NEWROZ

äæÑæÒ


6/10/2005

Bîranîna sedsaliya jidayîkbûna…APO Osman Sebrî

Mirov ku ,  bi zimanê xwe re , ne bendewar be , nikare idî’a bike ku , ew ji welatê xwe hez dike.

Reşoyê Pîrê

Emial: Hesen54@yahoo.com

Di rojhilata navîn de , penaber û sirgûnî , hebis û zîndan . bûye qedera rewşenbîr û siyasetmedaran . Di vî warî de , Kurd jî , jê ne bêpar in . Bi hezaran Kurd , ji cî û warên bav û kalan , ji ber sitem û zora serdestan penaberî dûriyê bûne . Li dûriyê , di rewş û mercên neçariyê de, jiyana xwe borandine . Hebis û zîndan dîtine . Lê , xebata Kurdayetî ta dawiya jiyana xwe domandine. Piraniya wan , li dûriyê çûne ser dilovaniya xwe . Yek ji wan têkoşeran , Osman Sebrî ye.

Kurte jiyan:

Di 05*-12-1905 an de , Li Kurdistan Bakur , gundê Narincê , Osama Sebrî ji dayîk dibe  . Osman kurê serokê êla Mirdêsan e . Êla Merdêsan , êleke  Kurdperwer e . Bavê wî , Osmêm ji şûnkarê seroktiya êlê re amede dike . Lewre , Osman hînî sîwarî , şervanî û rênasiya êlnasê dibe .  Di dehsaliya wî de , bav diçe ser dilovaniya xwe . Apê wî Şukrî perên xwe di ser wî re vedigire . Di sala 1917 an de , xwendina xwe ya sertayî werdigere û di sala 1922 an de xwendina navîn , li dibistana ( Rûştiyê ) kuta dike . Li gorî daxwaza dê û apê wî Şukrî , di wê salê de dizewice û piştî salekê , kurê wî Welato tê dinyayê . Osman di navbera 1926 -1972 an de, hejdeh caran hatiye zîndan kirin , sê caran penaber bûye û ta dawiya temenê xwe , di bin cavdêriyê de dimîne . Osman Sebrî , di 11-10-1993 an , li Şamê – Taxa Kurdan – diçe dilovaniya Xwedê .Û li gundekî Cezîrê – Berkevirê - bi dizî tê veşartin.

Hêjayî gotinê ye ku , O . Sebrî , di nav Kurdan de , bi navê APO tê nasîn.

Destpêka Guhartina jiyanê :

Bûyera herî girîng ku , hikariya xwe li Osmên kirî û guhartiye , Ev bû : Destlatên Tirk , mamoste Ismaîl efendî , ji ber nêrînên wî , ji dibistana navîn ya Mûrisê , penaberî dibistana seretayî ya gundê Narincê dikin .Ismaîl efendî , hêdî hêdî hikariya nêrînên xwe li Osmên dike .Osman , baş têdigihe ku , çiqas rijîma êlan pûç û ziyanê digihîne gelê Kurd  . Osman li ber destê Ismaîl efendî bi hestekî Kurdayetî perwerde dibe.

Tevdîra serhildanê :

Piştî raperîna Şêx Seîdê Pîranî, ya ku bi hovîtî, ji hêla Kemalîzman ve tê hilweşandin. Destlata Tirik , bi her awî xebitî daku , tu kesên din serê xwe hilnedin. Lewre jî, berê hêzên xwe dide ser êlên Kurdan û bi taybetî yên Kurdperwer. Di wê demê de , êla Mirdêsan , bi seroktiya apê Osmên –Şukrî – tevdîra serhidaneke nû dike . Ji bo piştgiriya serhildanê , Şukrî naman ji serokeşîrên pê bawer re dişîne . Lê mixabin , ji ber rewşa nezanî û bê tecrûbe , destlata Tirk bi wê tevdîrê dihese . Bi pilan eşîran ji hev belav dike û hêzên xwe dajo ser êla Mirdêsan . Piştî Şukrî baş tê digihê ku, piştgiriya serhildanê ji hêla êlên Kurd ve nabe , herdu apên Osmên – Şukrî û Nûrî – êla Mirdêsan radestî serokeşîra Reşo û Cafoziyan dikin û berê xwe didin çiyan . Di bin biva hêzên dewleta Tirk û bêhêvîtiya serhildanê de, herdu apên Osmên, ji neçarî xwe radestî destlata Tirk  dikin.

Dadgeha Serxwebûnê :

Piştî herdu apên Osmên têne girtin ; Dadgeha serxwebûnê ya Tirk , doza girtina pir kesan û bi taybetî serokeşîrên Kurdpewer dikin , Osman jî yek li wan bû .

Osman , tu rê li ber namînin , xwe radestî (teslîm) dike . Dadgeh , bi lez , biryara dardakirina herdu apên wî distîne . Berî dardakirina herdu apên wî , Osman apê xwe Şukrî dibîne û weha jê re dibêje : ( Kurê min , tu mêrxwazî , riya xebatê bernede û dijminê me yê em gandine vê dadgehê Bedir Osman Paşa ye. Wî ji bîr neke , divê ew bê kuştin ...) . Di wê êvarê de , herdu apên wî tên dardakirin û wî bi şeş salan ceza dikin . Osman - nêzîka du salan - li zîndanên Edenê  , Qoniyê û Denizlê – bajarekî li rojavayî stembolê – digerînin . Zîndan ji Osmên re , dibe dibistaneke ji zanîn û têgihîştinê.

Piştî sal û nîvekê di zîndana Denizliyê de ; Osman tê berdan û vedigere mala xwe . Rewşa êl û malê kambax û xerab e . Me,morên dewletê piraniya zeviyên wan xistine bin lepên xwe . Osman û bîst û şeş axan ve , careke din tên girtiin .   Piştî demeke kin , Osman tê berdan.

Osman , di dawiya 1929 an de , dijminê herdu apên xwe Bedir Paşa dikuje û derbasî binxetê – Sûriyê – dibe.

Jiyana Osmên li Sûriyê :

Li gorî agahiyên birêz Hemreş Reşo Ku  , Osman di 24 – 11 – 1929 an de,  desbasî Sûriyê – Kobaniyê - dibe û  li Bozan begê dibe mîvan . Li Kobaniyê , Misteşarê Firansî wî agehdar dike ku , divê bi tu karê ranebe . Li mala Bozan begê , Osman mîr Celadet Bedir-Xan dinase . Piştî dîtina Celadet , Osman derbasî nêv refê  komela Xuyêbûnê dibe.

Celadet Bedir-Xan , Ji bo têkliya bi şoreşa Seyid Riza re , Osmên dişîne Dêrsimê . Osman bi cangorî berê xwe dide sînoran . Lê ,  ji ber Osman bê tecrûbe û tu karî veşartî nekiriye ; Zû bi zû çûna wî digihê destlata Tirk  . Careke din vedigere Kobaniyê . Li wir Misteşarê Firansî, armanca çûna Osmên dizane . Lewre jî, wî penaberî Reqayê dike . Li Reqayê , pir dijwariyan dibîne . Ji alîkî ve , bi zimanê Erebî nizane û ji aliyê din ve , bê pere dimîne. 

Piştî demekê li Reqayê dimîne , Komela Xuyêbûnê xebata serhildana ARARATÊ dike û rijîma Tirk , berê hêzên xwe dide çiyayên Araratê . Lewre , Xuyêbûn biryara şer di hêla sînorên Sûriyê re , bi pêşengiya Osman Sebrî distîne . Osman Sebrî , bi çend peyan ve,  sînorê dibirin . Piştî du rojan ji şer bi leşkerên ser sînorê re , Bozan û birê wî Mistefa Beg , ji hêla Firansa ve , tên girtin û penaberî Şamê dikin . Gava ev nûçe digihê Osmên; Peyên pêre , vedigerin Kobaniyê  . Osman bê hêvî berê xwe dide gundê xwe . Piştî sê , çar heyvan , ji nû ve , vedigere Sûriyê , li Til-Ebyedê dibe mîvanê Elî Efendî yê Siwêreklî  . Elî yê Siwêreklî wî li  nav êla Inizan vedişêre.

Di dawiya 1930 î de , Osman Sebrî derbasî Îraqê ( herêma Berzan ) dibe daku , alîkariya şoreşa Araratê bike . Li wir tê girtin û di zîndana Mûsil û Bexdadê de dimîne Di meha şeşan ya wê salê de , direve Ti-Elqed . Di sala 1935 an de , destlata Firansî Osmên penaberî  Eman û Felestînê dike. Di dawiya wê salê de , direve nav êla Berazan , dîsan tê girtin û du heyvan di zîndanê de dimîne . Di sala 1936 an de , destlata Firansî , Osmên penaberî girava MEDEQŞQER ( Efrîqiya ) dike  . Di sala 1937 an de , vedigere Lubnanê  û ji sala 1938 an ve , ta dwiya jiyana xwe li Şamê di bin cavdêriyê de dijî.

Guhartina Çekan :

Piştî Osman Sebrî , ji serhildaneke Kurd, bê hêvî dibe û li gorî heyam û mercên neçariyê , wek hemû têkoşer û rewşenbîrên Kurd yên penaberî dûriyê bûne , dibe xemxar û berketiyê. miletê xwe , bi rweş û yekitiya wê mijûl dibe. Têdigihê ku , xebateke dûr û dirêj divê , bingeha wê zanîn û xwenasîn e. Ji ber Kurdan ji  sedên salan ve , dîrok , ziman û çanda xwe bê xwedî hîştine , serê wan bi çanda beyaniyan hatiye dagirtin , ji ber wê jî kesîtiya  xwe ya Kurdayetî wenda kirine . Tiştê heyîna Kurdan ta îro parastiye , ne zanîn û mîraniya wan e;  Belê Ziman e . Di warê hînbûna zimanê dê de , hêjaye ku , em gotina O . Sebrî ya di pêşgotaina pirtûka, 8 hejmarên kovara Çiya de nivîsiye , ji xwedevanan re diyarkin : "  Sala 1930-1931 an , Firansizan em birek Kurdên gelparêz, nefî Şamê kiribûn . Ez di serê havîna 1931 an de , gîhabûm Şamê . Pitirî rojan, em dighan hev û li ser xebata welat û zarê Kurmancî dipeyivîn . Rojekê yekî ji hevalna got :

- Ji alîkî ve xebata welêt , ji aliyê din ji bo pêkanîna debara xwe divê em heryek digel zimanê Erebî zimanekî Ewropî baş hîn bibin.

Hemî hevalan ev gotin rast dîtin û heryekî ji wan zimanek bi nav kir . Di nav hemiyan de   deng ji min nehat . Hînga yekî ji hevalan got :

- Ka bêje Osman ! tu kîjan zimanî dixwazî ?

Hemî hevalan berî guhastin alî min û guhdariya bersiva min dikirin , min got :

 -Kurmancî:

Ji rehme lê Celadet Bedrirxan pêve hemî bi gotina min keniyan û li min vegerandin :

- Ma tu bi Kurmancî nizanî?

- Belê dizanim bipeyivim , lê herwekî divê nizanim pê binivîsim.  

- Mafir dizanî bipeyivî dê bikarî bi hêsanî binivîsî.

- Ev gotin ne rast e . Ma gelên mayî bi zimanên xwe nizanin ku deh-panzdeh salan di dibistanan de dixwînin heya hînî nivîsandina zimanê xwe bibin..?

Hîngê rehmetî Celadet Bedirxan got.

- Osman rast dibêje , zimanek bi hesanî nayê nivîsîn , jê re gelek west û xebat divê. Ez bi ziman mijûl bû me û dijwariya nivîsandina ziman dinasim.

Ji wê rojê de, bi qasî ku hevalan çav dabûn hînbûna zimanên biyanî ez jî bi nivîsandina zarê Kurdmancî mijûl dibûm . Îro ew kesên ku hîngê bi gotina min keniyan û zimanê biyanî hîn bûn tevî ku bi Kurdmancî xweş dipeyivin , lê nikarin çar hevokan bi Kurmancî li pêhev binivîsin."

Di warî zimên de kesên zana gotine : "   Nîşana gelparêziyê ya pêşîn bendewariya zimên e ".   Ji lewre kesê bi zimanê xwe re ne bendewer be, nikare bêje ez gelparêz im . Ji ber ku ziman di warên hişyarî , serxwebûn û pêşveçûna gelan de hîmê xurtir û bingenîn e . Çi gelê ji zimanê xwe re bêgane maye bi paş ketiye û çi gelê zimanê xwe berdaye wenad kiriye di nav gelan de bê şop û nav wenda bûye 1.

Lewre jî Osman Sebrî ,  çekên xwe diguhêre , çeka hişyarî , zanebûn , raman û zimanê dê  radike . Bi alîkariya mîr C . Berdir-Xan  hoyî nivîsandina Kurmancî dibe . Û li ser xebata Celadet ya ji bo zaravê Kurmancî Apo Osman weha dibêje : "  Zaravê Kurmancî bi xêra Celadet Bedirxan di nav çend salan de li Sûriyê, gavine fereh û mezin avêtin . ...... Ez bi xwe jî yek ji şagirtên dibistana wî me . Û bang li gelê xwe dike û dibêje : " Ez hêvî dikim  kî dixweze bi zaravayê Kurmancî binivîse an wî pêşve bibe , bila reya  xwe bi dibistana rehmetî xe û awayê nivîsanê jê hîn bibe2.  . Û ji heval û hogirên xwe dixwaze ku , berî hînbûna zimanê biyanî , divê Kurd  hînî zimanê xwe bibin , Osman Sebrî  û hin rewşenbîrên Kurd  mîna Cegerxwîn , Reşîdê Kurd , Dr Qedrî Can , E . Nafiz û H.W.D . bi pênûsîn xwe , kovara HAWAR û RONAHÎ dixemlînin . Hejmara dudiyê ji Hawarê , kurte helbesta Osman Sebrî ya bi navnîşana BERDÊLK 3 deweşîne . Li gorî agahiyên birêz H . Hebeş ku , Hawarê 37 berhemên O . Sebrî weşandine . 26 ji wan helbest û 11 jî li ser dîrok , civatnasî, ziman û folkilor in.

Osman Sebrî , piştî vegera Şamê , di Nadiyê Selah Eldîn de , bi dehan xortên Kurd fêrî zimanê dê dike.

Di sala 1955 an de , Osman Sebrî , H. Derwêş , , Hemze Niwêran , Ebdil-Mecîd Derwîş , M . Salih Derwîş . Ferhan El-îsa , Se’dela Îbrahîm û hin rewşenbîrên din û bi piştgiriya xanima Mîr Celadet , Rewşen Bedir-xan ,  Komele vejîna çanda Kud li dar dixin . Komele di demeke kin de , gol vedide û van pitûkên hêja  : A- áãÍÇÊ ãä ÊÇÑíÎ ÇáÇÏÈÇÁÇáÇßÑÇÏ   , bi zimanî Erebî , nivîsar : Rewşen Bedir-Xan . B- Bahoz , Derdên me û Alfeba bi zimanê dê ji nivîsarên Osman Sebrî . C- Kosmopolîtiyê , bi zimanê Erebî , nivîsar Ebdil-Rehman Zubêhî . D-  pirtûka birêz Samid Kurdistanî ( Cemal Nebez ) ya bi navê El-Ekrad bi zimanê Erebî û hin parçeyên bijarte , ji biryarên konfirasa duwem , ya partiya komonîst – Îraq - ya li ser doza Kurd diweşîne 4.

Damezrandina Partî

Di despêka sala 1954 na de , guhartinên nû li Sûriyê dest pê kirin . serbazên azad ( ÇáÖÈÇØ ÇáÇÍÑÇÑ  ) li Helebê li dijî serok Komara Sûriyê , Edîb Şîşeklî derketin , xwendekarên hemî dibistan û zanîngehên Sûriyê derketin holê . Di bin hukariya tevgera serbazên azad û piştgiriya gelê Sûriyê de, Edîb Şîşeklî di Sibata wê salê de , destlatê berdide û direve.

Heyamekî demokrat û nû li Sûriyî peyda dibe . jiyana siyasî vedigere . Bi dehan rojnamên partî û yên serbixwe derdikevin meydana welêt . Di havîna wê salê de . hilbijatina perlana herî demokrat di jiyana Sûriyê de derdikeve meydanê. Di bin hukariya wê heyamî de , Kurdperwer jî bi stubariya xwe radibin. 

Li gorî agahiyên birêz H . Derwêş , ya di pirtûka xwe , ya bi navê ( Ronahî li ser tevgea Kurd ) dide xuyan ku , Komela Vejîna Çanda Kurd dibe bingeha damezrandina partiya Kurd li Sûriyê.

Osman Sebrî , H . Derwêş û Hemze Niwêran 5. bi alîkariya Dr . N . Zaza û piştgiriya birêz Celal Talbanî ( endamê komîta navendî ya P.K.D.Îraq ) û (Ehmed Tewfîq ) Ebdela Îshaq  sekretêrê P . D. K . ya Îranî 6 . pirograma bingehîn ya partiya Kurd li Sûriyê datînin . Pirogiram bi zimanê dê û bi navê ( RÊZAN ) bi nav dibe û li çapxan ( KEREM  ) li Şamê tê çapkirin û di dawiya 1956 an de tê belavkirin . pirogiram ji sê beşan : Beşê siyasî , çandî û civakî  pêk hatiye.

Piştî pirograma bingehîn belav dibe , hersê birêz berê xwe didin Kurdhez û Kurdperweran . Osman Sebrî têkliyên xwe bi Reşîd Hemo , M .Elî Xoce , Şewket Ne’san û Xelîl Mihemed re  -ji Kurdaxê- datîne 7. piştî çend dîtinanan û bicîanîna têbînên wan , Reşîd Hemo porgiramê werdigerîne zimanî Erebî  û pişt re, herçar ji damezrandina partî re erê dikin . Di 14 ê Huzêran 1957 an de , li Heleb – mala M .Elî Xoce –civîna yekem li dar dikeve . Û komîta navendî ya Partî ji van birêzan: Osman Sebrî , Hemîd Derwêş . Hemze Niwêran , Reşîd Hemo , M . Elî Xoce , Xelîl Ebdela û Şewket Ne’san  pêk tê . Di dawiya 1957 ande , şêx M . Îsa 8 derbasî nav refê partî dibe û dibe endamê komîta navendî û di despêka 1958 an de , Dr . N . Zaza jî derbasî nav partî dibe û dibe yekemîn serokê partî.

Partî di demeke kin di nav gelê Kurd de  gol vedide û dibe hêzeke gelêrî . Lewre jî , Partiya Komonîst şerek dijwar bi Partî re li dar dixe.

Girtin û Nakokiyên di navbera Partî de

Piştî serkeftina şoreşa 14 ê Tîrmehê 1958 an li Îraqê û damezrandina komarê . Derfet û  heyamek nû ji Kurdan re peyda bû . Destûra nû ya komarê aşkere da xuyan ku Îraq ji du netewan pêk tê : Ereb û Kurd . Li gorî biryara navenda şoreşê , Berzaniyê nemir vedigere Îraqî . Ev bi xwe jî bibû sedema bi hêzbûna partiya Kurd li Sûriyê û di demeke kin de , partî gol vedide û dibe partiyeke gelêrî.

Di 1 ê Subata 1958 an de , yekîtiya Misir û Sûriyê li dar dikeve . Li gorî mercên yekîtiyê , hemî partî tên ji hev şelandin ( helkirin). Li şûna ev yekîtî bibe piştgir ji hêzên azadîxwaz û niştîmanperwer  , jiyana perlemanî , azadiyên bingehîn yên mafên mirovan  û jiyana gel pêş bixwe . Hemî mafên bingehîn yên mirovan tên perçiqandin  .  Lewre jî  , partiya Komonîst û partiya Kurd vê yekê napejrînin  û xebata xwe didomînin . wêlomê, destlata Sûriyê , partîzanên Komonîst û yên partiya Kurd digrin û davêjin binê zîdanan . Bi şêwekî hovîtî wan partîzanan dêşînin . Girtin ji sala 1958 ta 1960 î berdewam dike . Girtina herî bi ziyan , ya di 12 ê tebaxa 1960 î de bû . Di wê şevê de , hêzên parstinî , dest bi girtina hevalên partî , ji Şam , Heleb , Kurdax , Kobanî û seranserî herêmên Cezîrê dike . Girtiyên wê şevê digihên 80 î partîzanî , di nav wan de , Dr . N . Zaza , Osman Sebrî , Reşîd Hemo  jî hebûn.

Di zîndanê de û li ber dadgeha leşkerî , kirîza herî giran û şaşiya stiratîcî , di nêv rêberên partî de dest pê kir . Li wir cudabûnên mezin di nêrînên wan pêşengan de , diyar bûn û lêdaneke gewre li stiratîciya kêşa Kurdî li Sûriyê ket 9  . Wek tê xuyan ku , pêşengên partî , li pêş dadgehê nikanîbûn bervaniya pirogirama partiyê bikirana .  Nakokiyên di navbera wan de ta sala 1965 an berdewam kirin. Di wê salê de , partî dibe du partî 1- partî Demokat a Kurd li Sûriyê  2- partî Demokrat a Kurd a çep li Sûriyê.

Apo Osman , tevlî partiya çep dibe . Piştî demekê partiya çep berdide û li mala xwe rûdine.

Takê Vehesê:

Piştî Apo Osman ji nav refê partî derdikeve , dibe kanî û dareke mezin , siya xwe di ser keç û lewên Kurd re vedigre . Mala wî dibe dibistaneke Kurdperwerî , bi hemî hêza xwe ta dawiya temenê xwe , Kurdhez û Kurdperwer , ji wê kaniyê vedixwin û li bin siya wê darê vedihesin.

Apo O . Sebrî têkoşer , leheng û mêrxwez bû , jiyana xwe ji bo rizgariya welatê xwe kire qurban û di nav Kurdan de bû sembola gernasiyê. 

Ji bîranînên Apo

Rojekê , li mala wî , komek xortên Kurd civîn , li dawîyê , xortekî pirsî : Apo , tu çi pend û şîretan li me xortan dikî ? . Apo got : Apo , win dizanin çima Xwedê du guh û devekî daye mirov ?! . Ji ber em du caran bibîsin û carekê bipeyivin.?

Bi rastî , di vê dama me de , em Kurd û bi taybetî tevgera me , çiqas hewcedarî vê pendê ye.?!

Çend gotinên bingehîn yên Apo Osman

Mirov ku ,  bi zimanê xwe re , ne bendewar be , nikare idî’a bike ku , ew ji welatê xwe hez dike.

Gava tu bixwazî gelperweriya mirovekî nasbikî , ta kîjan derecê pêş ve çûye , binêre çiqas bi zimanê xwe re bendewa re.

Kesê ku , ehemiyetê nede zimanê xwe , di jiyana netewtî de tune ye.

Ziman weke asoya behrê ye , nêzîk xuya dike , lê çiqas diherî tim ewe.

Milet bi du tiştan hişyar dibe . Yek bi darê zorê , du bi xwandinê. 

Ez ji bo gel , ne gel ji bo min.

Xebata her kesî ji bo xwe ye . Mineta vî karî tuneye.

Berhemên Osman Sebrî yên çapkirî :

1-        Gotarên xav nepijîn bê tav . Almaniya 1981 . birêz H . Reşo amade û çap kiriye .

2-        Alfabêya Tikuz 1962

3-        Çar Leheng . 1984 . Şam 40 rûpel.

4-        Bahoz û çend nivîsar . 1956 . 68 rûpel.

5-        Derdên me . ( Gotar û Helbest)

6-        Alfabêya Kurdî 1955 . Şam . 56 rûpel

7-        Dîwana Osman Sebrî . 1998 . Stokholm  215 rûpel

8-        Bîranînên O . Sebrî  . 2003

Cavkanî  

- Raperîna çanda Kurd di kovara Hawarê de – birêz Husên Hebeş

- Pêşgotina dîwana Derdên Me – birêz Hemreş Reşo

- Ronahî li ser tevgera Kurd li Sûriyê – birêz Hemîd Derwêş

- Kovara Hawar – Hejmar 2  Birêz Mîr Celadet Bedir-Xan

- 8 hejmarên Kovara Çiya – Birêz Hemreş Reşo

- Kurteliva konevanî ya nû li çiyayê Kurmênc ( Efrîn)  ãæÌÒ ÇáÊÍÑß ÇáÓíÇÓí ÇáÍÏíË Ýí ÚÝÑíä ( ÌÈá ÇáÃßÑÇÏ ) Destnivîsa birêz Şewket Henan  . Ev   destnivîs ne belavkiriye

- Ji dîroka tevgera rizgarîxwaza niştiman a Kurd li Sûriyê . Birêz M . Mile Ehmed

- Bîranînên mamoste – Osman Sebrî – Wergerandina birêz Horamî Yezdî û   Dîlawerê  Zengî

- Sê berhemên Osman Sebrî . Gotara Lokman Polat .  Malpera Tîrêj .

-Gotara Emîr Şnayîwend ya bi navê : O . Sebrî Apoyê gelê Kurd e- Malpera Tîrêj

- Kovara Rewşen . Hejmar – 3 -

Têbîn

*- Birêz Husên Hebeş dibje ku , O . Sebrî di 07 -12 -1905  ji dayîk bû ye.

1-        Gotara pêşgotina 8 hejmarên kovara Çiya

2-        Gotara bi navê ( Pîrozî ) . kovara Çiya H . 2

3-        Ev helbest di sala 1930 î de , li kaniya Ereban ( Kobaniyê ) hatiye nivîsandin . Hawar hejmar 2

4-        Pitûka Ronahiya li ser tevgera Kurd –   H . Derwêş

5-        M . Mele Ehmed dibêje ku , pirograma bingehîn ,  Osman Sebrî nivîsiye û hin caran H . Derwêş pê re dibe alîkar û li  dawiyê Hemze Niwêran dibîne û di pişt re C . Talbanî û Dr . N . Zaza nêrînên xwe didin xuyan  û çêra Emed Tewfîq nake.

6-        Wê hîngê herdu : Celal û Ebdela li Sûriyê dijîn .  -   H . Derwêş

7-        Herçar endamên partiya komonîst  bûn . -   H . Derwêş  

8-        M . Mele Ehmed dibêje ku , Şêx Mihemed îsa di despêkê de , endamê komîta navendî bû . Û Şewket jî di destnivîsa xwe diyar dike.

9-        Nakokiyên di navbera pêşengên partî , di zîndanê de peydabûne , li gorî   agahiyên birêz Hemîd Derwêş, Reşîd Hemo , M . Mel Ehmed , Şewket Ne’san  ... cuda ne.

05/12/2004

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]