|
6/3/2007 Fêdêrasyona navnetewî ya jinan li dijî olperestî û ji bo wekheviyê Roja navnetewî li dijî zordestiya li ser jinanZordestiya li ser jinan, gunehekî li dijî mirovatiyê ye! Zîna Şikakî * Endanma WAFE (International Federation of Women - Fêdration Navnetewî ya Jinên Cîhanê) Ji bona pêşve birina bername, kar û barê Konfiransa Bekînê, ji bona pêşve birina sed sala sê hezaran û çare-dîtinên ku ONU ji bona wek-heviya cinsan û zordestiyên rengo rengî li ser jinan û parastina mafên wan yên mirovatiyê. Kultûra nêrîtiyê , ne-wekheviya civakî, belengazî,olî, polîtîka serdarên rêjîman dikeve xizmeta vê zordestiyê Roja Înê 25 / 11 / 2005 an Roja navnetewî ya xebata li dijî zordariya nav-mal ê. Genêv: Divê ku kar û xebateke girîng were kirin, ji bona haydarkirin û cersandina zordariya ku di hundir malê de li dijî jinan bi kar tê «vê zordarî yê gelekî deng daye, rih û şaxên xwe belav bûne». pirr caran jî veşartiye, Orgenizasyona Cîhanî ya Xaşiyê, an saxiyê (OMS) (Organisation Mondial de la Santé), di rapora xwe ya ku roja pênşemê 24 /11/2005 belav bûyê de dide xûya kirin: «Lêkolînên (sihetê) xasiya jinan û zordariya nav malê» di navbera 2000 û 2003 an de, li welatên Bengladêş, Berazîl, Esyûbiya, Gabon, Namîbîya, Pêro, Tanzanya, Somaliya, Sêrbiya, Mangolya, û Tayland ) li ser nêzîka 24 000 jin lêkolîn hate çê kirin. Ew lêkolîn dide xûya kirin ku 15% li Yabanê, û 71% li Esyûbya, ji jinên ku hev peyvîn vê re hatinê çêkirin, hin caran di jiyana xwe de zordariyên fêzîkî û cinsî , an herdu bi hev re ji hêla hevalê jiyana xwe de dîtine. Ev kirên bê his pir caran êşekên fêzîk î yên kûr li şona xwe hîştine, dora 19% Li Esyûbayê,heya bi 55% li Pêro. Pir caran endamên (OMS) bala xwe didinê ku cara yekemîne ku van jinan normal didîtin ku jin li ser zordarî û lêdanên hevalê jiyana xwe bipeyive. Jineke Bengladêşî dibêje: «Mêrê min sîle li ser çavên min dida , û bê daxwaza min, bi zorê dikir ku ez di gel wî razêm, min digote xwe belkî normal e! û qey hemû mêr vî rengî li jinên xwe dikin». Di her welatekî ku lêkolîn li ser hatinê çê kirin, ji 6% li Sêrbiya û heya 80% li Esyûbiya ji jinan hin sedemên lêdana jinê qebûl dikin». 75% ji jinên ku pirs jê hatinê kirin yek ji sedemên lêdana jinê qebûl ne dikirin. Li şarên (Herêmên medenî) yên Bengladêşê Esyûbiya , Pêro, û Somaliya. Hejmara wan dadikeve 25%. Yanîk Ertürk nûnerê (nûçe danê) ONU li ser zordarî û lêdana jina dibêje: ku lêkolîn dide xûya kirin ku gereke hundirê malê ciyê parastina jinê yê yekemîne be, lê mixabin jin di malê de bêhtir rastî têkiliyên zordariya navbera jin-mêr de tê». «Divê li ser vê yeka hanê bi lez bête rawestin, çi ji hêla karmend, û berpirsyarên Xaşî û saxiyê, berpirsyarên civakî, û rêjîmên dewletan de, rapor dide diyar kirin ku «buhayê vê zordestiyê mirov giran dide û tesîra xerab li kesîtiya (şexsiyeta) wî dibe, û her wiha jî li hemî civakê jî vedigere, û bi taybetî li ser kesên ku rojane wê yekê li pêş çavên xwe dibînin, weke zarokan. OMS 5 şîretan dide: 1- «Pêkanîna wekheviya herdu cinsan (mê û nêr) » 2- «Teqizkirina li ser xwendina keçikan, û vekirina dibistanan ji bo wan» 3- «Divê ku berpirsyarên olî, û siyasî hemû xebata xwe bikin ji bona rakirina zordestî û lêdana jina». 4- «Di programên xwe de, Kar bikin, ji bona rakirina zordestiya di warê parastina jinan li dijî VIH (pirnekirina zarokan, ji ber xwa kirin)/ SIDA (IDS). 5- «Te’deyên cinsî li dijî jinan li Yabanê 6% heya 59% li Esyûbya . Tiştekî pir bi tirs û sawîye çimkî SIDA jî jê belav dibe». «êşeka psîkolocî», «şert û şirûtên hezkirinê,Xeber îhanet, cersandin,gef-gorr» dide diyar kirin ku pir caran êşeka psîkolocî ku dighêje jinan kir û zirara wê pir ji ya fêzîkî girantir û bêhtire. «Zordestî û lêdan, şermiyeka mezine! ji rêjîmên ku nikarin va yeka hanê çare ser bikin, û rû-reşiyeke ji civakên ku van kirên hanê qebûl dikin re ye». |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |