NEWROZ

äæÑæÒ


4/7/2007

Prof. Baskın Oran: Ji çiyan pê ve çi rê ji kurda re nehiştine

(Wergêr: Gabar Çiyan & Zarathustra News).

Prof. Dr. Baskın Oran li Tirkiyê yek ji wan kesan e ku civatê baş nas dike, têkiliyên xwe bi derve re heye û li ser pirsên neteweperestî, giloverî, pirçandîbûn û polîtîka derve têra xwe kur e, pispor e.

Oran di hilbijartinê Tirkiyê de wek berendamek serbixwe ji Stenbolê, Herêma 2:an beşdar dibe. Rojnameya Vatan ê bi Oran re hevpeyvînek pêk anî. Hevpeyvîn ji awira pirsa demokrasiyê li Tirkiyê û pirsgirêka Kurd têra xwe balkêş e. Me beşekmezin ji hevpeyvînê ji bo xwendevanên bi kurdî wergerand:

- DTP ê di serî de piştgiriya te kir. Paşê gava xwe bi paşve avêt. Çima?

Li ser pirsê gelek kes bi telefon û e-nameyan dengên xwe dighêjînin me. Bêhtir ji Stembol ê û Amed ê... Du beş nêzîkayî hene: "Mamoste bibore" û "Mamoste em ê dengên xwe bidine te". Ew, hêrsbûna xwe dihênin zimên. Lê ez xemgîniya xwe didime der. Ji ber ku ez, ne ji aliyê kurda û ne jî ji aliyê DTP ê li benda nêzîkayiyek wisan bûm. Lê ev bêşketin nikarê bandorê li me bike. Biryara berendametiyê bêyî piştgiriya wan hatibû wergirtin. Piştî danîna berendamtiyê bi rojekê, DTP ê bi beyanekê diyar kir ku ew ê piştgiriya me dikin. Paşê em pê hisiyan ku serokê bajêr berendametiya xwe daniye. Ev bûyer ji me re ecêb bû û xemgînî li cem em pêk anî.

- Dema ku DTP ê di meclîsê de komekê ava bike, hûn dê di nava wê de cî bigirina an na?

Ez çep im û berendamek serbixwe me. Ez di nava tu partiyan de cî nagirim. Ji ber ku di nava sînorê Tirkiyê de çi partiyek polîtîk bi dilê min tune ye.

- Dema ku hûn bêne hilbijartin, hûnê giraniyê bidin çi?

Ez ê bi giranî li ser Pirsa Kurd rawestim. Ji ber ku çi pirs bêyî çareseriya Pirsa Kurd nikare çareser bibe.

- Li gorî Doğu Perinçek, mafên kurdan yên demokratîk hatine dan...

Dema bersiva wî jê re bes be, bersivê bide wî bi xwe, çi problem tune ye.

- Berendamê Rihayê yê DP ê Suna Kepeoğlu dibêje, li Tirkiyê pirsa yekem êşa dêûbavan e ku zarokên xwe di şer de winda dikin...

Em yek tiştî dibêjin, tînin zimên. Pirsa Kurd, ne tenê ya kurda ne. Pirsa Kurd di heman demê de ya Pirsa Tirka ne. Di pirtûka hevalê min Doğu Perinçek de qala "PirsaTirk" an hatiye kirin. Lê naveroka xwe li ser Pirsa Kurd e. Dayikên şehîdan dayik in, ma gelo dayikên din ku zarokên xwe di şer de winda dikin ne dê ne? Ew tev dayikên me ne. Tev zarokên me ne. Dema em wisan nêzîkî pirsê nebin, di nav me de dê neyartî pêk were, pirs dê bibe pirsa xwînê.

- Pirsa Kurd çawa dikare çareser bibe?

Ez berî niha li Cem tv yê bûm. Programa li wir ji aliyê hevalê min M. Ali Kılıçbay ve dihate îdarekirin. Wî pirsek ji min kir: Pirsa Diyanet ê (ol) çawa dikare çareser bibe? Bersiva min wisan bû: Pirsek din heye ku mîna wê ye, ew jî Pirsa Kurd e. Bersiva herdu pirsan jî mîna hevûdu ye.

Di detpêkê rewşek azad pêwîst e ku mirov dîtina xwe bê şik bîne zimên. Dema di rewşek azad de pirs bên niqaşkirin, bersivên wan jî dê werin holê. Çareseriya pirsan hêsantir dibe.

Dema mirov vê kêliyê qala Pirsa Diyanet ê bike û piştî beyanê bi sucadarîkirina "li dijî dezgehên qanûnî xebatkirinê û alîkariya hêzên şerîetxwaz"  bê gunehkarkirin, Pirsa Diyanet ê nikare çareser bibe. Ev yek ji bo Pirsa Kurd jî derbas dibe. Gava mirov ji ber sedema "Cudakirina Tirkiyê û propogandeya cudaxwaziyê" bê cezkirin, pirs dixiliqe û rê li ber tê girtin. Pêwîst e mirov di konaxa niqaşa pirsên bikelem re derbas bibe ku rewşek baştir were holê. Hetanî ev yek pêk neyê çareserî dijwar e.

- Çi pirsên din ku bikelem in hene?

Hetanî sala 1975 an Pirsa Kibris ê, di navbêra 1975-1985 Pirsa Ermaniya, 1985-1999 an Pirsa Kurd û piştre pirsa oldariyê... Ev her çar pirsên mezin in. Lê me ew xistin bin merşê. Bi peyva fransiyan, me cendek di dolaban de bi cî kir. Lê niha bêhn bi wan ket. Ji mirinê rabûn e ser nigan. Di bingeha paranoya me ya Peymana Sewrê de jî ev pirs hene. Hetanî ev pirs di rewşek azad de neyên niqaşkirin, çareseriya wan jî nikare bê dîtin. Ji bo xebatên çareseriyê pêwîstî bi avakirina rewşek azad heye. Ez ji bo ku rewşek wisan azad di parlementoyê de pêk bînim dibim berendam. Ji min re wezîfe ye, şerefek mezin e ku ez vê wezîfê pêk bînim. Cara pêşî ye ku di dîroka demokrasiya Tirkiyê de bizava çep li dora berendamekî dicive, yekbûna xwe pêk tîne.

- Li gorî dîtina te, dema kurd vê carê jî cihê xwe di parlmentoyê de negirin, rewş dê dijwartir bibe...

Rast e. Ji ber ku dema ev yek pêk neyê aşitiyek bi heqanî jî nikare pêk were. Îro ji bilî serê çiyan pê ve çi rêyên din li pêşiya van mirovan nehiştine. Lewma ye ez dixwazim berendamên DTP ê cihê xwe di meclîs ê de bigirin. Mîna ku ez ji xwe re dixwazim, wisan jî ji wan re dixwazim.

- Gelo AKP dikare bi DTP ê re kowalîsyonekê pêk bîne?

Belê, dikare. Serokwezîr ji bo vê yekê derî vekirî hiştiye. Wî nimûneya HÖH ê da. HÖH di destpêkê de li Bulgaristanê wek partiyek tirka derket holê. Lê di rastiyê de nebû partiyek etnîkî. Ji ber vê taybetiya xwe jî dengê bulgara jî girt. Ji % 40 deng ji wan girt û gelek kesên bulgar bûn parlementer. Hêz û serkevtina wan ji vê kirina wan tê. Serkevtina HÖH ê dikare ji mer jî bibe nimûneyek baş.

- Hûn dibêjin, çepîtiya AKP ê bi sed caran ji CHP ê bêhtir e...

Beşek ji hevalên min rexne li min kirin û wisan gotin: "Axaftina bi şêweyê te ne rast e. Mirov dikarin hizir bikin ku tu ji aliyê AKP ê ye. "

Lê kesên min nas dikin, hayê xwe ji dîtînê min hene, wisan hizir nakin. Mirovên min başnas nakin, dikarin fikir bikin ku ez nêzî AKP ê dibim.

Lê ez peyva xwe serast dikim: Kevneperestiya CHP ê sed caran ji ya AKP ê bêhtir e. Niha hemû kes zane bê ez dixwazim çi bêjim.

- Di destpêkê de tê qalkirin ku tu bi germî nêzî AKP ê dibû?

Tenê carekê. Ew jî ji ber wê bû ku rê li ber Konferansa Ermeniyan negirtin. Li ser pirsê nêzîkayiya AKP ê ne xirab bû. Piştî konferansê, di psîkolojiya wê demê de min gotibû: Dema niha hilbijartin pêk were, ez dikarim ji bo AKP ê bifikirim. Piştre AKP teslîmî neteweperestiya tirk bû û ket ber bahoza hilbijartina li Tirkiyê, li gorî wê polîtîka xwe plan kir...

- Kowalîsyonek di navbêra CHP û MHP ê dikare pêk were?

Bi baweriya te niha kowalîsyonek wisan tune ye? Lê ne ku MHP nêzî CHP ê dibe!

Prof. Dr. Baskın Oran kî ye

1945 an de li Izmir ê hate dinyê. Piştî xwendina lîseyê, Fakulteya Zaniyariya Polîtîkayê xwend. Li fakulteyta SBF ê bû asîstan û li ser têkiliyên navnetewî doktoreya xwe bi dawî anî. Hejmarek pirtûk nîvîsîne. Li Konseya Ewropayê-ECRI yê de li ser têkiliyên netewî û di sazûmana mafê mirovan ku bi serekomara Tirkiyê ve girêdayî ye wezîfe dikir .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]