|
8/6/2007 Li Amed ê bi Mehmed Uzun re Ji herêmê nêrîna li bakurê Iraqê Rojnamevan û nivîskarê nasdar Can Dündar di qûncika xwe ya rojnameya Milliyet ê li ser pirsa polîtîka Tirkiyê ya Başûrê Kurdistanê radiweste. Dündar, Li Amed ê dîtina xwe formule dike û bi dîtinên Nivîskarê kurd Mehmed Uzun qûncika xwe regîntirtir dike. Qûncika Dündar û dîtinên Uzun yên rengîn bersivê dide pirsên rojevê. Ji bo xwendevanên bi kurdî, me qûncika wî ji tirkî wergerand: Li Amed ê bi Mehmed Uzun re Can Dündar Mehmed Uzun nivîskarek ji yê herî mezin yê kurdî ye... Havîna derbasbûyî, ji ber nexweşiya xwe vegeriyabû, hatibû erdên bav û kalan... Şîfa dîtibû li Amed ê... Niha jî li ser maseya wî ku di nava gul û kûlîlkan de ye, pirtûkek bi navê ``Hêviya Auerbach`` heye. Ew navê romana wî ya nû ye... Dema bi xêr hatina min û Şeyhmus Diken kir, hizira wî li ser nivîsîna romana nû bû û wî bûyerên herêmê jî raçav dikir... Berî bi salêkê ji bi xelatwergirtinê çûbû bakurê Iraq ê (başûrê Kurdistanê). Gelek caran bi siyasetvanên herêmê re dide û distîne. ``Weke kesên ji netewekê, (em tev) dixwazin ku pirsa kurd bi rêya aşitiyê çareser bibe. Çi hêviyên wan ku pirs bi şerê çekdarî bê çareserkirin tune ye. Ji bo ku PKK jî çekan deyne têkilî û hewildanên wan hene``, dibêje Uzun. Oparasyon dê felaketan bîne Kesên ku diçin başûrêrojhilat (bakurê Kurdistanê) hîs dike û dibîne ku sempatiya Mesût Barzanî li gelek cî û deveran zêde dibe. ``Xelk hez ji Barzanî dike. Ev yek vekirî ye. Sempatiya ji bo wî piralî ye...``, dibêje Uzun û didome: ``Lê di rastiya xwe de pêkhatina nû ji bo kurda, ji bo Tirkiyê jî erênî ye. Ji ber ku pêkhatina nû laîk e, demokratîk e û pirdeng e. Lê tu (rejîma Tirkiyê) serekomarê welatê cînar (Celal Talebanî) napejirîne. Li dijî wî, bi netewepersetên herî esktrêm hevkariyê dike.`` Dema leşker rastiyê nabîne û têkeve bakurê Iraqê dê çi bibe? ``Tu (hikûmeta Tirkiyê) hetanî niha 30 caran ketiyê (başûrê Kurdistanê ) de. Çi sûda operasyonek nû tune ye. Lê dema armanca wan li dijî pêkhatina nû li herêmê (Kurdistanê) be, ev helwêst pir bi xeter e. Ew (Tirkiyê) dê dijiyetiyek mezin li hundir û li derve bîne hemberî xwe...`` Kurd di meclîsê de Tirkiyê çiqas dikare çavên xwe ji çûn û hatina li ser sînoran û êrîşan (PKK) bigire? ``Tiştê herî giring ew e ku Tirkiyê kurdan bikşîne nav xebata sivîl ya siyasetê...``, dibêje Uzun. ``Dema kurd pirs û reaksiyonên xwe li meclîsê bînine zimên, ev yek dê rehetiyê bide Tirkiyê...`` Uzun, rakirina qedexeya li ser kurdî wek nimûne nîşan dide. Berî niha pirtûkên nû derketî anîbûn. Pir kêfa wî hatibû. Ji bo pîrozkirina vê, kêfxweşiyek hatibû amadekirin, şarabek hatibû vexwarin. ``Em herdem bi hesreta vê yekê bûn... Pêvgihandina xelkê li çand û zimanê xwe bandorek erênî li navçê kir, aramî di nav xelkê de çê bû. Vê yekê tesîra xwe li pêşketina aboriyê jî kir. Tirkiyê bi vê pêşketinê, dabeş nabû. Pêwîst e kurd bi çanda xwe entegreyî Tirkiyê bibin. Tiştê xeter ew e ku derî bên girtin û kurd li derve bêne hiştin``. Ji Özal hetani Erdoğan Uzun, Özal wek nimûne nîşan dide: ``Kurd sempatiyên xwe li hemberî Özal û Eşref Bitlis i pir bû. Ji ber ku wan, mîna birêvebirên niha bi çavên terorsîtan li kurdan nedinêrîn. Tiştê ku mirov li benda ye ku Tirkiyê bike ew e ku toreya osmaniyan bidomîne û li navçê parêzgeriya kurda bike...`` Û Erdoğan? ``Min, ji bo helwestên wî yê reformkirinê, piştgiriya wî kir. Lê divê bêtirs be. Bûyera Şemdînliyê jê re fersendek anîbû holê. Organîzasyonek paramîlîter li ser sûc hatibû girtin, kişfkirin. Erdoğan, sawciyê xwe bi tenê hişt. Dema sawciyê te bêparastin bimîne, îro jî ew rê tê girtin ku tu gazina ji endamên dadgehên din bike. Tirsa wî, îtibara wî têk bir. Leşkeriya Tirkiyê valahiya derket holê dagirt. Uslûbek nû, ne mîna ya Hilmi Özkök derket holê ku ew têra xwe hişk e. Hemû kes tirsiya. Ji ber ku gelek tişt di destê wan de ye... Lê ya rastî ew e ku gava Tirkiyê bixwaze cihê xwe di nav welatên pêşkêtî bistîne û bibe beşek ji wan, pêwîst e bandora leşkerî bi dawî were. Kirina reforman, dê di nava artêşê û gelek deverên din de aramiyê pêk bîne. Hîna jî ne dereng e. Lê dema ev gav neyê avêtin, pêşeroja hikûmetê dê têk here...`` Pêwîstî bi konsensûsê heye Di dengdayîna Tirkiyê de dixwaze ku hikûmetek bi ``Koalisyonek demokratîk`` were hilbijartin. Ew, hilbijartinek wisan ji bo çareseriyan pir baştir dîbine. Ji bo têkilî û gavên bicesaret bi Yekîtiya Ewropayê re tunebûna bizavek sosyal demokrat li Tirkiyê kêmasiyek mezin dibîne. Helwestên Inönü û Gürkan ji bo cîgirtina kurdan û hêzên çep di qonaxa demokrasiyê û entregrekirina wan di nav de, bibîr tîne. CHP ya îro wek ``nasyonal sosyalîst`` dibîne, binav dike. Daxwaziya wî ew e ku beyanên (serokê partiya DP yê Mehmet) Ağar, bi AKP û çepên rewşenbîr û komek kurdên serbixwe re were holê, bê niqaşkirin, li ser kar bê kirin... Rê li ber kurdan xitîmî ye Kurd, ji dîroka xwe ya derbasbûyî tecrûbe wergirtin, an na? ``Di rewşa îro de ne tenê rê li ber polîtîka dewletê ya fermî hatiye girtin``, dibêje Uzun. ``Polîtîka kurdan jî teqinî ye, xitimî ye... Pêwîstiya wan bi xwenûkirinê û peydekirina siyasetek nû ku bersivê bide demê heye. Divê ji qalibên îdeolojîk yên kevnare rizgar bibin. Pêwîstî bi gavên nû heye ku heyecanê bidine gel. Piştgiriya gavên nû giring e... Ji bo vekêşana heye cihê xwe bide sistayî û nûbûna kurda, gavên wisan pêwîst in... Pêwîstiya Tirkiyê ne bi şer, lê bi sikûnetê û aramiyê heye. Ji bo vê jî divê kurd bibin navgînek ji yê aramiyê. Lê ev tenê dikare bi pêşketina demokrasiyê bibe...`` Mehmed Uzun 1953 an li Sîweregê hatiye dinyê. Yek ji wan kesaye ku serkêşiya romana kurdî ya nû dike. Ji ber tehdîtên dewletê 1977 an de derket derveyî welêt. Li swêdê bi cî bibû. Tu, Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Mirina kalekî rind, Siya evînê, Bîra qederê, Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê, hinek ji xebatên wî yên edebî ne. Uzun li welat û derveyî welêt xelat wergirtine. Ji ber nexweşiya xwe li Amed ê tedawî didît. Neha siheta xwe baş e û li Amed ê dijî... Can Dündar 1961 î de li Enqerê hat dinyê. 1982 an de dibistana bilind ya rojnamevaniyê bi dawî anî. 1979 an û vir ve di rojname û kovarên cewaz wek Yankı, Hürriyet, Haftaya Bakış, Söz û Tempo de xebitî. 1988 an de bi M. Ali Birand re dest bi xebatên tv yî kir. Di çêkirina gelek programên cewaz yê tv yî de rola xwe çêbû. Hejmarek pirtûk nivîsîne. Ji sala 2001 î û vir ve di rojnameya Milliyet ê de qûncika xwe heye (Zarathustra News)... Wergêr: Gabar Çiyan |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |