NEWROZ

äæÑæÒ


5/6/2006

Vedengiya Kongira Broksel-ê (Kelmis)...û helwestek bêalî

Hêmin Kurdaxî

Gotina ku ev  demekê dirêj e tê zimên , ewa  ku dibêje, tevgera kurd tirsonek e, pêçî di nav de hene, ango girêdayî rêjîmê ye... ev nêrîn û dîtin û hêdima hin ciwanmêran bawer kiriye û li gor vê têghêjtinê an jî dixwazin wa têbighêjin, gotin û danûstandinan dikin, li gor vê baweriyê jî ji tevgerê ve nêzîk dibin.  

Gotina hêja Şêrguh Ebbas bi beşê Kurdî ê radioyê Emerîka re û di hin malperan de jî belav bû, ku têde Hevbendî û Bera Kurd tirsonek û girêdayî dibîne, girêdan û newêrekbûna van herdu hêzan û yên din jî, wek sedem ji nebeşdariya wan ji kongirê Kelmis- Broksel-ê  re  dibîne, lê mixabin vedengiya vê têghîştinê bi hêz di mejiyê hin kesan de heye û di nav beşdarên kongirê de jî hebû, bêtirî carek di kongirê de hate gotin ku, rewşa tevgerê li hundir awerteye ji ber wê nikarîn amade bibin, ji ber ditirsin; helwestin weha qels didin, ew ne çalak in û ne jî ji çalakiyan hez dikin û xêzine sor hene nikarin derbas bikin...

Ev paşxaneya ramiyarî, mirovan berve hin pisgirêkan dikşîne hin pirsan dadixe holê, dihêle mirov bide dûv hin têgehan daku rê û qurzîkan li pêşiya xwe zelal û ronahî bike, daku mirov karibe tengtir bike, divê em hinek pirsan bikin û herkes li gorî xwe bersivê bide, em dikanin weha şîrove bikin; Tevgerek tirsok û newêrek dikane miletekî wêrek pêşkêş bike, pîvanên wêrekî û newêrekiyê çine, armanc çiye ku hin dixwazin baweriya gel bi tevgerê nehêlin, bi vê armancê çi pêk tê û li dawiya dawî kî sûdê ji va xireciran werdigre?... Gava herkes li gorî xwe van pirsan bibersivîne dê bi asanî têbighe ku pirsgirêkên me çi ne. 

Bê dudilî ez dikanim bêjim ku sedema nehatina van hêzan, ne jiber tirsê ye, ne jî, wêrekiya wan kesan û hêzan ji ên hatine beşdarî konfiransê bûne hindiktirin, ne jî ku ev hêz ji xebata wêrek dûr in, ew di nav gelê xwe de ne, ew bi gelê xwe re birçî dibin, bi gelê xwe re jana bêpariyê dikişînin bi destên xwe şehîdên xwe vedişêrin, ji keskê wan ta zerê wan û hemû rengên wan ew tev wêrek û xebatkar in, grîng e mirov van rastiyan bêje, li hember zêdegaviyan bêdeng nemîne û vê tevgerê bi gunehên ku nekirine tewanbar neke, lê nexweşiyên vê tevgerê hene divên bên derman kirin, ji ber vê jî ev tevger ji hêza xwe ve perçe  ye qels e.                            

Di nêrîna min de ev nêzîkbûn û têgehek şaş e,  ji ber, eger rast be, tevgera me girêdayî û tirsonek be çima em wan vexwendeyî konfransan dikin!! eger ew - Tevger serûber - nûnertiya gel nake - çima ew bi rawestandan serhildan an bûyerên 12 Avdara 2004ê tên gunehkar kirin!! dîsan jî çima va tevgera bi dijberiya viyana gel û dûrketina wan ji daxwazên gel tewanbar dibe!!?

Lê di vê derê de çi heye; newekhevdîtin, newekhevtêghijtin heye, ew jî li her welatekî çê dibe, di nav her gelekî pêşketî an paşketî de rû dide, bi raya min em kurd (bi şêweyekî tevayî) eger ne bicarekê be, lê bi kêmayî, em baş nizanin bi vê xalê re bidin û bistînin, em nizanin ne wek hevbin û rêzê ji hev re bigrin, di piraniya caran de me ji dêvla dijminê xwe ve şerê hevudu kirî, , me hev talan kirî, me hev şerpeze kirî, me hev kuştî,  îro jî, li gor dema nûjen û pêşketî  em bi çekine pir klasîk û avêtî û jibermayî em berê xwe didin hev û destên xwe di tenî dikin û di rûye hev didin, ji ber ku em cudahîyê nakin navbera cêwaziya nêrînan ji aliyê siyasî, ramyarî ve, em dikanin zû-zû hev tewanbar û biçûk bikin û pûç bikin û bi kaxizine pir erzan hev bişewtînin.  

Bêguman kesên amadekarên Konfransê Kurd in, dilêş in, welatparêz in, ew jî xwedî nêrîn in, ti kes nikare tersî van gotinan piştrast bike, eger gumanên hin kesan bi belge hene ji kerema xwe re bila diyar bikin, ne pirsên vekirî ku kesayetiyên mirovan birîndar dikin, di hin malper û koçkan de bînin ziman . Ji ber vê jî mirov hewce nabîne ku hin nûnerên tevgerê derkevin û pirsên weha bikin: Ew çi kes in.. lawên kê ne û bavên wan kî ne... kî li paş û li pêş wan in,  gelo ne wekheviya nêrînan bi van gotinan tê pejirandin!!!? an, bi çanda guman-pêkirinê û biçûkkirinê, diyalog û çareserî dibe?? Ez dibînim ev jî rengekî ji têrora ramyarî ye, ango rêgirtin e, nedayîna derfetan e. Helbet her kes bavekî wan heye, ji dayîkekê bûye û bêguman xûşik û biryayên wan jî hene, ew dikanin dilêşê gelê xwe bin. 

Di rastiyê de, em gazinan ji hev dikin gel û kesyatiyên serbixwe (bêalî) ji alîkî ve û tevger ji alîkî din ve, ew jî tiştekî serûştî ye, rewşa  gelê me û bindestiya me û hovîtiya û pêlankirina teliheviyan ji aliyê rêjîma Sûrî ve, ev kavil û tabloyê heyî afirandiye, di nêrîna min de wê hîna bêtir konfrans bêne çêkirin û komîte werin damezrandin, îro li Broksel-ê bû siba dê li Parîsê be rojek din dê li Hewlêrê be, dê li Mosko û Athîna be, lê ev tev de dê bimînin hewldanin hêja, dibe piştgirî ji revenda me ya kurd li derve ji van hewldanan re bêye dayîn û em pêre bin an jî eger ne pêra bin, em wê çaxê divên rêzgirtin ji liv û lebata van kesan re girtin, lê di baweriya min de nabe berdêla Kongrê Qamşloyê an jî ya Kobanî û Efrînê, lê ev hewldanên hêja gavine li ser wê rêyê ne, dê li ser xaka xwe ya serûştî berhem bidin.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]