|
3/2/2006 Binpêkirina mafên mirovan li Sûriyê Sînorê Yekta Rojnama Newroz hejimar /65/ - Berçile 2006 Li gor biryara rêxistina Komela Giştî ya Yekîtiya Netewan, ku hersal roja 10- ê Berçile, bi roja bîranîna mafên mirovan li seranserî cîhahê be. Vêca li Sûriyê jî hinde partî, navend, kes û komele, nemaze rêxistinên mafên mirovan hewldidin ku, dengê xwe bighênin xelkê xwe û derdoran. Taybetmendiya rewşa Sûriyê di siha rijîma tek-partî de, digel tunebûna qanûneke kêrhatî bona hebûn û lebata partiyan, dike ku, mafên mirovan li Sûriyê her û her bêne binpêkirin û dadgehên henin jî, ne ciyê rêzgirtin û baweriyê bin. Lewre jî, biryarên wan dadgehên awarte, li ba partiyên siyasî yên ku, ji rijîma Be,s re ne berdevik, nayêne pejrandin û her ciyê şermezarî û protestokirinê ne. Ji ber ku, ew biryarina serûber bûne navnîşanên balkêş ji binpêkirina mafên mirovan re. Loma jî parta Yeketî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê, li gel hêz û pattiyên dî, di çarçewa damezana Şamê ( Îlan Dîmeşq) de, li beramber binpêkirina mafên mirovan xwedî helwest e û her dê li pirsa Kurd û demoqrasiyê li gor bernama xwe ya siyasî xwedî derkeve. Divê baş bête zanîn û bawerî li cî be ku, çand û mafên mirovan bêne rêzgirtin, parastin û bi cîkirin, rê li ber çand û dezgehên demoqratîk vebe. Ewqas çaresekirina pirsa Kurd nêzîk dibe û derî li ber nijaperest, sergerim û qafhişkan têne girtin. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |