NEWROZ

äæÑæÒ


9/9/2006

Têkiliyên Turkiyê û Îranê û Pirsgirêka Kurd

Azad Kurdî

azadkurdi@hotmail.com

Rojnama Agirî – Hejimar 46 – 31, ê August

Du welatên Turkiye û Îranê di warê coxrafiyayê ve cîran û li rex hev, lê di warê îdeolojî û berjewendiyên desthilatdarên dewletî di wan du welatane de ji hev dûr in. Her wiha ev du welate pêşîneyeke dûr û dirêj ya alîkarî û gengeşeyan bi hev re hene.

Piştî Şoreşa Gelên Îranê di sala 1979’an de, pêwendiyên Turkiyê tevî Îranê gelek evraz û nişîv hebûne. Turkiye wekî dewleteke Sekolar û Komara Îslamî ya Îranê weke rejîmeke îdeolojîkî, kevneperest û paşverû bi kêmî bi hev re tebahî hebûne.Turkiye di peymana Etlantîka Bakûr, wate NATO de endam e, pêwendiyên leşkerî jî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsraîlê jî heye. Lewra ji hemû ciheke din ji aliyê desthilatdarên Komara Îslamî a Îranê dikeve ber rexne, gazinde û nerazîbûna vî welatî. Vê çendê wisan kiriye ku gelek têkiliyên aborî, dîplomasî û ewlekariyê yên di navbera wan du welatane sarî û qelsiyê bi xwe ve bibînin. Li hemebr de demeke dirêj dewleta Turkiyê li ser vê guman û şikê bû ku Îran di kar û barên hundirê Turkiyê destêwerdanê dike û piştgiriyê ji girûpên tundrew û radîkal yên Îslamî li Turkiyê dike. Hinek caran dijminayetiyeke aşkira di têkiliyên van du welatên giring yên Rojhilata Navîn ku derwazeyê Ewropa û Asiyayê pêk tînin, hatiye dîtin. Bi sedema hebûna kirîzên mezin û berçav yên aborî û siyasî di vî welatî de û birêvebirina bernameyên aborî û siyasî yên xwe, li hember Îranê de hinek caran nermiyeke bêtir ji xwe daye xuyakirin.

Bi awayekî giştî hin guhertinên rêzokî di têkiliyên tijî evraz û nişîv yên Îranê Û Turkiyê de di dema Şerê Sar û piştî bi dawî bûna şerê han, bandor hebûn ku li vir em bi kurt, kinî û formolekirî basa wan dikin.

1.                  Dawîhatina şerê Îranê û Îraqê, di dema wî şerî de Turkiyê gelek mifah ji kirîza han wergirt û her du welatan bi sedema înzwaya navneteweyî neçar bûn ji Turkiyê wekî rêya anîna alav û hewcehiyên din yên xwe mifahê bistînin.

2.                  Şerê Kendavê, di encama wî şerî û çend sedemên din de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îraqê hate avakirin ku tirs û nigeraniyeke zaf ji bo wan du welatan pêk anî û ew jî bi xwe ketin.

3.                  Rikeberiya nû ya Turkiyê û Îranê ji bo pêşdebirina nifûza xwe li herêmên Asiyaya Navîn û Qefqazyayê.

4.                  Bandora têkiliyên Turkiyê bi Îsraîlê re.

5.                  Pirsgirêka Kurd, bi sedema ne çareserkirina demokratîk û şaristanî yê bûye astengeke mezin ya van welatane.

6.                  Pirsa Îslamxwaziyê li Turkiyê, di vê derheqê de dewleta Turkiyê guman û rexneyên xurt ji Komara Îslamî derheq piştgirî ji hêzên tundrew û radîkal yên hundirê Turkiyê di warê malî û menewî de girtiye.

7.                  Guhertinên siyasî di hundirê Turkiyê û Îranê de, li Îranê bi sedema bidestvegirtina desthilatê ji aliyê Reformxwazan û li Turkiyê bi sedema serkevtina Partiya Îslamî ya Refahê, ji bo heyamekê guhertinên kûr û mezin di têkiliyên her du welatan de bi pêk hatin.

8.                  Rola hêla nift (Petrol) û gazê.

9.                  Piştî bûyera 11’ê Septembera 2001’an, serbarê mehkûmkirina vê bûyerê ji aliyê her du welatên Îranê û Turkiyê, me dît ku Turkiye kete eniya dijî teror û hevalbendiya Amerîka û Rojava, lê rejîma Îslamî ya Îranê bi xwe sebebê bingehîn yê xurtkirin û pêşdebirina terorîzmê di herêmê û cîhanê de bûye.

Baskirin û hûrbûn li ser her yek ji van sedemên jor ku rasterast bandor li ser têkiliyên van du welatane hebûye, dem û delîveyeke zaf dixwaze û di çarçoveya vê gotarê de cih nake. Lê di vê navberê de eva ku giring  û armanca vê nivîsarê ye, baskirin û şîrovekirina helwesta van du welatane li hember pirsgirêka Kurd e ku heyamek e em şahidê hevgirtin û helwesta hevbeş ya van du welatane di vê derheqê de bûn.

Yek ji armancên şerê Kendavê, azadbûna Kurdistana Îraqê bû, neteweya Kurd di vê parçeyê Kurdistanê de karî bi beşek ji maf û azadiyên xwe bigihîje. Lewra ji wê demê hetanî niha welatên Turkiye, Îran û Sûriye berdewam hewl û cehd kirine ku her yek ji wan bi awayekê pêşgîriyê ji berbipêşdeçûna prosesa azadiya vê para azadkirî a Kurdistanê bikin. Dijberîkirin tevî pirsa Kurd armanca kar û berjewendiyên hevpar û xala giring ya hewl û cehda wan sê welatane û nemaze Turkiye û Îranê pêk tînin. Ji dehsalên 90’ê ya Zayînî şûnde ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate avakirin, her dema ku Kurdan xwestibin gavekê berbi pêş bavêjin ku cih pêyê Kurdan li Îraqê xurt û bihêz bikin, di cî de ev welatane bi hev re civîna awarte lidar dixin û helwesteke hevbeş li dijî dewleta Herêma Kurdistana Îraqê û her wiha bernamerêjî ji bo serkut û derbelêdayîn ji tevgera gelê Kurd li Partiyên din yên Kurdistanê girtine. Tirs û nigeraniya welatên Îranê û Turkiyê ji vê çendê çavkanî digire ku çêtirbûna rewşa Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û cihgirbûna tenahî û aramiya siyasî arîkar be ji bo xurtkirina seha neteweyî ya Kurdan di wan welatane de ku ew desthilatdariya ne demokratîk tê de rêve dibin.

Du welatên Turkiye û Îran ji bilî vêc û berjewendiyên aborî û bazirganî, bi awayekî berfireh ji bo berengarîkirin û têkşikandina xebat û çalakiyên tevgera neteweyî ya Kurd di wan welatan de ku ji bo bidestveanîna maf û azadiyên neteweya Kurd dixebitin, berdewam û bêrawestan û bi armanca parastina berjewendiyên hevbeş yên neteweyî, tenahî û sînorî bi hev re li hev dikin û Komîsyona hevpar ya ewlekarî û alîkariyê ji bo zêrevanîkirina tixûban pêk tînin.

Yek ji pirsgirêkên mezin yên Turkiye û Îranê di heyamê çend salên borî de, rexne û gazindeyên tund yên Turkiyê ji dewleta Îranê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derheq mifahwergirtina hêzên PKK ji axa Îranê û Îraqê li dijî Turkiyeyê ye. Lê di dema çend rojên derbasbûyî de hêzên wan du welatane biryara hevbeş bo ser binkeyên PKK li Kurdistana Îraqê dan.

Yek ji sedemên komploya êrîşa hevbeş ya welatên Turkiye û Îranê bo ser Herêma Kurdistana Îraqê, têkdan û tevlihevkirina rewşa aramî û tenahiyê di vê herêmê de ye, çunkî rewşa Kurdistana Îraqê li gor herêmên din yên Îraqê, biewle û aramtir e. Heta bi vî awayî ji aliyekê berahiya berbipêşdeçûna doza Kurd li Îraqê bigirin û rêyê nadin ku baştirbûna rewşa Kurd li Îraqê bandoreke bêtir li ser Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê ku ew welatane di wan desthilatdariyê dikin, hebe û ji aliyeke din raya giştî ya xelkê wan welatan ber bi alozî pêkanînê bi rêyeke ne rast de bibin. Dîrokê selimandiye ku cehd û xebata van welatane ji bo pêşgîrî ji berbipêşdeçûna pirsa Kurd li derveyî tixûbên xwe bûye. Ev kiryarane di cîhana îro de û di bîr û raya giştî û qanûnên navneteweyî de bêcih in û divêt çareseriyeke jêhatî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd peyda bikin.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]