NEWROZ

äæÑæÒ


9/6/2006

Roja azadî û serbestiya miletan bi bêjingên dagirkeran ên kufikî nayê girtin.

Xwîşk û birayên hêja,

beşdarên xweşewîst,

berî hertiştî ez bi navê Komîta Karê Hevbeş ya Partiyê Kurd li Sûriyê – Rêxistinên Almaniya beşdariya we îro li vir di bîranîna salvegera yekê ya şehîdbûna şêx Mihemed Meşoqê Xinewî de silav dikim û sipasiya we hemûyan dikim ku hûn bi vê yekê dixwezin rêz û giramiya xwe ji giyanê pakrewanê gelê xwe Şêx Mihemed Meşoq el-Xiznewî re diyar û pêşkêş bikin. Helbet ev tenê wê wateyê dide, ku miletê me, li kû dibe bila bibe, tu caran kurdparêz, mirov- û civakhezên xwe ji bîr nake, wan bi tenê nahêle û herdem xwedî li wan der dikeve. Miletekî weha jî, bê guman, dê dûr an nêzîk, bigihîne armanc û daxwezên xwe, dê bigihîne azadî û serbestiya xwe.

Hemwelatiyên hêja,

di serî de hêja ye, em ji dil û can de sersaxiya gelê xwe bi giştî û malbata el-Xiznewî bi taybetî bikin. Herweha em ji hemû wan kesan re, yên ku di parastin û pêşxistina nirxên ola îslamî yên rasteqîn de dixebitin, yên ku bona parastina taybetmendiya gelê kurd dixebitin, û yên ku li pênawî civateke bi wekhevî, azadî û demokrasiyê xemilî têdikoşin dibêjin bila cihê Şêxê me yê pakrewan Buhişt be, bila serê we û miletê me jî her û her sax be.

Xwîşk û birayên hêja,

beşdariya me îro li vir bi boneya hem bibîranîna şehîdbûna Şêxê me, hem jî bi boneya wê reşekujiya tundrew, helbet, nîşana wê yekê ye, ku em dixwezin li hemû wan nirx û taybetiyan, yên ku Şêxê pakrewan ji bo wan dixebitî, bi bîr bînin û ji bo parastin û pêşvebirina wan jî amadebûna xwe nîşan bidin. Ew nirx jî bi kurtî ev in:

                    Parastina nirxên rasteqîn ya ola îslamî

                    Dijberiya tundrewatî û çavtengiyê, yên ku her diçin di civakên îslamî der rû didin

                    Xebata bo pêşxistin, serastkirin û duristkirin hizr, boçûn û bîrbaweriya mirov û civaka me

                    Xwedîderketina li vîn û daxwezên gelê kurd bona jiyaneke azad di welatekî demokrat de.

Beşdarêj xweşewîst,

eger em li rûpelê dîrokê vegerin, emê baş wê rastiyê nas bikin, ku di pêvajoya dîrokê de du ramanên guhartinê yên herî hêzdar ev bûne: 1) ramana oldarî û 2) ramana neteweyî. Ji bona van herdu raman û di bin siya wan de gelek tiştên ku ne dihatin bawerkirin li cîhanê qewimîne û hîn jî diqewimin. Ji xwe eger em lê bikolin, emê bibînin ku ev herdu raman bingeha mafê çarenûsî jî ne. Ev mafê herî pîroz. Lê mixabin di dîroka gelê kurd de oldariya me ya îslamî, pir caran, bûye sedema wê yekê ku me ji mafê çarenûsî bi dûr xîne. Ne tenê weha, wê ta radeyekê bindestî û perçebûna gel û welatê me bi me dida pejirandin, ji ber ku “ma ne em hemû misliman in, misliman jî hemû birayên hev in”…

Şêxê me yê pakrewan jî vê rastiya baş nas kiri bû, lewre jî wî dida xwe ku hem oldariya civakê biparêze, hem jî bide xuyakirin ku tu carî çê nabe ku ev yeka bibe sedema pejirandina Kurdan ji bindestî û çewsandinê re. Wî bi hemû şiyanên xwe dida xwe ku wan ramanên çewt, yên ku di pêvajoya dîrokê de ketine nav ola îslamê, ji nav olê rake û ramaneke oldarî ya rasteqîn û lîberla li nav civakê belav bike. Di heman demê de ew li vîn, daxwaz û armancên netewa kurd jî xwedî derdiket û ji wê yekê re dixebitî, ku netewa kurd jî, weke hemû netewên cîhanê, li ser xaka bav û bapîrên xwe jiyaneke azad û serbes bi des xîne.

Gava em vê rastiyê nas bikin, ku Şêxê me yê pakrewan dest avêti bûn van herdu çekên guhartinê yên herî hêzdar, wê ji me re baş xuya û aşkere bibe, bê çima ew hate şehîdkirin, bê çima ew bi wî awayê reşekuj û tundrew hate revandin û şehîdkirin. Helbet, wê ji me re baş xuya bibe jî, bê kê ev plana qirêj û terorîstiyane daniye û bi cî aniya.

Erê, xwîşk û birayên hêja, gelê me baş dizane ku berpirsiyarê pêşîn û sereke di ber vî karê reşekuj de desthilta Şamê ya nijadperest û şoven e.

Lê bila deshilat jî, hemû kesên li dijî guhartin û serastkirina civak û dewletê jî, baş wê yekê zani bin, ku ev gelê ku bi şehîdkirina bi sedan serok, rêber û xebatkarên wî dest ji xebatâ xwe ber ne dayî, helbet, wê bi şehîdkirina şêx Mihemed Meşoqê Xiznewî jî dest ji xebata xwe ya pir dadmend û rewa bernede. Berevajî wê, ev kiryar hemû ji xebat û berxwedana me re dibin ardû û hêzeke xortkirinê.

Beşdarên rêzdar,

tevî ku ev serdema me bi serdema azadî, demokrasî û wekheviyê hatiye naskirin, hîn Sûriyê weke dewlet ji seretayîtirîn mafên mirovî dûr e. Pir dûr e. Hîn xelkê me yê sûrî, çi Kurd çi Ereb û çi wekî din, ji hemû maf û azadiyên bingehîn bêpar hatiye (û tê jî) hêştin. Hîn li mirovê me yê sûrî qedexe ye ku bîr û baweriyên xwe yên siyasî, di navbera xwe û xwe de be jî, bîne zimên; hîn ji hilbijartineke demokrat û ji beşdariya di bijartina desthilatê de bê par e; hîn ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe bê par e. Hîn Sûriyê weke dewlet ji yasaya partî, komele, rêxistin û çapemeniya azad bêpar e; hîn ji destlateke dadwerî ye serbixwe bêpar e. Bi kurtî, mirovê sûrî hîn ji naskirina mafên mirovî û azadiyên bingehîn dûr hatiye hêştin. Pir dûr. Em Kurd jî, bi kurtî, tevî ku em çawa bi kurdîtiya xwe wisa bi nasnama xwe ya sûrî şanaz û serbilind in, lê ne ji mafê me ye ku em bêjin: Em hene yan em kurd in, ji ber ku li gor destlata Sûriyê ya şoven û nijadperest li vî welatî – ku divê welatê Ereb, Kurd û hindikahiyên netewî yên din be – tenê Ereb hene; tenê erebîtî, erebîtî û hew…!

Helbet paşeroj ya azadî û mafên mirov û miletan e. Dûr an nêzîk emê jî di siya azadî, demokrasî û wekheviyê de bi taybetmendiyên xwe yên netewî şa bibin, wan biparêzin û pêşve bibin. Çunkî roj bi roj girîngî û pûtepêdaneke mezin bi mafên mirovî û miletan tête dayîn û ew doza – doza mafên mirov û miletan – ne weke berê di çarçewa yasayên navxweyî û sînorên dewletan de çemberkirî ye. Vajî wê, ew bûye dozeke navnetewî ye giştî ku bi her mirovekî mijûl e û hemû mirov jî pê mijûl in. Lewre jî bila şoven û nijadperest baş bizani bin ku tu hêz û şiyan nikare miletekî, ku amade ye her tiştekî ji bo azadî û serbestiya xwe bike qurban, heta bi heta bindest û bêmaf bihêle. Roja azadî û serbestiya miletan bi bêjingên dagirkeran ên kufikî nayê girtin.

Vêca da ku em Kurd jî rojekê pêşde azadî û serbestiya xwe bi dest xînin, divê em xwe ji wê rojê re bi awayekî amade bikin, da ku em kari bin sûd û kelkê ji guhartinên navnetewî werbigrin. Ev jî tenê bi vê yekê dibe:  Piştî evqas sal be jî em li yekîtiya xwe xwedî der kevin û wê  biparêzin; berjewendiyên bilind yên miletê xwe di ser hertiştekî din re bigrin; hergav bi hev re, bi yek dengî, biqîrin: Bila parastina Kurdayetiyê ji me re berî her armanceke din be. Divê ji bîra me neçe çawa Xaniyê gewre berî bêtirî sêsed sal goti bû: “Ger yekîtî nebe, ne dîn dimîne, ne jî dewlet.”

Bi yekîtiyeke wisa, helbet, emê hem baştir kari bin bi hêz û kesên demokat ên ereb re bidin û bistînin, hem li hember destlata şoven kari bin bi hêz xwe ragirin, hem jî çêtir bi erk û stûbariyên xwe yên netewî beramberî birayên xwe li perçên din ên Kurdistanê rabin.

Beşdarên hêha,

ji bo pêkanîna van erkên pîroz jî em soz didin ku emê her di vê yekê de berdewam bin: Ji bo yekirina Tevgera Kurd – çi li welêt be, çi jî li derveyî welêt be – çi ji destê me bê, emê bikin. Ji ber ku yekîtiya Tevgerê li ba me ne durûşmeyeke xwefodilkirinê ye, belê ew armanceke bingehîn e.

 

                           Hezar silav ji giyanê pakrewanê me şêx Mihemed Meşoqê Xiznewî re

                           Hezar silav li giyanê hemû xebatkarên kurd

                           Sernizmî bo reşekuj û tundrewan

                           Serkeftin bo doza gelê me ya rewa û dadmend re

                           Bijî azadî, demokrasî û wekhevî

Almaniya, 04.06.2006

Li se navê

Komîteya Karê Hevbeş ya

Partiyên Kurd li Sûriyê - Rêxistinên Almaniya[1]

Dr. Kamiran Bêkes

Endamê Komîteya Serkirdayetiya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê û berpirsiyarê Rêxistina Ewropa


[1] Partiya Çep a Kurd Li Sûriyê

  Partiya Demokrat a Kurd a Sûrî

  Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê – el-Partî­

  Partiya Demokrat a Kurd Li Sûriyê – el-Partî

  Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

  Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – YEKÎTÎ

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]