|
31/1/2007 Di tekoşîna Rewşenbîrî ya Kurdî da numûneyeke balakêş: OSMAN SEBRÎ Dİ DİLÊ GELDA YE Bedirxan Epözdemir Berê çend gotin : Ku meriv bi gelemperî bêjê, dîroka gele me, bi teda, êş, azar, kuştin, qirkirin, ledan û bi zordarîyan va tijî ye. Bê guman deme ku ez wuha dibêjim, mabesta min ne ewe ku bêhêwîtîyê şiringe bikim, dimenên reş bînime holê. Lê pêwîste em bûyerên ku dîroka me da qewimîne tu car jibîr nekin. Bi taybetî jî nifşên nûh pêwîste bêwestan li ser heyînên me, li ser dîroka me, tiştên ku ku li welatê me qewimîne û diqewimin, li ser pirs û pirsegirikên me rawestin. Sedem ku xort û keçên me yên xudandoz van erkên xwe bînine cih, pewîste rûsipî, rewşenbîr û giregirên Kurda jî zanînên xwe û cerbandinên xwe pêşkêşî wan bikin. Sedem ku nifşên nûh têbigêhin gerek tu tişt ji wan neyêne texsîrkirin. Bi salane ku gelê me yê mêrxas di bin darê zorêda bedêlên giran daye. Dîroka gele me bi xwînê hatîye avdan. Di nava gola xwînê da berxwedanên bê hempa nîşanda ye. Di van berxwedananda bi hezaran lehengên me canê xwe yê paqij û şîrîn di rêya azadî û rizgarîya gel û welatda fedakirine û bê tirs xwe avêtine meydana şer. Ew bûne remza egîtî û mêrxasî yê. Bûne remza berxwedan ê. Em bi van mêrxasa serbilind û kubarın. Pêwîste jîyana wan ji bo me hemûyan bibî cîyê şanazî û qedirbilindî yê. Em gerek tu car ji bîr nekin, ki ji bo diwarê azadî û rizgarîya welat çengek ax, tasek av û xîçikek danî bî ew rûmeta netewa me ne. Ew li Amedêne, li Bedlîsêne, li Mahabat li meydana Qazî Muhamedin Li Hewlêrin, li Gelîyê Zîlan û li Cizîra Botanin Govend û dîlanin, helbestên li ser lêvên keç û xortanin Li Silêmanî, li Çîyayê Kurd û li Şikaka Simko Axanin. Deştin, çîyan e û zozanin Keçin, xortin, jinin, mêrin pîr û kalin Bi şev û rojan nigebanê bê westan Yên Kurd û Kurdistanin. Li Gok meydan Yusuf Zîyanin, li navça Dîyarbekir Şêx Seidên Pîranin Li çiya yê Barzan remza berxwedanê Mela Mistefa yê Barzanin Ronesansa Kurda mîrê mîran Celadet û Kamûran Bedir-Xanin Cîgerxwîn û Apo Osman Sebrî remza berxwedana Kurdanin Serbilindî û rûmeta me hemûyanin. Apo Osman Sebrî, bi taybetîyên xwe, bi xebata xwe ya pir alî, bi mêranî û berxwedana xwe di dîroka me da renkeke pir cuda ye. Ev taybetî û ev kesayet di diroka netewanda li gel kêm kesan heye. Di van rojên ku li her beşê welatê me pêwajoyên cûr bi cûr didomin, ku her wek dîrok careke dîn tê nivsandin û asoyên me alarmên nûh lê dixin, pêwiste em ji her dem zêdetir, zana û mêrxasên xwe bi bîrbînin. Sedem vî yad û bîranîna Osman Sebrî gaveke zor giringe. Pêwiste em zana û mêrxasên salê carek bi rengêke klasîk salê carek neyêne bîranîn. Gerek jîyana wan xemil û hêz bide jîyana me ya rojane, em xebat û fedekarîyên wan ji xwe ra bixine nûmune. Osman Sebrî remza berxwedanê: Osman Sebrî di 05.01.1905 da li gunde Narincî yê, li navça Meletîyê hatîye dinê. Kurê Osman e. Bavê wî serokê eşîra Mêrdîsan bûye. Dema Apo Osman deh salî bûye, di sala 1915 da bavê wî çoye ser dilovanîya xwe. Wê demê apê wî Şûkrî Axa dibî serokê eşîrê. Osman Sebrî li cem mezin dibî. Di sala 1922 da dibîstana “Rûştîye” kuta dike. Di van salanda welatparêzê Kurd Simayil Efendî nasdike. Ev nasîn di Osman Sebrî da gûhartinên nûh peyda dike. Di mejîyî wî da dîtin û ramanên netewî hatine reşandin û hedî-hedî di vejin. Sîyasetvanêkê tekoşêr : Di sala 1926 an da her dû apên wî Osman Nûrî û Şûkrî sedem ku teklî tevgera Şêx Seid bûne li Amedê têne dardekirin. Ev bûyer bandoreke pir mezin li ser jîyana Osman Sebrî dike. Tovê ku di mêjîyê wî da hatîye reşandin edî dibine şitil. Dil û mejî êdî bi xebata pratikte dibine yek. Konaxa jîyana wî bi vê bûyerê digûhirê. Li gel hevalên xwe yên xudandoz û bixîret xebata pîroz, xebata hêşyarkirina gel destpêdike. Êdî dema çalakîyan e. Çalakîyên netewî roj bi roj têne xuyakirin. Her di wê salêda ji alîyê dagirkeran va tê girtin. Du sal li bajarê Tirka li Denizli di zîndanê da dimînê. Di sala 1928 an da Mistefa Kemal leborîna(afu) giştî ilan dike. Apo Osman tê berdan. Di sal 1929 an da Osman Sebrî li gel 26 axa û serokên eşîrên Kurda dîsa tê girtin. İnca li zindana Meletye yê dengê Osman Sebrî û hevalên wî yên tekoşêr bilind dibî. Li mehkema “Dîvan Herb” ku mehkemeyeke taybetî bû û bi gelemperî ji bo darezandina tekoşêrên Kurda hatibû damezrandin, tê mehkeme kirin. Heft hîvan di wê zîndanê da dimînê. Di encamêda bi arîkarîya cihgirê girtîgehê ku bi xwe yekê Kurd bû tê berdan. Edî mecala wî namînê ku Bakur bi sitirê. Roja 24.12.1929 an derbazê binxetê dibî. Xebata esil ya sîyasî ya nemir Osman Sebrî li Sûrî destpê dike. Li Kobanî cîh dibî. Xebat û çalakî li vir destpê dikin. Celadet Mîr Bedir-xan nasdike. Di komîta Xoybûnê da cih digre. Di jîyana wî da konexeke nûh destpê dike. Zanayî û şahrezayî ya wî di demeke kurt da li digêhêjîne refa serokatî ya Xoybûnê. Di roja 01.07. 1930 yan da Xoybûn biryar digrê ku dijê Tirkîya dest bi êrîşan bike. Li ser vê biryarê desteyek çekdarên Bozan Beg bi serokatî ya Osman Sebrî diçine bajêrê Rûhayê. Êrîş dibine ser çend padîgahên leşkerî. Piştî hêzên çekdar li benda serdarên hêza Bozan Beg û birayê wî Mistefa Beg dimînin. Lê mixabin ku her du jî ji alîyê desthiletdarên Fransa ve têne girtin û wan dişeynine bajêrê Şamê. Piştî vê bûyerê hêvîya hêzê çekdar dişkê û paş ve vedigerin. Li Sûrî Kurdên bi nav û deng Celadet Bedir-xan, Mala Haco, Malbata Cemîl Paşa ji alîyê hêzên dewleta Fransa ve têne girtin û wan jî dişeynîne Şamê. Di encamê da Osman Sebrî bêhêvî dimînê û ji Xoybûnê dûr dikevê. Piştî vê bûyerê derbazê Kurdistana Başûr dibî. Di navbera salên 1931 û 1938 an da çend caran tê girtin. Li Mosil û Bexda di girtîgehê da dimîne. Tê sirgûn kirin. Di sala 1936 an da ji alîyê Fransa ve sirgûnê Efrîqa dibî. Tebat nake, divê nêzikê gel û welat bî. Direvê tê Libnanê. Derbazê Şamê dibî. Çend salan ji meydana sîyasetê dûr dikevê. Xwe dide çalakîyên rewşenbîrî û toreyî. Di sala 1957 an da li gel desteyek rewşenbîr û welatbarêzên Kurdistana Sûrî “Partîya Demokrata Kurdistana Sûrî”di damezrînin. Osman Sebrî dibî sekreterê giştî yê partîyê. Rêbaz û bername ya partîyê bi navê “Rêzana Partîyê” bi belavokek belav dike. Di sala 1960 an da li gel hinek hevalên xwe tê girtin. Li himberê işkence û lêdanên ne dîtî dibî remza berxwedanê. Dibî “Apo Osman”. Bê guman wata “Apo” di çanda Kurdî da cîyeke xwe yê taybetî heye. Di 1963 an da tê berdan. Derbazê Beyrûtê dibî. Heya dawîya wê salê li wê bi cîh dibî. Bi van girtin û sirgûnan teklîhevî dikevê nav partîyê. Endanmên partîyê guh nadine rêbaza partîyê û Osman Sebrî gunehkar dikin. Lê ji serokatîya partîyê dûr dixin. Ev biryara ne adîlane dibî sebep ku Osman Sebrî xwe ji qada sîyasetê bikşînê. Meriv dikarê bi kûrtasî jîyana Osman Sebrî ya sîyasî wuha şîrove bike. Lê bê guman jîyana lehengê me yê nemir, şayanê lêkolineke gelemperîye. Mijareke gelek giringe ji bo lêkolinvanên sîyasî, edebî û civatnasî. Ku meriv pispor nebi meriv nikarê nokê vê derya ya bêser û bêbin bibî. Bi vê nivisa kurt tenê ez li qerexê derya yê derketime gerek. Teqeta min tine bû ku ez noqê kûreyî ya vê deryayê bibim. Rewşenbîrêkê jîr, edebîyatzanêkê şahreza: Alîyeke ve deryayê jî, bi xebata edebî û rewşenbîrî hetîye xemlandin. Mamostayê nemir, di qada edebî û rewşenbîrî da jî tim jîr, zîrek, serkêş û rêzan bû. Osman Sebrî ostayê ziman bû. Zimanzanê Kurd bû. Divî warîda xebatên hêja kir. Li ser rêziman û Elîfbaya Kurdî gelek xebat baş kirîye. Bi sedan şagirt gihîştand. Gelek Kurdan xwendin û nivsandina zimanê xwe jê ferbûn. Ev ji bo me hemûyan serbilindîye. Sedem em bi Osman Sebrî kubarin. Helbestvaneke mêrxas yê netewî bû. Helbestên wî moral û manevyeta Kurdan bilind dike. Helbestvanê dîrokçe ya Kurdî bû. Ewî hem bi rengeke klasîk hem jî bi rengeke nûjen helbestan di efrand. Çîrok nivîseke hêja û Ostayê Fabil ya Kurdî bû. Çawa di warê sîyasî da her wuha di warê edebî da jî rexnevaneke bê tirs bû. Rexne li cem wî ne metihkirin bû û ne reşkirin bû. Rexnegirtinê li gor wate ya rexnê pêk tanî. Naveroka berhemên Osman Sebrî, dilşewatî, welatparêzî, axên û zarên, gazî û hawara gel û welatin. Ev rê- rêbaz, hêvî û tekoşîna gelin. Sedem vî ye ku Osman Sebrî’yî nemir bi salane ku di nav dilê gelda ye, li ser lêvên keç û xortên me da ye. Wê her tim jî wuha bî. Binêrin ku çî dibêje; “Divê tu zanibî ev bûne sî sal Min nedît tu xuşk û bira, xelkê dimal Ne me dît axa welat, pîra dîyan Ne vexwar kavser û ger ava çîya.” Dîsa dijê birakûjîyê û ji bo yekîtîyê wuha hawar û gazl dike; ev hawar û gazî berî mirina wî 7-8 meha ye. “Divê em xwe pêkbînin ji bo felata xwe Bijîn serbilind wekî çîyayên welatê xwe Berê xwe nedin hevdu û şerên hevdu nekin Bes rêya gelparêzîyê li pêş wan vekin.” (11.02.1993) Min li jor gotibû ku rêzdar Osman Sebrî ostayê zimanê Kurdî bû. Di salên 80 yan da gelek caran ku bû nesib min lê dît û di gelek waran da min lê naskir, bala min xebat wî ya teorîk û pratîk li ser ziman kişand. Mala wî ya li taxa Kurdan bibû zîyaretgah û dibîstan. Gelek kesan dihat dersê xwe hiltanîn û diçon. Osman Sebrî bi sebir û sebat li ser şagirtên xwe disekinî ya. Sedem vî divêm li vir çend gotinên Mamosta Osman Sebrî yên li ser giringîya ziman rêzbikim. Meriv ku bi zimanê xwe re bendewar nebe, nikarê îdea bike ku ew ji welatê xwe hizdike. Gava tu bixwazî gelperwerî ya mirovekî fambikî, ta kîjan derece pêşva çoye, binêre çiqas ser bi zimanê xwe re bendeware. . Her bêjeyek kevirekî avahîya ziman e. . Kesê ku ehmîyet nede zimanê xwe , di jîna neteweyî da tuneye. . Ziman wekî asoya behrêye, nêzik xuya dike, lê çiqas dinêrî tim ew e. . Milet bi du tiştan hêşyar dibî, yek bi darê zilmê, du bi xwendin ê. Berhemên Osman Sebrî: Elfabê ya Kurdî -Şam, 1955 Bahoz û çend nivîsên dîn, 1955 Derdê me (gotar û helbest) – Şam,1956 Apo (gotinên xwe nepêjin bêtav) – Ratingen,1981 Elîfbaya Têkûz -Şam , 1982 Çar leheng - Şam, 1984 Bersiva Hoşeng- Şam, 1992 Serpêhatîyên min (destnivîse) Xebat û Lêkolînê li ser Osman Sebrî: Osman Sebrî (Helbestvan û nivîsvan)- Heyder Omer Çapa yekem çapxana Evra- Berlin, 2004 Çapa duwem çapxana Yad- Silêmanî, 2006 Dîwana Osman Sebrî (amadekar) A. Balî- çapxana Evra, Berlin 2005 Mirina Osman Sebrî : Osman Sebrî, Di salên dawîda ji ber pîrî, nexweşî, pêrîşanî, derd û kulên giran êdî nedikarî sîyasetê jî û edebîyatê jî bi kêr bine. Qedera wî jî wek qedera rewşenbîr û nivîskarên me yên dîn bû. Di nava tuneyî û bêmecalîye de roja 11.10.1993 xatira ji Kurd û Kurdistanê xwest û ji nav me barkir û ço. Gora wî li goristana gunde Berkevirê ya nêzîkî Dirbêsîyê, li Kurdistana Sûrî ye. Di dawîyê da dikarim bêjim, dema Osman Sebrî bi Kurd û Kurdatîyê hisîya, dilê xwe kire evîngeha welat. Xwe awête kura agir, zilm û zordarîyê himbêz kir. Ji bo azadî û rizgarîya gel fedekarîyên bê emsal kir. Jîyana wî bi êş û azar derbaz bû. Lê ev êş û azar jîyan da gelê Kurd. Ji xwe dema meriv van çar rêzên jêr bixwînê, bi hêsayî dibî xwedan agahdarî li ser jîyan û keseyeta Mamosta Osman Sebrî. “Xwe danînim bo sîtem û zorê Divê serbilind ez biçim gorê Gava bi rûmet ez biçim goristan Hêja ye bibim lawê Kurdistan. “ Tu bi serbilindî çoyî gorê lehengê Kurd yê bi nav û deng. Ey Apo Osman Sebrî sembola berxwedana Kurdan. Tu lawê hêja yê welatî. Sedem vî serbilinde bi te Kurdistan. Di 102 salîya nemir Osman Sebrî da ez lê bi rûmet bibîr tînim. Epozdemir1@zonnet.nl |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |