NEWROZ

نوروز


29/12/2007

TAYBETMENDIYÊN VEGOTINA ÇÎROKÎ Û RÊKÊN VEGOTINA ÇÎROKÎKIRINÊ-5-

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

Dema mirov bûyerekê tîne ser ziman serî li teşeya vegotinê ya çîrokî dide. Çîrokî bûyerê dikare gav bi gav çawa çêbûye bîne ser ziman û di hundirê tevgerekê de bide. Wek tê zanîn pêşdariyê jî resmandineke heyîne yan bûyeran çêdikir û bi me dida nasîn, lê di pêşdariyê de tevger nîne; her bûyîne di cihê xwe de rawestiyaye. Dema kesê sêyem digere û pêşdariyê dike jî, dîsa resmandineke wiha dike ku her tiştî di cihê xwe yê pêdandî de radixîne ber çavan. Lê di çîrokiyê de liv, tevger, pevçûn û herikîneke domdar heye. Ji bo vê çîrokî ne tenê di roman û çîrokan de, di nivîsarên din de û di axaftinê de jî tê bikaranîn. Dema yek dipirse, ‘Çi bûye?, Çi diqewime?’ bersiva were dayîn bi awayekî çîrokî wê were dayîn.

Wek vê, serpêhatî, jiyandin, jiyana kesekî û hwd. jî bi teşeyê çîrokî tên ser ziman. Nivîsareke li ser herikîna dîrokê, li ser bîranînekê, di derbarê gerekê de, tev bi teşeyê çîrokî gav bi gav di hundirê liv û tevgerekê de mirov dikare bîne ser ziman. Bê guman teşeyên din di vegotinê de alîkarî didin çîrokiyê û pev re jî tên bikaranîn. Tişta em bizanibin ev e ku çîrokî vegotina bûyerê ya di nava liv û tevgerê de ye. Ji bo vê ev bûyer, çalakiyeke çawa ye, kengî qewimiye, li cihekî çawa derbas dibe, wateya xwe çi ye, divê were zanîn. Di her çîrokiyê de çalakiyek(bûyer an tevgerek) û pê re, dema pêkhatina vê çalakiyê û wateya wê heye. Di vegotinê de ev her sê xal divê li ber çav werin girtin.

Di Çîrokiyê De Çalakî

Her bûyer di rastiyê de ji rêzeçalakiyan pêk tê. Destpêkeke bûyerê heye, bi sedemekê dest pê dike û ji wir çalakî bi çalakî li pêş dikeve. Mirov ji bo baştirîn têgihiştinê çêbike dikare bi pêşdariyê re bide ber hev û ji cudahiyên wan çawabûna wê derxîne. Pêşdarî wek mekîneya wênekêş e. Wêneya bûyeran bi awayekî cemidandî dikişîne. Her çalakiyek dibe wêneyek ku nalive û nakeve tevgerê. Lê çîrokî wek kameraya vîdeo ye; her çalakî tê de diherike, her tiştê tê de di nava liv û tevgera xwe ya xwezayî de ye.

Ji bo vê di çîrokiyê de çalakî grîng e. Mirov vegotinê bi rêzkirina van çalakiyan pêk tîne. Kesê sêyem rawestiyayî be jî, di tevgerê de be jî, her tişta li derdora wî diqewime û bala wî dikşîne ser xwe, tev lê dibe, tev bi livandinên xwe tên diyarkirin û vegotin.

Mînak:

1- “...Bi hêrs rabû ser xwe. Destên xwe li paş xwe girê dan. Tizbiya di dest de bi şerqînî kişand û du gav avêtin. Rawestiya û serê xwe rakir. Bi wêneyê li ser dîwêr re rû bi rû hat. Destê xwe dirêj kir ku wêneyê rake, lê careke din dilê wî negirt û xwe wek zinêkarekî dît. Ji ber xwe da şermê û hat, rûnişt cihê xwe.

2- Ji sibê ve ev sed car in wiha radibû û rûdinişt. Ji qasî pîreka wî ji êşa zirav miribû heta vê rojê şîna wê kişandibû û her bi evîn û hesreteke mezin li wêneya wê temaşe dikir. Ji bo vê wêneya wê anîbû û li hember dîwana ku li ser rûdinê daliqandibû. Lê vêzbê her tişt bi carekê re hatibû guhertin.

3- Dema daketibû dikanê ku hinek pêxwarinî ji bo taştê bikire, li jinebiya cînarê xwe rast hatibû. Hîn cilên wê yên sibehê li ser bûn û porê xwe heta ser pêsêrên xwe berdabûn. Ji girsbûna pêsêran porê wê diliviya û bi vê livandinê agir berdabû nava dilê wî. Dema di ber re derbas bibû, jinebiyê serê xwe rakiribû û bi lêvkeniyeke ku heta wê rojê qet li ser lêvên wê nedîtibû, gotibû, “Rojbaş cînar, hûn rojekê nayên çayeke me venaxwin!”

4- Êdî lingên wî erd nedigirtin. Çawa di bin daran re derbas bû, çawa gihîşt dikanê, çawa pêxwarinî kirî û çawa vegeriya malê, nedihat bîra wî. Xwîna wî dikeliya û hestên wî difûriyan.

5- Dema ketibû hundir û li cihê xwe rûniştibû, çavên wî li wêneya jina wî ya mirî ketibû û di cih de xwîna wî cemidî bû, hemû hesten wî daketibûn û hesta şermê serî rakiribû. Awirên jinê di wêneyê de bi xemgîniyeke tûj lê dinêrîn û digotin; “Xayin, ka te soz dabû ku tu li ser min ti gulên din bêhn nekî?”

6- Di wê bêhnê de biryar dabû ku wêne ji dîwêr rake, lê her ku diçû ber wêneyê, destê wî pûç dibû û dilê wî ranedikir ku rahêje wêneyê...”

Di vê mînakê de rewşa zilamekî bi çalakiyeke ji nava bûyerê dest pê dike û rojeke wî, parçek ji jiyana wî vedibêje, bi me dide nasîn. Ger em bala xwe bidinê, her tiştê di vê vegotinê de cih girtiye, di nava liv û tevgerekê de ye. Heta wêneyê ne zindî jî wek ku zindî ye, wiha tîne ser ziman: ‘Awirên jinê di wêneyê de bi xemgîniyeke tûj lê dinêrîn û digotin; “Xayin, ka te soz dabû ku tu li ser min ti gulên din bêhn nekî?”

Bi vî awayî derdikeve holê ku vegotina çîrokî ji rêzkirina çalakiyên di nava liv û tevgerê de pêk tê. Her rabûn û rûniştinek çalakiyek e. Derketina der ve, rasthatina li jinebiyê, lêvkeniya wê, dawetkirina wê, çûna wî ya dikanê, vegera wî tev, her yek çalakiyek e. Dema ev bi ser hev vedibin, bûyerê pêk tînin û vegotina vê bûyerê ya bi vî awayî jî, teşeya çîrokiyê derdixe holê.

Di Çîrokiyê De Dem

Di vegotina çîrokiyê de demek a pêkhatina bûyerê heye. Ev dem ji dema giştî vediqete, ji ber ku despêkek û dawîbûneke vê demê heye. Her bûyer her çalakî di demeke diyar de dest pê kiriye, pêş ve çûye û bi dawî bûye. Ji bo vê di vegotinê de divê ev her sê dem cih bigrin. Lê vegotinêr dikare van deman bi rêzê jî bide, dikare rêza wan biguherîne jî. Li gor xwe çalakiya grîng dibîne dikare hilbijêre û demê ji wir destpêkirin bide, ji wir vegere serî û pê ve biçe. Mînaka çîrokiya li jorê hatiye dayîn bi vî awayî ye; vegotinêr ji çalakiyeke ber bi dawî ve dest bi vegotinê dike. Bi vî awayî balê dikşîne ser mijarê û pişt re vedigere serî dest bi jiyana wî ya rojekê û ya giştî dike.

Bi awayekî teknîkî jî em dikarin bînin ser ziman ku têgihîştineke baştir çêbibe:

Mînak; em bêjin di bûyerê de şeş çalakî cih digrin(1, 2, 3, 4, 5, 6.) Ji vana çalakiya pêncemîn(5) çalakiya grîng a rabûn û rûniştina zilêm e. Vegotinêr dema di vegotinê de wiha rêz dike: 5, 1, 2, 3, 4, 6.

Vegotinêr cih bi cih dikare çalakiyên dema borî jî wek bîranînê raxîne ber çavan û girêdanekê di navbera çalakiyan de çêbike ku bêhtir watedar bibe. Di mînaka li jorîn de ev jî heye: “...Ji qasî pîreka wî ji êşa zirav miribû heta vê rojê şîna wê kişandibû û her bi evîn û hesreteke mezin li wêneya wê temaşe dikir. Ji bo vê wêneya wê anîbû û li hember dîwana ku li ser rûdinê daliqandibû ...”

Wê demê rêzkirina çalakiyan wiha mirov dikare serast bike: 5, 2, 1, 3, 4, 6.

Di vegotinê de qalibekî rêzkirina demê ya bikaranînê nîne. Mirov ji dawî jî, ji serî jî, ji nêvî jî dikare dest pê bike , ya grîng ew e ku kîjan bûyer dikare hest û bala kesê duwem rake ser lingan û wî bikşîne nava vegotinê, pê ve girê bide, dilê wî bibijîne, mereqa wî hilke, dem ji wir tê destpêkirin.

Di Çîrokiyê De Wate

Derveyî bûyerên xwezayî, her bûyerek çi pêkhatî be, çi xeyalî be girêdayê hestên mirov li pêş dikeve. Tê de ya xwestekek, an xweajoyek, an hêviyek, an azweriyek heye. Ger di vegotina bûyerê de ev tine bin, ew vegotin bê wate dibe û vegotina bê wate jî bawerî pê nayê. Xwestek, xweajo û azweriya di bûyerê de armanca wê jî diyar dike.

Her bûyer ji çalakiyan pêk tê û di navbera van çalakiyan de divê girêdaneke ‘sedem û encam’ û ‘bandûr û bertek’ hebe ku bikaribe watedar be. Bûyera ku ne serî ne dawî diyar e, ya ku çalakî bi çalakiyeke din ve nehatiye girêdan, yek yekê nakşîne, ji ya berya xwe bi bandûr nabe û bandûrê li ser a pey xwe çênake ew bê wate ye, û ti kes dema xwe bi xwendin an guhdarîkirina vegotina bê wate derbas nake.

Ji bo vê di navbera giştiya çalakiyan de divê yekseriyeke (tevahîbûneke) wateyî hebe, wateya xwe ne qet qetî be. Dema di çîrokîyê de ger yekser be, çalakî jî dibe xwediyê yekseriyekê. Herikîna bûyeran divê di nava herikîna demê de were diyarkirin û her çalakî bi ya pey xwe ve were girêdan, wê pêş ve bibe ku xeleka wateyê qut neke.

Ji bo vê herikîna bûyerê û çalakiyan girêdayê kesên tev li bûyerê dibin e. Bi pirahî sedema bûyeran mirov in. Bi vê sedemê jî hest û ramanên mirov grîng in. Hestên mirovekî li ser hemû liv û tevgera wî bandûrê çêdikin. Ev jî çêbûna bûyeran amade dike. Her bûyera ku mirov tê de cih bigrin, dibe encama hest, hêvî, daxwaz, xweajo û azweriyê. Ev jî wateya bûyerê ango vegotinê diyar dike.

Di mînaka jorîn de hestên zilam ên xwestinê, yên xweajoyê û yên din, di nava girêdaneke têkildar de û di nava herikîneke ku yek li ser yekê bandûriyê çêdike de hatiye vegotin. Mirov ji vî parçeyê biçûk ê mînakî tenê jî dikare wateyeke serûber derxîne. Ev jî xurtbûna girêdan û têkiliya çalakiyan a li gor ‘sedem û encam’, ‘bandûr û bertek’ê dide diyarkirin.

Di vê mînaka jêrîn de em bikaranîna hestan, rêzbûna çalakiyan û têkiliya di navbera wan de bibînin:

“...Dengek li ber guhê wî ket. Ji xewn û xeyalan veciniqî. Belê, hinekan bang lê dikirin:

- “Heval tu li ku yî?”

Hevalên wî bûn. Nezîkatî lê kiribûn û pirsyara cihê wî dikirin. Devê xwe heta jê hat vekir û bersiv da:

- “Ez li vir im. Ez li vir im.”

Pişt re bi bersiva xwe keniya û careke din bang kir:

- “Li pişt keviya berfê, li pişt keviya berfê.”

Hevalên wî dengê wî girtibûn û cih naskiribûn:

- “Temam, temam; em tên.”

Gelo kîjan heval bûn? Ji dengê wan nas nekiribû. Di şevê de daketina vî gelî jî qet ne xweş bû. Hatina di rêkê re dîsa kêmekî hêsan bû, lê ji rê derketin û meş pir xerab û zahmet bû. Zinarên bilind û tûj nedihiştin mirov cihê bixwaze, di wir re biçe. Cihên rê didan jî tije berhûrik bûn ku mirov gaveke bê hemdê xwe biavêta, di cih de dişemitî, kevir ji ber lingên wî digindirîn û ger xwe negre dikarîbû ew jî bikeve, bigindire.

- “Heta em bi ser cihê te vebûn, em ji hal ketin.”

Hevalên wî hatibûn milê din ê keviya berfê û pê re diaxiftin.

- “Emê çawa werin cem te, rêk der hene?”

- “Divê hûn berfê qut bikin, rêk nînin.”

- “Tu çawa hatiye vê derê yarebî!?”

Hevalên wî yên hatine ling dan ser keviya berfê. Berf hişk bibû û serjêreyî bi mêyl bû. Dîtin ku hinekî gava xwe bêhemd biavêjin, wê bişemitin û biçin. Ji bo vê bi serê lingê xwe berf kolan, cihê lingê xwe vekirin û wiha derbasî cem wî bûn.

- “Em bi kotekî derbas bûn. Ne berf e, cam e, mîratê! Ka tu li ku derê yî?”

Hatibûn raserê wî, ser keviya berfê. Lê ji ber ku binê keviyê tarî bû, hîn ew nedidîtin. Deng li wan kir:

- “Hema xwe biavêjin jêrê, ez li binya we me.”

Her du gerîlan du-sê gavan serevraz meşiyan û xwe berdan erdê.

- “Merheba heval.”

- “Merheba, hûn bi xêrê hatin.”

- “Di nava xêrê de bî. Rewşa te çawa ye?”

- “Baş e. Hûn çawa ne?”

- “Em jî baş in. Lê heta em daketin jêrê, çavê me derket. Tu çawa hatiyî vê derê?”

- “Çîroka wê dûvdirêj e. Hele ka rûnên. Rewşa hevalan çi ye? Di paşdekişandinê de hûn saxlem derketin?”

Her du gerillayên hatine, çekên xwe sipartin keviya berfê û li erdê çarmêrkî rûniştin. Gerîlayê bejindirêj bi hêdî kuxiya û bersiva hevalê xwe yê birîndar da:

- “Hevala fermandara taximê şehîd ket; du heval jî sivik birîndar bûn. Lê wekî din tev saxlem derketin.”

Bi bihîstina vê saloxê, dilê wî di cih de qurmiçî. Anî bîra xwe ku dema birîndar bibû, hevalên wî tev bi rê ketibûn, dawî ew -fermandara taximê- hatibû cem û xwestibû wî rake, bibe. Lê dema gotibû, ‘Hûn biçin, hevalan xelaskin; ez nikarim bi we re bêm!” çavên wê tije rondik bibûn û gotibû: ‘Tu xwe biparêze; ez soz didim ku çawa em ji çeperê derkevin, ezê hevalan rêkim û te ji vir bigrim.”

Baweriya xwe bi vê sozdayînê anîbû û ev sê roj in bi vê hêviyê dilrehet bû. Niha têdigihîşt ku çima hevalên wî zûtir pê ve nehatine. Ji hevalên xwe pirsî:

- “Hûn çima doh, pêr nehatin?”

- “Me nizanîbû tu filitiye! Hevalan digotin, lingê wî şikestiye, li cihê şer maye. Me digot niha te yan bombe bi xwe de teqandiye, yan jî dijmin te şehîd xistiye. Bi rastî em ne ji bo te hatibûn. Emê derbasî cihê şer bûbana ku cenazeyan veşêrin. Lê dema te çek teqand, guman ket dilê me ku hinek heval birîndar filitîbin. Di paşdekişandinê de hinek heval ji me veqetiyabûn; me got dibe ku ew bin. Me ji bo vê bersiv da çeka te. Bi rastî qet nehat bîra me ku tu sax filitîbî.”

- “Çîroka filitîna min, dûvdirêj e. Lê ez bi xêra vê berfê filitîm. Min bi qûnkişkê xwe gihand ser berfê û şemitand.”

Gerîlayê bejinkin li cihê xwe liviya û bi lêvkeniyekê got:

- “Wele min texmîn dikir. Mirovê saxlem nikare li van deran bimeşe, yê lingşikestî wê çawa bimeşe? Fêda berfê jî ev e.”

Dîsa gerîlayê bejindirêj axaftin girt û got:

- “Dev ji wê berde. Niha emê çawa te ji vir derxin û bibin, em li ser wê biaxivin!”

- “Zahmet e. Bawer nakim hûn tenê bikaribin.”

- “Divê em biçin cenazeyan jî bibînin û veşêrin. Ev bû sê roj; niha bêhn pê ketiye jî.”

- “Ma hûn tenê du heval hatine?”

- “Rast e.”

- “Wê demê biçin cenazeyên hevalan veşêrin; ew ferztir e. Hûn pişt re dikarin werin min bibin. Ez dikarim çendrojeke din jî bisebirim; lê cenaze nikarin. Ji xwe hûn îşev nagihêjin her du karan pev re bikin. Bi roj, mayîna we ya di gelî de jî ne baş e; divê hûn xwe bidin jorê. Ji bo vê, cenazeyan veşêrin û biçin, hûn dikarin ji nuqtê hinekên din rêbikin.”

- “Hewce nake em vegerin nuqtê. Dema me cenaze veşartin, em dikarin bên te hilgirin û wiha biçin.”

- “Hûnê çawa min hilgirin? Ka darbest?”

- “Tu dizanî li vir qirşikek jî nîne. Me jî bîr nebir, em du daran bi xwe re bînin. Dihat bîra kê ku tu li vir î û birîndar filitiyî!”

Gerîlayê bejinkin xwe avêt nava gengeşiyê û got:

- “Bi piştê! Ezê te li pişta xwe bikim û hilkişînim jorê. Tevde tevde bila tu qasî ferdeyek ar giran hebî. Ma ne wiha ye?”

Her sê heval keniyan û dizanîbûn ku wiha ne hêsan e. Bi rasti jî ne karê aqilan bû ku yek bikaribe bi piştiyekî giran di van kevandeyên têr berhûrik re bi jorê bikeve. Herwiha her du gerîlan jî ciwan bûn û li ser xwe bûn; lê erd ne ti erd bû û kaşekî ne xweş û bê serûber bû. Dîsa jî xwe ceribandin. Alîkarî danê û yê bejinkin li ber rûnişt ku wî bide pişta xwe. Bes dema ji cihê xwe liviya, lingê wî hejiya û wekî xincerek di kezeba wî re rabe, janê da ser dilê wî û xwe berda erdê, got:

- “Heval, wiha nabe! Ger ez werim pişta we jî, her gavê wê hestî bileqe û jana wê kezeba min biperitîne. Ne hûn dikarin wiha bibin û ne ez dikarim wiha werim. A baş, hûn biçin karê xwe bikin. Ger hûn şeveke din werîn, an hinekan rêbikin, bê darbest neyên.”

Her sê gerîlan li hev rûniştin û her yekî di wê derbarê de nêrîna xwe gotin. Dawî biryara xwe kirin yek ku her du gerîlan biçin cenazeyan veşêrin, ji wir jî vegerin nuqtê, saloxê bigihînin hevalên xwe û komekê amade bikin, bi darbestê werin wî bibin.

Hevalên wî ji bo çûnê rabûn ser xwe. Ji ber ku çenteyên wan ne li pişta wan bûn, dizanîbû bi wan re xwarin nîne, ji bo vê pirs jî nekir. Bes tozek tûtin hebaya wê wek derman weyna xwe bileyista! Bi nîv şermokî pirs kir û bersiva jê ditirsiya girt.

- “Wele piç nîne. Ji operasyonê û vir ve tûtin ji bo derman be jî peyde nabe. Heval tev ji bêtûtiniyê gêj bûne. Bi rastî tu çi dixwî, çi vedixwî, li cem te derman heye?”

- “Tiştek nîne. Ev sê roj in ez zikê xwe bi berfê tije dikim. Birîna min jî tev nêm jê tê. Dema heval werin, bila hinek derman jî bi xwe re bînin. Ger hebe!”

- “Bextê reş ku me çenteyên xwe li jorê, li serê dolê hiştin. An na me dikarîbû qetek nan bidaya te. Lê li ber xwe bide, emê sibê evarî hevalan bi te ve rê bikin. Wê xwarinê û dermanan jî bînin.”

- “Hevalê textor jî dikare were. Bila birîna te paqij bike û derman lê bike, bipêçe; tê bêhtir bikaribî li ber xwe bidî.”

- “Êdî hûn dizanin. We rewş bi çavan dît. Silavan li hevalan bikin.”

- “Ser çavan.”

- “De bi xatirê te.”

Her du gerîlan rahiştin çekên xwe, avêtin milê xwe û destê hevalê xwe givaştin, bi ser keviya berfê ketin. Bi pey wan re bang kir:

- “Hişyarê xwe bin.”

Her duyan pev re bersiv dan:

- “Tu jî xwe biparêze; emê werin.”

- “Min ji bîr kir ku bipirsim. Ew hevalên çûbûn gund çi bi serê wan hatiye; we qet saloxek ji wan girt an na?”

- “Bawer nakim tiştek bi serê wan were. Me hîn ti salox negirtiye, lê dizanim saxlem in. Belkî îroj-sibê ew jî di vir re biborin. Bila guhê te li ser wan be.”

- “Dibe. Lê wê di rêkê re biçin. Ger ez pê bihisim baş e.”

- “Wê li me bibe dereng. De bi xatirê te, heval.”

- “Oxir be. Silavan ji bîr nekin.”

Her du gerîlan dîsa berf bi serê pêlavên xwe kolan û derbas kirin. Berê xwe dan jora gelî û ber bi Latka Sorik ve ji ber çavan winda bûn. Êdî dengê lingên wan jî qet nedihat. Xwe paş de da. Kefî û cawbaranka xwe kişand ser xwe ku çav li xewê bigre. Lê xewa wî nedihat.

Bêdengiya ketibû ser gelî, nêzîkê berbangê xera bû. Ji rêka diçû Dola Şuminiyê dîsa kevir digindirîn. Ji xwe re got:

- “Wa ye heval vedigerin! Xuya ye karê xwe dereng qedandine.”

Hêdî hêdî çavên wî çûn ser hev û xew lê şêrin bû. Dema dengê gindirîna keviran êdî hew digihîşt guhê wî, ji mêj ve koçî cîhana xewn û xeyalan bibû ...”

...

Di vê mînakê de hest û rewşa birîndarekî û hevalên wî di nava liv û tevgerê de ji bihîstina dengê lingên wan dest pê dike, heta vedigerin gav bi gav karê dikin, axaftina di navbera wan de derbas dibe, tîne ser ziman. Hesta hêvîkirinê bi awayekî berçav hatiye raxistin. Girêdana hevaltî, berxwedan, bawerî tev di nava hev de hatiye sitirandin û hest û ramanên dijî, bi peyvan raxistiye ber çavên kesê duwem.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]