NEWROZ

نوروز


4/8/2007

Îstatîstîka berfireh ya hilbijartinê 2007 an diyar bû

Xebata li ser îstatîstîka hilbijartina 2007 an ku tenê berê xwe dide bajarên bakurê Kurdistanê bi dawî hat û hate belavkirin. Îstatîstîk, serkevtin û têkçûna partiyên polîtîk, yên MHP, CHP, Partiya AK ê û DTP ê hemêz dike. Encama hilbijartinên 2002 an dide ber ya 2007 an û ji gelek awiran ve hejmarên balkêş pêşkêşî xwendevanan dike. Îstatîstîk ji aliyê "Zarathustra News Service" ve, ku navenda xwe li Stockholmê ye hate amadekirin û bi nirxandina gerînendeyê servicê rojnamevan-nîvîskar Gabar Çiyan re di qûncika wî ya di "lotikxane.com" de, di bin sernîvîsa "Encama Tuğluk ê" de hate weşandin.

Fermo îstatîstîka hilbijartina 2007 an û nirxandina Çiyan:

Encama Tuğluk ê

Gabar Çiyan

Di serî de divê ez bêjim ku ez dostê DTP ê me. Hayê wî jê hebe an tune be, ne giring e, lê weke kes û malbat hezkirin û rêzdariya me ji bo Ehmed Türk bûye, heye. Bavê min gelek caran qala dostaniya xwe û rehmetiyê Evdirrehîm Türk kiriye...

Lê hezkirina şexsî û rêzgirtin nikare bibe sedem ku mirov qala şaşîtiyan neke. Ji xwe dostên rastgo, bi rexne, pêşniyar û peyvên xwe yên tehl gelek caran dikarin dilên dostên xwe ji xwe bihêlin. Lê paşê tê fêmkirin ku dostên esîl, ji hevalên şelaf û "kûndîtiya wan ya serxwêr" baştir e.

Ne tenê DTP ê, ez xwe dostê hêz, dezgehên netewî û xebatkarên medîa kurdî dibînim. Ez wek xebatkarek serbixwe ji yê medîa kurdî, piştgiriya xebatên wan yên erênî dikim. Pîvana min parastina berjewendiyên netewî ye. Dema şaşitî bên kirin, wezîfeya medîa serbixwe û netewî ew e ku xeletiya wan bîne bîra wan û helwesta xwe diyar bike. Ji li aliyê din jî bi lêkolîn, îstatîstîk û xebatên cewaz alîkariya wan bike. Bê guman weke însan, dikare xeletiya me jî çêbibe, mîna ku em rexneyan dikin, pêwîst e em jî ji rexneyên erênî re vekirî bin.

Li hemberî xeletiyan bê helwêstmayîn ne karê me ye. Rexne û helwesta me, rêyeke erenî û tilînîşandana xeletiyan e, û xwestina guhertina metodên şaş e, piştgiriya pêşketin û konaxeke nû ji bo hevkarî û serkevtinê ye... 

Wekîlê hevserokê DTP ê Nurettin Demirtaş diyar dike ku DTP di hilbijartina 2007 an de ne winda kiriye û ne jî serketî ye. Di daxuyaniya xwe de qala kêmasiyên partiyê dike û dibêje ku, ew ê ji bo serastkirina xeletiyan tiştên pêwîst bikin...

Helwêsta Demîrtaşî li hember xeletiyan cihê kêfê ye û bi nirx e. Lê dema DTP, ji hilbijartina 2007 an, ji xwe re paya serkevtinekê derxîne, şaş e. Ji ber ku îstatîstîkên li ber destê me tiştekî din dibêjin.

Divê bê gotin ku nirxandina şaş û xebatên li ser nirxandinên şaş bêne ava kirin piştî demekê dê çi sûdan negihêjîne xwediyê/n xwe. Pir giring e ku DTP ne bi berçavka xwe, lê ji awira normên cîhanî ve hilbijartinên 2007 an binirxîne. Hilbijartin ne mîna bilêta milli piyango ye (lotto) ku car carna ne qezencê bide û ne jî xesarê, û ji mirov re "amortî" derkeve.

Istatîstîka ku ji aliyê "Zarathustra News" ve hatiye amadekirin berevajiya nirxandina Demirtaşî derdixîne holê. Îstatîstîka bajarên Amedê, Hakariyê, Mêrdînê, Agiriyê, Bîngolê, Erziromê, Qersê, Mûşê, Rihayê, Wan ê, Batmanê, Şirnexê û Dêrsimê dîtinên Demirtaş napejirine:

Li Kurdistanê (bajarên jimartî) bi qasî 2 824 311 deng hatine bikaranîn. Partiya AK ê, kêm zêde li tevayê bajarên Kurdistanê (%) serkevtinek mezin bi dest xistiye. Dengên girtiye bi tevayî 1 419 406 e. Di navbêra hilbijartina 2002-2007 an de 806 828 deng li yên xwe zêde kiriye. Li Amedê, Agiriyê, Bîngolê, Erziromê û Rihayê bi dengên girtiye û li gorî hejmara rûniştvanan (%) piştgirya ku bidest xistiye ber bi rekorê ve çûye. Dema mirov dengên hatiye dayîn bide serhevûdû dê bibîne ku kurda ji % 46.23 dengên xwe dane Partiya AK ê.

CHP û MHP li Kurdistanê ber bi îflasê ve diçin, rengên wan hêdî hêdî winda dibe. Herdu partiyan di navbêra herdu hilbijartinan de zêdeyî 120 000 deng winda kirine. Ev yek nîşan dide ku Gelê Kurd neyarên xwe baş nas dike û dawiya wan tîne.

DTP ê ji bilî Colemerg û Şirnexê pêve, li tevayê bajarên din deng winda kiriye. Dema mirov dengên winda têxe ser hevûdu dê bibîne ku di navbêra hilbijartinên 2002-2007 an de dengên xwe ji % 8.35 kêm bûne. Ev kêmbûna dengan bi tevayî li dora 170 000 î ye. Ew rastiyekî tîne zimên ku baweriya bi DTP ê kêm bûye.

Di hilbijartinên 2002 an de Dehap ê li Kurdistanê û li Tirkiyê ji % 6.22 deng girtiye. Encama dengên 2007 an diyar e. Namzetên serbixwe li tevayê Tirkiyê (Muhsin Yazicioğlu, Mesut Yılmaz, Kamer Genç ûhwd. jî di nav de) ji % 5.20 deng girtine. Li gorî vê DTP dikare tenê qala têkçûnê bike...

Îstatîstîka tevayî ya bajarên Kurdistanê wisan e:

Amed:  Hejmara dengan, di 2002 an de 615 103, di 2007 an de 674 136 e. Hejmara dengên hatiye bikaranîn, di 2002 an de 437 595, di 2007 an de 471 006 e.

Dehap ê, di 2002 an de 236 689 (% 56. 13), DTP ê di 2007 an de 200 747 (% 43. 5) deng girtine. Dengên hatine windakirin 35 942 (-% 12.63) e. DTP, li Kurdistanê dengên herî bilind ji Amedê girtiye. Lê dema bilindbûna dengan (%) li gorî nifûsa bajêr bê hesibandin, Amedê, bajarê 3:em ku bi xurtî piştgirî daye DTP ê.
Partiya AK ê di 2002 an de 67 298 (%15. 96), di 2007 an de 190 313 (%41. 23) deng girtiye. Dengên ku zêde girtine 123 015 (+%25.3) e. Amedê di nav bajarên Kurdistanê de bajarê 3:em ku bi hejmara dengan û bilindbûna dengan li gorî nifûsê (%) piştgiriya xwe daye Partiya AK ê. 
CHP ê di 2002 an de 24 963 (%5. 92), di 2007 an de 8 884 (% 1. 92) deng girtine. Dengên hatine windakirin 16 079 (-% 4) e. 
MHP ê di 2002 an de 6 415 (%1, 52), di 2007 an de 13 186 (%2, 86)  deng girtine. Dengên zêde bûne 6 771 (+%1. 34) e.

DTP ê li Amedê baweriya bi xwe her ku diçe winda dike. Partiya AK ê pêş ketiye. CHP ê winda kiriye û MHP ê ji DTP ê bêhtir pêşketin (%) bi dest xistiye.

Colemerg (Hekarî): Hejmara dengan, di 2002 an de 95 937, di 2007 an de 103 150 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 77 662, di 2007 an de 89 284 e.

Dehap ê di 2002 an de 33 881 (%45. 10), DTP ê di 2007 an de 43 830 (%50.11) deng girtine. Dengên zêde bûne 9 949 (+%5.01) e. Hekarî bajarê 2:em e ku li gorî nifûsa bajêr (%) piştgiriya DTP ê kiriye.
Partiya AK ê di 2002 an de 5 115 (%6. 81), di 2007 an de 28 937 (%33. 08) deng girtine. Dengên zêde bûne 23 822 (+%26. 27) e. 
CHP ê di 2002 an de 6 121 (%8.15), di 2007 an de 3 080 (%3. 52) deng girtine. Dengên kêm bûne 3 041 (-%4. 63) e.
MHP ê di 2002 an de 2 994 (%3. 99), di 2007 an de 1 658 (%1. 90) deng girtine. Dengên kêm bûne 1 336 (-% 2. 09) e. 

DTP li Colemergê li gorî girtina hejmara dengan hêza 1:em e. Lê ji awira pêşketinê ve (%) piştî Partiya AK ê tê.

Mêrdîn: Hejmara dengan, di 2002 an de 312 132, di 2007 an de 311 655 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 236 836, di 2007 an de 244 355 e.

Dehap ê di 2002 an de 89 113 (%39. 58) , DTP ê  di 2007 an de 84 021 (%34. 86) deng girtine. Kêmbûna dengan 5 092 (-%4. 72) e. 
Partiya AK ê di 2002 an de 34 716 (%15. 43), di 2007 an de 105 535 (%43.  78) deng girtine. Zêdebûna dengan 70 819 (+% 28. 25) e.
CHP ê di 2002 an de 26 151 (%11. 62), di 2007 an de 16 535 (%6. 86) deng girtine. Dengên kêm bûne 9 616 (-%4.76) e.
MHP ê di 2002 an e 6 241 (%2. 77), di 2007 an de 3 179 (%1. 32) deng girtine. Dengên kêm bûne 3 062 (-% 1.45) e.

Partiya AK ê serkevtî ye. DTP û CHP deng winda kirine, xesara MHP ê hindiktir e.

Agirî: Hejmara dengan, di 2002 an de 210 094, di 2007 an de 218 439 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 153 636, di 2007 an de 165 516 e.

Dehap ê di 2002 an de 51 947 (%35. 06), DTP ê di 2007 an de 37 316 (%22. 86) deng girtine. Dengên kêmbûne 14. 631 (-%12.2) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 26 219 (%17. 70), di 2007 an de 103 362 (% 63. 34) deng girtine. Dengên zêde bûne 77 143 (+% 45.64) e. Li gorî hejmara nifûsa xwe (%) bajarê 3:em ku piştgirî daye Partiya AK ê.
CHP ê di 2002 an de 14 230 (%9. 61), di 2007 an de 4 231 (%2. 59) deng girtine. Dengên kêm bûne 9 999 (-%7.02) e.
MHP di 2002 an de 7 835 (%5. 29), di 2007 an de  5 988 (%3. 67) deng girtine. Dengên kêm bûne 1847 (-%1.62) e.

Partiya AK ê serkevtî ye. DTP, paşê CHP û MHP piştgiriya xwe piralî winda kirine.

Bîngol: Hejmara dengan, di 2002 an de 119 040, di 2007 an de 133 561 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 94 211, di 2007 an de 113 454 e.

Dehap ê di 2002 an de 19 709  (% 22. 18), DTP ê di 2007 an de 15 330 (%13. 76) deng girtine. Dengên kêm bûne 4 379 (-% 8.42) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 28 198  (%31. 73),  di 2007 an de 79 738 (%71. 57) deng girtine. Dengên zêde bûne 51 540 (+% 39.84) e. Bajarê 1:em ku li gorî hejmara xwe (%) piştgirî daye Partiya AK ê.
CHP ê di 2002 an de 6 998 (% 7. 88), di 2007 an de  4 684 (%4. 20) deng girtine. Dengên kêm bûne 2 314 (-%3. 68) e.
MHP ê  di 2002 an de 7 801 (%8. 78), di 2007 an de 2 779 (%2. 49) deng girtine. Dengên kêm bûne 5 022 (-% 6. 29 ) e.

Partiya AK ê serkevtî ye. DTP, paşê CHP û MHP piştgiriya xwe piralî winda kirine.

Erzirom: Hejmara dengan, di 2002 an de 458 895, di 2007 an de 451 506 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 346 146, di 2007 an de 373 909 e.

Dehap ê di 2002 an de 33 291 (%9. 84), DTP ê di 2007 an de 16 878 (%4. 56) deng girtine. Dengên kêm bûne 16 413 (-%5. 28) e. Li Kurdistanê, li gorî nifûsa bajêr (%) piştgiriya herî kêm daye DTP ê.
Partiya AK ê  di 2002 an de 184 870 (%54. 65), di 2007 an de 251 939 (%68. 09) deng girtine. Dengên zêde bûne 67 069 (+%13. 44) e. Bajarê 2:em ku ji aliyê dengdayînê û li gorî rûniştvanan (%) piştgiriya Partiya AK ê kiriye.
CHP ê di 2002 an de 19 495  (%5. 76), di 2007 an de 17 311 (%4. 68) deng girtine. Dengên kêm bûne 2 184 (-%1. 08) e.
MHP ê di 2002 an de 36 749 (%10. 86), di 2007 an de 50 231 (%13. 58) deng girtine. Dengên zêde bûne 13 482 (+% 2. 72).

Partiya AK ê serkevtin bi dest xistiye. MHP bi pêş ketiye. DTP ji CHP ê bêhtir deng winda kiriye.

Qers: Hejmara dengan, di 2002 an de 176 648, di 2007 an de 170 527 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 126 085, di 2007 an de 125 503 e.

Dehap ê di 2002 an de 23 659 (%19. 58), DTP ê di 2007 an de 16 014 (%12. 94) deng girtine. Dengên kêm bûne 7 645 (-%6. 64) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 20 831 (%17. 24), di 2007 an de 51 625 (%41. 72) deng girtine. Dengên zêde bûne 30 794 (+% 24. 48) e.
CHP ê di 2002 ande 20 227 (%16. 74), di 2007 an de 16 655 (%13. 46) de deng girtine. Dengên kêm bûne 3 572 (-%3. 28) e.
MHP di 2002 an de 14 257 (%11. 80), di 2007 an de 24 493 (%19. 79) deng girtine. Dengên zêde bûne 10 236 (+ % 7. 99) e.

Partiya AK ê serkevtin bi dest xistiye. MHP bi pêş ketiye. DTP ji CHP ê bêhtir deng winda kiriye.

Mûş: Hejmara dengan, di 2002 de 168 085, di 2007 an de 181 137 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 133 873, di 2007 an de  143 003 e.

Dehap ê di 2002 an de 49 302 (%38. 09), DTP ê di 2007 an de 47 248 (%33. 67) deng girtine. Dengên kêm bûne 2 054 (-%4. 42) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 21 876 (%16. 90), 2007 an de 54 041 (%38. 51) deng girtine. Dengên zêde bûne 32 165 (+% 21. 61) e.
CHP ê di 2002 an de 8 067 (%6. 23), di 2007 an de 4 395 (%3. 13) deng girtine. Dengên kêm bûne 3 672 (-% 3.1) e.                                                                                                          MHP ê  di 2002 an de 3 999 (%3. 09), di 2007 an de  3 230 (%2. 30) deng girtine. Dengên kêm bûne 769 (-% 0.79) e. 

Partiya AK ê serkevtî ye.      

Riha: Hejmara dengan, di 2002 ande 570 168, di 2007 an de 553 032 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an 444 163, di 2007 an 451 796 e.

Dehap ê di 2002 an de 83 600 (%19. 28), DTP ê di 2007 an de 27 125 (%6. 10) deng girtine. Dengên kêm bûne 56 475 (-%13.18) e.
Partiya AK ê  di 2002 an de 98 331 (%22. 90), di 2007 an de 266 408 (%59. 86) deng girtine. Dengên zêde bûne 168 077 (+%36. 96) e. Li Kurdistanê bajarê 1:em ku bi hejmara dengan piştgirî daye Partiya AK ê.
CHP ê di 2002 an de 42 946 (%9. 90), di 2007 an de 21 502 (%4. 83) deng girtine. Dengên kêm bûne 21 444 (-%5.7) e.
MHP ê di 2002 an de 34 442 (%7. 94), di 2007 an de 24 436 (%5. 49) deng girtine. Dengên kêm bûne 10 006 (-%2.45) e.

Partiya AK ê piştgiriyek xurt ji rûniştvanan girtiye. Ji awira baweriya dengdaran xesar li DTP ê, paşê li CHP ê û MHP ê bûye.

Wan: Hejmara dengan, di 2002 an de 341 562, di 2007 an de 414 681 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 268 840, di 2007 an de 313 227 e.

Dehap ê 2002 an de 105 320 (%41. 05), DTP ê di 2007 an de 92 443 (%30. 21) deng girtine. Dengên kêm bûne 12 877 (-% 10.84) e. Bajarê 2: em e ku bi dengên xwe piştgiriya DTP ê kiriye.
Partiya AK ê 2002 an de 66 797 (%25. 86), di 2007 an de 163 142 (%53. 31) deng girtine. Dengên zêde bûne 96 345 (+%27. 45) e.
CHP ê di 2002 an de 13 371 (%5. 21), di 2007 an de 12 646 (%4. 13) deng girtine. Dengên kêm bûne 725 (-% 1.08) e.
MHP ê di 2002 an de 8 297 (%3. 21), di 2007 an de 9 918 (%3. 24) deng girtine. Dengên zêde bûne 1 621 (+% 0.03) e.

Dengên bilind gihiştiye DTP ê. Lê baweriya li DTP ê kêm bûye. CHP winda kiriye. Partiya AK ê serkevtin bi dest xistiye. Biçûk be jî pêwîst e qala serkevtina MHP ê jî bê kirin.

Batman: Hejmara dengan, di 2002 an de 201 528, di 2007 an de 213 03 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 152 854, di 2007 an de 161 207 e.

Dehap ê di 2002 an de 70 027 (%47. 10), DTP ê di 2007 an de 61 694 (%39. 01) deng girtine. Dengên kêm bûne 8 333 (-% 8. 09) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 30 654 (%20. 62), di 2007 an de 73 137 (%46. 25) deng girtine. Dengên zêde bûne 42 483 (+%25. 63 e) e.
CHP ê di 2002 an de 10 229 (%6. 88), di 2007 an de 6 059 (%3. 83) deng girtine. Dengên kêm bûne 4 170 (-%3. 05) e.
MHP ê  di 2002 an de 2 942 (%1.98), di 2007 an de 1 481 (% 0. 94) deng girtine. Dengên kêm bûne 1 461 (-%1. 04) e.

Ji bilî Partiya AK ê pê ve, partiyên din tev baweriya bi xwe kêmtir kirine.

Şirnex: Hejmara dengan, di 2002 an de 142 173, di 2007 an de 151 874 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 108 530, di 2007 an de 129 040 e.

Dehap ê di 2002 an de 47 567 (%45. 94), DTP ê di 2007 an de 68 198 (%53. 57) deng girtine. Dengên zêde bûne 20 631 (+% 7.63) e. Li gorî hejmara nifûsê (%) bajarê 1:em ku piştgirî daye DTP ê.
Partiya AK ê di 2002 an de 14 512 (%14. 02), di 2007 an de 35 520 (%27. 90) deng girtine. Dengên zêde bûne 21 008 (+% 13. 88) e.
CHP ê di 2002 an de 4 876 (%4. 71), di 2007 an de  8 159 (%6. 41) deng girtine. Dengên zêde bûne 3 283 (+%1.7) e.
MHP ê di 2002 an de 2 979 (%2. 88), di 2007 an de 2 549 (%2.00) deng girtine. Dengên kêm bûne 430 (-%0.88) e.

DTP pêş ve çûye, bawerî bi xwe aniye. Lê baweriya zêde li gorî pêşketina partiya (%) dikeve paya Partiya AK ê.

Dersim: Hejmara dengan , di 2002 de 57 002, di 2007 an de 55 351 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 42 420, di 2007 an de 43 013 e.

Dehap ê  di 2002 an de 13 437 (%32. 58), DTP ê di 2007 an de 11 515 (%27. 11) deng girtine. Dengên kêm bûne 1922 (-% 5.47) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 2 727 (%6. 61), di 2007 an de  5 275 (%12. 42) deng girtine. Dengên zêde bûne 2 548 (+% 5.81) e. Bi dengên xwe piştgiriya herî kêm daye Partiya AK ê.
CHP ê di 2002 an de 10 144  (%24. 59), di 2007 an de 7 052 (%16. 60) deng girtine. Dengên kêm bûne 3092 (-% 7.99) e.
MHP ê di 2002 an de 4 057 (%9.84), di 2007 an de 2 767  (%6. 51) deng girtine. Dengên kêm bûne 1290 (-% 3.38) e.

Di rastiyê de, li Dersimê baweriya li hemberî partiyan kêm bûye. Bi taybetî piştgiriya herî kêm ji bo AK ê û têkçûna CHP ê gavekî herî bi wate tê hesêp.

Encam

Îstatîstîk nîşan dide ku DTP di hilbijartina 2007 an de çi serkevtin bi dest nexistiye. Xesirî ye. Dilê xelkê ji xwe hiştine. Xelk di pratîkê nehatiye qanîkirin ku DTP weke partî li ser pirsên aborî, bijîjkî, şaredarî, hevkariya bi hêzên kurdan re, kêmasiyên navxweyî ûhwd bersiva pêdiviyên wan bide.

Partiya AK ê hedefa bidestxistina belediyên Kurdistanê daniye pêşiya xwe. Hêviya mirov ji DTP û partiyên kurda heye ku ew tifaqekî li ser presîbê rêzgirtina hevûdu û pirengbûna dîtinan pêk bînin. Ji bo berjewendiyên netewî, heza xwe û ya gelê xwe kanalîzeyî cihekî bikin da ku mirov karîbe encamên mezintir û baştir bi dest bixîne. Divê neyê jibîrkirin ku her belediye dikare rola dewletek biçûk bilîze.

Niha jî îdîayên cewaz dighêjin ber destê çapemeniyê. Li gorî yekî ji wan, "aboriya hinek belediyên DTP ê, ji aliyê hinek kesan ve ji bo berjewendiyên şexsî tê bikaranîn an talankirin". Malê belediyê pîroz e, divê tenê bibe xebat û li bajêr û rûniştvanan vegere! Pêwîst e ev îdîayên wisan ciddî lê bê kolandin.

Pêwîst e DTP xwe bighêjîne kesên dilmayî û wan bîne nava partiyê. Weke partiyên modern, xwedî programekî hemdem be û li gorî wê programê, bi beşên xwe yên cewaz û aqilmendiya pisporên xwe, xebatê pêş ve bibe.

Pir giring e ku ki ji bo xurtkirina DTP ê, niqaşa xeletiyên hilbijartina 2007 an û tezekirina baweriyê, birêvebiriya DTP ê, partiyê bibe kongrê û ji wir bi xurtî derkeve. Di kongrê de rê ji endamên xurt re vekin da ku bi birêvebiriya DTP ê bi hizirên rengîn bersiva demê bide.

Piştî sundxwarina li meclîsa Tirkiyê bi serê "Kemalê li ber dilê Tugluk ê şêrîn û ezîz e", pir giring e ku DTP navenda xwe bi şeweyekî ciddî li Amedê bi cî bike, xebata xwe li Kurdistanê xurt bike. Taktîka pevçûna li meclîsê û rûniştina li ser kursiyên nerm û germ jibîr bike. DTP, di gel hêzên kurda xebatên xwe ji Amedê bide meşandin. Li ser pirsgirêkên navçê kur bibin û bi belediyan re li çareseriyan bigerin. Ji bo çareseriya pirsên giring, li Amed ê û dema pêwîst be li Enqerê, bi piştgiriya gelê kurd yên li welat û derveyî welat û dostên xwe yên li Tirkiyê û cîhanê, zoriyê bidin hikûmetê ku gavan bavêje (Zarathustra News)...

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]