NEWROZ

äæÑæÒ


3/3/2007

Gulên Sasûnê Li Qamişlo di pişkivin

Mûsa zaxûranî – Qamişlo

Dîrok xwa vedgerîne weke ko gelek nerîn û dîrok nas dibejin, ev tişt îro hate xuyakirin, vaye em pêşwaziya neviyê bazên sasûnê, pilingê Mala şeref – pêşiyê mala elîyê unis – gewmê çiya, şagirtê dibistana berzaniyê nemir û şêx seîd , û bedirxaniyan … hevbendê her şoreş û şoreşvan mamosta bervedêr Mihemed Nezîr Mustefa dikin li balefirgiha Qamişlo di vegere wî ji parîsê – ji ber nexweşîyê- wê parîsa ko sozê xwe bi bav û bapîrên wî re nebirin serî .

Sûriya tevî peşwaziya wî kir , kurd , ereb, mesîhî , mislman , partiyên kurdî rêzên daxwiyana dîmeşq û gelek ji bijîşk û bervedêr û rewşenbîr… û koma narîn ya folklore kurdî bi çekên xwe yên kurdî. gul , kulîlk li ber dest û sînga wî ne dihatin jimar.

Çevên qurimî şil bûn bi dîtina wî dil tevde bê pî rabûne ser xwe , tev bûbûne çav û ew himbêz dikirin , ber devkê kurdîniyê zindan nasê kurd di bin gula de westiye , çev hêvî dispartin çave û dil erê dil ala sê reng şîr did a û dîroka xebata berzanîyê nemir û dasîtana mala elîyê unis dixwend di roja koçbargirina berzanî de çavên wî ey reqîb dixwendin bîna tîpên berzanîyetê ji nerîna wî di fûrî , pirsek kûr di çevê wî de diyar bu –li gor dîtina min- pirsek kes nikarê bersiva wê bide ji pêşerojê pêve , pirs grêdaîye bi rewş û dîroka me re bi pêşeroja me re bi al û mafên me re bi … bi.

Piştî va amadeyên cûrecûr û rengî çend gotnê bi çenk û per li ser zimanê wî ristin, dema ko li devê dergihê mala xwe li mihvana nerî û got: ( we nexweşî bi min xweş kir ) çavên mihvana lê dinêrîn û di dilê xwe de digotin : tu kurdî … te kirasê sasûnê li xwe kir tu berzanîye  te rûpelên dîrokê ji mere vekir tu bi xêr û xweşî hatî bervedêrê kurdê sûrî berdevkê mirovatiyê wekhevî û datperweriyê û mafê her kes û gel, lawê serhildana sasûnê kurê mereto mîrê çiyayên sasûnê hebûn û xweşî û mana te hêvî û omîda me ye û dîse tu bi xêr û xweşî hatî.

1-3-2007

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]