|
7/1/2008 Sernivîskarê rojnameya Agirî Azad Kurdî: Sûdên bikaranîna tîpên latînî pir alî ye Gabar Çiyan Rojnameya Agirî ji 15 rojan carekê li Kurdistanê çap û belav dibe û yekemîn weşana bi zaravayê kurmancî li rojhilata Kurdistanê ye. Giraniya nevaroka xwe, polîtîk û çandî ye. Rojnameya Agirî, li Kurdistanê û li derveyî welêt bi rêya rojname û kanalên elektronîkî tê xwendin û ji awira dewlemendbûna naveroka xwe û rola xwe a Kurditanî tê hezkirin. Agirî nuha li gorî planên xwe, xwe amade dike ku hefteyî derkeve. Ji bo vê armancê xebatên hêja tê kirin. Me, xwe gihand navenda rojnameyê a li Kurdistanê û em ji gerînendeyê rojnamê, bi sernivîskarê wê Rojnamevanê hêja Azad Kurdî re axifîn. Wî ji me re analîza "di medya kurdî de rola Agirî" kir û li ser projeyên Agirî yên pêşerojê zaniyarî da... - Ji kerema xwe zaniyariyê bide me, Azad Kurdî kî ye û rola wî di rojnameya Agirî de çiye? Ez sala 1979’an, sala serkevtina Şoreşa Neteweyên Îranê li bajarê Urmiyê ji dayîk bûme. Min heta sala 1996’an, xwendina lîseyê kuta kir. Hêviyek mezin a min domandina xwendinê heta asta bilind a akademîk bû, lê li Îranê xwendin ji bo hemû kesan wekî hev nîne, kesên nêzîkî dewletê bi hêsanî û bê asteng dikarin heta asta herî bilind bixwînin, heta ew hebin, rê bi welatiyên sivîl nahê dayîn, asteng gelek in, ji ber vê çendê min nekarî bigihîjim wê hêviya xwe ya mezin. Zulm û zordariyeke xurt li dijî neteweya kurd li Îranê dimeşe û kurd ji gelek maf û azadiyên demokratîk û berheq hatine bêparkirin. Ew pêşketina ku li Kurdistana Rojhilat tê dîtin jî, encam û berhema ked û zehmetên gel bixwe ye. Her li temenê ciwaniyê ku min dixwend, min zû hest bi neheqiyên li dijî gelê Kurd kir û min hez ji xebat û çalakiyên siyasî û neteweyî dikir. PDK Îranê jî partiya herî mezin li Kurdistana Rojhilat tê nasîn. Min çalakî û xebatên xwe di nav refên rêxistinî ên PDK Îranê li hundirê welat dest pê kir. Li Rojhilatê Kurdistanê başkirina xwestekên neteweyî ji aliyê desthilatdarên Komara Îslamî hêla sor tê naskirin û kes/a ku ji ber xebat û çalakiyên kurdîniyê were girtin, jiyana wî bi tevahî dikeve xeterê, ji bilî girtin, îşkenceyên xurt û dijwar, cezayên giran ên girtîgehê bi ser wan tê sepandin û gelek kes jî tên îdamkirin. Sala 1998’an ez û çend hevalên xwe ên din, ji ber eşkerebûna xebat û çalakiyên me ên nepenî û welatparêziyê em neçar man birevin bo Başûrê Kurdistanê û tevlî refên Pêşmergeyên xebatkar ên PDK Îranê bûn. Heta niha Pêşmergê vê partiyê me. Ji destpêka xebata weşana Agirî ez têde kar dikim. Ez Sernivîskarê Rojnameya Agirî me. - Rojnameya Agirî çi demê û li kuderê dest bi weşana xwe kir, armanca xwe çiye? Hejmara 1 a Rojnameya Agirî di Çiriya Paşîn (November) a sala 2003’an hate weşandin û heta îro bêrawestan û di dema xwe ya diyarîkirî de hatiye weşandin. Ji ber ku xebata partiyên siyasî ên azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê bi giştî û nemaze PDKÎ bi tevahî qedexe ye, kurd û gelên din ên Îranê ji azadiya çapemeniyê bêpar in, ev yek ê bûye sebeb ku partiya me û yên din xebat medyayên xwe li derveyî sînorên Kurdistana Îranê rêve bibin. Lewra Agirî weke weşaneke PDK Îranê li binkeyên vê partiyê li Kurdistana Başûr û ji aliyê desteyek ji Pêşmergan dest bi weşana xwe kir û niha jî her didome. Belê Agirî ji aliyê desteyek ji pêşmergên Şoreşger û welatparêz ên Kurd birêve diçe. Li Rojhilatê Kurdistanê zimanê Kurdî bi giştî qedexe ye. Niha jî navenda xebata Agirî her li Kurdistana Başûr û binkeya Komîsyona Çapemenî a PDK Îranê ye. Agirî yekemîn weşana xwerû Kurmancî bi tîpên Latînî ye ku heta niha li Kurdistana Rojhilat tê weşandin. Bona tejîkirina vê valahiyê, PDKÎ ev gav avêt. Bi awayekî giştî Agirî bi armanca bicî gehandina erkê nasandina PDK Îranê û pêşvebirina siyasetên partiyê û xurt û berfirehkirina pêwendiya vê partiyê û Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Bakûra Kurdistana Îranê – ku piranî Kurmancîaxiv in – û her wiha bi armanca avakirina pirekê di navbera Kurdên Kurdistana Rojhilat û Kurdên parçeyên Kurdistanê bi Zaraveyê Kurmancî dest bi xebata xwe kiriye. Ji bilê van armancên giştî, parastina û pêşdebirina çand û kultura kurdî, berfirehtirkirina zanyariyên civakî, çandî û siyasî ên civaka Kurdistanê, xebat û çalakiyên aborî ên Kurdan, bas û gotûbêj li ser pirsgirêkên ciwanan û malbatên kurd, perwerde û hînkirin, edalet û wekheviya civakî, tendurustî, arîşeya bixeter a madeyên hişber û betalî û bêkariyê, deng û basên Kurd û Kurdistanê û bûyer û boneyên neteweyî û partiyê çarçoveya çalakiyên Rojnameya Agirî pêk tînin. - Hetanî niha çend hejmar derketine? Eleqata xwendevanan ji bo rojnameya Agiriyê çawa ye? Hûn çiqasî nêzî armanca xwe bûne? Hetanî niha 77 hejmarêm Agirî derketine. Hejmara 1 heta 22 mehane derdiket. Ji hejmara 23 şûnde panzdehrojî derdikeve. Nirxandina eleqat û têkiliya navber medya û çapemeniyê bi xwendevan, guhdar û temaşavanên wê re girêdayî ye. Divê bersiva vê beşa pirsê xwendevanên hêja ên Agirî bidin! Lê ez dikarim bibêjim ku bi kêfxweşî ve Agirî kariye hemû ew armanc û erkên sereke weke çapemeniyeke Kurdî ku jê re hatine dikarîkirin û min serê qala wan kir hetanî asteke baş bicî bîne. Ev yeke bi têkiliya navbera rojnameya Agirî û xwendevanên wê bo me eşker bûye û derdikeve holê. Niha li hundirê Kurdistana Rojhilat û hemû parçeyên din ên Kurdistanê û welatên Ewropayê, Amerîka, Ustraliya û wd... têkiliyên xurt bi weşana Agirî re çê bûne û em hêvî dikin ku hêj zêdetir û berfirehtir bibin. Em weke Desteya Weşana Agirî hêj ne razî ne. Gelek zimanzanên Kurd ên Kurmanc Agirî dîtine û ji rastnivîs û rêzmana wê jî razî ne Li gor ew armancên ku Agirî di xebata xwe de dayîne ber xwe, ez dikarim bibêjim rolek baş lîstiye, lê hêj pirr kêm e. Ji ber ku nabe em kurd bi pêşketinên xwe dilxweş û têr bin. Em divêt di hemû warekê de bêrawestiyan bin û zû bi xebat û çalakiyên xwe razî nebin. Em gelek li proseya pêşketin û zanistê paşde mane û ked, kar û xebateke zaf dixwaze... . - Bi qasî ku xuyanî dike, deng û behs, analîzên ji tevayê Kurdistanê di rojnamê de xuyanî dike. Mirov dikare bêje ku Agirî rojnameyek e Kurdistanî ye? Min li gor got ku Agirî pêrewiyê ji siyasetên PDK Îranê dike. Di siyasetên xwe de ev partiye girîngî û balê dide ser hemû aliyên cuda cuda ên jiyana Kurdan li parçeyên din ên Kurdistanê û piştgiriyê ji xebat û tekoşîna azadîxwazî û neteweyî ya Kurdan li parçeyên din ên Kurdistanê dike. Rewşa jiyana me Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê bi hev re girêdayî ye, ji ber ku em yek netewe ne, em bi zorî bi ser 4 parçeyan de ji hev cuda kirine. Divêt hemû medyayên Kurdî xwedî nasnameyeke neteweyî bin û di naveroka wan de basa kurdên hemû beşên Kurdistanê were kirin. Mixabin hêj ev yeke di nav hemû medyayên Kurdî de cih negirtiye, qelsî û lawazî hêj tên dîtin. - Sedemên derxistina Agirîyê bi tîpên latînî çi ne? Bikaranîna tîpên latînî di zimanê Kurdî de gelek sedemên girîng hene. Ji ber ku weşana me bi zaravayê Kurmancî ye û piraniya Kurdên Kurmanc, zimanê Kurdî bi tîpên latînî dixwînin û dinivîsînin, me biryar girt ku ji bo ku Agirî bikare bigihîje armancên xwe û rola xwe ya diyarîkirî bilîze, bi tîpên latînî derkeve. Gelek qazancên bikaranîna tîpên latînî hene, ez hêvî dikim ku pirsgirêka alfabeya Kurdî nemîne û di pêşerojê de kurd alfabeyeke hevbeş bikar bînin. - Plan û projeyên Agiriyê ji bo pêşerojê çiye? Di pêşerojê de em dixwazin gelek pilan û projeyan birêve bibin û Agirî pêşde bibin û rola xwe ya hewce di nav ragihandin û çapemeniya Kurdî bilîze. Ya herî girîng ev e ku em dixwazin dema weşanê ji 15 rojan daxînin û kêm bikin û heftane derkeve. Çiqas dema weşandina Agirî kurt bibe, ew qas baştir dibe. Ya din rojname niha di rûpela A4 çap û belav dibe, em dixwazin bikin A3, guhertin di şêwaz, form û naveroka Agirî bi giştî di bernameya karê me de ye. Di boneyên neteweyî û taybet de em Agirî bi rengî derdixin, lê heke çê be em dê bo herêmî rengî derbixin. Projeyek me a din ji bo pêşeroja xebata Agirî, dewlemendkirina bingehên zanistî ên Agirî ye. Malpera Agirî, beşa Kurmancî a malpera Kurdistanmedia.com’ê ye. Em rojane nûçeyên taybet derbarê Kurdistana Rojhilat û parçeyên din diweşînin. Her kes dikare nûçeyên rojane derheq jiyana Kurdan li Kurdistana Îranê li ser malpera Agirî bixwîne. Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |