NEWROZ

نوروز


6/10/2007

Human Rights û PDK & PUK

Efûyek e giştî dê germahiyek e xurt di navbêra Hikûmeta Herêmê û hemwelatiyan de pêk bîne. Efû dê gelek birîna derman bike û barê Hikûmeta Herêmê sivik bike...  

Gabar Çiyan

Human Rights Watch-HRW bi çavdêrî û lêkolînên xwe yên li ser mafê mirovan tê nasîn. Di 1978 an de ava bûye. Di destpêkê de giraniya xebata xwe li ser Soviet û alîgirên wê bû. Paşê berê xwe fireh kir û bû dezgehek e navnetewî. Navenda xwe li New Yorkê ye. Raporên xwe ji aliyê pisporan ve tê amadekirin û çavkaniyên xwe pir xurt in. Lewma lêkolînên wan ji aliyê Yekîtiya Netewan-UN, Yekîtiya Ewropa-EU, dezgehên Emerîkî û welatên din ve cidî têne girtin.

Rapora nû a di bin navê "Hêzên Ewlekariya Kurdistanê îşkencê li girtiyan dike" di meha temûzê de bi dawî hatibû û berî niha hate belav kirin. Beşek ji raporê wisa ye:

Hêzên Ewlekariya Kurdistanê, li girtiyên ku di bin çavan de ne îşkence û miameleyên nebaş dikin. Daxwaziya me ji Hikûmeta Herêmê ew e ku rê li ber îşkencê bigire. Pêwîst e rêvebirên kurda di çarçoveya standartên navnetewî de kêmasiyên xwe ji holê rakin û mafê dadgehkirina girtiya bi şêweyekî adîl (li gorî heq û hiqûqê/ bi edalet) biparêzin.

Rapora bi navê "Înkarkirin û pêlkirina mafê dadgehkirina adîl û kirina îşkencê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Kurdistanê"ê ji 58 rûpelan pêk tê. Rapora HRW îspat û delîlek e pir mezin e ku, hêzên ewlekariyê gelek caran û bi şêweyekî sîstematîk ji girtiyan re ne baş in û mafê wan yê dadgehkirinek e bi edalet li ber çavan nagirin. Rapora HRW pişta xwe dide hevdîtina zêdeyî 150 kesên girtî û lêkolîna xwe a li Herêma Kurdistanê.

HRW, xemgînî/şikên xwe ji Serok Mesûd Barzanî re û rêvebiriya Herêma Kurdistanê re anî zimên. Barzanî, ji bo serdana girtîgehên navendî û kontrolkirina wan, komîteyek ji endamên hikûmetê da ava kirinê.

Dîtina Dîrektora Giştî a HRW, şaxê Rojhilatanavîn Sarah Leah Whitsonê li ser pirsê wisa ye: Hêzên ewlekariyê bi şêweyekî sîstematîk û bê westan îşkencê li girtiyan dikin. Rêvebirên kurda ji bo ku li girtîgeha rewşê baş bike û rê li ber îşkencê bigire çend gavên erênî avêtin. Lê ji bo rawestandina îşkencê tedbîrên hene têr nakin. Pêwîst e hikûmet, berpirsên miameleyên nebaş ku ew kes di zindan û navendên raçavkirinê de wezîfedar in, ceze bike.

PDK û PUK li Kurdistanê du partiyê sereke ne/ bingehîn in. Her yek ji wan hêzekî xwe yê ewlekariyê û taybetî, bi navê "Asayîş"ê heye. Hêzên asayişê yên PDK û PUK ê bi Wezareta Karê Navxweyî a Hikûmeta Herêmê ve ne girêdayî ne. Ew bi şêweyekî serbixwe û di navendên girtîgehên xwe de kar dikin. Di girtîgehên wan de bi sedan kesên girtî hene. Gelek ji wan bi terorîzmê têne sucdarî kirin.

HRW, li navendên asayişê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Mirovên Girtî di dema hevdîtinê de anîne zimên ku, hêzên asayişê bi copên (doqik) hesinî îşkencê li wan dikin. Ew demek e dirêj di bin zordestiyê de dimînin, çend rojan çav û destên xwe girêdayî têne hiştin. Girtî wextek e zêde di hucreyan de têne tecrît kirin (îzole). HRW di serdana xwe de tesbît kir ku, di girtîgehan de hejmarek bilind mirovên girtî hene û paqijiya wan deveran xirab e.

HRW di dema çavdêriya xwe de derxist holê ku, kesên hatine girtin mafê xwe û prosesa hiqûqî tune ye (girtiyên bê demî ne), mafê xweparastina li dijî girtina xwe (itiraz) û dadgehkirinek e bi edalet tune ye. Rêvebirên Kurdistanê sucê girtiyan diyar nakin û îcazê nadin girtiyan ku ew, malbata xwe û parêzgerê xwe bibînin. Kesên girtî îfadeyên xwe ji aliyê darazdêr ve nayêne girtin û ew di demek e makul de nayêne dadgehkirin. Çi dezgehek e fermî tune ye ku kesên girtî pirsên wisa li wir bînine zimên...

HRW tesbît kiriye ku, rêvebirên (wezîfedar) kurda ji bedêla (di şûna) "kesên ji sucê terorê têne lêgerîn" de, xizmên wan weke rehîne didine girtin. Ji aliyê din, girtiyên ku cezeyên xwe bi dawî hatine, di dema xwe de nayêne azad kirin, ew li ser sedema berdewama zîndanûbûn û rewşa xwe çi tiştekî nizanin.

Li gorî Whitsonê, pêwîst e birêbirên Kurdistanê, an sucê girtiyan diyar bikin an jî wan azad bikin. Giring e ku kesê girtî li dijî girtina xwe, mafê xwe û parastinê hebe, sedema girtin û sucên wan, ji wan re zû bê gotin û ew bi şêweyekî adîl bêne dadgehkirin.

Di temûza 2006 an de Parlementoya Herêma Kurdistanê qanûna li dijî terorê pejiranibû. Li gorî qanûnê çalakiyên terorî suc e. Lê qanûn, rewşa girtiyên kevin diyar nekiriye. Ji ber ku di nava girtiyan de kesên ji aliyê hêzên Emerîkî û Iraqê ve hatibûn girtin hene.  Li gorî Whitsonê, pêwîst e rêvebirên kurda, rewşa wan girtiyan ronî bikin. Komîteyekî serbixwe bide avakirin ku li ser dosyayên wan kur bibin.

Divê em bêjin ku, di dema amadekirina vê raporê de hevdudîtinên me û rêvebirên Kurdistanê bi rêk û pêk derbas bû. Hevkariya di navbêra me û rêvebirên PDK û PUK ê erênî bû. Hem PDK û hem jî PUK ê rê vekirin ku em xwe bighêjînin navendên girtîgehên asayişê. Ji bilî vê, rêbevirên asayişê, midûrên girtîgeha, şewirmendên hiqûqî û kesên berpirsiyar alîkariya me kirin. Rêvebirên Kurdistanê li ser şik/xemgînî/kêmasiyên di raporê de bi awayekî cidî radiwestin. Rêvebirên asayişê, sala derbasbûyî rewşa girtiyan ji nû ve kontrol kirin, gelek kesên ku di dema xwe de nehatibûn dadgehkirin, berdan.

Em bi erênî li hevkariya rêvebirên Kurdistanê dinêrin. Lê ev hevkarî têr nake ku li girtîgehên asayişê rewşa girtiyan baş bibe. Hevkarî dê çi caran cihê pêşniyara me negire. Avakirina komeke serbixwe pêwîst e ku, prosesa girtiyan a lêpirsinê û pirsgirêka wan a hiqûqî çareser bike...

Rapora Dezgeha Mafê Mirovan, bi gelek zimanan li tevayê cîhanê belav bû. Di raporê de vekirî xuyanî dike ku, serok û birêvebirên PDK û PUK ê li dijî îşkencê ne û dixwazin pirsê çareser bikin. Lê endamên di asayişê û girtîgehan de wezîfedar in, hayê xwe ji mafê mirovan tune ye, li ser mafê girtiyan yê hiquqî û birêvebirina girtîgehan, zaniyariya wan kêm e. Mafê dadgehkirinê ji xwe re nakin derd. Xebatkarên asayişê, yên girtîgeh û dadgehên Kurdistanê, raporên navnetewî, rexnekirina kurda û rêvebirên kurda nabînin, an jî naxwazin bibînin...

Divê ez Hikûmeta Herêmê şiyar bikim ku, pirsa girtîgeha û îşkencê îndîrek diçe ber destê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Di rojnameya "Sesam" a swêdî hejmara 26 ê  îlonê de, kurdekî penaber li ser pirsê wisa nivîsî ye: ... Bûyera me naskirî ye û Human Rights li ser nivîsî ye. Li Herêma Kurdistanê pêlkirina mafê mirovan bi şêweyekî pir cidî pêk tê. Ez dixwazim pirsê bibim Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê...

Pirs cidî ye. Beyanên niwênerê hikûmetê têr nake ku rê li ber îşkencê û raporan bide girtinê. Çend gavên bi biryar dikare barê Hikûmeta Herêmê sivik bike:

- Pir giring e ku, serokatiyên PDK û PUK ê hevkariya xwe xurt bikin. Weke partiyên demokratîk, rê ji reforman re vekin. Berpirsiyariya asayişê û girtîgeha bi tevayî bidine Hikûmeta Herêmê, anku Wezareta Karê Navxweyî û Wezareta Edaletê. Hikûmeta Herêmê pirsa perwerdekirina personelên girtîgeh, ewlekarî û dadgehan ji awira mafê mirovan ve cidî bigire.

- Pirsa "girtiyên sucê terorê" pisporiyê dixwaze. Pir giring e ku îfadegirtin, lêpirsîn û lêkolînên girtiyên terorê ji aliyê kesên pispor ve bê kirin. Prosesa raçavkirin, lêpirsîn û lêkolînê demek e xwe hebe û daweyên wan di wî wextê diyarkirî de bi dawî were. Kesê girtî mafê xwe û hilbijartina parêzgerekî hebe, parêzgerê xwe bibîne û di wextê xwe de bê dadgehkirin. Girtîgeha terorîstan taybetî be. Navendek ji bo berhevkirina zaniyarî û dokumentan li ser pirsa teror, terorîzm û terorîstan bi şêweyekî modern bê ava kirin...

- Kesên bêsuc, ji ber şik û şûpheyan, bi helwestên kêfî di girtîgehan de bi dirêjî neyêne girtin. 

- Piştî têkçûna Sadamî li Iraqê û Kurdistanê, ji awira ewlekarî, hiqûqî, avakirina dadgeh û girtîgeha valahiyek çêbû. Prosesa rêk û pêk kirina dezgeh û kêmasiyan demek e baş girt. Hejmarek ji hemwelatiyên Kurdistanê ji bilî sucên terorê, sucên din kirin. Ew ji ber dizî, birîndarkirin û kûştina mêran/jinan û sucên din bûn qûrbana hîsên xwe yên xelet û niha cezayên xwe dikşînin.

Mehkûmên me yên wisa pêwîstiya xwe bi efûyek e giştî heye. Efûyek e giştî dê germahiyek e xurt di navbêra Hikûmeta Herêmê û hemwelatiyan de pêk bîne. Efû dê gelek birîna derman bike û barê Hikûmeta Herêmê sivik bike...

Raçavkirin û parastina mafê mirovan li Kurdistanê wezîfeyekî pîroz e. "Zarathustra News Service" ku navenda xwe li Stockholmê ye, pirsê ji nêz ve raçav dike. Li ser pirsê, raporên pir alî tên navenda servicê. Mafê raya giştî, partî û dezgehên netewî heye ku hayê xwe ji rewşa zindan û girtiyên li Kurdistanê hebe. Ez dê bi hevkariya "Zarathustra News Service" li ser pirsê kur bibim û raporên wisan bi awayekî sîstematîk pêşkêşî we bikim (Zarathustra News & Lotikxane.com). 

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]