|
10/1/2008 Vegotina Çîrokî Çawa Tê Hûnandin? -6- HESEN HUSEYÎN DENÎZ Di jiyana rojane de, di axaftin û nivîsandinê de mirov gelek caran serî li vegotina çîrokî dide. Dema em ji kesekî re qala bûyerekê, çûnûhatinekê, pevçûnekê, çalakiyekê, bûyereke xwezayî, pevçûneke werzîşî (spor) û hwd. dikin, di cih de vegotina çîrokî di hewara me de tê. Lê mirov nikare vegotina xwe tevlihev an bê serûber bike. Ger em peyvekê ji destpêkê, yekê ji dawî, yekê ji nêvî bikin, kesê duwem di cih de wê me hişyar bike û bêje; ‘Ji kerema xwe re ji serî ve û bi rêzê bêje ku ez têbigihîjim’. Ev jî dibe hûnandina çîrokiye. Çawa mirov dema tiştekî dirîse, dihûne ji serê du tayan dest pê dike û girêk girêk heta xelasekê diçe, vegotina çîrokî jî wiha ye. Ger mirov ji xaleke balkêş dest pê bike jî, piştî baldariya kesê duwem, mirov vedigere serî û vegotinê dihûne, ber bi dawî ve dibe. Ji bo vê xalên grîng ên hûnandina çîrokiyê hene. Di her vegotina çîrokî de divê ev xal li ber çav werin girtin, ango vegotin divê di çarçoweya van xalan de çêbibe.Xalên grîng ev in: Destpêk, Berfirehî, Encam, Vegotinêr, Axaftinêr, Rewiştsazî (çêkirina karakteran). DestpêkDestpêk ji bo balkişandina kesê duwem gelekî grîng e. Destpêkeke baş dikare vegotineke baş bi xwe re bîne. Destpêka baş, tê wateya mirov bikaribe vegotinê jê fireh bike û mirov nexitimîne. Destpêka ku xitimandinê çêbike, ew bala kesê duwem jî nakişîne. Her vegotinek xediyê destpêkekê ye ango her vegotinek xwediyê çavkaniyekê ye. Vegotin çi rastî be, çi xeyalî be divê ev çavkanî - destpêk hebe. Destpêk çiqasî ji berfirehkirinê re vekirîbe, ewqasî dikare dilbijariyê çêbike û balê bikşîne ser mijarê. Destpêka kor, pirsan di serê kesê duwem de çênake û mereqa wî hilnade. Lê destpêka ji berfirehkirinê re vekirî di cih de pirsên wek ‘çi ye?, Çawa ye?, Wê çi bibe? û hwd.’ di serê kesê duwem de çêdike û mereqa wî radike ser lingan, dixwaze her çalakiya li pey wê were, bizanibe û ji bo vê, ji xwendinê an ji guhdarîkirinê venaqete. Tê zanîn ku derveyî bûyerên xwezayî, her bûyerek divê pêkhatî be, divê xeyalî be girêdayê hestên mirov li pêş dikeve. Tê de ya xwestekek, an xweajoyek, an hêviyek, an azweriyek heye. Mirov vana bi kurtebir nayne ser ziman ku destpêk kore nebe. Ev xal grîng e. Rewşa ji çîrokiyê re bingehbûnê bike, dibe ku sade be, dibe ku tevlihev be, dibe ku bi yekalî be, dibe ku bi piralî be; ev bandûrê li ser çirokiyê nake. Ji bo vegotineke sade jî, ji bo yeke pir tevlihev jî destpêk divê ji pêşvebirin û dewlemendkirinê re vekirî be. Mînak; pêkenînkên kurt hene. Ev bi pirahî, bi hevokeke wiha dest pê dikin ku di cih de bala mirov diçe ser û em dawiya wê mereq dikin. Wek vê, vegotinên pir dirêj, bi piralî û tevlihev jî divê xwediyê destpêkeke wiha bin. Ger em dixwazin dîroka gelê kurd bi awayekî çîrokî bînin ser ziman, dive em bi destpêkeke wiha gav biavêjin nava vegotine ku çalakiyek yekê veke û xitimandinê çêneke. Bê guman di her duyan de jî bûyer li gorî rêzbûna dema çêbûyê, gav bi gav tê vegotin. Mînak: Ji bo vegotina dîroka gelê kurd bi awayekî çîrokî destpêkeke çawa dikare vegotinê kore neke û rê li pêşya berfirehkirinê veke? Mirov ji ku dikare dest pê bike? Ji roja me jî dikare dest pê bike, ji rojeke derbasbuyî jî dikare dest pê bike. Wê kîjan zêde baldar be û rê ji vegotinê re veke? Ev êdî li ser vegotinêr dimîne. Lê divê di vegotinê de vê rêzbûnê li ber çav bigre û ji bo vê destpêk jî wek amadekariya vê rêzbûnê be: Gelê kurd kî ye? Li ku bi cih bûye? Çawa jiyaye? Têkiliyên wê bi gelên cînar re çibûn? Çi şer û çi aştî li pêş xistine? Serkeftin û binketinên wê çi ne? Di navê re; çanda wê, zimanê wê, kevneşopiyên wê, hezkirin û êşên wê çi ne? Vana tev bi awayekî kişandina libên tizbiyê ku yek yekê dikişîne, mirov dema çêbûna wan, dide ber çav û rêz dike. Ger di destpêkê de me kurtebiriyek kiribe, mirov nikare wiha pê ve were. Destpêk bêhtirê xwe wek danasîna van xalan, ango çalakiyan tevan e. Mirov di destpêkê de bi çalakiyeke balkêş serê van xalan şanî dide ku bal were kişandin û mereqekê çêbike. Kesê duwem divê hîn ji destpêkê bizanibe ku dîroka gelê kurd bi van xalan hatiye jiyandin û van xalan mereq bike. Ger vegotinêr encama van xalan di destpêkê de diyar bike, bêguman wê ew destpêk kore bibe. Lê ku sedeman diyar bike, ji bo ku encam ne diyar in, wê kesê duwem li hêviya encaman bimîne û ji bo wê jî bi baldarî bişopîne. BerfirehîDi destpêkê de xalên serê wan tên şanîkirin, di vê beşa berfirehiyê de li gorî sedem û encamê û bandûr û bertekê tên vekirin. Serê van xalan destpêkê mirov şanî dide, ango radixîne ber çavan. Kesê duwem van seriyan dibîne û mereq dike. Pişt re di berfirehiyê de ev xal çawa çêbûne, sedema çêbûna wan çi ye, bandûriya çi li ser wan çêbûye, li hember çi bertek şanî dane...û hwd. bi hûnandin û ji hev vekirinê tê berfirehkirin ango girêk li ser girêkê tê çêkirin. Çima girêk tê çêkirin? Her ku vegotin li pêş dikeve, bûyer vedibe, lê encam divê ne diyar be. Tiştekî ku encama wê ne diyar be, wek girêkê ye û mirov dixwaze veke, an vekirina wê mereq dike. Ji bo vê di beşa berfirehiyê de mirov tayan diferisîne û girêk bi girêk dihûne. Ev girêk ber bidawîbûna vê beşê de wê serê çareserbûnê şanî bidin, lê ferisandin ango çareserbûna rast û tam wê di beşa encamê de derxin holê. Weynê berfirehiyê ew e ku mereqa di destpêkê de hilbûye bilindî qada herî jorîn bike û her li wir bigre, nehêle kêm bibe. EncamEncam divê ti caran wekî mirov bi kêrê bibire bi dawî nebe; ji ber ku ne dawiya çalakiyê ye. Encam beşa bersivandina pirsên di destpêkê de hatine şanîdan û di berfirehiyê de hatine vekirin e. Bi vê sedemê encam borandina mereqê, ango têrkirina kurmê mereqê ye. Di vê beşê de erka çalakiyê bi dawî dibe, lê çalakî bi dawî nabe. Girêkên hatine çêkirin di serê vê beşê de, serê tayê xwe yê ferisandinê şanî didin û pê re gav bi gav diferisin. Bi vî awayî mereqa kesê duwem ji qada jorîn hêdî bi hêdî dadikeve, dilê wî rehet dibe, heyecana wî dibore, têgihîştina wî çêdibe, bersiva pirsên destpêkê digre û rehet dibe. Divê di beşa encamê de êdî pirsên di derbarê mijarê de di serê kesê duwem de nemabin û tev hatibin bersivandin. Encamkirineke xwezayî ji encamkirineke kurtebir baştir e, ji ber ku tama vegotinê di xwezayîbûnê de ye. VegotinêrHer vegotinê mirov an ji devê xwe dike, an ji devê kesekî din dike. Ev kesê din bê guman kesê sêyem e. Mirov nikare bi devê kesê duwem vebêje, ji ber ku ew guhdar an xwendevan e. Dema mirov vegotinê ji devê xwe dike, ‘Ez / Min’ bi kar tîne û bi xwe tev li çalakiyên bûyerê dibe, di bûyerê de cih digre, dibe karakterekî/e ji yên wê. Lê dema mirov kesê sêyem axaftin dide, ‘Ew / Wî / Wê’ bi kar tîne û êdî karakterekî/e ji yê bûyerê dibe ‘Ew’. Ev her du vegotinêr ‘Ez’ û ‘Ew’ ên bingehîn in. Di ya yekemîn de vegotinêr di nava vegotinê de cih digre, di ya duwemîn de şopandêr e; liv û tevgera kesê sêyem vedibêje. Mînak ji bo awayê yekem ê vegotinêrî: “Ez di ber deriyê wan re derbas bûm. Çavên min li şibakeyê bû ku dîmenekê ji ya dixwazim bibînim. Lê awirên min vala vala li ser derabeyên şibakê daliqandî man û min dîsa nikarîbû hesreta xwe biborînim.” Di vê vegotinê de vegotinêr bi xwe di çalakiya meşê de ye. Ji bo wê ‘Ez / Min’ bikar tîne. Awir, awirên ‘Min’ in, ê dimeşe ‘Ez’ bi xwe ye, hesret hesreta ‘Min’ e. Mînak ji bo awayê duwem ê vegotinêrî: “Ew di ber deriyê wan re derbas bû. Çavên wî li şibakeyê bû ku dîmenekê ji ya dixwaze bibîne. Lê awirên wî vala vala li ser derabeyên şibakê daliqandî man û wî dîsa nikarîbû hesreta xwe biborîne.” Di vê mînake de vegotinêr tenê şopandêrek e, li derveyî bûyerê rawestiyaye û liv û tevgera kesê sêyem dişopîne, ji me re vedibêje. Ji bo vê ‘Ew / Wî / Wê’ bi kar tîne. Wê demê divê em binasin ku vegotina bi kesê yekem di kîjan rewşan de tê bikaranîn û ya bi kesê sêyem di kîjan rewşan de tê bikaranîn: Vegotina bi kesê yekem, bi awayê kesê bingehîn ango qahremanê bûyerê û bi awayê kesekî di bûyerê de cih digre, lê wek çavdêrekî tê de cih digre, ne wek qahremanê bingehîn, wiha bi du awayan tê vegotin. Ji bo vê jî divê em têkiliya kesê yekem û vegotine bizanibin. Vegotinêr ger bi xwe di nava bûyerê de be, tê de cih girtibe, qahremanê sereke yê bûyerê be, wê demê çîroka xwe bi xwe vedibêje. Vegotina kesê yekem dibe ku rastiya wî bi xwe be, dibe ku xeyalkirineke wî be; di her du vegotinan de jî tê bikaranîn. Mînak; Çîrokên li ser jiyanê, rojaneyên nivîskî, bîranîn, serpêhatî tev ji jiyana kesê yekem tên nivîsandin. Kesê yekem bi xwe tê de qahremanê bûyerê ye, çalakî tev bi wî an li derdora wî çêdibin. Ev bûyer û çalakî dibe ku rast bin jî, dibe ku kesê yekem xeyal kiribe û wiha vegotibe jî. Ya grîng ew e ku rastî be jî, xeyalî be jî, ew bi xwe di navê de cih digre.
Mînak- 1: “...Bi bangkirina dîkê sibehê ez ji xew veciniqîm. Min serê xwe ji bin lihêfê derxist û li derdora xwe temaşe kir. Hîn tariya şêvê çarîka xwe ya pêçaye ser berbangê bi tevahî ranekiribû. Min li kêleka xwe nêrî û rabûm ser xwe. Bi lez min cilên xwe li xwe kirin. Gelo bi ku ve çibû? Çima berya min rabibû û deng li min nekiribû? Bi lez derketim der ve. Min daristana biçûk derbas kir û hatim kêleka golê. Berbang nû zelal dibû. Di nava taritiyê de wek çirisandina gilokeke berfê jana dilê min xwe dixist avê û derdixist, şewata laşê xwe dida der. Tezînokek ji jora serê min, heta lingê min daket û xwîna min keliya. Çûm pişt darê û min cilên xwe ji xwe kirin. Hatim ber golê ku xwe biavêjim himbêza avên sar û tev li reqsa jana dilê xwe bibim. Lê di wê bêhnê de, di nava darên bilind de tîrêjeke rojê wek bisteke sorbûyî xwe dirêjî nîvê çavên min kir û her tişt li ber min nediyar bû. Dilê min qurmiçî û ketim erdê. Canê min êşiyabû. Dengê dayika min dihat. Ji xwişka min re digot: - ‘Ka binêre çi bi birayê te hatiye; dîsa ewqas doşeka mezin hiştiye û çûye li ser erdê razaye!’...”
Mînak – 2 : “...Em vêzbê zû rabûn. Sibê 21 ê Adarê ye. Şevê din me agirekî bilind, li navsera Cûdî di ‘Deriyê Keran’ de dada. Agir ji tevahiya deşta Cizîrê, heta Nisêbînê û Binxetê xuya kiriye. Ez bi xwe jî li serê çiyê bûm û min li geşbûna agir temaşe kir. Bi rastî jî hestên mirov ên azadbûnê bi agir hil dibin û mirov digihêje tama vê jiyana azad...” “...Îroj 21 ê Adarê ye. Em dîsa zû rabûn, ji ber ku ev du roj in firokeyên dijmin di ser me re bi awayekî nizm difirin. Wan jî agirê mezin dîtine û ketine nava tirs û xovê. Hevalên me cihên bilind tev girtine. Niha saet dehê rojê ye. Ez li bin siya darekê rûniştime û van xetan xêz dikim. Deşt tev di nava çrûskên tîrêjên sore de wek leylanekê diyar dibe. Dema ez bi dûrbînê dinerim dizanim ku ne leylan e, lê wekî din awirên mirov bê dawî pêşya xwe dibînin û tu bixwazî, nexwazî koçî cîhana xewn û xeyalan dibî...”
Di van her du mînakan de kesê yekem xwediyê vegotinê ye û ew bi xwe jî tê de cih digre. Mînaka yekemîn xewnek, an xeyaleke xwe tîne ser ziman. Dibe ku tiştekî wiha jiyan kiribe jî, dibe ku nekiribe jî; lê ew bi xwe qahremanê wê çalakiya jixewrabûnê, derbaskirina daristanê û çûna ber golê ye. Hestên xwe, dîtina xwe, rewşa xwe tîne ser ziman. Mînaka duwem jî serpêhatiya kesê yekem e; parçeyek ji jiyana xwe ya rojane nivîsandiye. Carcaran ji ber ‘Ez’ ve ‘Em’ bi kar tîne. Di vegotinê de dikare were bikaranîn; ji ber ku ‘Em’ koma kesê yekem e. Kesê yekem dikare xwe tenê jî bike qahremanê bûyerê, dikare bi koma xwe jî tê de cih bigre. Ev ji bo vegotina bi kesê sêyem jî wiha ye. Vegotinêr dikare koma kesê sêyem jî tev li bûyerê bike. Vegotinêrê kesê yekem dikare wek şopandêrekî jî xwe di bûyerê de bi cih bike. Car caran dikare qala xwe jî bike, lê esas qahremanekî/e din ê bûyerê divê hebe û bûyer li derdora wî were hûnandin. Di rewşên wiha de vegotinêr xwediyê çavdêriyeke bi sînor e:
Mînak: “...Min ew li ser sergoyê li bin pirê dît. Porên wê yên reş di bin tîrêjên tavê de wek komira Şirnexê diterisîn. Kiraseke gulgulî yê sore li xwe kiribû û lingên wê xwas bûn. Ez di cih de tirsiyam ku çawa pêxwas hatiye ser sergo û xov nake tîtikek lingê wê bidirîne! Dema nêzîkê sergoyî bûm, bêhneke tirş a miraran wek qamçiyekî li darê bêvla min ket û medê min xeland. Min bi desmalka xwe bêvla xwe girt û çûm cem. Dema pêjna min kir, li xwe zîvirî û çavên wê yên girsî zeytûnî bi tirseke bizdonekî lerizîn. Xwest ku bide revê, lê dema dît ez rawestiya me, ew jî rawestiya. Deh diwazdeh salî hebû. Ruyê wê giroverî spî bû. Lê xuya bû ji mêj ve neşuştibû û têra xwe qirêj girtibû. Bejneke ziravî nazdar li ser bû. Min silav lê kir û xwe pê da nasîn. Bêhneke din ew tirs û xov ji ser çûbû û em bibûn dostên hev. Min bi destê wê girt û em ji bin pirê derketin, hatin kêleka rê li ser çîmenan rûniştin. Ji min re bi kurtahî serpêhatiya xwe got. Dayik û bavê wê di şerê pazdeh salan de bi guleyeke hawinê jiyana xwe ji dest dabûn. Xalê wê û apê wê li ser cerdevaniyê li hev ketibûn. Xalê wê çûbû gundê cînarê wan û rahiştibû çeka dewletê. Pişt re bi leşkeran re êrîş anîbû ser gundê wan û jiyan li wan herimandibû. Li ser vê apê wê mala xwe bar kiribû û hatibû bajêr. Ew û birayê wê yê sêwî mane jî bi xwe re anîbûn. Lê li bajêr jî rehetî nedabûn wan û pêwîstê koçî bajarê tirkan bibûn. Li bajarê tirkan ne kesek dinasîn, ne karekî ku bikin hebû. Çend qirûş pereyê di dest wan de zû ava xwe kişandibû û pêwîstê xwarina ser sergoyan bibûn. Digot: ‘Ev sergoyê dibistaneke niştecî ye. Xwendevan li wir dixwin û radizên. Tiştên ji ber xwarinê dimînin, tînin li ser vî sergoyî vala dikin. Gelek caran ez torbeyekî nanê sominî yên qet û met kom dikim û dibim malê. Sê çar rojan têra me dike. Lê îroj hîn tiştek neanîne. Ez li hêviya wan bûm...’ Ji hinava dilê min rondikeke sore xwe berda ber mijankên çavê min û dilê min qurmiçî. Min destê xwe avêt bêrîka xwe û xelîtka xwe derxist. Çend kaxez pere ji navê kişandin û dirêjî wê kir. Serê xwe rakir û bi çavên xwe yên zeytûnî yên xemgîniya feqîriyê ketiye ser, li kaxezan nêrî. Dibe ku cara yekem evqas pere pev re didît. Serê xwe hejand û got: ‘Ez ne parsek im, nikarim bigrim. Ne bi keda destê xwe be, ez nikarim bigrim.’ ...”
Di vê mînakê de tê dîtin ku vegotinêr di bûyerê de bi awayekî çavdêr cih digre. Qahremanê bûyerê ne ew e, keça deh - diwazdeh salî ye. Esas jiyan, rewş û hestên keçê vedibêje. Lê bi tevahî ne wek çavdêrekî li der ve be, çavdêriyeke bi sînor di nava bûyerê de hilgirtiye ser xwe. Car caran qala xwe dike, têkiliya xwe ya bi qahremanê bûyerê re di nava bûyerê de vedibêje. Ev jî awayekî vegotina çîrokî ya bi kesê duwem e. Mînak ji bo vegotina bi kesê sêyem: Vegotinêr di vegotina bi kesê sêyem de ne rasterast, ne bi awayekî çavdêrî qet xwe tev li bûyerê nake; ew li derveyî bûyerê wek govanekî, wek çavdêrekî ye. Wek ku li cihekî bilind rûniştibe û bi dûrbînê li bûyera li jêrê diqewime temaşe dike û vedibêje, weyna wî di vegotinê de wiha ye. Di vî awayê vegotinê de vegotinêr dikare tevahiya bûyerê û karakterên tê de cih digrin bi her awayî, bi hemû hûrguliyan bîne ser ziman jî, dikare beşek an demeke ji bûyerê, yan hinek aliyê karakteran bîne ser ziman. Di vegotinê de ti sînor li pêşya vegotinêr nîne; bûyerê heta dixwaze berfireh û bi hûrguliyan dikare vebêje. Lê di bûyerên rastiya xwe hene -wek ên dîrokî ku hatine pelikandin- de divê girêdayê rastiyê bimîne û ev jî dikare bisînorkirinekê li pêşya vegotina wî çêbike, derveyî vê di dewlemendkirina vegotinê de heta dawiyê azad e. Em niha mînaka li jorîn bi awayê vegotina bi kesê sêyem bibînin:
“...Ew li ser sergoyê li bin pirê bû. Porên wê yên reş di bin tîrêjên tavê de wek komira Şirnexê diterisîn. Kirasekî gulgulî yê sore li xwe kiribû û lingên wê xwas bûn. Qet neditirsiya û xov nedikir ku tîtikek lingê wê bidirîne, wiha pêxwas hatibû ser sergo! Bêhneke tirş a miraran ji ser sergo hildibû û wek qamçiyekî li darê bêvla wê diket, medê wê tirş dikir. Dema pêjneke xerîb kir, li xwe zîvirî û çavên wê yên girsî zeytûnî bi tirseke bizdonekî lerizîn. Xwest ku bide revê, lê dema dît xwediyê pêjnê rawestiya ye, ew jî rawestiya. Deh - diwazdeh salî hebû. Ruyê wê giroverî spî bû. Lê xuya bû ji mêj ve neşuştibû û têra xwe qirêj girtibû. Bejneke ziravî nazdar li ser bû. Xwediyê pêjnê silav lê kir û xwe pê da nasîn. Bêhneke din ew tirs û xov ji ser çûbû û her du bibûn dostên hev. Xwediyê pêjnê xortekî şazdeh, hivdeh salî bû. Ew jî xwediyê bejneke zirav û sipehî bû. Cilekî belek ê diterisî li xwe kiribû û xuya bû hal û rewşa wî li cih bû. Bi destê hev girtin û ji bin pirê derketin, hatin kêleka rê li ser çîmenan rûniştin. Keça kirassor ji xortê cilsipehî re bi kurtahî serpêhatiya xwe got. Dayik û bavê wê di şerê pazdeh salan de bi guleyeke hawinê jiyana xwe ji dest dabûn. Xalê wê û apê wê li ser cerdevaniyê li hev ketibûn. Xalê wê çibû gundê cînarê wan û rahiştibû çeka dewletê. Pişt re bi leşkeran re êrîş anîbû ser gundê wan û jiyan li wan herimandibû. Li ser vê apê wê mala xwe bar kiribû û hatibû bajêr. Ew û birayê wê yê sêwî mane jî bi xwe re anîbûn. Lê li bajêr jî rehetî nedabûn wan û pêwîstê koçî bajarê tirkan bibûn. Li bajarê tirkan ne kesek dinasîn, ne karekî ku bikin hebû. Çend qirûş pereyê di dest wan de zû ava xwe kişandibû û pêwîstê xwarina ser sergoyan bibûn. Digot: ‘Ev sergoyê dibistaneke niştecî ye. Xwendevan li wir dixwin û radizên. Tiştên ji ber wana dimînin jî tînin li ser vî sergoyî vala dikin. Gelek caran ez torbeyekî nanê sominî yên qet û met kom dikim û dibim malê. Sê çar rojan têra me dike. Lê îroj hîn tiştek neanîne. Ez li hêviya wan bûm.’ Xortê cilsipehî çavên xwe birin ser hev û ji hinava dilê wî rondikeke sore xwe berda ber mijankên çavê wî û dilê wî qurmiçî. Destê xwe avêt bêrîka xwe û xelîtka xwe derxist. Çend kaxez pere ji navê kişandin û dirêjî wê kir. Keçê serê xwe rakir û bi çavên xwe yên zeytûnî yên xemgîniya feqîriyê ketiye ser li kaxezan nêrî. Dibe ku cara yekem evqas pere pev re didît. Serê xwe hejand û got: ‘Ez ne parsek im, nikarim bigrim. Ne bi keda destê xwe be ez nikarim bigrim.’ ...” Di vê mînakê de vegotinêr çavdêrekî li derveyî çîrokê ye. Ew tenê dibîne, dibihîse û vedibêje. Qahremanên di çîrokê de cih digrin kesê sêyem in. Hestên wan, rewşa wan bi hûrguliyan û bi giştî tîne ser ziman. AxaftinêrWek tê dîtin di çîrokê de kesên cih digrin diaxivin jî. Axaftina di vegotinê de rehetiyekê ji bo xwendin an guhdarîkirinê tîne. Dikare bandûreke erênî yan neyênî li ser vegotinê û kesê duwem çêbike. Ji bo vê divê di cih de were bikaranîn û axaftin li gor karakterê be. Axaftin ne tenê di çîrokan de, di awayên din ên vegotinê de jî tê bikaranîn. Di şanoyan de, di romanan de, di serpêhatiyan de, di bîranînan de, di nivîsarên dîrokî û hwd. de jî tê bikaranîn. Gelek caran rewş, raman an hestek karakterekî di bûyerê de, ne bi pêşdarî an ravekirinê, bi hevokeke ji axaftina karakterê di bûyerê de mirov vedibêje û ger di cih de be bêhtir dikare bandûreke xurt li ser kesê duwem çêbike. Axaftina herkesî divê li gor rastiya wî be ku xwezayî be û bawerî pê were. Ev tê wê wateyê ku vegotinêr divê karakterê dide axaftin bi rewş û jiyana wî ya civakî binase; şivanekî wek şivanan, brokratekî wek brokratan, mamosteyekî wek mamosteyan, jinekê wek jinan, zilamekî wek zilaman, zarokekî wek zarokan, kalekî wek kalan bide axaftin. Şivanekî ku peyvên brokratekî bike, baweriya kesê duwem bi wan axaftinan nayê û wê bala wî ji ser çîrokê biçe.
Mînak: “...Kumê xwe ji serê xwe danî û silava kesê bi çek vegerand: - ‘We eleykum selam heval. Tu bi xêrê hatiyî. Mala te, çavên me li rêka we qerimîn. Ma mirov wiha li hev dike. Ka were, rûnê.’ Kesê bi çek destê wî hejand û bi lêvkenî got: - ‘Wextê min ji bo rûniştinê nîne. Ez di vir re derbas dibûm, min got hal, ehwalê te pirsyarkim. Te gazind ji me kirine!’ - ‘Rast e, wele min gazind kirin. Niha jî dikim; hûn sed caran di vir re derbas dibin, nabêjin em rojekê biçin mala mele jî. Ma qewlê dinyê wiha ye?’ - ‘Baş e, emê vê gazinda te li ber çav bigrin û ozeleştiriya xwe bidin te.’ - ‘Na wele ez tiştekî din ji we naxwazim. Tirî mirî qet naxwazim. Çibikim ji tiriyê reş? Bila tu sax bî. Werin serdana min bes e. Bila heval bên ez cembiyeke tirî bidim wan.’ Kesê bi çek xatirê xwe ji meleyê gund xwest û derket der ve. Ji hevalê xwe re got; - ‘Xuya ye ne xwende ye, feqîrekî Xwedê ye. Car caran werin serdana wî.’
Di vê mînakê de axaftina di navbera du kesên xwediyê asteke çanda cuda cuda de tê dîtin. Bi vî awayî ji axaftinê têgihîştina asta perwerde, civaka jê tên û hwd. tê nasîn. Rewiştsazî (Çêkirina Karakteran)Di çîrokiyê de pirahî bûyerên bi serê mirovan hatine tên vegotin. Ev jî bi vegotina têkiliyên di navbera mirovan de, vegotina hest, raman, daxwaz, jiyan, êş, xeyal, hezkirin, jan û hwd. hestên mirovî çêdibe. Ji bo vê kesên di bûyerê de cih digrin divê bi van aliyên xwe werin danasîn. Her kesek bi van aliyên xwe yên li gorî xwe ji kesekî din cuda dibe. Taybetmendiyên her kesekî ne wek hev in. Danasîna kesekî bi van taybetmendiyan karaktera wî derdixe holê û ew bi xwe bi vê sedemê di vegotina çîrokî de wek ‘karakter / rewişt’ tê bi nav kirin. Rewiştsazî (çêkirina karakterekê) alîkarî dide kesê duwem ku kesên di bûyerê de cih girtine, ji hev binase. Di vegotinê de tenê bi dayîna navê kesan, ew nayên naskirin. Divê ew kes bi taybetmendiyên xwe yên diyar û yên ne diyar li ber çavê xwendevan an guhdar were zindîkirin. Zindîkirina kesan a li ber çavê kesê duwem an di bîra kesê duwem de, tenê bi danasîna cilûbergên wan û livûtevgera wan çênabe. Divê bi têkiliya wan a bi bûyêrê re, werin danasîn. Ji bo wê ew kes bi kîjan taybetmendiya xwe tê nasîn divê were diyarkirin. Yekî henekbaz e, yekî hêrsek e, yekî hesûd e, yekî bizdonek e, yekî tima ye, yekî pintî ye, yekî camêr e û hwd. her yek bi aliyê xwe yê berçav tê bidestgirtin. Di mînaka jorîn de meleyê gund çiqasî nezan be jî aliyê wî yê camêrtî derketiye pêş. Hevalan dawetê malê dike, tiştekî ji wan naxwaze û dixwaze ew bi xwe bide wan. Dema kesê duwem vê vegotinê bixwîne, dikare wî bîne ber çav û bi kesên li derdora wî hene re bide ber hev, wiha zindîkirinekê di bîra xwe de çêbike. Ji bo vê dema vegotinêr karakteran dide çêkirin, divê van xalan li ber çav bigre: Destpêkê divê bikaribe mirovan bi taybetmendiyên wan ên giştî û yên hûrgulî, yên diyar û yên ne diyar binase. Taybetmendiyên diyar ên wek liv, tevger, cilûberg nîşaneyên li ber çav û hwd. in. Taybetmendiyên ne diyar ên wek hêrsbûn, camêrî, hesûdî û hwd. in. Naskirina taybetmendiyên kesan, bi çavdêriya li ser kesên li derdora mirov çêdibe, bi danûsitendina bi wan re çêdibe. Dîsa bi xwendina pirtûkên bi vî awayî hatine nivîsandin û zindîkirina karakterên di wan pirtûkan de, li ber çavên xwe çêdibe. Di rewiştsaziyê de divê mirov kesan bi dîmenê wan ê ber çav, bi çalakî, liv û tevgera wan, bi bertekiyên şanî didin, bi axaftinên wan û bi ferisandina kesayeta wan bide. Mirov van xalan dikare di nava hev de pev re jî diyar bike, dikare beşeke ji vana tenê jî bi kar bîne. Ew li ser vegotinêr û mijara vegotinê dimîne. Kîjan Cûreyên Vegotinê Bi Vegotina Çîrokî Tên Ser Ziman?Çîrok, roman, bîranîn, li ser dîrokê, li ser jiyanê, serpêhatî û hwd. bi vegotina çîrokî tên ser ziman. Lê di vî warî de qalibekî hişk nîne. Di vana de vegotina çîrokî mohra xwe li vegotinê dide, lê nayê wê wateyê ku di ber re teşeyeke din ê vegotinê nikare were bikaranîn. Wek vê teşeyê vegotina çîrokî jî bi teşeyên din re, di vegotinên ku teşeyên din mohra xwe lê dixin de dikare were bikaranîn. Çîrokiya ravekar heye û ya hunerî heye; li gor armanca vegotinê mirov yekê ji vana bi kar tîne. Tişta vegotinêr bala xwe bide ser ew e ku mijarê, ango bûyerê zêdetir bi kîjan awayî dikare xweştir, dewlementir û balkêştir bîne ser ziman divê wê bi kar bîne. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |