NEWROZ

نوروز


6/9/2007

Arteşa Tirkiyê kete ber xezeba Bayramoğlu:

Arteş sedema krîza li Tirkiyê ye!

(Gabar Çiyan & Zarathustra News)...

Serekomarê Tirkiyê hate hilbijartin. Lê hişkayiya birêvebirên arteşê li hemberî Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gül didome. Nîvîskarê rojnameya Yeni Şafakê Ali Bayramoğlu di qûncika xwe de, nameyek eşkere ji artêşê re nîvîsî û bi rêya nameya xwe helwesta artêşa Tirkiyê bi zimanekî pir hişk rexne kir. Fermo nameya Bayramoğlu:

Ji artêşê/leşkeran re nameyek eşkere: Baş e, ma hûn kî ne?

Serokomar tê hilbijartin. Hûn, berevajiya kar û kirinên toreyî ku herdem tê kirin, nehatin merasîma sûndxwarina serokomarî. Hûn bi vê helwestê xwe dûrî (encama) hilbijartinê û kesên hilbijartî digirin.

Serokomarê nû beşdarî merasîmekî dibe. Hûn berevajiyê kirin û karên herdem, silavê lê nakin, ji bedêla peyva "Serokomarê min" bi peyva "Serokomar" xîtabî wî dikin...

Ev tê çi wateyê?

Hûn dezgehek ji yê dewletê ne. Hûn di vê helwesta xwe a li hemberî serokatiya dewletê de, qet çi xirabî/nakokiyê/zirarê nabînin (hûn ji xwe re nakin problem).

Helwesta we a şaş li aliyekî, hûn rêz û hurmetê ji prosedura qanûnî a Çankayayê re, ji îradeya dengdaran (beşdarên hilbijartinê) re û merc û qeîdeyên demokrasiyê re nagirin.

Baş e, hûn kî ne?

Helwestên we mîna a Bekir Coşkun e û hûn weke Ertuğrul Özkökî aqilmendiyê dikin.

Baş e, ma hûn temsîla dezgehekî fermî nakin?

Berpirsiyartiya we tune ye?

Dema pêwîst be, hûn di peydekirina krîzan de çi probleman nabînin. Hûn ji bo rawestandina/rêlêgirtina xebata dezgehên dewletê beyanan belav dikin.

Ma mafê we ji bo kirinên wisan heye?

Na, tune ye...

Çi desthiladariyek e we ji bo kirinên wisan jî tune ye...

Dewr vê dixwaze û dema wê hatiye...

Ewropayê bihêlin li aliyekî, li Emerîka Latînî jî di îdarekirina dewletan de rola "birêvebirina leşkerî" nema ye û qalkirina "demokrasiya leşkerî" bi dawî hatiye.

Pêwîst e hûn pêşî xwe fêrî merc û qeîdeyên demokrasiyê bikin.

Divê hûn bibînin ku demokrasî berî her tiştî helwestek e. Paşê fêm bikin ku, demokrasî "tevahiya prosedurekî ye ku ew li ser bingeha qanûn û meşrûbûnê ava bûye."

Divê hûn bibînin ku, pevçûna bi civatê re û rawestandina li hemberî pêwîstiyên civatê ji xerabiyê/texrîbatê pê ve çi tiştekî din nayîne/nade.

Divê hûn bipejirînin ku, cîhana ku we di mêjiyê xwe de ava kiriye/binavkiriye ji dur an nêzîk têkiliya xwe bi demokrasiyê re tune ye.

Û pêwîst e hûn fêm bikin ku, di dewra îro de birêvebirina welatekî mîna Tirkiyê û parastina yekîtiya wê tenê bi rêya demokrasiyê dikare bibe/mumkûn e.

Her gavek berevajiya vê, hizura welêt têk dibe û yekîtiya wê brîndar dike.

Û kesên gavên wisan dihavêjin, ji bo texrîbatên ku îro û pêşerojê bibin dê li hemberî dîrokê berpirsiyar bin.

Lê pirs bi tenê bi dîrokê ve ne girêdayî ye...

Pêwîstiyên demokrasiyê, qanûn û bendên pê ve girêdayî, berpirsiyartiyeke polîtîk dide ser milê mirovî.

Di rastiya xwe de, hetanî dereceyekî guhertin li cem we jî pêk tên...

Pirgirêka herî mezin a îro ew e ku, hûn vê yekê napejirînin û pêdiviyên pêwîst bi cî nahênin.

Ev welat layiqî Hilmi Özkök an, lê ne Şener Eruygur an e.

Tirkiyê, ne arteşa ku Eruygur hizirdike, lê arteşa di xeyala Özkökî de heye, heq dike (layikî arteşekî wisan e).

"Dema em têgihiştin ku tecrûbe/zaniyariya xwe a demokrasiyê pêk bînin, pirsên xwe vekirî bînin zimên, dînamîzma cewaziya hizirkirinên xwe komî ser hevûdu bikin û bikar bînin, em dê karîbin çareseriyan ji pirsgirêkên welatê xwe yên mîna terorê û bilindkirin/xweşkirina mercên jiyanê re peyde bikin. Baweriya min ev e ku, di vê mijarê de erk û wezîfe, û berpirsiyarî bêhtir dikeve ser milê birêvebirên dewletê."

Ev peyv (li jor), berî niha ji aliyê Serleşkerê giştî yê Hêzên Esmanî General Faruk Cömertî (niha teqawît bûye) ve hatibû gotin.

Baweriya di mêjî/dil/nava we de heye, di tengasiyê de ne, pêwîstiya xwe bi vekirina rêyekî heye. Rê jê re vekin...

Mafê wê, bidinê de .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]