|
5/8/2005 Deqa Axavtina hevalê hêja û xebatkar Kekê Hesen Şerefî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê di rê û resma 16’mîn salvgera terora Dr. Qasimlo de em hêvîdarin raya giştî û dewletên bihêz zext û givaşê bêxin ser dewleta Otrîşê Hevalên xweştevî! Xûşk û birayên hêja Îro 22’ê Pûşpera 1384’ê Rojî hemberî 13.07.2005’an, 16 sal bi ser bûyera tal û dilnexweş ya 22’ê Pûşperê, terora kesayetiyê mezin û navdar yê Kurd, rêberê jêhatî yê PDK Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Kekê Ebdula Qadirî Azer, endamê komîteya Navnedî û Nûnerê Partiyê li derveyî welat û birayê me yê Kurdê Îraqê Dr. Fazil Resûl re derbas dibe. Ji wê demê heya niha em hemû salekê di vê rojê de li devra hev kom dibin, bona vê çendê ku em xem û kula giran ya wê bûyera tal ku li ser dilê me ye, bidin xuya kirin, ew bêzarî û nefreta ku me ji terorîzma Komara Îslamî heye bidin xuya kirin. Di wan çend salên derbasbûyî de jî em hertim di vê boneyê de rêzê ji bîranîna şehîd û hevçepereke din yê xwe digirin ku di 24’ê Pûşpera sala 1378 (1999)’an de jiyana xwe ji dest da û domandina rêya xebat û berxwedaniyê ji bo hevçeperên xwe bi cî hêla (Kekê Selam Ezîzî endamê Deftera Siyasî yê PDK Îranê). Bê gman di boneyeke demkurt û zimaneke nekemilî wekî gotina min nahê kirin hemû ew xasmaniyên ku wan şehîdên me, wan heval û rêberên me ku hebûn bêxim ber çavê xelkê. Ji aliyeke din ve jî renge eva jî gelek hewce nebe, çunkî ew hemû û nemaze Dr. Qasimlo ew hinde naskirî û navdar e ku kes nikare wî hinek ji keseke din pitir binasîne û ew kese bi xwe hinde nenas e ku keseke din dinase. Lê serbarê vî halî jî nabe îşare bi hin taybetmendiyên takekesî û rola berbiçav û bibandor ya wî di tevgera Kurd û zindîkirin û xemilandina Partiya Demokrat de nekin. Dr. Qasimlo kesayetiyeke bi ferheng, zimanzan, însanekî mirovhez, bi wateya rastîn demokrat, bi wateya rastîn ya peyvê mirovekî siyasî û rêberekî jêhatî bû. Hemû ew taybetmendiyane jî ne tenê di karê siyasî û di pêvajoya xebatê de, belkî di rabûn û rûniştinên rojane û di rû bi rû bûn tevî komikên biçûk û mezin de bi ronî û aşkira pê re xuya bûn. Miroveke rastbîn ku tu car hêvî û xeyal di cihê rastiyê nedidît. Rastî bi vî awayê ku hebûn, berçav digirt, lewra jî qet yan bi kêmî tûşî şaşiyan dibû. Miroveke dûrbîn bû, xwediyê ramaneke dûr û dirêj bû, ji bo rojên nêzîk û dûr yên neteweya xwe, gelê xwe û partiya xwe bi bername bû. Ew hemû zanistî û dûplomat bûne, ew li Kurdistanê, li Îranê û li derve jiyane, şiyan û karînek pê re dabû ku bikaribe rewşan baş binirxîne, bûyeran baş şirove û analîz bike û pêşdîtinê bike ku renge wê demê heke kesekê bibihîstiba yan bi nivîs bidîtiba, wisan bifikirîba ku tişteke dûrdest yan heta renge xeyalî be. Lê heke em mêzeyî raporên Kongreyan û civînên Komîteya Navendî bikin ku wê demê bi fikra wî yan bi fikr û pênûsa wî hatine nivîsandin, em dibînin ku ew pêşdîtinên ku wî kiribûn, çiqas hev digirin û bi hev dişibin. Renge me di nav civaka Kurdewarî de yan di asta Îranê û herêmê de, gelek kesayetiyên zanistî, siyasî û civakî hebin ku xwediyê hin taybetmendiyên xwe jî bibin, lê ewa ku Dr. Qasimlo ji hemû wan kesane û kesayetiyane cuda dike, eva ye ku hemû rihet û asûdeyiya xwe, hemû ew taybetmendiyên bilind û baş yên xwe, hemû zanista xwe, di xizmeta rizgariya netewe û gelê xwe de û ji bo bidestveanîna azadî û demokrasiyê di welatê xwe de kiribû. Xwe ji xweşiyan dûr xistibû, dijwarî hilbijartibû, dest ji zaf îmkanatên jiyanê ku ji bo wî bidestxistina wan hêsan bû yan bidestxistibûn, berda. Li çiya, li bajar jiya, di hemûyan de tevî azadîxwazan û xebatkarên Partiya Demokrat û tevî Pêşmerên vê partiyê jiyan kir. Renge kêm kesayetiyên mezin yên din amade bibin wê xizmetê bike, ew hinde xizmetê bike û roleke hinde xuya û bibandor jî di pêvajoya tevgera Kurd de hebe. Heke ez nebêjim Dr. Qasimlo Partiya me ji halê mirinê sax û zindî kir, bi aşkira em dikaribin bibêjin ku Partî vejand, wêrane û xirabûyiyek wergirt û koşkek li ser ava kir. Partiya Demokrat ji bê ser û beriy rizgar kir, ne tenê her vejand, belkî xemiland. Bi hinek taybetmendî, qanûn û pirensîpên dinyapesend û hinek qanûn û pîvan Partiya Dmokrat wisan xiste ber çavê raya giştî ku di nava Partiyên Kurdî da û hetanî di nava Partiyên Îranî û derve da bibe Partiyeke nimûne. Wî rêberiya giştî û bikom di nava PDK Îranê de cîgir kir. Ceribîna şoreşên borî, pêvajoya bûyerên dîroka Kurdan bo wî xuya kiribû ku heke şoreşek, tevgerek û, hereketeke azadîxwazane tenê bi hebûna kesekê ve bihê girêdan, ew kese her çiqas zana, bilîmet û jêhatî jî be, rojekê bi nemana wî kesî dê ber bi nemanê biçe. Lewra Dr. Qasimlo li ser vê baweriyê bû ku divêt rêberiya tevgerekê rêberiyeke giştî be. Bi ji nav çûna kesekê ji nav naçe. Bi ji meydan derketina ksekê lawaz û jar nabe û di hemû rewşekê de dê li ser pêyê xwe bisekinîne, li ser daxwaziyên xwe dê tekezê bike û pirensûpên xwe jî dê biparêze. Wî ji bo parastina serxwebûna siyasî û biryardana PDK Îranê hemû hewla xwe da û ew esla di partiyê de cî kir ku Partiya Demokrat divêt hazir bibe gelek nirx û buhayan bide, lê çi demekê nabe libek ji serxwebûna xwe ya siyasî ji dest bide. Ew li ser vê baweriyê bû ku heke di navbera hevaletiyeke gelek bihêz û dost de û di navbera parastina wê serxwebûna siyasî ya partiyê de qirar be Partiya Demokrat û Dr. Qasimlo yekê hilbijêrin, bê lêre û wêde divêt parastina serxwebûna siyasî ya Partiyê hilbijêrin. Di vê derheqê de jî PDK Îranê nirxên zaf dane, lê ewa ku Dr. Qasimlo anî û cîgir kir û parast, divêt em bo hertim biparêzin, ji ber ku mana Partiya me, mana tevgera me bi wê eslê ve girêdayî ye. Hewildan ji bo navneteweyî kirina doza Kurd, pirseke girin bû ku Dr. Qasimlo bawerî pê hebû. Ew bawer bû ku nahê kirin û nabe doza Kurd di çarçoveyeke teng û bertesk de wekî dozeke hundirê welatekê bihê dîtin û xelkê din ji wê bêdeng be û bi çavê dozeke hundirê welatekê bihê mêze kirin. Pêkhatina yekemîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd li Parîsê ku bi hewl û xebata wî pêk hat û – mixabin nekarî tê de beşdar bibe û mixabin demekê berî pêkhatina wê Konferansê şehîd bû – lê Konferans berhema fikra wî bû, encama wê jî her ji bo hewil û tekoşîna wî zivirî. Baweriyeke kûr bi hevqederiya neteweya Kurd hebû. Di vê derheqê de jî ji bo bihêzkirin û xurtkirina seh û ruha neteweyî dixebitî. Ew li ser vê baweriyê bû û niha jî em wekî Partiya Demokrat li ser vê baweriyê ne ku Kurd neteweyek e, Kurdistan axek e ku hatiye parve kirin û xelkê wê jî ji hev dûr ketiye. Eger rojekê ew netewe bixwaze, xortên wê netewê bixwazin bibin xwediyê dewleteke xweyî, eva mafê bê lêre û wêde yê wan e, heke ji dîtingeha neyar û dijberan ve cudahîxwazî bihê hesibandin, ji dîtingeh û bi çavê Kurdan hevgirtin û yekbûn e. Lê serbarê vî halî jî her wekî di basa rastdîtinê de min îşare pê kir, di siyasetê de li ser bingeha rastiyan kar dikir û li gorî rastiyan û rewşan siyaset, rê û rêbaza diyarî dikir. Baweriyeke kûr bi alîkariya hêzên kurdistanî di parçeyên din yên Kurdistanê hebû. Her li gor wê hevqederiya ku bawerî pê hebû. Lê zanî jî ku xebata Kurd di her parçeyekê de hewcehî bi pişta qadekê heye, ku hilkevta Kurdistanê wisan lê kiriye û niha jî wisan hil digire ku pişta qada her parçeyekê welatek be, dewletek bibe ku bi xwe jî tevî pirsa Kurd di vî parçeyê de rû bi rû be. Lewra ew bawer bû tevî wê çendê ku meşrû e ku hêzeke Kurdî yan xebata Kurd li parçeyekê pişta qadê hebe, nabe tevî wî welatî ku bi xwe jî pirsgirêka Kurd heye û bi xwe pê re rû bi rû ye, ew hinde biçe pêşê ku vegeryan ji bo wî nebe. Nabe Kurd ku wekî pişta qadê ji her parçeyeke din yê Kurdistanê mifahê distîne, karekê bike tevî hikûmeta desthilatdar bi ser wî parçeyî ji Kurdistanê ku bi ziyan û tevgera gelê Kurd di wî parê de xilas bibe. Ev bîr û ramane wî çaxî daket û di partiyê de cîgir bû û niha jî partî peyrewiyê jê diket. Dr. Qasimlo ku bi xwe mirovekî xwedî çand û ferheng û modern bû, tev hevala wî jî eva bû ku di partiyê de wêjeyekê cîgir bike ku nûjen û modern be. Partiya Demokrat bi zimanekê biaxive ku zimanê belge û têgihîjandinê be, tûrebûn û berçavtengî pêre xuya nebe. Gotineke sivik û dijûndan bo çi aliyekê lê nekeve û eva edebiyatek e û zimanek e ku niha jî partiya me pêre dipeiyve û dezgehên me yên ragihandinê bi tevahî di karê xwe de berçav digirin. Dr. Qasimlo ew kesayetiye bû û ew xizmetane bi tevgera Kurd û Partiya Demokrat kir. Lê tenê milkê Partiya Demokrat û gelê Kurd li Kurdistana Îranê nebû, ew azadîxwaz û mirovhezek bû ku di asta herêmî û cîhanî de naskirî û navdar bû. Di karê siyasî û dîplomasiyê de ew hinde pispor û jêhatî bû ku di her kom û civînekê de te bidîtiba û di xizmeta wî de bibûya, te didît çend ser li ser serê hemûyan e û zimanê wî yê têgihîjandin û bi belge çend bihêz e ku bi rihetî û hêsanî dikare nifûzê bike ser kesên hember. Ji destçûyîna kesayetiyeke wisan û rêbereke bi wî taybetmendane ve û rola bi vî awayî ya wî ku di Partiya Demokrat de hebûye, mezinahî û serfiraziyek e ku di asta navneteweyî de ji bo Kurd û di asta Îran û cîhanê de ji bo azadîxwazan hebûye, bê guman Dr. Qasimlo dike milkê hemû aliyekê û xema ji destçûna wî jî dikeve ser milê tev aliyekê. Ewa ku Dr. Qasimlo afirand, ewa ku Dr. Qasimlo di PDK Îranê de bicî kir, cîgir kir, egera ev pirensîpên ku di partiya me de misoger bûn, neban, piştî Dr. Qasimlo Partiya Demokrat ev Partiya Demokrat nedibû. Lê pirensîp û taybetmendiyên Dr. Qasimlo li cem fidakariya şagirdên Dr. Qasimlo, piştî Dr. Qasimlo ev partiye her wekî Partiya Dr. Qasimlo wek partiyekê ku siya Qasimlo herdem li ser serî ye û di bin siya bîr û raman, siyaset û rênîşanên wî de rêbaza wî dişopînin. Ev çenda ku civîna me ya vê carê piştî 16 salan terora Dr. Qasimlo ji civînên salên borî cuda dike, eva ye ku me wê demê dît ku dewleta Otrîşê tevî vê çendê ku destûr û fermanderên teroran xuya bûn, birêveberiya terorê xuya bû, cihê wê diyar bû, heta gunehbar, aliyê kêm 2 ji wan ketine destê Polîs, mixabin dewleta Otrîşê, ne tenê bi vî awayê hewce li şûn dosyeyê neçû, belkî heta navbera terorkar û terorkirî de, di navbera Komara Îslamî û Partiya Demokrat û gelê Kurd de qet wekî dadwer kar nekir. Belkî wekî dozger dilivî, hemû buhayên demokratîk ku rengê vê hindê dida bawerî pê hebû û bawerî pê heye, bin pê kir. Xwîna rêberê Kurd kire fidayê qazanc û berjewendiyên xwe. Xala ku min got vê carê ferq heye, eva ye ku li derdora 16 saliya terora Dr. Qasimlo de û piştî hilbijartina Mehmûd Ehmedînejad di gera nehem ya hilbijartina Serok Komariyê de, wekî Serok Komarê pêşîn yê Îranê, derket ku ew Serok Komare jî wekî Serok Komarê wî çaxî ku yek ji fermanderên terorê bû, ew jî bernamerêj û gelaledarêjê terora Dr. Qasimlo bû. Ji bo me tiştek rohn û eyan e, ku Komara Îslamî dijminê Kurd û bikujê Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên me yên din e, lê dengvedana vê pirsê careke din doza dosya terora Dr. Qasimlo ku Otrîşê bi neheqî wî çaxî renge bi du sedeman xiste pişt guhê xwe û bixe ber çavê raya giştî ya Otrîşê ku wî çaxî û renge niha jî têkiliyeke berfireh ya aborî û bazirganiyê, berçavgirtina gelek siyasetan li hember Komara Îslamî hebû. Ji bilî vê çendê ku nekarî çav ji berjewendiyên xwe yên aborî bimiqîne, xaleke lawaz jî di ber destê Komara Îslamî de bû, wî çaxî ku şerê Îranê û Îraqê hebû, Otrîşê li gorî qanûnê nedikarî çekan bi çi yek ji aliyên şer bifiroşe, bi her du aliyên şer firotibû. Bi Ordinê re firotibû, Îraqê pareyê vê dabû, bi Lîbiyayê re dabû, Îranê parê wê dabû. Heke wê demê Komara Îslamî eva li ser Otrîşê aşkira bikiriba, renge kar gihîştiba cihekê ku dewleta wê demê ya Otrîşê neçar maba dest ji kar berda, him ev xala lawaz ku ew jî her ji qanûn şikandinê û karê nebaş çavkanî digirt û him jî helwesta ne jêhatî ya Otrîşê bû sedema wê çendê ku ew dosye ji wê demê were heta niha jî tevî de be, bi awayekî daxistî bimîne, hemû hewl û xebata PDK Îranê û malbatên şehîdan û goriyên bûyera 22’ê Pûşperê bê encam ma. Niha doz ji wê derbas bûye, em hêvîdarin raya giştî û dewletên bihêz zext û givaşê bêxin ser dewleta Otrîşê ku rê ji bo lêkolînkirin ji dosya terora Dr. Qasimlo û hevalên wî vekirî bihête kirin û careke din jî şermezariyeke din wekî mehkûmbûna Mîkonosê ji bo Komara Îslam bi dû re be. Hevalên rêzdar: Di wan boneyane de em tenê ji bona vê çendê ku rêz ji kom nabin bîranîna Dr. Qasimlo bigirin yan xema ji dest dayîna wî nû bikin, çunkî Dr. Qasimlo her dem di bîra me de ye û tevî me ye, di jiyanê de, di xebat û tekoşîna siyasî de, eva nine ku her rojekê ku em diaxivin, dinivîsînin, ku dibêjin û lêre û wir amade dibin, lênihêrînekê ji raman û nêrînên wî didin. Ku wisan e Dr. Qasimlo hertim di bîra me de ye û hewce bi bîranînê nine, yanî nahê ji bîr kirin, heta bihê bi bîr xistin, xem û kula wî jî ew hinde giran û nexwş e ku qet li ser dilê me sivik nabe heta em nû bikin, ku wisan e meremeke din ji wan civînane eva ye ku careke din di wê boneyê de wefadariya xwe bi Dr. Qasimloyê nemir, Sekreterê Giştî yê Partiya me, bi wî kesayetiyê hêja û jêhatî ku di asta navneteweyî, herêmî, Îranê û Kurdistanê de nav û deng derxistibû, dubare bikin. Em divêt li ser wan isûl û pirinsîpan pê biçeqînin yên ku ji me re diyarî kirine, raspardeyên wî li ber çavê me bin ku her dem wekî çira ber pêyê me ronahî dike û ewa ku em li kuderê de biçin, ji çi biselimînin, ber bi ku biçin. Di vê civînê de em wê sozê dubare dikin ku Dr. Qasimlo herdem ji bo me xalek e ku em çavê xwe jê derbas dikin. Herdem hêz, pişt û penah e ku di pêvajoya domandina rêya rizgariya me de û ji wê jî pitir em hêvîdarin bi hewl û xebata zaf ya me bi hevgirtin û xwe gorîkirina me ya pitir hêviyên Dr. Qasimlo jî bi cî bînin û wisan bikin ku riha Dr. Qasimlo şad be, ji me razî be wekî hemû şehîdên din. Silavan dişînim ji bo riha pak û canê paqij yê Dr. Ebdulrehman Qasimlo rêberê jêhatî yê Kurd, siyasetvanê navdar û bi nav û deng, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê Silav ji canê paqij yê şehîd Ebdula Qadirî Azer û Dr. Fazil Resûl Silav ji canê paqij yê kekê Selamê Ezîzî û hemû şehîdên rêya azadiyê Hûn jî her şad, silamet û serkevtî bin. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |