|
3/5/2007 Kurte dîroka Kurdistanê ya siyasî û wêjeyî Bext Reşê Koçer Kurd yek ji miletê herî kevnare di rojhilata navîn de. Welatê wan kurdistane, cihê xwe di dîrokê de girtine û kolane Ji berî zayînê, bi navê dewleta Mêdya, ya hatî damezirandin di sala 701 an de berî zayînê û dewleta wan berdewam kiriye heya sala 550 an B. Z , û dewleta wan hatiye şikestin li ser destên Exmîniyan û ji vê dîrokê ve Kurdistan ketiye di bin fermandariya Exmîniyan de, û Exmîniyan akamî li Kurdistanê kirine heya exmînî hatine şikestin li ser destê Îskenderê Meqdonî di sala 331an de B.Z , û ji vê dîrokê û pêve Kurdistan ketiye di destê Îskenderê Meqdonî de û ji dîroka mirna Îskenderê Meqdonî ve di sala 323 an B.Z , Kurdistan hatiye parvekirin di navbera du dewletên gelek mezin de Sasaniya Farisî û împiratoriya Bîzentî û Kurdistan bûye qada hemî şerên dirêj û dijwar yên di navbera van herdu dewletan de derbûyîn , û her wisa Kurdistan maye êxsîra van herdu dewletan heta misilmantî di cîhanê de belav bû , û Kurdistan ketiye di bin destên Erebên Misilman de di sala 637 an Z , li ser destê Seۥed bin Ebî Weqas û piraniya Kurdan tevlî Misilmantiyê bûne , û di sed salên navîn de , bi taybetî di sedê duzdehan û sêzdehan de , nemaze piştî ketina paytexta Eۥbasiyan li ser destê Holako di sala 1251 an de z , Kurdistan dîsa weke di sed salên berî Misilmantiyê de , bûye weke pirekê di navbera rojhilat û rojava de û li ser xaka wê re leşkerên Hormiya , Beyzentiya , ordiya Teter, Mengula û Tirkên Selcoqî diçûn û dihatin heya sala 1514 an Z , di şerê candîran de dîsa Kurdistan hatiye parvekirin di navbera Tirkên Osmanî û Îrana Sefewî de . Di van hemî serdemên me bi ziman anîn şer û cengên li ser xaka Kurdistanê peydabûyîn nayên jimar û zirarên gihandin li gund û bajarên Kurdistanê nayên windakirin û qurbaniyên van ceng û şeran bihtir ji miletê Kurd bû . Di sedên bîstan de û bi taybetî piştî şerê cîhanê yê yekemîn û di lev hatina Sayîkis Pîko de di sala 1916 an de Z , Kurdistan bi cara yekem dibe çar parçe , di navbera herçar Dewletên rojhilata navîn de Îraq , Sûrya , Tirk û Îran û Kurdistan dibe armanca van herçar Dewletan û van Dewletan hemî hewl û bizavê xwe di kirin ji bo qirkirin û heşaftina miletê Kurd û wendakirina ziman û netewa Kurd û van her çar dewletan şerek qerêj û gemar û dijwar û şerek tev kujî li ser Kurd û Kurdistanê bi rêbirin . Ji şewata hezarên gunda , heya kîmîya barankirina gund û bajarên Kurda , heya enfalkirina zarok û pîrekên Kurdan , heya dizîna nifûsên miletê Kurd û heya darvekirina serok û rêberên Kurdan . Û van herçar dijminan zimanê Kurdan û hebûna Kurdan ya netewî ji xwe re kirin armanc û corek yên çekan nehiştin û bi Kurdan bi kar ne anîn ji bo armancên xwe bi cih bînin ji çekên zanistî tang , top , firoke û çekên kîmyawî (xaza xerdel) û ji çekên torevanî û sîkolocî bi xuyakirina Kurdan ji cîhanê re weke hêjmarek diz û cîwelek di şikeft û zivingên çiyan de dijîn bê ax û bê welatin . Piştî evqas bobelat û perjengên Kurdan kişandin li ser destên van her çar dijminên xweda nenas Kurd di vê paş wextê re di sedê bîst û yekan de bûn armanca dijminek bê cî bê rewş bê nasname dijminek xiniz û bê bext û bûn armanca tîroristiyê û tîroristiyê jî di dema van çar pênc salên dawî de baca xwe ji Miletê Kurd stand û têra xwe ji rih û canê kurdan da hev û karîseta yekê sibatê di sala 2004 an de Z , ya li bajarê Hewlêrê çê bû qenc nîşane li ser daberbûna Kurdan li tîroristiyê . Wek rojhilatnas didin xwyakirin şer û cengên li Kurdistanê peydabûyîn dibin himberî pêncî şerên weke şerê cîhanê yê yekemîn û mebesta van şer û cengan timî timî wendakirina ziman û netewa Kurdî bû ji hebûnê , û qirkirin û heşaftina miletê Kurd bû , û vemirandina germiya di dilê Kurdan de bû . Ev bobelat û perjeng û karîsetên di ser Kurdistanê de hatin û ev zilm û sîtema yên miletê Kurd kişandin li ser destên van hêzên yên dagirkirina Kurdistanê kirin û tevlî suriştiya Kurdistanê ya weke buhiştek xuristî û ya zengîn bi çiya û çeman û bi dehl û daran û seyrangeh û havîngehan û tevlî xweşikbûna di nav qîz û keçên kurdan de peyda dibe , bûne sedemê pirbûn û zengînbûna wêjeya Kurdî bi destan , pend , şîret , helbest , stiranên şeran , û çîrokên evînê . Weke destana tekoşîna Kurdan di kelha dimdim de , ya berxwedana Kurdan dijî hêzên şah Ebas şahê Îranê di sedê şazdehan de dide xwyakirin . Weke çîroka Mem û Zîn , ya rewşa evîneke beravêtî dide xwyakirin . Weke stirana dibêje .
Ez xelefim xelefim Heware mîr heware lo Ez Xelefim Xelefim Yezdîn Şêr begê Botane
Xwedyê şûrê sedefim Heware mîr heware lo Xwedyê şûrê sedefim Yezdîn Şêr hakmê Botane
Ev stiran û gelek stiran bi vî rengî hene di huner û wêjeya Kurdî de , ji wan re dibêjin stiranên şeran ji ber ev stirane bihtir bi şeran re dihatin stirandin , û van stirana gelek germî dikirin di dilê şervanên Kurdan de û gelekê hêrsên wan bilind dikirin û rolek serekî dilîstin di serketinên wan de . Û gelek pend û şîret jî hene bi Kurdan têne naskirin . Wek van pendên dibêjin . - Yê ne di govendê de be xweş reqase . - Kî bi rez û male ew bi ap û xale . - Ne konê bê pez û ne gundê bê rez û ne yê ko dibê ez û ez . - Xwedê nokan dide kalê bê dinan . - Gotin : qantirê kî bavê te ye , got : hesp xalê mine . Wek van şîretên dibêjin . - Rih dibe bost dijmin nabe dost . - Ger cîranên te bûn mar . Tu jî dest bavêje kevir û dar . - Yê bi çavekî li te nêrî tu bi herdu çavan lê binêre . - Yê neqenciyan bike ji wîre bimîne , ji zarokên wîre namîne . - Nanê mirov di tûrê hevalên mirov de be , mirov qet têr naxwe . Ev pend û şîret dibûn mîna destûrekê rêveberiya civaka Kurdî dikirin û gelek bandoriya wan hebû bi rengekî posîtîv li ser civaka Kurdî . Dîsa weke rojhilatnas didin xuyakirin , wêjeya Kurdî ji wêjeyên zengîne di cîhanê de lê berhemên ji wêjeya Kurdî yên di vî wextî de peyda dibin gelekî hindikin li gor yên hatin wendakirin û şewitandin bi sedema wêran û talanên yên dijminan di serê Kurdistanê de anîn û bi taybetî dema hêzên misilmanan di Kurdistanê de belav bûn gelek laleş û dibistanên Kurdan şewitandin û pêre gelek pirtûkên Kurdan yên dîrokî û wêjeyî hatin şewitandin . Ji van karîset û bobelat û perjengên hatin li serê Kurd û Kurdistanê diyare Kurd miletek zor leheng û qehreman û boşe û zimanê Kurdî zimanekî resen û dewlemend û xurte heya karîne xwe bi parêzin ji nemanê û ji qirkirinê dirûyê van bobelat û perjeng û karîsetan de . Ez van gotinan dibêjim ne ko ez mirovek Kurdim û ez pesnê zimanê xwe û miletê xwe didim .ma dema wêjevanê nemir û pîroz MUHEMED MEHDI ALCEWAHIRI li ser Kurdan di got :
Şeõbûn deaõîmoho ecemacîmo we demo Tetehõetemo dinya wela yetehõetemo
Ma çi peywendiya wî bi netewa Kurdî ve hebû.?! ma ew jî Kurd bû ?! lê ev tişta ez dibêjim rastiyek dîrokiye cîhan tev pê dizane . Bê goman ev pirbûn û zengîn bûna wêjeya Kurdî girêdaye bi zengîn bûna wêjeya Kurdî bi wêjevan û helbestvan û nivîskaran . (( Her mirovek Kurd , mêr be yan jin be , keç be yan Kur be , helbestvane )) Her wesa gotiye nivîskarê sedê nozdehan yê navdar nivîskarê Ermenî EPOVIYAN (1804- 1848) . ji wêjevanên Kurd yên berhemên herî buha hiştin bi şûn xwe ve di wêjeya Kurdî de . MELAYÊ CIZERÎ , FEQÊ TEYRAN, EHMEDÊ XANÎ , NALÎ , MEWLEWÎ , BÊKES , CELÎLÊ CELÎL , ORDÎXANÊ CELÎL , HEJAR MUKREYANÎ , CELADET BEDIRXAN Û SEYDAYÊ CEGERXWÎN ….T.D. Û bi dawiya vê gotarê dixwazim ji Kurdên cîhanê re zelal bikim : Ziman nasnameya miletane û sedema hebûn û mana miletan hebûn û mana zimanê wane dema hebûn û mana zimanê wan hebe , hebûn û mana wan jî wê hebe kengî zimanê wan wenda bû ew jî wê wenda bibin . Û sedema hebûn û mana Kurdan û berdewam bûna rola Kurdan heya vî wextî di cîhanê de piştî van bobelat û perjengên reş yên di ser wan de hatin berdewam bûn û pêşveçûna zimanê wane . Ji ber vê yekê hêvîdarim hemî Kurdên bi rûmet bi şeref bi şan hemî Kurdên welat perwer hemî Kurdên welat parêz hînî dîroka xwe bibin hînî zimanê xwe bibin ji ber bizanin dijminên wa çi gawirin çi xwîn mêjin û bizanin pêşiyên wan çi leheng bûn û çi mêrxas bûn . û çi berevanî di ber hebûna xwe ya netewî de dikirin . Bext Reşê Koçer Emil : bextres@naseej.com |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |