NEWROZ

نوروز


29/7/2007

Skandalek nû ya dermanfirotina Tirkiyê: Dr. Yekta: Xetera Helebceyekî nû heye

Gabar Çiyan

Tirkiyê, bi rêya şîrketên xwe îlacan û xwarinê difroşe Iraqê. Derket holê ku gelek ji derman û xwarinên tê firotin genî anjî kevin bûne. Ji ber firotina derman û xwarinên kevin û xirabûyî, hemwelatiyên Iraqê têne jehrdayîn. Pisporê pirsê dihênin zimên ku Herêma Kurdistanê jî ji ber derman û xwarinên kevin û xirabûyî dikare ketibe bin xeterek e mezin. 

Pirs ne nû ye. Ji zû ve îlac û xwarin tên firotin. Lê şikên li hember sextekariya şîrketên Tirkiyê berî niha eşkere bû û piştî bûyerê kontrolkirina îlacan û xwarinê ji aliyê dezgehên bijîjkiya Iraqê û Herêma Kurdistanê ve xurtir bû. Dezgehên bijîjikiyê li Iraq û Kurdistanê sextekariya şîrketên Tirkiyê eşkere kir. Wezareta Iraqê li ser pirsê notayek protestoyî da balyozxaneya Tirkiyê li Baxdayê. Ji Wezareta Derve a Tirkiyê hate xwestin ku li ser şîrketên dermanfiroş, mercên xebata febrîkeyên wan, birêvebiriya wan û awayê guhestina dermanan bo Iraqê, zaniyariyê bide wezareta Tenduristiyê a Iraqê. Ji Tirkiyê heta xwestin ku, rê bide komek doktorên Iraqî ku werin Tirkiyê da ku pirsê ji nêz ve bişopînin. Di nava komê de niwênerên kurda ji Herêma Kurdistanê jî hene. Kesên dixwazin herin Tirkiyê ev in: Dr. Ihsan Jaafer, Dr. Huseyin Al Beer, Dr. Ala Shallan û Mûdirê Sihetê yê Duhokê Luma Hazim.

Wezareta karê derve a Tirkiyê, bi Mûdirê Tevayî yê Dermanfiroşên Tirkiyê re kete têkiliyê û ji wan zaniyarî xwest. Piştî têkiliyên wezareta Tirkiyê bi şîrketên derman û xwarinên re, Wezareta Karê Derve a Tirkiyê bi ihtîmalek mezin dê bersivek neyênî bide Iraqê. Çavkaniyên tenduristî yê li Tirkiyê û Kurdistanê dane zanîn ku pirs mezin e, skandal ji awira aborî ve pişta xwe dide pereyên mezin. Dema pirs bê kolandin dikare skandalek berfirehtir derkeve holê. Tirsa herî mezin ew e ku şîrketên Tirkiyê bi zanabûn, siheta bi hezaran hemwelatiyên Iraqê û kurda xistibe xeterê.

Em, li ser xetera dermanên kevin û çareseriya pirsa îlacan li Herêma Kurdistanê, bi pisporê pirsê Dr. Yekta Uzunoglu re axifîn. Wî li ser pirsê agehdariyên girind da me. Fermo hevpeyvîna bi Dr. Uzunoglu re:

- Çima dermanfiroşên Tirkiyê îlacên xirabe, kevin difroşe Iraqê?

Bersiva vê suale ev e : Çima Iraqî û dîsa wusa Kurd dermanan ji Turkiye distînin? Şîrketên tirk li Iraqê wusa jî li Kurdistanê ji xwe re taşeronan peyda kirine, network a xwe ya mafyayî saz kirine, saxiya mirovan bo wan, armanca xebata wan nîn e. Malesef pir kesên ku taşerontî bo şîrketên tirka dikin, di dema diktatoriya Saddam Husêyn de, dîsa ew bûne ku tîcaretê kirine - yan jî bawen wan -.Yanî bi wêjeye geleri "caş" bûne û îro ew "caş" xwudan hikmekî berbiçav in di warê "ticaretê" de. Lê tiştê ku tê kirin ji exlaqê / Kodex / ticaretê gelekî dûr e. Ev kes bo qezencên xwe hertiştî "difroşin". Ku karên ku ew dikin, bi xwe gorî kriterên mirovatiyê ne firotin e, le qetil e.

Hem mirovan qetil dikin û hem jî li serda dirav qezenc dikin.
Di her welatekî de ticareta dermanan li bin hukmê qanunan, li bin kontrola saziyên dewletî de ye. Berspirsiyarê vê bûyera tirajîk li Kurdistanê berî herkesî, pêşî tacirên tirk û taşeronên wan in, paşê kesên ku bên rexnekirin karbidestên herêmê ne. Çawa hikumetekî destura îtxalkirina dermanan ji welateki weka Tirkiyê dikare bide? Ew Tirkiye ku bingehê siyaseta xwe li ser nijadperestiya dijî hebûna gelê Kurd ava kiriye! Ev xeletiyên wisan cihê pirsê ye.
- Dermanên kevin û xirabe ji awira bijijkî ve çi bandorê li Kurda dikare bike?

Piraniye dermanan bi xwe jahr in. Minak: wek antîbîotîk. Le ku dozajê derman bo kuştina mikrob û virus be, ew derman e, le ku dozaj zêde bilind be dibe jehr bo mirovî. Dozaja bilind dikare mirovan bikuje anjî bi kêmanî hinek organan taxrîb bike.
Dermanên Kevin: Hinek derman in ku kevin dibin hikmê dermanbûnê hunda dikin. Lê hinek jî dibin jahr.
Dermanên xirab: Dikare mirovî nav demekî kurt de bikuje, lê dikare taxrîbatê bide hinek organên mirovî. Ev taxrîbata organan xwe piştî demekî dirêj yan demekî kurt nîşan dide, bi şêweyên cure-cure.
Ev "derman" ên xirabe giştî zirarê didin kezeba reş û hinek jî gurçikan. Ev zirar wek nexweşîyekê xwe dikare piştî salan jî nişan bide. Hinek derman dikarin dervayê wî da genê mirov xirab bikin. Wê demê zirare wan di neslên din de xwe nîşan dide. Yanê, dikare xwe piştî 5-10 salan di zarokan de nîşan bide û zarok seqet - yan jî alî canî yan jî ji alî ruhî - werin dinyê. Hun dikarin dehhezaran zarukên seqet texmîn bikin? Wê demê karbidestên îro wê di ser kar û hukmê xwe de nebin, dibe ku nejîn jî, lê zarukên seqet wê bi wi seqetiyê mahkumê jiyanekî bi êş û kul bin.
Dervaye wî ji hinek dermanên xirab dikarin zirare bidin rihê mirovan. Ger imkana çuyin û xebate azad hebûya min dê çend pisporan bişanda Kurdistana Başur û Bakur ku lekolinekî li ser "xwekuştiyan" bikin. Lebikolin gelo ew keçên ciwan ku xwe dikujin, dest davêjin jiyana xwe, xwe dişewitînin, berya van depresionan derman xwarine yan na, ger xwaribin çi, kîjan derman xwarine, xwîna wan de perçeyen kîjan madeyên kimyewî hene ûhd. ûhd. Ji ber ku hinek "dermanên" antîdepresiv ger xirab bin dikarin depresione hê qurtir û xurtir bikin û bibin sedemê gavên "har", wek xwekuştin. Di vê warê de berpirsiyarî kî mezin para doktrorên Kurd ê Herêmê ye. Ew bi xwe dikarin li ser van pirsan grubên xebatê saz bikin û lê bikolin.

Ta kengê wê hevî û leviya alikariyê ji " derva " bin? Wek tê zanin vietnamî di nav şerê malxirab de xebata xwe ye ilmî didomandin, kurd çima nakin? Piraniye belediyên Kurdistana Bakur li destê welatparêzên kurd de ye, li Başur ji xwe dewlet ew in. Çima ji sulane xwe yên jiyanê re xwedî dernakevin?
Ji alîk- 80.000-100.000 pêşmerge û dehhezaran polîs- quweten asayişê - tên xwedî kirin ku hereme Kurdistanê biparezin, lê ji alî din weka ku singê gelê xwe vekiribin û dibejin werin me bi pere me bikujin. Dermanên xerab dikarin sedem û sebebe trajedikî ji ya Halepçe mezintir bin.

- Di rewşa îro de pêwîstiya Kurdistanê bi febrîkeya îlacan heye, an na? Çima heye?

Çaraliyê herêmê rejimên har in. Pêwîst e berpirsiyarên Herêmê saxiya gele xwe teslimî "qederê", teslimî peyayên van rejîmên har û hirhop nekin. Ger derman ne ji "ciranan", le ji welatekî "dur" jî bistînin, tu garantî nîne ku, deste hinekan neghije wan deverên " dur " û derman rastî derman be. Çareser kirina derman wek sazkirina hezên parastinê bo herêmê re giring e. Derman ne televîzîon, kompîtur yan otomobîl e ku xirab derket "tenê" zirare bide mirovekî. Jiber ku derman ne derman be saxî û canê mirovî ji dest diçe û vegerê cane nîn e. Divê ku karbidestên Kurdistana Başur suala derman û xwarinê bi destê xwe û di Herêmê de çareser bikin. Ger ev çareser nebe, nujentirîn çek jî nikare gelê wê Herêmê biparêze.
- Ji awira ekonomîk ve, çiqas çûna Herêma Kurdistanê ji bo îlacan heye?

Kes nizane. Hinek derman hikumeta Baxda finanse dike, hinek ye herêmê û serda gelek derman jî bi kaçaxî tên firotin-stendin. Statîstîk nîn e. Lê gor texmînên gelek gilover ev hejmar ji çendsed milîon dolarê emerîkî kemtir nîn e.
- Ji bo Herêma Kurdistanê bibe xwediyê febrîkeyê îlacan, derman li Kurdistanê bên çêkirin, çi xebatên bingehîn pêwîst in?

Bere hertiştî divê Parlementoya Kurdistanê qanunan di vî warî de pêk bîne û hejmar û navên dermanên ku wek derman qebul dike biweşîne. Firotin û bikaranîna "dermanên" din jî qedexe bike. Tevekên welatên nujen de derman li bin kontrola dewletê de ye. Wek tê zanin li Swêdê ne tenê derman li bin kontrolê hikumetê de ye, lê dîsa wusa dermanxane bi xwe jî yên dewlete ne.

Dibe ku pisporên Parlemantoya Kurdistanê di vê warê de tune be. Le bo pêkanina lîstekî dermanên bingehîn pewîstiya wan bo pisporan jî nîn e. Saziya Tenduristiya Yekîtiya Milletan deh salan e di vê warê de kar dike. Parlementoya Kurdistanê bo qanunan dikare ji imkanên vê saziyê istîfade bike. Wek tê zanîn bo çareserkirina piraniya nexweşinên mirovan di şertên welatên paşdemayîn de tenê 150-180 derman têr dike. Îro di Kurdistanê de hezaran derman ji dehan welatan heye. Ev xeterekî gelek mezin e. Nave van 150-180 dermanan nas in. Piraniya saziyên xêrxwaz bi van dermanen bingehîn di welaten paşdemayî de kar dikin û di xebata xwe de gelek ser jî dikevin.
Bo çêkirina van dermanên bingehîn bo 5 milîon gelê Kurdistana Başur febrîkekî tenê bes e. Ku Hikumeta Herêmê bixaze febrîkakî wusa ji alî teknolojî de di nav 6 mehan de dikare ava bibe, ger avahî hazir be .
- Ji bo avakirina fabrîkeyên îlacan çûna aborî çiqas pêwîst e? Kîjan welatên mezin li ser pirsê pispor in û mercên têkiliyek çawa li gorî berjewendiyên Kurda ye?

Febirika ki wusa şirketên "navdar" kêmê 500 milîon dolar çênakin. Le bizanebûn dikare febrîkekî wusa bi 20-30 milîon dolaran ava bibe. Wekî li Tanzanîya yê. Çareserkirina vê suale ne zehmet e. Bi 4 pisporên gelek baş di 4 warande dikare çareser bibe :

1. Pisporekî tanduristî û eynê demê de dîplomat bo dayinustendin bi saziya tendirustiya Yekîtiya Milletan, saziyên xêrxwazên navnetewî di warê tandirustî de, bo dayinustendin li gel welaten peşdaçûyi uhd.

2. Pisporê dermanasî -farmakolojî -

3. Pisporê teknolojiya dermançêkirinê

4. Pisporê tîcareta pewistiyên hevîrê dermanan. Ji xwe pisporên baş gruhe xebata xwe bi xwe çêdike û endamên gruhe xwe ji bi xwe peyda dike. Di vê warê de ev pispor dikarin ji pisporên Kurden Ewrupî istîfade bikin. Malesef deriyên Herêma Kurdistanê bo van pisporên Kurdên xeribiyê re ta nuha girtî ye. Sedemê peşdeçuyina Israîl ji destpêkê ta nuha ewe ku Israîl kîjan cihû ji kîjan quncika dinê here wir, wî wek heoli-hemwelatiyê xwe dikin singe xwe. Ev helwest mixabin e ku hê jî li Kurdistana Başur nîn e.
Dibe ku di destpekê de bi hinek şîrketên baş ê Hindistanê re bo demekî têkiliye ticarî pewist be . Û dibe ku çend seferiyên zaninê bo Tanzaniya û Hindistanê pewîst be, ji ber ku ev her du welat sualên xwe yen bingehîn ê dermanan bi awakî baş, rasyonel çareser kirin / kirine û dikin û ji bo Kurdistanê dikarin minak bin. Bo cihazên hesas Korêya başur ku leşgere wan li Kurdistanê ye, welateki bi îsabet e.

Fabrikayek wusa li Kurdistanê de dikare di webeyê navîn de bersiva pewîstiya tevekê Iraq jî bide û bibe navenda farmakolojiya Iraqê. Le pêwîst e hinek fireh û dur were fikirandin.

Dr. Yekta Uzunoğlu kî ye
1953 de li Farqînê hatiye dinyê. 1971 ji bo xwendina bilind tê Fransayê. Li wir zimanê fransî dixwîne. 1973 de tê Pragê. Piştî xwendina tendurustiyê, dibe doktor û di 1980 de di gel hejmarek doktor li Kurdistanê dixebite. Piştre tê Almanya. Li wir di avakirina Enstituya Kurdî a Parîsê û Enstîtuya Kurdî a Bonnê rolên berbiçav hildigre ser milê xwe. Paşê vedigere Pragê. Dr. Yekta di saxiya Şehîdê nemir hêja Evdirehman Qasimlo de jê dersên aborî werdigirt. Paşê li ser makro ekonomî xebitî, li ser zaniyariya aboriyê kur bû. 1993 de li gel Serekomarê Çekê Veclav Klaus û hejmarek ekonomîstên wir, li ser bingeha berhema xwe bi navê ``Perspektîvên Aboriya komara Çekî`` xebatên aboriyê dikin. Ji ber komployekê di sala 1994 de tê girtin. Ew di sala1997 de azad dibe. Di sala 2006 de xelata Frantisek-Krigelê wergirtiye. Dr. Yekta zewiciye, du zarokên wî hene û li Komara Çekê dijî (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]