NEWROZ

نوروز


29 /9/ 2007

Peymana Tirkiyê û Îranê têk diçe

Helwestên Îranê ji bo peydekirina îtîfaq û bazarên nû zêde serkevtî xuyanî nake

Gabar Çiyan

Di 14 ê temuzê de li Enqerê piştî niqaşên giring, Tirkiyê û Îranê li ser belgeyek e lihevduhatinê dîtina xwe kirin yek û belge ji aliyê Wezîrê Enerjiyê û Kaniyên Xwezayî Hilmi Güler û Wezîrê Neftê Kazim Veziri Hamaneh ve hatibû îmzekirin. Di destpêkê de 3 bendên peymanê hebû, lê paşê çend bendên din jî lê zêde kirin. Li gorî peymana livehatinê:

- Herikandina kaniyên enerjiyê ji Îranê (gaza turkmena jî di nav de) hetanî Tirkiyê û Ewropayê

- Kirîna 3-6 milyar kîlowat saet elektrikê ji Îranê

- Avakirina sentralên gazî ji aliyê Tirkiyê, li ser xaka Îranê

- Avakirina santralên elekrtika-hîdro ji aliyê Tirkiyê, li ser xaka Îranê

- Li herêma Parsê xebatên Tirkiyê ji bo peydekirina gazê û terxandina aboriyek e mezin ji bo xebatên peydekirin/herikandina gazê...

Belgenameya hatibû îmzekirin, bingeha peymanek e aboriyê di navbêra Îran û Tirkiyê de ye. Pêyman ji awira aborî ve pir mezin e û diravên bên terxankirin bi mîlyar dolaran tê hesibandin/îfadekirin. Îran bi vê peymanê dixwaze bazarên alternatîf pêk bîne, ambargoyên aborî ku ji aliyê UN, DYE û EU têne rojevê nenas e, îtîfaqek e nû ava bike, ji bo projeyên pêşxistina projeyên nukleerî kaniyên xwe yên aboriyê xurt bike û ji ber boykotên li hemberî xwe ku ketiye tengasiyê hilmekê/nefesekê bistîne...

Lê Meclîsa Emerîkayê -DYE di 1997 an de ji bo pêkanîna ambargoyê li hemberî şîrket/fîrmayên bi Îranê re zêdeyî 20 milyon dolaran kar bikin, qanûnek pêşniyarî pejirandibû. Qanûn weke tawsiyekî dihate qebûlkirin. Lê niha hejmarek mezin ji endamên meclîsê bicîanîna qanûnê qebûl kirin û qanûn di pratîkê de dixebite. Li gorî vê qanûnê, gelek şîrketên Tirkiyê û belgeya hatiye îmzekirin dikeve ber ambargoya DYE.

Aborînasên pirsê tînin zimên ku, peymana Îranê bi Pakîstan û Hindîstanê re li ser xeta enerjiyê heye. Hindîstanê li ser vê pirsê gav bi paş ve avêt û pasîv bû. Bi DYE re li ser têkiliyên nukleerî li hev kir û têkiliyên xwe û yê Îranê bi sînor kir. Beşek ji şîrketên fransî jî dikeve ber ambargoyê û pirsa wan dê were rojevê. Rusya naxwaze ku Tirkiyê rolek e mezin li ser neqilkirina enerjiyê bilîze. Li Tirkiyê, şîrketa dewletî a lêgarîna petrolê TPAO dê têkeve ber ambargoya Emerîkayê. Paşê beşek mezin ji şîrketan dê ji ber ambargoyê karê xwe xirab bibin.

Biryara meclîsê di demek e wisan derket ku serokwezîrê Tirkiyê û Îranê li Emerîkayê bûn. Yekîtiya Netewan-UN ê jî biryara xwe a ambargoya li hemberî Îranê mîna a DYE bû. Li gorî biryara UN ê, şîrketên zêdeyî 20 milyon dolara bi Îranê re kar bikin, ew dê têkebin ber ambargoyê.

Tirkiyê pêwîstiya xwe bi enerjiyê heye. Dixwaze di herêmê de rolekê mezin wergire. Şîrketên Tirkiyê yên mezin dixwazin bi Îranê re peymanê bi cî bînin. Lê wisan xuyanî dike ku, biryara Tirkiyê û şîrektên Tirkiyê li dijî DYE û UN ê dikare şîrketên tirka têxe tengasiyê û wan ji bazarên mezintir îzole bike.

Li gorî DYE û welatên pêşketî, Îranê ji ber xebatên xwe yên nukleerî tehdîtek mezin li hemberî ewlekariya cîhanê pêk tîne. Pêwîst e xebatên wê bê kontrol kirin. Îran kontrolek e wisan bipejirîne jî, piştî demekê weke xwe dike û xebatên xwe yên nukleerî berdewam dike. Pêwîst e biryara ambargoyê cidî bê girtin û raçavkirin.

Rewşa Îranê ji ber pirsa mafê mirova jî zêde baş xuyanî nake. Cezekirina zarokan bi îdamê û cezekirin û kûştina jina bi keviran li Îranê berdewam e. Li dijî mafê sendîka, çapemenî û mafên demokrasiyê çi pêwîst be dike, jin tên girtin û mêr têne îşkencekirin. Rapora Amnesty International piştî hilbijartina Mahmud Ahmedinejadî pêşketina mafê mirovan li welêt wisan dinirxîne: Piştî hilbijartina Ahmedinejadî jî çi guhertin ji bo raçavkirina mafê mirovan pêk nehatiye, rewşa Îranê pir xeraptir bûye. Beşek mezin ji kesên muxalîf di zîndanê de ne û dadgehkirina wan ne bi şêweyekî adalet dibe. Cezayê îdamê bûye navgînek îşkecekirinê. Rejîma Îranê polîtîka xwe a hişk li hemberî hizirkirina azad, ol û netewên cewaz didomîne. Mafê jinan tê pêlkirin. Rojnamevan û hiqûqvanên ji bo mafê mirovan dixebitin di bin tehdîta dewletê de ne. Li Herêma Kurda mafê mirovan her roj tê pêlkirin û kirinên neînsanî tê bikaranîn. Li Îranê di şeş mehê dawî de 69 kes hatin îdamkirin. 7 jin bi keviran hatine kûştin/îdamkirin.

Gelek îdîayên mezin ji bo Îranê têne holê ku, Îran piştgiriya komên ekstrêm yên îslamî dike. Ji ber çalakiyên wan komên ekstrêm, aramiya heye tevlîhev dibe û pêkanîna ewlekariyê li herêmê dijwartir dibe.

Helwestên Îranê ji bo peydekirina îtîfaq û bazarên nû zêde serkevtî xuyanî nake. Îran ji ber pirsa mafê mirovan û çareseriya Pirsa Kurd gavên însanî û guhertinên polîtîk nake. Ev yek muxalefeta hundir mezintir dike. Xebatên nukleerî dê nikarîbe bê hevkariya welatên pêşketî ser bikeve. Îran bi van kirinên xwe her ku diçe li cîhanê îzole dibe û tenê dimîne (Gabar Çiyan & Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]