformek aborî re dikir rast derketin. Tiştên ku min rexne dikir disa wusa. - Em pê hisiyan ku hûn li başûrê Kurdistanê bûn. Ez dixwazim bi taybetî bi te re li ser rewşa aborî li Herêma Kurdistanê`, `têkiliyên wan yê aborî bi Tirkiyê û cînaran re` qise bikim, dîtina te bistînim. Lê em dê dîtina we paşê bi dirêjayî bistînin, belav bikin. Tenê li ser enerjiya ji Tirkiyê dihat wergirtin, rewş çawa bû? Dr. Uzunoğlu: Tiştê ku Tirkiyê di warê elektrikê de dike talan e.Û ne tenê di warê elektrike de. Kurdistan, tene ji Silopî bi kemasî 220 MW / seet kehreb distîne. Rojê dike 5280 MW/seet. Yani 5.280.000 kW/seet roje. Gor texmînan Tirkiye 1 kW / seet bi 0.40-0.50 sente emerîkî difroşe Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ger bi 0.40 sente jî firotibe 5.280.000 kW/seet roje x 0.40 USD = 2.212.000-USD/ Roje. Sale herî kem dike :2.212.000 x 365 = 770. 088. 000-USD Bihayê elektrikê li USA ji sentralen nukleer 1.6 Sentê emerîkî bû, di sala 2006 de. Li Avusturya 1.4 sentê emerîki bû, ji santralên avê. Li Çekê 3 sentê emerîkî bû, ji santralen termikê (komir) û 2.1 sentê emerîkî bû, ji santralen nukleer ûhd. ûhd. Em dikarin bi / maxîmum / 5 – 6 sentê emerîkî (sigortakirina sermaya bêgane li Iraqê hinek bihaye, masrafên amortîzasionê ûhd. ûhd) elektrikê bidin çekirinê bo Kurdistan. Nav van 5-6 sentan de heqê amortizasîone santralên kehreb ji heye. Piştî 5 salan ku santral xwe amortize kirin, bihayê kehrebê ji bo Kurdistanê dê bibe maximun – herî zede – 2 sentên emerîkî. Bi 6 sentan jî be, ferq navbeyna elektrîka ji Tirkiyê ye û yê ku em bidin çekirinê (6 sent x 5.280.000 kW / seet = 316.800 USD / roje). Ev li salê maxîmum dike : 316.800 x 365 = 113.650.000-USD, Ferq kemani 660.000.000-USD e. Bi ve ferqê sale çend zanîngeh, çendan nexweşxane, pirtokxane û dibistan li Kurdistane ava dibe? Ev tene mînanekekî ye. Wek giştî pêwistiya Kurdistanê kêmani ji 2000 MW elektrikê re heye.Yani deh qate ku ji Silopi tê stendin. Ferq ji deh qat e bê guman, yani herî kem 6.6 milyar USD zirara Kurdistana başur e/ bê di qelemeki de. Gor vê mînakê êdî talana Kurdistanê texmîn bikin. Ji hezretî Ibrahîm ta nuha bingeha aboriye, sûk e. Şerên malxirab timî li sedemen aborî çê bune.Yê ku mala gele me xera kiriye jî sedemên aborî ne. Dr. Yekta Uzunoğlu 1953 de li Farqînê hatiye dinyê. 1971 ji bo xwendina bilind tê fransayê. Li wir zimanê fransî dixwîne. 1973 de tê Pragê. Piştî xwendina tendurustiyê, dibe doktor û di 1980 de di gel hejmarek doktor li Kurdistanê dixebite. Piştre tê Almanya. Li wir di avakirina enstituya kurdî li Parîsê û entîtuya kurdî a Bonnê rolên berbiçav hildigre ser milê xwe. Paşê vedigere Pragê. Dr. Yekta di saxiya Şehîdê nemir hêja Evdirehman Qasimlo de jê dersên aborî werdigirt. Paşê li ser makro ekonomî xebitî, li ser zaniyariya aboriyê kur bû. 1993 de li gel Serekomarê Çekê Veclav Klaus û hejmarek ekonomîstên wir, li ser bingeha berhema xwe bi navê ``Perspektîvên Aboriya komara Çekî`` xebatên aboriyê dikin. Ji ber komployekê di sala 1994 de tê girtin. Ew di sala1997 de azad dibe. Di sala 2006 de xelata Frantisek-Krigelê wergirtiye. Dr. Yekta zewiciye, du zarokên wî hene û li Komara Çekê dijî (Zarathustra News) – 11-03-2007. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |