NEWROZ

äæÑæÒ


8/3/2007

Mafên jinan divê werin parastin

Zîna Şikakî

* Endanma WAFE (International Federation of Women - Fêdration Navnetewî ya Jinên Cîhanê)

 Roja şemiyê 03 Adar ê 2007,  Fêdration Navnetewî ya Jinên Cîhanê,  îsal Cejna jinên cîhanê li Qesra Gongere yan li Parîsê bi bîr anîn, naverok proja îsal li ser xebata li dijî olperstî ya, ku li dijî jinan kirinê hovane dike, û ji bo pêkanîna wekheviya di navbera jinan û mêran de li seranserî cîhanê.

Di civînê de gelek jinên navdar hebûn, seroka Fêdration ê Elisabeth Sydney,  ku bi xwe Inglîez e ; gotina destpêkirina civînê xwand ; û bal kişande ser wekheviyê, ji ber ku sala 2007 an li Ewripa sala wekheviyê hatiye îlan (bi nav) kirin.

Pêşketina civakan bi pêşketina karê jinên wan tê pîvan . Weke nimûne : Seroka dewleta şîlî jine, serek wezîr Jine ; 1/3 ji karên û barên dewletê di destê jinan de ne ! li Elmanya Engêla ye, em hêvîdarin li Firansa jî Sêgolêna sosialîst bib serok.

Li Rojhilata navîn, jiyana jinê jiyaneka bi êş û weste, û bi taybetî jî li Îranê,  Ji 28 salan de rêjîmeke olperest li ser darê hukme ; ji 30% ji jinên bi dîplom bê karin, 60% ji karên ku jin karin bikin, nabe bi dest wan kevin ; bi gotinek kurt Îran zêndanek mezin ya jina ye !

2/ 3 ji miletê jiyanê ku bê elfe bêne (yanê elêf bê nizanin, nizanin ne bixûnin ne binvîsin) ji wan jinin.

Mixabiniya mezin ewe, ku pirê caran jî, jin bi xwe bûne parêzderiyê zêndana xwe, û kilît jî winda kirine ! ! ! wekî ku çawa kilîta demokrasiyê li Rojhilata Navîn bi mafê mirovan ve girêdayiye, her wiha jî bi mafê jinan ve jî girêdayiye.  Bi dest xistina mafê jinê ji mal de dest pê dike.

Aştî, wekhevî , tu carî weke diyarî pêşkêşî mirovan nabin, divê werin bi destxistin.

 8 ê adarê  fersendeke ku bal were kişandinî ser rewşa jinan, ka çi ji wan tê xwastin, ka çi ji wan re divê. Ji salên 1920 an de û heya salên 1960  xabat ji bona bidestxistina mafê hilbijartinê yê jinan hate kirin, xebata ji bona mafê wekhevî, aştî û demokrasiyê ji dawîya sed sala borî de dest pê kiriye û berdewame. beşdarbûna jinê di hemî warên jiyanê de pêwîste. Guhartinên dîrokî di jiyana gelan de bi biryarên polîtîkî pêk tên, ji ber wê jî pêwîste ku nêrîna jinan di wan biryaran de hebe, û divê jin di meydana polîtîkê de beşdar û ektîv bin.

Kurd dibêjin, yê çovan dixwe pê dihese, yê dijmêre pê nahese, lê mixabin, kî wê  bê ihsas bimîne dema ku bibihîse, ku l’Îranê  tenê di sala 2006 an de 1000 jin hatine bi dardekirin, bi hezaran di zêndanan de ne ; serçavên wan hatine sutandin û şefrekirin, ji ber ku mêkyac kirin û rû û por berdan qedexene. Çûn û hatin a jinan bi hesabe, rengê cilên wan û awayê li xwekirinê bi kontrôle.  û her wiha jî li Îraqê, û li Sûryê, li Kurdistanê û li seranserî cîhanê, Lêdana jinan, erzankirina wan bi gotinên kêm û ne xwaş,  çi keçik çi jin hên jî bi darê zorê têne kirîn û firotin, bin destin, zewaca bê hezkirin û bi zorê ! derdê hewîyan (jin pir kirin) .  jina ku xeber û lêdan jî nexwe, ji bihîstina çîrokên reng û rengî, di jiyaneka bi tirs û siwa de dijî.

Di Kongira sala 1995 an li Pêkînê Paytexta şînê biryar hatibû istandin ku xebat li dijî van kirên ne mirovane were kirin û salên dema lêgal ya zewaca keçikan ne di bin 18 salan re be, ji ber ku berî 18 saliyê keçik ne di warê mejî û ne jî tindurstî de amede ye ku barê zewacê, û avakirina malekê rake.

Li seranserî cîhanê, divê weke hemû mirovan ev mafên jinan yên li jêr werin naskirin û bi destxistin, û parastin :

-                      Mafê jin yê hilbijratin, xwe dane pêş, di hemû rengên hilbijartinan de hebe, û mafê deng-dana wê jî li ser destûran hebe.

-                      Mafê kar, û azadiya bijartina karê xwe, mafê wê û hemû karên berpirsayrîyê jî çi karê hukumetê, heya bighêje seroktiya dewletê, an hakim, û h.w.d.

-                      Mafê bi rê ve birina xebatên politîkî, civakî, çûn û hatina bê yî destûra tu kesî.

-                      Mafê li xwe kirina kincên xwe li gor zewq, û daxweza dilê xwe.

-                      Mafê jinan û bi kar anîna hemû meraqên wê, bê yî ku were pelxandin,  karên artistîk, û sport, kûltûr ê, û tê keve nav meydanên vexwarin û bi serketinê jî.

-                      Divê ku komelên jinan werin naskirin, û pişt giriya wan jî were kirin.

-                      Divê newek-heviya di hemû warên jiyanê de civakî, kultûrî, aborî de were naskirin, û rakirin.

-                      Wek heviya mi’aş, li gor wek heviya kar, û qedexekirina pelxandinê.

-                      Mafê mia’ş, û îcaza bi pere, dema du-canî, û zarok-anîn, û tîmarkirin, û nesaxiya zarokan de.

-                      Mafê wê di hibijartina hevalê jiyana xwe de, û zewaca bi erêkirina herdu seriyan, keç û kurr.

-                      Mafê wek-hevîyê di hev-berdanê de. Divê herdu serî sedemên ji hev-berdanê wek-hev li hember hev diyar bikin.

-                      Divê dewlet, di rê ya sîstemê civakî re, alîkariya aborî ya jinên bê mêr, bê kar, û bi zarok bike.

-                      Rakirina newek-heviyên di warê sahid bûn (dîtinê), berpirsyarî û xwdî kirina zarokan, û îrs (weresê)  de . 

-                      Di nava malê de rakirina zor, û lêdana  mêr ji jinê re.

-                      Qedexekirina zewaca bi bêhtirî jinekê re.

-                      Qedexekirin a hemû rengên pelxandinên cinsî, bi hemû rengên wê. 

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]