|
31/3/2007 Jina Kurd di pêvajoka dîrokê de Rewşa wê niha çi ye? Rêyên pêşketin û azadiya jinê çi ne ? "Yê bêje û bike mêr e yê ne bêje û bike şêr e, yê bêje û neke kerê nêr e" ji pendên kurdî -Xeleka sêhem- Dr.Ebdilmecît Şêxo Bizava jinên Kurdistanê, eger bi awakî rêjeyî be jî, bi rexberî tevgera xwe ya siyasî re xwe pêşda dide û li gor gengaziyên heyî hewaldanên xwe ji bo azadiya xwe û li pênawî serbestiya gelê Kurd li dervayî welêt jî dike, lewra em dibînin hin komele û yekitiyên jinên Kurdistanê li Siwêdê, Sovyetistana berê, Almaniya, Holenda bi alîkariya partî û saziyên kurdistanî yekser û nerasterast hatine avakirin.Emê li vir mîna nimûneyên pelandî hin saziyên jinan bi nav bikin; di sala 1980 î de" Komela jinên Kurdistanê" bi serdariya siyasetmedar Novîn Hersan ji Kurdistana Rojava li Siwêdê tête damezrandin, Novîn Hesen mîna siysetmedsreke Kurd di civaka siwêdî de jî çalakvan e, ewa di hin komgirên navnetewî de beşdar bû ye, û di wir de berevaniya kêşa jinên Kurd û doza gelê xwe kiriye. Di vê salê de jî hin xwendekarên Kurdistana Rojava li Lênîngrada berê(Soveytistana berê) Fatme Resul, Leman Îbrahîm, Şehnaz û Hêvîn Quflî bi alîkariyeke rasterast ji aliyê nivîsevanê vê berhemê û xwendkar Ebdil Hemîd Sulêman de "Komîta damezrandina yekitiya jinên Kurdistanê liYekitiya Sovyetê" çê kirin. EvêYekitiyê hin çalakî û civînên kêrhatî bi jinên biyanî re amede kirin, dengê vê "Yekitiyê " bi riya nameyeke pîrozbahê giha bû kongira "Yekitiya xwendekarên Kurdîstanê li dervayî welêt (AKSA)-Berlîn). Weke diyar bû ku vê saziyê ji ber tunebûna alîkariyên berçav ji aliyên tevgera kurdî û dewleta Sovyetistanê de nikanî pirtirî salekê xebata xwe berdewam bikira. Di sala 1985 an de "Komela jinên dêmokratên Kurdistanê" bi seroketiya Benî Hesen (Suad) keça helbestvanê gewre Cegerxwîn li Siwêdê tête avakirin, evê komelê bi jîrbûn karên xwe bi rêve dibir, li ser rewşa jinên Kurd pirtûkek weşandi bû û herweha jî ewê hin şanoyên giring derbarê kêşa jinên Kurdistanê de bi zindî pêşkeşî temeşevanên Kurd kiri bû, Şanogeran di wan şanoyan de,"Ez nizanim, mêrê min zane", Sê Quriş têra pênc koftan nakin ", Ne wextê mîzê ye " bi zelalî setemkariya mêrê Kurd û zordestiya destlatdarên Kurdistanê li dijî jina Kurd jî xûyan kiri bûn. Em dikanin bêjin; ku evê komelê di maweyekê de roleke giring di pêşketina asoyaên tevgera jinên Kurd de lîstiye. Weke hatiye diyarkirin ku jinên Kurd li Siwêdê têgihîştin ku pirbûn û perçebûna tevgera jinên Kurdistanê li dervayî welêt ziyaneke mezin dighîne tevgera wê, û rudawa dabeşbûnê aloziyên ne xweserî li pêş têkoşînên jinan peyda dikin. Lewra jî ewanan herdu komelên jinan li Siwêdê dikin yek sazî û "Yekitiya jinên Kurdistanê li Siwêdê dadimezrînin, endamên vê "Yekitiyê" dibin 500 keç û jin û dîsan Bunye Hesen dibe seroka vê "Yekitiya jinên Kurdistanê "Li gor agahdariyên me jiyana vê "Yekitiyê" ta sala 2005 an hîn berdewam bû. Di sala1987 an de bi piştvaniya PKK"Yekitiya jinên Kurdistanê"li Almaniya tête avakirin, vê "Yekitiyê" ji sala 1992 -1995 an (8 )hejmar kovar bi navê "Jina serbilind" Weşandine, zimanê kovarê bi piranî bi turkî bû ye, lê pêwîst e em bêjin; ku eva"Yekitiya "navê xwe di sala 1994 an de dike"Tevgera azadiya jinên Kurdistanê". Mîna diyar dibe ku vê rêxistina jinan giringiyek mezin dida perwerdeyên siyasî û leşgerî li nik jinên Kurd, lewra jî em bawer dikin ku evê rêxistinê kadirên siyasî û leşgerî ji şerê çekdarî re li dijî koledarên KurdistanaTurkiyê amedekirine, bi vî rengî em kanin biçespînin ku evê rêxistinê erkên xwe yên dijwar û rewa pêk anîne. Dîsan di sala 1989 an de "Yekitiya jinên Kurdistanê "(Komjin) li Almaniya hate damezrandin,û ewê kovarek bi navê "Jin" derdixist. Eger em dîsan vegerin Kurdistana Sûriyê, em dibînin ku di van salên dawî de jina Kurd hinekî ji berê çalaktir dibe, li gor nirîna me tevî ku tevgera azadîxwaza Kurd ne di radeyeke pesnebariyê de dijî, lê dîsan ewa dikane hin jinên Kurd ber bi qada têkoşîna siyasî ya aştiyane bikşînin. Bi bûneya çejina zarokên cîhanî, nîzîkî 200 jinên Kurd di 26.06.2003 an, bi rêbertiya çar partiyên Kurdî 1-(Partiya yekitî ya dêmokrata Kurd li Sûriyê), 2-(Partiya yekitî ya Kurd li Sûriyê ) 3-(Partiya çepa Kurd li Sûriyê ), 4-(Hevgirtina gelê Kurd li Sûriyê ) di xwepêşandanê de li Şamê beşdar bûn. Dîsan jinên Kurd di 12.03.2004 an, di raperîna Qamuşliyê de û paşê li Efrînê, Helebê pir bi jîrbûn amede bûn, dengên xwe li dijî karbidestên Sûriyê bilind kirin, û cara yekem e ku hin jinên Kurd li pênavê doza Kurd li Kurdistana Rojava şehîd û birîndar dibin. Bi bîranîna roja navnetewî ya mafê mirovan di 10.12.2004 an de jinên Kurd di xwepêşandanê de ji bo mafên gelê Kurd li Şamê bi mêran re hevpar bûn . Em van hemû çalakiyên jinên Kurd mîna firkeke civakî, siyasî bi hin gavên erênî dinerxînin, hêdî hêdî jina Kurd dixwaze xwe azad bike û ji bo pêşxistina tevgera gelê xwe, xwe berpirsiyar bibîne, û ev dibin nîşana destpêkirina şiyarbûnê li nik jinên Kurdistana Rojava. Wek tête zanîn bizava jinên Kurdisatana Îraqê bi alîkarî û piştvaniya hukumeta herêma Kurdistanê hîn bi leztir pêşda diçe, rewşa siyasî li wir di van salên dawî de pir baş e, bi kêmasî jina Kurd ji sala 1992 an de ji rêcîma dîktetur rizgar bû ye, ewa niha li Kurdistanê, ne tenê di karên siyasî û rewşenbîrî de beşdar e, lê hîn jina Kurd bi jîrbûn, bi wireyên bilind pêşeya leşgeriyê jî dixûne û di pişt re dibe efsera welatê xwe, bi vî rengî em kanin bêjin, ku firkeke dîrokî payebilind di bizava jinên Kurdistanê de hatiye terxandin. Ji 9 nîsana 2003 an de Îraq (beşa erebî ) jî ji destladara xûnmêj serbest dibe, û yekemîn car e ku jina Kurd Nesrîn Berwarî di hukumeta katî de dibe şalyara avahiyê li Îraqê. Lê eva netê vê wateyê ku jinên Kurdistanê, xwe ji hemû diyardeyên din, nexweşiyên civakî, aborî yên neyênî azad kirine, Jina Kurd hîn li her çar beşên Kurdistanê di heyamek şûnketî û bin zor û setema mêran de dîjin, ji sala1992 an de ta sala 2005 an, 5 000 hezar keç û jinên Kurd li Kurdistana Îraqê bi sedema namusê ji aliyên bav, mêr û biran de hatine kuştin, şêwirmenda serokşalyarê Kurdistan Nêçirvan Berzanî, ji bo mafên jinan, Mehabad Qeredaxî di 30.03.2006 an de li Kölnê(Almaniya) di Sêmînarekê de bi xwe goti bû; rewşa jina Kurd li Başur ne baş e, lê ewanan bo mafê jinan her di nav hewaldanan da ne .." ji ber vê em dibînin ku di 2-3.04.2006 an de li Sulêmaniyê Konfiransek li dijî zordestiya li ser jinan di bin navê "Têkoşîna li dijî zordestiya li hemberî jinan li Rojhilata Navîn "de û bi amedebûna nûnerên Libnanê, Îraqê û Filestîne hate girêdan. Eva konfiransa ji aliyê rêxistina mafê jinan ya Narwêcê( NPAN) hate birêvebirin. Di wir de ne tenê ser rewşa jina Kurd hati bû axivtin, lê li ser jiyana jinên hin welatên Rojhilata Navîn jî hati bû şirovekirin, weke hatiye ragihandin ku armanca vê konfiransê ew bû jî, ta ku rêxistinên li dijî zordestiya jinan dixebitin, kanibin agahî, pêzanînan bidin hev, sudan ji zanînên hevdu wergirin û planên kêrhatî ji bo pêşerojê amede bikin. Li gor texmîna me, ne bê sedem ev konfiransa navnetwî li Kurdistanê bû, diyar e, rêxistinên mafên jinan li ser rewşa jinên Kurd jî baş agahdar bûne, û pêşda jî metirsiyên mezin pelandine, û di rastiyê de weke nimûne; wezareta tenderustiyê li Kurdistanê ragihand ku di 14 mehan de 831 jinan li Başurê Kurdistanê xwe şewitandine, ji van jinan 35 jin bi destên mêrên xwe hatine kuştin, lê "Navenda parastina jinan li Îraqê" nivisiye; di 12 salên dawiyê de 2604 jinan li Başurê Kurdistanê xwe, xwe kuştine, ji wanan 2095 an xwe şewitandine, temenên wan jî, ji 12-25 salî bû ne. Tevgera jinên Kurdistanê di pêkanîna destura Îraqê û hilbijartina endamên perlemana Kurdistana Îraqê de bi çalakî beşdar bû ye, lê mixabin gava ku encumena şalyarên Kurdistanê tête ragihandin, ji 43 şalyaran, tenê sê şalyar jin têtin vebjartin, lewraji bo vê newekheviyê û ji bo pir pirsgirêkên din yên ku bi jinênên Kurdistanê ve girêdayî , rêxistinên jinên Kurdistanê konfiransan di bin vê parolê de " Hefteya helwestê "li bajarên mezin, Hewlêr, Dohok, Sulêmaniyê li dardixînin. Naciye Ehmed berpirsiyara çalakiyên "Hefteya helwestê" got bû; me nameyke arastî hemû mektebên siyasî yên partiyên Kurdistanê kiri bûn, herdu mektebên siyasî yên "Partî" û "Yekitî"li civîna Hewlêrê amede bûn, lê li Sulêmaniyê tenê endamek ji mekteba siyasî ya " Yekitî " û endamek ji partiya kumunîst beşdar bûn. Bê guman mebestên rêxistinên jinên Kurdistanê ji van civîn û koreyan ev bûn ku ewanan derd, nexweşiyên xwe, yên mêran û kêmkasiyên partiyên Kurdistanî bi awakî vekirî û li hember wanan guftegu bikin û pêşniyarên xwe ji wan re pêşkê bikin. Li gor em bawer dikin, radeya asoyên siyasî, rewşenbîrî li nik gelek jinên Kurdistana Îraqê bi şêweke rêjeyî bilind bû ye, ji ber vê jî tevgera jinan bi wêrekî li rex û li pêş hukumeta Kurdistanê dikane rexnên xwe ji nûnerên hukemetê û perlemana Kurdistanê re bêje û mafên xwe yên rewa ji wanan bixweze, lê aliyê din jî, divê em vê rastiyê jî li vir biçespînin, eger herdu partiyên sereke P.D.K û Y.N. K û perlemana Kurdî rêz li dêmokratiyê ne girtana, dê nûnerên jinên Kurdistanê nikanîbana bi serbestî rexnên xwe arastî hukumeta xwe kiribana. Eva rastiya li nik me di warê zanistî û siyasî de nîşana destpêkirina azadiya jina Kurd e. Lê eger em çiqas bi erênî li ser tevgera jinên Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê bipeyvin, eva ne netê vê wateyê ku jiyana jinên Kurdistanê niha di tendeustiyeke baş da ye, yan ewanan ji nexweşiyên civakî û destlata mêran rizgar bûne, na! Zordestî û setemkariya li ser jinên Kurdistanê ji aliyên mêr, bav û birayên xwe hîn berdewame. Dîsan em mîna nimûne dikanin vê agahiyê bidin zanîn; Di hejmartineke "Navenda Xatû jin"hatiye nivisîn ku ji 01 01 2006 an ta 01 07 2006 an de 166 jin li Hewlêrê bi birînên şewatê çûne nexweşxanê û li gor "Navenda Xatû jin" şewtandina jinan di sala 2006 an de pirtir bû ne. lewra jî tevgera jinan bi jîrbûn xebatên xwe dike. Di bin siya hukumeta Kurdistanê, di rojên 9.04-10.04 2005 an de li paytexta Siwêdê (Stokholmê) kongireke jinên Kurd ya navnetewî di bin vê parolê de" jin li Başurê Kurdistanê û avahiya civaka bajarvanî " li darket, Mehabad Qeredaxî, Şene Hîdayetî, Munîre Muftî Zade di amedebûn û girêdana vê komgirê de roleke pir gewre lîstine. Di vê komgirê de Teha Berwarî peyva serokê encumena şalyaran, Nêçîr Berzanî xwend û ewî got; "... Berê barên jina Kurd pirtir giran bûn..",lê niha biryara siyasî di destên hêzên kurdî û kurdistanî de ne.. û herweha serokê hukumeta Kurdistanê di peyvên xwe de çespand û got; divê yasayên nû li gor civakên bajarvanî werin deranîn, divê jin di hemwelatiya xwe û di dadweriyê de mîna mîran bi maf be .." Herweha jî pir lêkolînên cuda li ser pirsa jina Kurd di warên civakî, perwerdeyî û siyasî de ji aliyên hin pispor û lêkolîneran de hatin xwendin. Eger em li vir dîsan hinekî vegerin Kurdistana Bakur û bi lez li ser aliyeke din pir neyinî û metirsî rawestin; emê bibînin ku bûyerên xemgînî di nav refên jinan de li Kurdistana Bakur jî pir çê bûn e; namusşikandin, kuştin, xwekuştina keç û jinan e. li gor çapemeniyên kurdî êliktronî dinivisînin; li Amedê peyakî Kurd ji ber sedema namusê jina xwe kuşt, "Tevger jinên azad û yên dêmokrat" kuştina vê jinê di daxûyaniya xwe de bi tundî şermeze kir û dewleta Turkiyê ji rexne kir, ji ber ku ewa yasayên dadmendiyê li dijî tawanbaran pêk nîne. Herweha di vê çarçewê de, bajarê Batmanê bi kuştina jinan û xwekuştina jinan nasdar bû ye; lewra jî "Însiyatîvên jinên azad "gelek xwepêşandanên şermezariyê di bin van sloganan de "Wekheviya jin û mêran "," Dawî li xwekujiyan bibe", "Xwekujî ne çareserî ye " li Batmanê çê kirine. Li gorî agahiyên "Roj TV"di roja 25.03.2007 an de ; di 5 salên dawiyê de li Kurdistana Bakur 5000 jin bi sedema namusê hatine kuştin û 5000 jinan xwe kuştine Di rastiyê de li Kurdistana Rojava jî, jina Kurd bi gelemperî mîna jinên beşên din bindest e, lê ev rudawa kuştina jinan an xwekuştina jinan li wir di hundir pir salan de belkî bi qaserî 10-20 kesan tune bin. Lê rewşa jina Kurd di warê rewşenbîrî, wêjeyî û zanistî de li her beşekî Kurdistanê bi rengekî bi rêve diçe, bê guman e ji ber sedemên siyasî, heyamên lêhatî û azadiya Kurdistanê, rewşa jina Kurd li Kurdistana Îraqê di warên rewşenbîrî de jî ji beşên din pêşdatir e, bi sedan nivîskar, zimanzan, dîrokzan di nav jinên Kurd de bi saya hukumeta herêma Kurdistanê peydabûne û di pêşketina şaristaniya Kurdistanê de hevpar in. Lê di hersê beşên din yên ne rizgarkirî de, jina Kurd dubare bindest e, divê ewanan li zanîgehên miletên serdest û bi zimanên wan miletan bixûnin, lewra jî em dibînin ne tenê jina Kurd, lê mêrê Kurd jî li van beşên bindest nikanin wek tête xwestin çand, wêje û zimanê kurdî pêşda bibin. Lê di baweriya me de, tevî rewşa xerap ya awerte li her sê beşên din, dîsan rêxistinên kurdî, çapemeniya kurdî û kenalên "KTV", ROJ TV", "KURDSAT" û niha " KOMELE" rolên mezin di pêşketina hemû aliyên jiyana Kurd li her çar beşên Kurdistanê de dilîzin. Rêyên çareserkirina nexweşiyên bizava jinên Kurdistanê bi gelek faktorên têkeldar ve girêdayî ne1-Bilindkirina radeya rewşenbîriyê di nav mêr û jinên Kurd de .2- Divê mêrê Kurd xwe ji ayênên kevneşopî, şunketî û destlatdariya bê rewa rizgar bike.3- Pêwîst e jina Kurd kanibe li dervayê malê kar bike û ji warê aborî, ango darayî ji mêrê xwe, an bavê xwe an birayê xwe, xwe rizgar bike û pêkanîna vê xalê di azadiya jinê de merceke serkîn e.4 –Divê jina Kurd bi jîrekî di bizava siyasî de beşdar be. 5-Divê mêrê Kurd jî ji jina Kurd bixweze ku ewa mîna mêrê Kurd xwe di ber pêşdabirina jînê de berpirsiyar bibîne. 6-Pêwîst e jina Kurd bi riyên avakirina dezge û rêxistinên jinên Kurdistanê li mafên xwe yên rewa xudîderkevin.7-Divê jina Kurd wateya serbestiya jinan bi awakî rast û sincî bi kar hûne û divê ewa rêzê li kultura pêşketî û şarastanî bigrin. 8-Divê li Kurdistana Îraqê di destladariyê de (Perleman, wezaret, û partiyan ) de pir beşdar bin. Eger jina Kurdistanê bi xwe di biryarwergirtinan de, ango di deranîna yasayên dadweriyê de beşdar be, bê guman jina Kurd nahêle ku biryarên ne mirovane li dijî wê derkevin .9 -Divê jina Kurd li sê beşên din jî pir bi çalakî di partî û rêxistinên kurdî de beşdar bin û li gel mêran biryarên siyasî û civakî û h.w. bistînin .10 - Divê rêxistinên jinên Kurdistanê li Welêt û li dervayê welêt pêwendiyên xwe bi rêxistina navnetewî ya jinan re xurt bikin.11- Pêşketina bizava azadîxwaza Kurd û Kurdistanê.12- Azadiya gelê Kurd û Kurdistanê . Eger mêrê Kurd li gel jina Kurd, û eger jina Kurd li gel mêrê Kurd bi hev re wan pêdivî û mercên jorîn pêk bînin, dê kanibin bi sanahî piraniyên alozan li ser riya doza azadiyê û şarastaniya Kurdistanê bidin aliyekê . Di rastiyê eger em çiqasî li ser êş û derdên jinên Kurdistanê û bindestiya wan bipeyvin, em nikarin di kurtelêkolîneke weha de, wêneyeke dewlemend ji rewşa jinên Kurdistanê li vir, li ber çavan deynin. Pirsa jina Kurd kêşeyeke gelek dijwar e, lewra divê zanayên Kurdistanê, pisporên sosyolocî û derûnî jî gelek berhemên xwe yên zanistî ji bo doza jina Kurd biterxînin. -Çavkaniyên kêrhatî û sudar -------------------------------------------------------------------------------------- 1-Rohar Alakom"Li Kurdistanê hêzeke nûh, jinên Kurd" lêkolîneke dîrokî, çapa yekemîn , Stockholm, sala 1995. 2-Leman ÎBrahîm, "Cihê jinên Kurdistanê di weşanên kurdî yên pêryodîk de"nama Macêstêr li zanîngeha Lênîngradê, bi zimanê rusî ,sala 1984. 3-Rojnama "Jina Kurd" ji weşanên " Partiya yektiya dêmokrata Kurd li Sûriyê, hej.(16.17,19,21,22), sal 2000, 2001 bi zimanê erebî. 4-Erebê Şemo, romana "Dimdim" bi zimanê kurdî, Stockholm, sala 1983. 5- Hin gotarên din mîna "Rêveçûna jina Kurd di dîrokê de" (Narîn Metnî),"Jina Kurd di navbera seyrana têkoşînê û reşbîniya dadmendiyê de ",(Rewşen Qasim),"Mafên jinan yên mirovî û wekheviyê ", (Suad Cegerxwîn)," Jin û sêstêma cîhanî ya nûh", (Dr.Mihdî Kakayî ),"Mafên jinan û azadiya wê ", (Lava Xalid )," Keça ciwan û asoyên pêşerojê ", "Pirbûna jinan li nik mêrekê li dijî mirovperweriyê ye " (Narîn Omer )," Jin.. dîsan jin .. û li dawiyê dîsan jin ", (Saman Emîn ), ji malperên kurdî bi zimanê erebî . 6-Gelek nûçe ji malpera "Netkurd"derbarê kuştin û xwekuştina jina Kurd li Kurdistana Turkiyê û Îraqê bi zimanê kurdî. Avdar 2007 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |