NEWROZ

نوروز


29/3/2008

Kovara wêjeyî, çandî û hunerîNûdem bû 16 salî

Zarathustra News

Di adara 1992 an de hejmara xwe ya yekê derxistibû. Ew ne tenê kovarek bû. Bêhtir, ji kesên zimanhez, edebnas, hunermend, helbestvan û nivîskaran re bûbû mal. Kesên ku bi nivîs anjî ceribandinê destpêkê di Nûdemê de cî girtibûn ne hindik bûn. Ji awira wergerê ve jî xebatên hêja hatibû kirin...

Nûdem, cihê xwe di dilê evîndarên ziman û çanda kurdî de çêkir. Jê hate hezkirin. Hevkarên wê, nivîskarên wê û dilxwazên wê pir bûn. Lê divê bê qalkirin, ku gelek rojan gerînendeyê wê Firat Cewerî hetanî berê sibehê bi Nûdemê dadiket. Pir diwestiya. Lê di derketina her hejmarekî de xurtir dibû. Hezkirina Nûdemê, têkiliyên xwendevanan û germahiya ronakbîrên kurda westandina wî pê dida jibîrkirin.

Nivîskarê hêja Firat Cewerî qala wan rojan û rola kovarê wisa dike:

"Min deh salên xwe, deh salan şev û rojên xwe dan NÛDEMê. NÛDEMê deh sal ji jiyana min, na, ji xortaniya min bir. Min xortaniya xwe li ser NÛDEMê kir. Ez deh salan bûm dildar û evîndarê wê, min deh salan ew bi ked û xwêdana xwe xwedî kir. Min li welatê xerîbiyê deh salan sebra xwe bi wê anî û dilê xwe ji wê re vekir. Min ew bi evîn û hezkirin mezin kir.

Armanca min bi NÛDEMê ew bû ku ez jiyana surgunê di berjewendiya ziman û edebiyata kurdî de bi kar bînim, bersivekê bidim înkarkerên zimanê kurdî, zimanê kurdî ji kirasê wî yê teng derxim, rê û awayên nû li ber edebiyata kurdî vekim, pirekê di navbera nivîskarên kurd yên seranserî dinyayê de ava bikim, sînoran ji navê rakim, azadiya fikrê bingeh bigirim û li dinyayê cihekî ji edebiyata kurdî re çêbikim."

Paşê Nûdem mezin bû. Gavek e din hate avêtin. Weşanxaneya Nûdemê dest bi xebatê kir. Weşanxaneya Nûdemê hejmarek  pirtûk da pirtûkxaneya kurdî. Tevayê hejmarên Hawarê berhev kir û ji nû ve da ber çapê. Ji awira çandî û edebî ve berhemên hêja belav kir.

Li ser cî û rola Nûdemê, ne tenê yê Cewerî, lê dîtinên nivîskarên kurda jî têra xwe balkêş e û bi mesajên pirwate barkirî ne.

Nivîskarên kurd ji bo NÛDEMê çi gotin

Celadet bi HAWARa xwe tenûr dada

Cewerî bi NÛDEMa xwe nan pê veda

Sebrî Botanî

*

Nûdem di warê kurmancî de kovareke wisa hêja ye. Xwedî pênûsên cihê cihê yên deverên cografîk ên ji hev dûr, yên ji dîtinên siyasî yên cihê tê de dinivîsînin. Bi tenê nanivîsînin, ji hev kelk jî digirin. Ez her hejmarê bi mebesta sûdek jê hilanînê ta ku zemanê min dest bide dixwînim û bi kêrî min tê jî; pê bêjezaniya xwe teze dikim, hin tiştên nû hîn dibim.

Rojen Barnas

*

Eger mirov temaşayî kovarên bi kurdiya kurmancî, yên ku di van dehsalên dawiyê de derketine bike, dê bibîne ku Nûdem ji wan hemiyan ma berdwam û pêşkeft û balkêştir e. Û gelek kesan nivîskariya xwe ji nav rûpelên Nûdemê dest pê kir yan jî Nûdemê ew û berhemên wan dan nasandin.

Sidqî Hirorî

*

Li ba min karê herî girîng yê Nûdem û xwediyê wê, nivîskar û rojnamevanê hêja Firat Cewerî encam daye ew e, ku tradisyona rojnamegeriya kurdî şikandiye, ji sobat û xeleka berteng derçûye û berdewam bûye, pir nîvîskar afrandîne û pêgihandîne, bûye mînakeke zindî di dîroka rojnamegeriya kurdî de, gihiştiye rêza rûpelên zêrîn di dîroka peyva kurdî de, û ew kerwanê Mîqdad Midhed Bedirxan, Mîr Celadedet Bedirxan, Mustefa Paşa Yamulkî, Huseyin Huznî Mukriyanî û Ibrahîm Ehmedî destpêkirî, îro ew berdewam dikit.

Necîb Balayî

*

Bi kurtasî di pêvajoya weşangeriya 10 salan de, di warê ziman, çand, huner û edebiyata kurdî de rol û girîngiya kovara Nûdemê zelal û berbiçav e... Nûdem, ligel Hawar-Ronahî û çend navên din yek ji hîmên bingehîn a edebiyat û weşangeriya kurdî bixwe ye.

Salihê Kevirbirî

*

Nûdem di warê xwe de tabûyên mezin şikênandine. Rûpelên xwe ji ramana azad û niqaşên bikêrhatî re vekirî hiştiye. Ji avakarina edebiyata kurdî re hewldanek mezin daye; ji pêşeroja edebiyata kurdî re bûye modelek. Weke ku di hejmara 1ê de jî diyar dike, gihîştiye armanca xwe û bi serfirazî serkêşiya govendê dike.

Evdile Koçer

*

Ez kovara NÛDEMê weke kovara yekem dibînim, ji ber ku di demên xwe de derdikeve û bêalîya xwe parastîye û nebûye cihê şerenîxa çi kesan û her kes dikare bi serbestî dîtinên xwe tê de bînin zimên, weke mînbereke azad dikare hemû dengan berz bike.

Hîvî Berwarî

*

Nûdem bitenê di xizmeta ziman û çanda Kurdî de ye, di vî warî de roleke girîng û hêja lîstiye.

Yaqûb Karademir

*

Di van deh salan de, rola kovara Nûdemê gelek mezin bû. Bi her babetî xemlandî bû. Berdewam hewil daye ku, kovara gelê kurd be û ne ya aliyekê taybet. Firat Cewerî, bêhin fireh û toleransa wî hebûye û karê xwe pêş de biriye...

Xelîl Duhokî

*

Nûdemê di nava kurdan de valahiyek mezin dagirt. Misyonek danî ser milê xwe. Me dixwest her tiştî bi îdeolojiyekê ve girê bidin û li gora wê îdeolojiyê bixwînin. Lê me dûre fêhm kir ku em ne rast in. Divê raman û kultura me jî pêş biketa. Nûdem ji bo vê bû lingek.

Abidîn Parilti

*

Ew kesên ku li ser rika xwe bin, kurdî biaxivin û binivîsin, li cem me nezan in, bêfam in û kevneperest in. Lê Nûdemê hemberî hemû astengî û dijberîyên kurdan ew zincîr şikandîye. Heke miletek heye zimanê wî jî heye. Nûdemê li derveyî welat rika xwe birîye serî. Hingî mirov dikare bêje Nûdemê, hemberê îddia û çalakîyên dijberê kurdayatîyê, hember kurdên, alîkarên vê dijminahîyê bi berxwedanekê xwe li ser pêyan ragirtîye.

Necdet Buldan

*

Nûdem deh saliya xwe pîroz dike. Di rojên dijwar de, di rojên ku zimanê kurdî mîna berfa biharê li ber tava germ û barana nerm bêhemdî –bêxwedî- dihele de wê mîna kela Amedê, mîna Birca Belek û mîna kela Mêrdînê hembêza xwe ji zimanê kurdî re vekir û mîna dayikeke dilovan ku bi şîrê xwe yê spî û helal dergûşa xwe bimijîne, bûye kelehek ji kelehên canfeda î parastina ziman, çand û edeba kurdî.

Roşan Lezgîn

*

NÛDEM dikaribûye xwe bi dirêjiya deh salan zindî bihêle û findeke din di nav şevreşiya xwe avêtî ser ziman û edebiyata me de vêxistî bihêle.

Şahînê Bekirê Soreklî

*

Divê mirov weke ronahiya çavên xwe Nûdemê biparêze. Ji ber ku Nûdem bûye navnîşaneke ku ji hemû entelektulên kurd û ne kurd re ciyê şêwr û mişêwrê. Loma ez dibêjim, Nûdem ne bi tenê kovarek e, ew malbateke û malbateke bi sala kurdûnda maye û îro xwedî ewledeke salih e.

Enwer Karahan

*

Lê belê wek mesela ku di çîrokan de dibêjin: Çû zeman, hat zeman, serê Mîrze Mihemed hê ji nû ve kete nava xaxên giran. Heta çend hejmarên Nûdemê derketine jî, serê Firat Cewerî di nava xaxên giran de bû. Hinekan digot gelo?... Hinekan digot erê!... Hinekan digot çima?... Hinekan digot ev ji kur?... Hinekan digot haho!... Hinekan jî digot aferîn ji Firat Cewerî re! Bila ew tenê bêje ku ez berpirsyariya xwe tînim cih! Helbet kesên ku ev gotina dawîn digotin, jimara herî zêde bûn. Di pêvajoya demê de ewrên reş firrikîn, barana xezebê rawestiya, zîpika siqûmatan daneweşiya û dinyaya NÛDEMê germeruhn bû, kovarê li jiyana xwe domand û heta niha gihaye jimara 40î.

Zeynelabidîn Zinar

*
Kovara NÛDEM her çiqasî li derveyî welêt derdiket jî, roleke erênî û ronbînî di wêjeya kurdî de lîst. Rola ekolekê lîst û binbariya xwe ya wêjeyî anî cih. Ji sedî not nivîskarên kurd yên vê dema guhertinî, di NÛDEMê de dest bi nivîsandinê kirine. Ez bi xwe yek ji wan nivîskara me. Erê nivîskariya min ya zimanê tirkî hebû, lê destpêka min ya bi zimanê zikmakî di NÛDEMê de dest pê kir. Xaleke din ya giring: Min, piştî kovara Haqarê, wêjeya cîhanê di kovara NÛDEMê de şopand.

Medenî Ferho

 

*

NÛDEM, kovereke nûjen û hemdemî ye.

Dr. S. Unis

*

NÛDEM yekem kovara bi kurdî bû ku min peyda kir, NÛDEM yekem kovar bû ku bi berdewamî bandor li min kir û li min hişt û dîsan NÛDEM bû ew yekem kovar ku min tê de nivîsî. Birêz Firat Cewerî jî yekem nivîskar bû ku dostanî bi min re kir, yekem nivîskar bû ku di min de tovê hêviyê dît û dîsan jî ew bû yekem kes û ta niha û belkî ji niha şûnde jî bi herherî ji her kesî zêdetir bawerî, piştgirî û bisteyî (cesaret) da min ku binivîsim...

Husein Muhammed

*

NÛDEM di dîroka edebiyata kurdî de xwediyê cihekî bilind e.

Cankurd

*

Di pêvajoya weşana kurdî de, ji bo huner, çand û edebiyatê, Kovara NÛDEMê bi roleke girîng derketiye ser dikê.

Yaqob Tilermenî

*

Rola Nûdemê, di pêşveçûna ziman û çanda kurdî de mezin e û layiqî pesnê ye. Ez, ji bo Nûdemê jiyaneke dûr û dirêj daxwaz dikim û ji bo vê xebata hêja û berhemên giranbiha xwedî û berpirsiyarê giştî Firat Cewerî pîroz dikim.

Şermîn Bozarslan

*

Gava ez dixwazim îro konkret Nûdemê binirxînim, ji bo min pîvana nirxandinê ev e: gelo kovara Nûdem û xwediyê wê çiqasî milet û welêt didin ber çavan û çiqasî li gora wê rewşê karê xwe dimeşînin. Di vê rewşa kambax de weşandina kovareke xwerû bi kurdî ne hêsan e. Ne ku bi tenê ne hêsan e, lê gava em dibînin ku ev kar bi tenê ji aliyê Firat Cewerî ve tê meşandin, ev karekî pir giran e û nimûneyeke nedîtî ye. Firat Cewerî bêî redaksiyon û cîgir ev deh sal in ev kar bi rêk û pêk meşandiye û ev kar ji wî re bûye rûmetek, ji me re jî bûye cihê kêfxweşî û serbilindahiyê. Bêguman ji bo meşandina karekî wisa girîng hewcedarî ne bi tenê bi pisporî, zanebûn, zîrektî û welatevîniyê heye lê hewcedarî bi îradeyeke xurt û karkirineke bi heyecan jî heye. Ev jî li ba Firat Cewerî heye û xurt e.

Wezîrê Eşo

*

Deh sal derbas bûn!? Rast e?!

Zarokek nazik û zirz!

mûma dehan vedimirîne!

Deh şaxên bi nêzîkî çil xuncan xemilî.

NÛDEM...
Pir zor û zehmetî, pir pevçûn û xirecir, pir devavêtin û zikreşî, lê pir

hezkirin û hêvî hebûn -hene li dor!

NÛDEM...

Mervanê Keleş

*

Nûdem wek stêrek geş e di ezmanê rewşenbîriya kurdî de û sal di pey salê re ev stêrk li ber çavan mezintir, geştir û çirisîtir dibe. Em jî bi vê mebestê, gurzek nêrgizên buharî, ji nêrgiziyên dora Cizîra Mîr Şeref ji xwediyê wê birêz Firat Cewerî re pêşkêş dikin.

Konê Reş

*

Kovara Nûdem, wek hertiştî li dunyayê pêşve çû, naveroka wê çi ji aliyê
nirxandina berheman, çi ji aliyê dewlemdiya pexşana kurdî, gelek pêşde çûye, ta gihiştiye pêpeloka yekemîn di nava çapemeniya kurdî de, hem li derveyî welêt, hem li Kurdistanê û bi taybetî li cem kurdên ku bi alfabeya latînî dinivîsinin.

Ebdulbaqî Huseynî

*

"Nûdem" bi dema em tê de dijîn re hempê dimeşe û problem, xweşî û nexweşiyên demê, girêdayî bi huner, edebiyat û çanda kurdî ve, bi zimanekî zelal, zanistî û çi gelekî girîng e, ku bi profesyonalî digihîjîne xwendevanan.

Ez ku "Nûdemê" dixwînim rehetî tê ser min, tiştan jê fêr dibim û ne badîhewa ye, ku ne tenê entelektuelên kurd lê wisa jî ên miletên cûda-cûda jî xwe li " Nûdemê" digirin, li dora wê top dibin.

Ez dibêjim xebatkarên "Nûdemê", bi serokatiya xortê ciwan, zîrek û bi marîfet Firat Cewerî bêwestan kar dikin, ku kovareke bêdereng bigihîjîni xwendevanan û dilê wan xweş bikin. Her bijîn...

Aslîka Qadir

*

NÛDEM wek miqnatîsekê evîndarên ziman, edebiyat û hunera kurdî ber bi xwe ve kişand.

Serhad Bapîr

*

Nûdem siwareke serbixwe ye, dide pey siwarên revonek û kelehên parastinê ji zimanê kurdî re ava dike.

Bêwar Îbrahîm

*

Bêyî pirole (mubalexe), ez bi hêsanî dişêm bibêjim ku, piştî Hawarê, Nûdemê ku wê jî li xerîbiyê dest bi jiyana xwe ya weşanê kir, rûpeleke nû di kovargeriya Kurdan de vekir û bû xweyê navekî taybet û resen. Nemaze ji aliyê çeşnên edebî ve bû dibistanek, bû warekî welê ku wêjevan û wêjehez xwe tê de derbibin.

Zana Farqînî

*

NÛDEM li ser riya afirandina edebiyateke nûjen gaveke bi rûmet e.

Cemîl Gundogan

*
Em tenê dikarin bi weşanên wek NÛDEMê şoreşa çandê bikin.

Wezîrê Eşo

*

NÛDEM rengekî nû daye edebiyata kurdî.

Nacî Kutlay

*
Li gora min NÛDEM deng û temsîlkara edebiyata kurdî ya Swêdê ye; wê bi înad weşana xwe ya bi kurdî dewam kiriye û bi vê yekê bûye dengê edebiyata kurdî.

Cemşîd Bender

*

Piştî salên 1980-an kurdan li derveyî welêt gelek kovarên edebî, çandî weşandin. Nûdem, bêşik, kovara herî bedew, dewlemend û xurt bû.

Mehmed Uzun

*
Kovara NÛDEMê û weşanên wê, roniyê didin "Şikeftiyên me..." Roniyek ku pîvana wê "ronahî" bi xwe ye.

Sabah Kara

*
NÛDEMê bi rengekî spehî û awayekî xemildar dilê xemxwarên edebiyat, mêjû, zanyarî û çanda kurdî geş kiriye, roleke bi rûmet û bihadar di warêpêşxistin û geşkirina ziman û edebiyata kurdî de leyistiye.

Haviz Qazî

*
Di aliyê kultur, huner û edebiyata kurdî de, NÛDEM wek kulîlkeke rengîn e.

A. Balî

*
NÛDEM ziman û edebiyata me bi pêş de dibe û kultura me dewlemendtir dike.

Gulistan Perwer

*

Ji Nûdemê Gavek e nû

Kovara Nûdemê, bandora xwe ji awira edebî, çandî û wêjeyî li periodekî kir. Nûdem weke kovar û weke weşanxane rola xwe a dîrokî têra xwe nehatiye niqaşkirin. Rol û cihê Nûdemê li benda lêkolînên firehtir in.

Kovara Nûdemê di adara 1992 an de dest bi weşana xwe kir û deh salan bêyî navbir derket. Bi munasebeta salbûna Nûdemê, ji aliyê weşanxaneya Nûdemê ve gavek e nû hat avêtin: Tevayê hejmaren kovarê hat berhevkirin. Nûdem mîna deh cildan ji çapê derket.

Kesên edebhez, lêkolînêr, çîrokhez, evîndarên ziman, çand, wêje û hunera kurdî dikarin pirtûkxaneyên xwe bi xezîneyeke netewî dewlemend bikin. Her deh cildên Nûdemê di nav rêzên pirtûkên xwe de bi cî bikin.

Bi minasebeta 16-saliya NÛDEMê, her 10 cildên Nûdemê bi erzaniyeke mezin tê belavkirin. Weşanxaneya Nûdemê, bi erzanî, hetanî dawiya meha nîsanê vê xizmetê dighêjîne ber destê tevayê kurda, li welêt anjî li derveyî welêt. Buhayê wê ji bo Swêdê, heqê postê tê de bi 590 kronî, ji bo derveyî Swêdê jî, dîsa heqê postê tê de, bi 89 Euroyî tê firotin.

Kesên bixwazin tevayê hejmarên Nûdemê, anku deh cildên wê bidest bixînin, dikarin bi rêya bankê li ser vî hesabî nirxên wan razînin:  F. Ceweri, IBAN: SWEDSESS: SE3880000083279233846203. Paşê nav û adresa xwe ji vê e-mailê firat.ceweri@comhem.se re bişîne û wê tavilê cildên Nûdemê ji we re bê şandinê.

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]