|
29 /8/ 2007 Kek Edîb ! Silavên min ji hemû pakrewanan re hene! Dr.Ebdilmecît Şêxo Cerkî ku fireşteyên pîroz giyanê hevalê min Edîb (bavê Pêşrew) bi fîstaneke sê rengî li baskên xwe sîwar kiri bûn, li ber roniya çavên Pêşrew, û Zerdeşt ji balefirgeha dilê xûşka me Leyle firyan û li nik nemirên mîna Osman Sebrî, Dr.Nore Dîn Zaza, Ebdilhemîd Zîbarî û Ebdilrehman Osman peya kirin, hestên min mîna pêlên çema Efrînê, mîna babelîskên sirtên "Gundê Mezin, mîna bêzariyên kolanên gundê "Maratê" li ser hev û li bin hev sîwar dibin, mîna karwaneke bê guneh, wek balindên qeşeng bi ezmên de difirin û dixwazin bi 55 çepkegulên nêrgizê li ber gorna nemir, birayê min Edîb pêşwaziya heval û hogiran bikin. Hestên min dixwazin bi hestên Îbrahîm, Ehmed, Cemîl, Leman,Welîd û Adil re, bi hestên darên henarê û darên gozê re, bi hestên kaniya Maratê re siruda "Ey Reqib" li ber awaza çûkên hêrên zeytonê bixûnin. Erê kolanên Efrînê ! Erê rêk û çatên gundên Çiyaê Kurmênc" ! Erê Kelha Horî! Erê gira Endarê ! Erê seyrangehên niştimana kek Edîb! Ez bi kelegirî û kovanên we re bi şevan û rojan dijîm, çavên stêrka ezmana dilê min jî bi firmêskên xwe xwenên min yên zarokane şil dikin. Erê dilberên min ! Çiqas min dixwast bi laşê xwe ve jî, bi we re di govenda şêniyê de, li gel hevalên xwe yên resen beşdar bûma, mistek ji axa pîroz û birîndar li ser gorna hevalê xwe belav bikira, me nazên hev bi zimanên geşbînî serast bikirina û bi hev re bi dengên bilind di rûyên dost û neyaran de bigota; hawar , hawar, birayê me Edîb nemir e û nemir e….. Bajara min Efrînê !Ez zanim çiqas tuyê îro malul û xemgîn bî, ez zanim îro tuyê ji dengên nalîn, giriyên keç û lawên xwe nikani bî bi hêminî xewkî, ez zanim îro çiqas şagirtên nemirê me, dê reşiyê girêdin, ji hev re li ser rindî, sinca mamostê xwe û parêzerê te bi ser bilindî bipeyvin….Erê Efrîna min, lê tu ji min baştir lawê xwe Edîb nas dikî, tu pir rind zanî ku çiqas ewî rûmeta te bi aramî û mêrane parastiye….çiqas ewî berxwe dida ku birînên hêva te bi tîrêjên çavên xwe derman bike ….çiqas ewî li ber êş û janên te ahengên têkoşînê girêdane, çiqas ewî li ber roniya te destana "Mem û Zînê"ji kevir û latên te re, ji xanî û avahiyên te re xwendîye, Erê dayê, erê Efrînê bese tu medîgrî !De kanî em bi hev re dîsan bikenin…em dîsan bi hev re zemawendên evîndaran çê kin, gul û nesrînan di gulistanên dilên şikestî de biçînin..De kanî em bi findên xwe yên bê guneh stêrên çavên hev paqij bikin û dîsan bi dengê bilind ji hev re bêjin, Edîb nemir e… Edîb pakrewan e …Edîb niha bi Osman Sebrî , Dr.Nore dîn Zaza û Ebilrehman Osman re di buheşta dilên rûmetdaran de dijî… Edîb zindî ye û her zindî ye ……. Almaniya 24.08.2007 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |