NEWROZ

äæÑæÒ


5/8/2005

Rêz û silav li civata

14-ey Hizêrana 1957–an

Sînorê Yekta

Rojnama Newroz - hejmar/62/

Li havîna sala 1957-an, roja 14-ey Hizêranê li bajarê Helebê, li mala Mihemed Elî Xoce ji Mabeta civateke dîrokî dihate lidarxistin, tê de biryara aşkerekirina damezrandina yekemîn partiyeke siyasî bona Kurdên Sûriyê dihate dan. Beşdarên wê civata bi nirx ya ku bargiraniya wê biryarê hildabûne ser milan û li xwe girtibûn, heft camêr bûn, jê sê hê saxin û çaran jî koç barkirine, rehma Xwedê li wan be, Ji mamoste Mihemed Elî xoce de bigir, di parêzer Şewket Nesanê Tilifê re derbazbe, ta tu bigihê Hemze Niwêranê Qeremanê û têkoşerê navdar Osman Sebrî ji Kurdistana Bakur .

Yek ji hersê camêrên ku hê sax dimînin û dijîn, birêz Reşîd Hemoyê Hopka ye, yê dî Dr. Xelîl Mihemedê Keferdelê jorî ye, û yê dîtir Sekretêrê Parta demokrat a kurd a pêşverû li Sûriyê mamoste Hemîd Derwîş e.

Wê hingê ango ji berî 48 salan, kesên xwedî (birovê û lîse) di nav kurdên Sûriyê de li ser tiliyan dihatin jimartin. Civaka Kurdan çi li Cizîrê, Kobaniyê, çi jî – kêm zêde – li kurdaxê, civakeke dûrî bajarvaniyê li şûn bû, bingeh û stûnên wê yên sereke xwedîkirina pez û cotê dewêr bû, gundîtî, têkiliyên axatî, eşîr û êlperestî, digel cîgehekî xurt ya rol û kartêkirina dîndiyanetê bû, nemaze ûcaqên sofîtiyê di nav miletekî belangaz de. Bi vî hawî rê li ber rêxistin û siyasetê di zikê rewşeke weha zor dijwar de dihate qelaştin…digel berdewamiya fêrkirina xwendin û nivîsandina bi kurdî û weşandina belavok û bernama siyasî bi zimanê dê.

 Hêjayî gotinê ye ku tevî nemir Dr.Nûredîn Zaza ne ji beşdarên civata 14-î Hizêrana 1957-an bû, lê piştgir û xwediyê roleke sereke di pêşkêşkirina bernama siyasî ya partiyê de bû. Û piştî aşkerekirina partiyê bi demakî ew û herduyên rehmetî Şêx Îsayê Til-lêlûnê û Mile Şêxmûsê Hesarê (Cigerxwîn) derbazî nav rêzên partiyê dibûn.

Xelkê bi dilsozî û dilgermî berê xwe dida parta xwe ya netewî ya taybet, bê ku bingehek xurt ji zanyariya siyasî re hebe, ango digel vê parta xwe ya taybet zanibe gelo berê wî li çi û li kû ye, û ji kû heya kû wê karibe hespê xwe bajo, daxwaz û xalên bernameyke siyasî bi cî bike.

Vêca li Sûriyê di siha rijîmên nedemokrat û dewleteke bê Qanûn de, keftelefta têkilheviya nakokiyan, tevliheviya berjewend û siyasetan, bê guman gelek derd û nexweşiyên giran peyda dibin û têne holê.

Lê, li hember setemkarî û mafxweriya dewletê, Tevgera Kurd li Sûriyê bi gelemperî ji roja roj de li ber xwe daye û her dê li ber xwe bide, ji ber ku pirsa Kurd li Sûriyê pirseke mafdar û dadmend e û bêguman çareseriya wê jî di çerçewa çareserkirineke demokratîk de ciyê xwe digre û rê li ber Aştî, Azadî û Wekheviyê vedike.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]