|
28/6/2005 Du sal zindan ji bo meşeke zarokan !! Şêx irîmce îro li katjimêr duduh nîvro sê girtîyên Kurd 1-bervedêr Mihemed Mistefa, 2-Xalêd mihemed Elî, 3-Mehemed Şerîf ferman, piştî du sal ceze ji dadgeha parastina dewletê ya bilind serbest hatin berdan. Ev her sê xebatkar li 25 hizêranê sala 2003 an de, di xwepêşandana zarokên kurd de, -hejmara zarokan dora dusedî bû - yên ko ew û bavên wan ji sala 1962 an de bê nasnama sûrî mane û ji her mafî bê parin, meşek li pêş şaxa UNICEF ê li şamê lidarxistibûn, dako daxwaz, derd û kulên xwe û zarokên kurd bi riya nivîsgeha yonisifê bighînin zarokên cihanê. lê mixabin, nivîsgeh wê rojê ji bo pêşwaziya zarokan nekin, deriyê nivîsgehê girtin li şûn pêşwaziya berpirsyarên nivîsgehê, polîs û leşkerênên rîjêmê bi dar û qurbacan, çûk û mezin bi awakî qirêj lêdankirin bi biborin pêşwazkirin û 7 xort ji bav û birayên bi wan re bûn hatin girtin, û li pêş dadgeha parastina dewletê ya bilind hatin tewanbarkirin, 4 xebatkar salekê ceza xwerin û derketin, û sisyan du sal ceza xwerin, îro her sêyêm mayî cezê xwe qedandin û serbest hatin berdan, û ji alî cemawerê kurd li Şamê û bi taybetî taxa Zorava hatin pêşwazîkirin û kon ji wan re hate venandin û mêvanên kirtiyan bi serbilindî têne serdana wan. em her sê xebatkarên xwe bi serbestberdana wan li xwe û li gelê xwe yê kurd pîrozdikin û em dibêjin: ger ev roj çiqasî reş û talbin lê rojên li pêş wê sipîh û ronîbin, û doza gelê Kurd li sûrêyê wê nêzîk bi hebûna xebatkaran çareser bibe. azadî ji xendevanê kurd Mes`ud Hamed yê ko ew jî ji bo şandina wêneyên xwepêşandana zarokan ji malperên kurdî re hate girtin û ta niha di zindanêdaye. Azadî ji hemî girtiyên kurd re Azadî ji hemî girtiyên siyasî û nêrîn û ramanê re li Sûryê Şêx irîmce/Şam 25/6/2005 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |