NEWROZ

äæÑæÒ


4/10/2005

BIRATÎ

ADAR JIYAN

adarjiyan@mynet.com

 Agirî – hejimar /24/

Biratî, têgînek malbatî û civakî ye. Malbat, bi dawîbûna civaka hoveber(seretayî)re derketiye holê. Bi civaka çîndar a kolmend re pêşve çûye û di civaka derebegî(feodal) de kemiliye.Têgîn û pêwendiya biratiyê di dem û serdemên kevnar ên dîrokî de ango bi pergala kolemendiyê re gihîştiye asta dawîn.

Biratî, ji têkiliyên malbatî wêdetir, bi bîr, bawerî û ramana civakê re guheriye. Hin bi hin ji wateya xwe ya rastîn û resen bi dûr ketiye û li wateyeke xaze û pêwendî dageriyaye.

Civakîbûna mirov, rasterê girêdayî amraz û pêwendiyên hilberiyê dişêwe û dikemile. Di wateyeke teng de an jî li gorî kan û jêderka peyvê, kesên ku dê û bavê wan yek be, wekî bira têne pejirandin. Belê her civakek, têgiha biratiyê li gorî wateyeke xaze bi nav dike. Û her wiha li gorî hest, raman û baweriya xwe rave û şîrove dike. Ango biratî, her çendî pêgirêdaneke malbatî be jî bi bîr û bawerî û pêwendiyên civakî re diguhere û wekî têgiheke guherbar li gelek wate û navandinên din dadigere.

Biratî, li gorî feraseta olî (nemaze jî îslamî), kesên ku ji heman umetê ne û bîr bawerî bi heman olê anîbe, wekî bira têne qebûlkirin. Pêxemberê Ola Îslamê, Hezretê Mihemmed gotiye: “Ancax xesên bawermend bira ne” Û xizm û lêzimên ku baweriya wan bi ola îslamê nîn bûye, ew wekî dijmin û neyarên xwe û umeta xwe dîtiye û pejirandiye. Ligel ku gelek eqrebeyên wî yên nêzîk, alîkariya wî kirine jî, wan ew nêzîkî xwe netîtiye û têkiliya xwe ji wan qut kiriye.

Heman tişt ji bo gelek olên semawî yên yek xwedayî jî derbas dibe. Ji xwe di mûsewîtiyê(ola Mûsa Pêxember) ango di cihûtiya îroyîn de, ji bilî mirovên ku bi ola Mûsa bawerî neanîne, tu mirov wekî mirovên qenc nehatine hesibandin û bira nehatine hebandin. Li gorî baweriya cihûyan: “Cihû(mûsewî), qewmekî pîroz in û ji hêla yezdanê dilovan ve wekî pîrozwer hatine xuliqandin.” Her wisan, dîsa li gorî rêzik û qaydeyîn cihûtiyê, çendî ku bixwazin jî “Tu mirov  nikarin bibin cihû û tu cihû jî nikarin bibin bawermendên oleke din.” Lewre, li gorî baweriya wan, qewmîtiya wan bi ola wan re û ola wan jî bi qewmîtiya wan re pêk hatiye. Her du ji hevdû nabin û pevkelijîne … Ji bo wê, biratiya olî, biratiyeke ku bi baweriyê ve girêdayî ye.

Wekî din jî biratî, di navbera kesên ku fikr û ramana wan diçe ser hev an pevre têkoşîneke hevpar dikudînin de jî pêk tê. Yanê kesên ku konetî û ramyariya wan yek be jî heman ferasetê diparêzin. Bo nimûne kesên welatperwer, mirovên welatperwer; kesên nîjadperest, mirovên nîjadperest, kesên şoreşger jî mirovên şoreşger nêzîkî xwe

dibînin û wan ji bo xwe wekî bira dihesibînin. Mirov dikare vê biratiyê ji bo kesên ku hesinê wan bi serê hevdû de diçe û gelek tiştên xwe pevre parve dikin jî di vê kategoriyê de bibîne.

Biratiya civakî  ji biratiya xwînî (yên ku dê û bavê wan yek e)  pêşketîtir, erênîtir û sûdwartir e. Belê biratiya herî mezin biratiya ku tevê mirovên dinê; ol, nîjad, netewe, zayend û bîr  û baweriya wan çi dibe bila bibe, tevan himbêz dike, biratiya herî rastîn e. Û ev biratî tu carî têk naçe. Û ev biratî, li ser hîmê rastî û duristiyê ava dibe û bi vîn û vîndariya mirov misoger dibe. Lewre tu biratî bi lêdan û kotekê darê zorê pêk nayê û nameşe. Biratiya ku ji neçarî û bê vîna mirov pêk tê, biratiya xwînî ye. Û ev biratî jî, biratiyeke teng û tixûbdar e. Di pêwendiya biratiyeke wisa de, zêde sûd û fêdeyên civakî û gerdûnî pêk nayên. Zêdetir di dema êl û eşîrtiyê de û di domana bavik û ezbetiyê de bi kêrî mirov tê. Ew jî dibe sedema kerb, kîn, şer û pevçûnên navxweyî û aloziyên rojane.

Di mercên îroyîn de biratiya herî çê, biratiya gerdûnî ye. Û  biratiya gerdûnî, tu carî  ji serdest, stembar û desthilatdarên din pêk nehatiye. Ew, di navbera gelan de, nemaze jî gel û civaêkn bindest de pêk tê û geş dibe. Û biratiya rastîn, domdar û bêdeman biratiya gelan e. Belê ew gelên ku şert û mercên biratiyê diafirînin û pêkêşî hemû mirovên cûhanê dikdin, dikarin biratiyeke gerdûnî pêk bînin. Ne yên ku gelan tune dihesibînin û xwe di ser her gel û civakê re dibînin na.

Carekê tu biratî jî bi lêdan, kotek û darê zorê nameşe. Gava ku mercên biratiyê bêne danîn, tu kes ji têkiliyên biratiyê nareve. Lewre di biratiyê de hevparî, yeksanî û alîkarî heye. Û ev hevkarî û alîkarî bi destê mirov pêk tê.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]