|
6/4/2007 Çirûskek ronahî li ser hin kongir û konfiransên penaberên Kurdistana Rojava li dervayî welêt Dr.Ebdilmecît Şêxo Piştî rûxandina rêcîma dîktetur di 9.04.2003 an de hêviyên hêzên dêmokrat û gelên bindest mîna gelê Kurd bi pêkanîna azadiyê her pirtir bûn, lewra jî penaberên Ereb ji Sûriyê û penaberên Kurdistana Rojava gelek bizavên rêxstinî li Emêrîka û li Ewropa û bi razemendiya hukumetên wan welatan kirin. Helwestên destlatdarên van welatan hîn gelek di paş perdên mijan de şermok û hejhejokî ne, ez nikanim hîn baweriya xwe bi dêmokratî û mirovperweriya Emêrîka û welatên ewropî bînim, lê ez pir înan dikim ku berjewendiyên aborî û darayî li nik wan mîna ku dîroka wan kevin û ya nûh çespandiye, armanca sereke û pîroz e.Tevî van rastiyên jorîn penaberên Ereb û Kurd dixwazin ji bo dêmokratiyê û serbestiya gelê Kurd berxwe bidin, konfirans û kongiran li darxînin û hinekî balên wan ber kêşa dêmokratiyê li Rojhilata Navîn de pirtir bikşînin. Di 12-13 . 03. 2006 an de kongirek di avahiya Encumena perlementerên emêrîkî li Waşontinê bi serpereştiya Dr. Şêrko Ebas hate bestandin. Nûnerên piraniyên partiyên Kurdistana Rojava li Ewropa di vê kongirê de beşdar bûn. Hin endamên kongirê bi hin berpirsiyar û siysetmedarên emêrîk re li ser doza dêmokratiyê û pirsa kurdî li Kurdistana Sûriyê gufetegu kirin. Li gor baweriyên min Emêrîka dixwast hin aliyên xwe bi du cureyên siyasî nîşan bide1- Pêşbîniyekê bi Kurdên Sûriyê re çêke, helwest, radeya Kurdên Sûriyê û hêza tevgera Kurd li Sûriyê ji nîzîk û rasterast nas bike.2-Ewê dixwast ji nûnerên Kurdan re bêje; ku ewa(Emêrîka ) ne mîna berê ye, û ewa dixwaze piştvaniya dêmokratîxwazan û gelên bindest bike û li gor vê yekê jî ewê dixwast û hîn jî dixwaze gelê Kurd bi siyaseta xwe ya dervayî bawerkirin bide. Ev li aliyekî li aliyê din, ewê dixwast û hîn jî dixwaze bi destlata Sûriyê re bêje; eger tu siyaseta xwe li gor berjewendiyên me li Rojhilata Navîn nekî, va ye em kanin yekser sê milyon Kurd, hin rêxistin û kesayetiyên din Ereb li Sûriyê li dijî te bilivînin. Dîsan di vê perawîzê de "Kongira damezrandina encumena niştimanî kurdistanî-Suriyê) di meha hizêranê, sala 2006 an de li Biruksêlê û dîsan bi serpereştiya Dr. Şêrko Ebas hate damezrandin. Lê partiyên " Hevbendiya dêmokrat " û hin partiyên din ji ber sedemên siyasî û tektîkî di vê kongirê de beşdar nebûn û di encama vê kongirên jorîn de heyamek siyasî û rêxistinî di navbera rêvebirên vê kongirê û pêşengên bizava Kurd li Sûriyê de peyda bûn, ji ber ku rêvebirên wan kongiran dixwastin bernamên xwe yên siyasî derbarê çareserkirina kêşa kurdî li Sûriyê û şêweyên têkeliyên bi welatên derve re li gor bawerî û zanînên xwe bimeşînin, lê li aliyê din pêşengên partiyên me li Sûriyê tu carî nikanin vê yekê ji penaberên dervayî welêt bipejrînin, ku ewanan li derve û dûrî rewşa heyî li Sûriyê rêbaza siyasî ji tevgerê re amede bikin, lewra jî bi ya min be tu carî kongirên weha bê razemendiya pêşengên partiyên kurdî li Sûriyê nikanin serkevtî bin. Hin nûnerên tevgera azadîxwaza Rojavayê Kurdistanê bi bawerî li siyaseta Emêrîka ya dervayî temaşe kirin û beşekî din ji tevgerê bi çavên gumankirî li siyaseta Emêrîka nirîn û hîn jî weha li helwesta wê ya li gor berjewendiyên xwe guhêzbar dinêrin. Dîsan li gor pêşniyaz û bi alîkariya du kesayetiyên welatparêz û serbixwe Dr. Alan Emonê û rêzdar Ciwan Simo konfiransa duhem di 16.03.2007 an de ji bo pêkanîna yekitiya hêzên kurdî, yeknirîna siyasî û avakirina lêvegerek kurdî ji rêxistinên kurdî li dervayî welêt re li Parîsê li darxistin. Li gor nirîna min ; eva konfiransa di warê rêxistinî de li gor yên din pirtir serketî bû, ji ber ku nûnerên sê navendên sereke ji tevgera Kurdistana Sûriyê li dervayî welêt 1-( Hevbendiya dêmokrata Kurd), 2-(Eniya dêmokrata Kurd ), 3- (Komîta hevgirêdanê) û hin kesayetiyên serbixwe li vê konfiransê û bê destdirêjiyên dewletên biyanî beşdar dibin. Di dawiya konfiransê de, nûnerên partiyên kurdî li dervayî welêt bi yeknirîn daxûyaniyeke dawî radigihînin. Di daxûyaniyê de hemû partî pir bi zelalî beşa çarem ji Kurdistanê bi navê Kurdistana Sûriyê bi nav dikin û li gor vê rastiya dîrokî jî; partiyên kurdî li dervayî welêt di daxûyaniyê de 13 xalên giring xwastine pêkbên. Xalên gelek balkêş ev in 1-Li gor yasa û belgeyên navnetewî divê mafê çarenûsî ji gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê re hebe.2- pêwîst e tevgera kurdî li Sûriyê bi yeknirîn lêvegereke kurdî ava bike.3- Divê diyalogên erebî -kurdî ji bo bi cihanîna berjewendiyên herdu gelan û kêmnetewên din li Sûriyê pêşda biçin, û ewanan hîn jî ferehtir û kurtir bibin. 4-Divê tevgera kurdî alîkarî û piştvaniya têkoşînên bizava kurdî li beşên din jî bike û têkeliyên kurdistanî li ser bingeha rêzlihevgirtinê û li gor taybetmendiyên her beşekî pêşda bibe. Herweha jî di daxûyaniyê de hin daxwazên din nirxbuha cihên xwe dîtine. Li dawiya konfiransê komîtek ji 4 nûnerên partiyên kurdî û kesayetiyek serbixwe ji bo danana destur lêvegera kurdî li dervayî welêt di nava şeş mehan de, destnîşan bû ye. Di nirînên min de daxwazên konfiransa Parîsê di cihên xwe de ne, lê pirsgirêka siyasî ya herî mezin li nik vê konfiransê ev e; ku ewa dixwaze lêvegereke kurdî li dervayî welêt bi bernameke siyasî cudayî an dijberî daxwazên piraniya hêzên tevgera kurdî li hundir welêt damezrîne. Ango tevgera azadîxwaza Kurd li Kurdistana Sûriyê bi du rêbazên siyasî li Rojhilata Navîn û li dervayî welêt xwe bide nasîn. Ji ber ku em hemî dizanin Ku "Hevbendiya dêmokrata Kurd "û "Eniya dêmokrata Kurd "ta roja îro hîn nikane bi zelalî û eşkere bêje; ku gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê ye, an li Rojavayî Kurdistanê ye. Di baweriya min de ewanan hîn ne amede ne ku navê Kurdistanê ya erdnîgarî û dîrokî bi zelalî di bername û rêbazên xwe de biçespînin. Lê divê ez vê dijberiyê di bernamên van hêzên siyasî de jî li vir sercil bikim; ewanan di bernamên xwe de pir zelal dinivisînin ku piştî hevpeymana Saykis –Pîko (1916) Kurdistan di nav çar dewletan de parve bû ye û ewanan weha dinivisînin; 1-Kurdistana Turkiyê.2-Kurdistana Îranê. 3-Kurdistana Îraqê. 4-lê li Sûriyê. Her weha jî ewanan pir caran jî bi zelalî dibêjin; Kurd li Sûriyê bi hezaran salan li ser axa xwe dijîn. Eger hemû partiyên me dibêjin; Kurdistan çar beş in; vêca ez nizanim çi wate ji veşartina navê Kurdistana Sûriyê re li nik Ereban ma ye???, ji bilî vê rastiyê, çar û pênc qenalên TV Kurdî û sî ta çel partiyên kurdistanî gelek vekirî di weşanên xwe de û bi zimanên miletên serdest dibêjin; Kurdistana Sûriyê, an Kurdistana Rojava û ewa jî ji mafên wan yên rewa ye ku beşea çaremîn ji welatê xwe mîna beşên din bi Kurdistan binav bikin. Dîsan ez dipirsim; wateya veşartina navê Kurdistanê li Sûriyê li ku ma ye ?? Ez hîn dixwzim vê vepirsînê jî ji têkoşerên tevgera me li Kurdistana Sûriyê bikim; Eger partiyek an endamek ji " Ragihandina Şamê " ji serokên tevgera kurdî bipirse; we di bernamên xwe de nivisîne; Kurdistan di nav çar dewletan de parve bû ye; ji keremên xwe ji me re diyar bikin, ku beşa çaremîn li ku dikeve? Ez nizanim serokên me, dê çi bersivan bidin, lê ewanan nikanin bêjin; ku beşa çaremîn li Pakistanê an li Afxanistanê ye !!!!Dîsan wateya veşartina Kurdistana Sûriyê li nik tu kesî namîne. Eger partiyên me li Kurdistana Rojava ji vê pirsgirêkê xwe rizgar nekin, dê herdem aloziyên mezin li pêş damezrandina lêvegereke kurdî peyda bibin, û tevgera me ya dadmend nikane bi yekdeng û bi yeknirîn têkoşîna xwe ne li hundir welêt û ne li dervayî welêt bike. Xala duhem û zor giring dîsan ev e; ku piraniyên partiyên me mafê çarenûsî ji gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê re naxwazin. Li gor van herdu rêxistinan "Hevbendî" û "Enî" daxwaza mafê çarenûsî daxwazek giran e û axivtin li ser wê di rojên îroîn de aloziyên siyasî mezin li pêş tevgerê çê dike. Li aliyê din, weke li jor hate dîtin ku nûnerên piraniyên partiyan li dervayî welêt du caran dijberî bernamên xwe yên siyasî biryar istandine.1- Kurdistana Sûriyê 2-Mafê çarenûsî ji gelê Kurd re. Bi vî rengî, tevger me li welêt xawêna bername û rêbazeke siyasî ye û ewa li dervayî welêt xawêna bernameke siyasî cuda ye ! Vêca li vir hêzên dêmokratîxwaz li Rojhilata Navîn û li Ewropa, dê xwe li ser kîjan bernameya siyasî hilpesêrin ? Ma gelo ev dijberiya ne nîşana nizimbûna asteya siyasî li nik tevgera me ye ? Ma gelo lêvegereke kurdî siyasî divê li Kurdistana Rojava dest pê bike an li li dervayî welêt ? Ma gelo em Kurdên dervayî welêt peyrewên tevgera xwe li Kurdistanê ne ? An Tevgera me li welêt peyrewa Kurdên dervayî welêt e? Bila tu kes ji min şaş tênegihîne ku ez dibêjim; bila Kurdên dervayî welêt nirîn û daxwazên xwe dernebirin, an ewanan ji bo gelê xwe têkoşînê nekin ! ne xêr! Mebesta min ev e; ku em li dervayî welêt bê pêşengên partiyên xwe li welêt nikanin rêbazeke siyasî cuda û li gor baweriyên xwe biterxînin û li ber roniya wê xebatên xwe berdewam bikin. Em tenê kanin nirîn, pêşniyarên xwe ji partiyên xwe re derbibirin, berevaniya helwest û baweriyên xwe bi devkî an bi nivisîn û bi awakî bajarvanî bikin û em hemî bi demê re bê pozbilindî sudan ji hev wergrin û bigînin yek bawerî. Li dawiyê ez dîsan dixwazim dubare bikim, bizava tevgera me li dervayî welêt rewa û dadmend e, ewa beşeke giring e ji tevgera me ya giştî, divê bi her awayî têkeliyên xwe bi hemû rêxistin û dewletên dêmokratîxwaz re xurt bike, û bi hişmendiyeke siyasî, şehrezayî û bê ku xwe bike qurbana lîstik û tektîkên vî welatî an wî welatî xebatên xwe bi çalakî berdewam bike . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |