NEWROZ

äæÑæÒ


28/1/2007

Konferansa Çapemeniyê Ya Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê

Destpêk:

Roj înê 25.12.2006’an, bo bas li ser hindek pirsên girîng weke biryara 1737’an ya Konseya Ewlekarî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, rewşa mafê mirovan li Îranê û herwiha li ser rewş û bûyerên vê dawiyê yên hundirê PDK Îranê bi beşdariya ragihandinên giştî yên partiyê, konferanseke çapemeniyê ji bo rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê pêk hat. Nûnerên ew ragihandinên ku beşdarî Konferansê bûn, pêkhatîbûn ji: Rojnameya KURDISTAN, Teleîzyona “TISHK” , Rojnameya Agirî, Radyo Dengê Kurdistana Îranê, Kovarên “LAWAN”, “JINAN” û “BÎRÎ XWÎNDKAR”.

Birêz hicrî di bersiva pirsên nûçegihanên medya û çapemeniyên partiyê de bi ronî û berfirehî bal kişande ser sedem û encamên biryara Konseya Ewlekarî ya RNY’ê derbarê bernameya Etomî ya hikûmeta Îslamî ya Îranê, binpêkirina mafên mirovan di Îranê de û her wiha cudabûn û veqetiyana hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyan ji refên PD Îranê û bas ji hewl û cehdên xwe û rêberiya hilbijartî ya Kongireya Sêzdehem ji bo parastina hekrefiya partiyê kir. Li vir em bi hev re deqa konferansê bi kurmancî bixwînin:

 TISHK TV”: Kekê Mistefa, her wekî hûn haydar in, îro di Rojhilata Navîn de komek pirsên siyasî di rojevê de ne, weke rapora “Baker – Hamiltoon” û li Îranê jî hilbijartinên Gund û Bajaran û Meclîsa Xîbreganê. Lê mijara ku van rojane di rojeva medyayên giştî û rojnameyan de ye û tê baskirin, biryara 1737’an ya Konseya Ewlekarî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê ye. Pirsa min eva ye: Hûn wekî Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, girîngiya vê biryarê bi çi awayî dibînin?

M. Hicrî: Gelek spas. Ez jî kêfxweş im ku di koma we nûçegihanên medya û ragihandinên giştî yên PDK Îranê de beşdar im. Bona vê yekê ku we di vê midehê de pir zehmet kişandiye û herdem mandî dibin, nemaze di vê heyamê de kar û zehmet û kedeke zaf ketiye ser milê we, spas û mandînebûnê ji we dikim. Ez bawer im ku niha deerfeke gelek jî baş e, di wan rojane de em li bere berê du cejnan de ne. Yekem Cejna Qurbanê ya pîroz ku ji bo misilmanan cejneke girîn ya olî ye. Bi vê boneyê, ez pîrozbahiyê ji hemû Misilmanên cîhanê, nemaze xûşk û birayên me yên Kurd ên Misilman li Kurdistana Îranê û hemû parçeyên din yên Kurdistanê de dikim. Boneya duyem sersala nû ye. Nûbûna sala Mesîhî ye, bi vê hincetê û herwiha bi boneya Kirîsmes ku cejneke olî ya Mesîhîyan e, pîrozbahiyê dikim ji hemû Mesîhiyên cîhanê û bi taybetî Mesîhiyên Îranê û yên ku niştecihên Kurdistanê ne.

Derheq pirsa we de, rast e di vê heyamê de biryarên girîng derketin holê, hem li dor herêmê û hem li dor Îranê ve. Lê hûn bi xwe dizanin ku her yek ji wan hewcehî bi şîrovekirin û dahûrandineke kûr û demeke gelek zaf jî heye ku renge me li vir derfet nebe ku yek yek basa wan bikin û biçine ser bersivên vê pirsiyara we û hemû babatean şîrove bikin. Lê renge ya ji hemûyan girîngtir derheq me Kurdên Îranê, biryara 1737’an ya Konseya Ewlekarî ya NY’ê der barê doza projeyên Etomî yên Îranê ye. Bi baweriya min ew biryare zêdetir ji vê çendê ku di warê rêveberiyê ve girîng be, di warê tund û tûjiyê de girîng e, di warê siysî ve pir girîng e, ji ber ku em hemû baş dizanin ku aliyê kêm di dema yek sala borî de, Komara Îslamî ya Îranê bona vê yekê ku nakokî û dubendiyê bixe navbera endamên Konseya Ewlekarî ya NY’ê, bona vê çendê hewil da ku dubendî û dijheviyê bixe navbera ew dewletên ku ew proje amade dikir ku bibin bo Konseya Ewlekriyê, weke welatên Îngilîstan, Fransa û Almanyayê û her wiha Çîn û Rûsyayê. Di vê derbarê de gelek caran jî zîrekane û  hişyarane kar dikir, lê aqibet, encama wê bû eva ku ew welatên ku proje pêşkêş dikirin, karîn pirojeya han bi “cerh û tedîl” û detêwerdan û nermkirinê bikin bi projeyek ku hemû li ser de sax bûneve û wekî me dît di Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de di dengdaneke giştî de biryar li ser hat girtin. Ez bawer im eva ji bo Komara Îslamî ya Îranê pirseke gelek girîng û balkêş e û her wiha ji bo Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî. Di derheq pirsa Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de, ez bi taybetî di vê derbarê de bi girîn dizanim ku ew yê gihîştine vê bawer û qenaetê ku armancên Komara Îslamî ya Îranê ji bo domandina pirojeya xwe ya Etomî berevajî vê çendê ye ku îdea dike, doz ne kar û xebatên xizmetkirinê ne, belkî bidestxistina çekên Etomî ye û niha cîhan yê gihîştiye vê baweriyê ku heke Komara Îslamî a Îranê bibe xwediyê çekên Etomî, dikare çiqas xeterê ji bo dinya û aştiyê li herêmê bi taybetî zêde bike. Lewra ew gihîştine vê baweriyê ku divêt berlêgirtina domandina vê projeyê bihê kirin. Eva pirseke gelek girîng e ku civatê biryar li ser de daye.

Ji bilî vana bêguman ev perojeya cezakirinê weke ku Neteweyên Yekbûyî bi xwe jî bas dike, destpêka gavan e. Konseya Ewlekariyê du mehan wext ji Komara Îslamî re dayiye ku di nava van du heyvane de karkirin li ser pirojeya xwe ya Etomî rawestîne, heke wî karî neke, bêguman ew dê cezayên tund û tûjtir li ser Komara Îslamî ya Îranê bimeşînin.

 “KURDISTAN”: Ehmedînejad ji bo nîşandana dijkiryaran li hember vê biryara Konseya Ewlekariyê de, ew biryare gelek bi bênirx zaniye û gotiye ku biryara han nikare tu bandorekê li ser biryara hikûmeta Îranê ji bo domadina beranmeyên Etomî yên wî welatî danê, Hûn ew gotinên wan çawa dinirxînin?

M. Hicrî: Ez bawer im di vê gotinê de Ehmedînejad rast dibêje, ji ber ku bidestxistina çekên Etomî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê di bin pêşvebirin vê projeyê de ew hinde ji bo hikûmeta Îslamî ya Îranê girîng e û ew qas pêwîst û aliyê heyatî bi xwe ve girtiye ku hikûmeta Îslamî ya Îranê amade ye hemû cezayekê – gelek ji ya niha giran û dijwartir – tab bike û bipejirîne, bona vê çendê ku bi armancên xwe bigihîje û Komara Îslamî ya Îranê her bi vî awayî ku we qala wê kir, Ehmedînejad weke nûnerê hikûmetê îlan kiriye, ew dê wê projeyê di vê derheqê de bidomînin.

Doz eva ye ku ji bo Komara Îslamî ya Îranê, bidestxistina çekên Etomî bona vê yekê ku xelkê Îranê pê asûde û rihet be û xizmetên bi xelkê Îranê ser û ber be, xebatên wan ne ji bo vê yekê ne, belkî tenê ji bo parastina hebûna Komara Îslamî ya Îranê ye. Eva pirseke gelek girîng e û em dikarin encamê her ji van gotinane werbigirin. Ji bilî vana, em hemû Komara Îslamî ya Îranê baş nas dikin, Komara Îslamî tenê ew deng û birayan bi rast û durist dizane ku ji bo xwe li ser wan sax dibe, ew rêz û hurmetekê bo dengê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekarî ya NY’ê nadanên. Lewra pirs ji bo wan di vê çarçoveyê de girîng e ku divêt bigihîjin armnca xwe, divêt qise û gotina xwe pêşve bibin û gelek caran jî em dibînin ku ew di hemû caran de xwe bi serkevtî dizanin. Heke di bîra we de be, demekê ku di şerê Îranê û Îraqê de, Komara Îslamî ya Îranê bi tevahî rastî têkçûnê hat û di encama vê têkçûnê de Xomeynî her wekî bi xwe jî îlan kir, hazir bû bi pejirandina qirara Rêxistina Neteweyên Yekbûyî cam (kas)a jehrê vexwe. Serbarê gişt van tiştane, Komara Îslamî her ji wê demê were heya niha  berdewam radigehîne û dibêje ku em di şer de serekevtî bûn. Lewra ye ku ji bo Komara Îslamî ya Îranê doza serkvtin û têkçûnan, tenê di çarçoveya biryarên xwe de qut dibe û ewa ku wan bi xwe bawerî pê heye, neku ewa ku çi tiştek dê bi qazanc û çi bi zirar û ziyana xelkê û her wiha çi dê ji bo qazanc û zirara deverê xilas bibe.

Rayo Dengê Kurdistana Îranê: Hûn weke Serkreterê Giştî yê PDK Îranê encama wan biryar û karane çawa dinirxînin?

M. Hicrî: Ez bawer im, me li gorî wan ceribîn û nasyariya ku ji Komara Îslamî ya Îranê heye û wekî di pirsa berê de jî min bersiv da, Komara Îslamî ya Îranê bêy baldan bi biryara Konseya Ewlekariyê, bernameya xwe dibe pêşê û çunkî ji dinyayê re jî girîng e û cîhan jî yê gihîştiye vê bawerî û qenaetê ku Komara Îslamî ya Îranê nabe çeka Etomî bidest bixe. Ew jî li ser biryara xwe biîsrar in û gav bi gav ew cezayên ku li ser Komara Îslamî ya Îranê tên dayîn, dê tund û dijwartir bikin. Bi raya min aqibet encama vê çendê dê bigihîje vê radeyê ku Komara Îslamî ya Îranê di vê derbarê de ji ber ew cezayên ku li ser wan tê dayîn, dê ew qas jar û lawaz bibe ku ev yeka bi xwe dê bibe sedema vê çendê ku Komara Îslamî ya Îranê bihiloşe yan aliyê kêm dê bibe yek ji fakterên girîng yên hilweşîna Komara Îslamî ya Îranê. Eva encamek e ku ez ji bo domkirina vê prosesê ku Komara Îslamî ya Îranê dest pê kiriye û didomîne, mêze dikim.

Bîrî Xwîndkar”: Em dibînin ku bi sedema di holê de bûna pirojeya Etomî ya Îranê, binpêkirina mafê mirovan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve di raya giştî de kêmreng û bênirx bûye. Dîtina cenabê we di derheq vê pirsê de çi ye?

M. Hicrî: Ewa ku we qala wê kir, pirseke girîng e û mixabin rast e, ji ber ku ewa ku heta niha ji welatên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî re girîng bûye, pirsa pirojeya Etomî ya Komara Îslamî ya Îranê ye. Bi vê sedem û delîla ku min qala wê kir, Komara Îslamî dixwaze çeka Etomî bidest bixe, lê di pêxema vê pirsê de, ewa ku pêwendî bi binpêkirina mafên mirovan di Îranê de heye, nemaze mafê neteweyên Îranê û yek ji wan neteweya Kurd, binpêkirina mafên jinan, rojnamevanan û hemû çîn û texên ku di Îranê de niştecih in, di rastî de hatine jibîrkirin. Yan heke di vê derheqê de hin biryar hatibin dayîn, biryarên hewce nebûn. Di heyamê 28 sal desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de heya niha em şahîdê vê yekê ne ku dehan caran ji aliyê navendên mafê mirovan ve Komara Îslamî ya Îranê hatiye mehkûmkirin û niha di rêza yek ji wan dewletan de ye ku di cîhanê de zêdetir ji tev welatan mafên miroavn bipê dike, lê ji ber ku ew biryar ne  xurt û hewce bûn û Komara Îslamî ya Îranê mecbûr nabûye ku wan biparêze û birêve bibe, lewra guh ji wan re nedaye û binpêkirina mafên mirovan di Îranê de ne tenê tu guhertineke erênî bi ser de nehatiye, belkî pir tund û dijwartir bûye û eva pirsek e ku hemû cîhan îtirafê pê dike. Min jêve ye, heke civaka navneteweyî nehê ser ê baweriyê ku ji ber binpêkirina mafên mirovan di Îranê de biryarên pêwîst nehên dayîn û Komara Îslamî ya Îranê nehê neçarkirin ku mafên mirovan di Îranê de biparêze, pirsa çeka Etomî û projeyên din yên Komara Îslamî li dijî aştî û mirovahiyê ne û doza çekên tevkuj tîne holê, ew rejîm nahê guhertin, ji ber ku ewa ku wan pirojeyan tîne holê, di rastî de bawerînebûna Komara Îslamî bi mafên mirovan e. Lewra ye, ez bawer im heke civaka navneteweyî li ser vê baweriyê be ku Komara Îslamî ya Îranê dê guhertin bi ser de bihên – ku em bawer in ev hikûmete nikare guhertinan bi ser xwe de bîne – û divêt wê demê di pêş vê çendê ku pirsa çeka Etomî di Îranê de yan pirojeya Etomî ya wî welatî bixin bi zêrevanî û kontrola xwe û berevaniyê jê bikin, divêt fikreke micid ji bo vê yekê bikin ku Komara Îslamî ya Îranê neçar bikin, mafên mirovan berçav bigire, biparêze, çunkî pirojeya çeka Etomî di mêjiyê Komara Îslamî de ye ku tu bawerî bi mafên mirovan, azadî û demokrasiyê nîn e.

Agirî: Zêdetir ji sê heftiyan bi ser cudabûna hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyan li refa xebata PDK Îranê derbas dibe. Wan di daxuyanî û hevpeyvînên xwe de bi awayekî yekalî hemû şaşî û pirsgirêkan dixin ser milê PDK Îranê û di vê navberê de xwe weke bêguneh û bêxeta û bêçewtî nîşan dane. Kekê Mistefa ji kerema xwe re bibêje ku ev arîşe û pirsgirêkene ku niha çê bûne, çi ne û ji kuderê dest pê kirine?

M. Hicrî: Heke we dîroka PDK Îranê xwendibe – ku bêguman we xwendiye – hûn dizanin ku PDK Îranê di çi merheleyekê de bê pirsgirêkên hundirîn nebûye, renge parek ji wan vegere ser vê rastiyê ku di nava PDK Îranê de pêka demokratîkbûna partiyê, bîr û ramanên cuda û derikandina wan ya azad û serebst hebûye, lewra di her qonaxekê de ji endamên rêberiyê yan endamên bedeneya partiyê re îzin û rê hebûye ku dîtin û ramanên xwe bînin ziman. Di wan raderbirînane de pir caran hebûye ku nakokî û hijheviya nêrînan peyda bûye û dijberiya dîtin û nêrînan demekê ku zaf bûne, gihîştiye cudabûn û veqetiyanê. Eva ku niha qewimî ye, di rasî de wê jî têkilî bi derbasbûyî ve heye, ne tiştek e ku niha hatibe afirandin yan piştî Kongreya Sêzdehem hatibe holê yan afirîbe, belkî rih û rîşalên wê vedigere ser Kongireyên 10, 11 û 12’an. Lê di Kongireya 13’ehem de çaxekê ev pirse kete berbiçav û bêtir girîngî peyda kir ku piştî birêvebirina kongireyeke demokratîk ku ew hevalên ku nih cuda bûne, bi xwe jî tê de beşdar bûn, di pêşkêşkirina hemû bernameyan de pişikdar bûn, xebatên Kongirê meşiyan, tu pirsgrêkek tê de nebû, lê demekê ku mesele gihîşte hilbijartinê û encama hilbijartinê bû sedem l çendê ku hindek ji hevalan ku xwe bi heqdar dizanî û di dem 3 kongireyên berê de di desthilatê û rêberiya partiyê de bûn, dengê hitbara nûnerên kongreyê bi wan nehate dayîn. Eva weke wê yekê hate berçav ku mafeke mezin yê wan hatiye xwerin û binpêkirin. Wan her li wir dest da dijberîkirin, karnekirin, nefîkirin û înkarkirina xebat û tekoşîna partiyê, bêhurmetî û bêîtibarkirina rêberiya partiyê û heya ku encama wê gihîşte vê xalê ku we qal wê kir. Ez dixwazim bi kurtî ji we re bibêjim ku bingeha vê pirsgirêkê ji bilî vê yekê ku hejmarek kesan ji bo bidestxisitna desthilata xwe ya berê nerehet bûn û nedikarîn taba wî dengê demokratîk bikin ku nûnerên bedeneya partiyê di kongireya 13’an de ji wan re dabû, tu tişteke  dinê  nebû, ew pirsgirêk kete berçav û mezin û berfireh bû û gihîşte vê rewşê ku me tevan dît û hewcehî bi baskirina wê nake.

 “TISHK TV”: Kekê Mistefa, ew çend kes ji Kadro û Pêşmergeyên berê bi vî awayî piropagendeyan dikin ku konferansên berî kongireya 13’hem bi awayekî nepenî kar ji bo hatiye kirin û çend kes hatine nav kongireya 13’hem ku ser bi baska kêmanî bûne. Cenabê  we jî Sekreterê hilbijartî yê kongireya 13’hem in ku ji aliyê rêberiyekê ve hatine hilbijartin ku kongirê ew hilbijartiye.  Hûn di vê derheqê de çi dibêjin?

Ez li ser vê baweriyê me ku ew tiştên ku tên gotin parek ji wan piropagendeyan in û çi girîngiyek tune ye. Girîngtirîn sedem ji bo wê pirsgirêkê ewa ye ku ew kesên ku nerazî ne, wê demê piraniya rêberiya partiyê di destê wan de bû, sekreterê partiyê ji wê baskê bû, konferansên kongireya 13’hem jî di bin çavdêriya wan de birêve çûn, piraniya wan kesên ku komîteya amadekar ya kongirê bûn, ji aliyê wan ve hatibûn diyarîkirin, ew biryarên ku berî kongireya 13’hem di Komîteya Navendî de ji bo diyarîkirina çawaniya birêveçûna konferansan, li ser nêrîn û daxwaza wan hatibû cîbicîkirin, ger wiha bû, tu pirseke nepenî di holê de nebûye. Di bin çavdêriya wan de nûnerên bedeneya partiyê hatine hilbijartin û di kongirê de beşdarî kirine. Ji bilî vê hindê, piştî ku di kongirê de Komîteya amadekar, rapora xwe pêşkêş kir, tu kesekê rexne çi nebûn, meşrûiyet û rewatiya kongirê ji aliyê hemû endaman û bi taybetî ji aliyê wan kesan ve ku li  dawiyê nerazî bûn, hatiye erêkirin, di komîsyona şikayetan de ku bi rexneyên wan kesan re diçe ku doz vekiribin, heta yek şikayet jî ji aliyê Kadro û Pêşmergeyên partiyê ve negihîştiye destê wê komîsyonê û min jê ve ye ku di dîroka Partiya Demokrat de ew konferansên ku ji bo vê kongireyê hatin lidarxistin, yek ji demokratîktirîn konferansan bûne ku hatine lidarxistin. Erê gelo heke ew hevalene bi rastî raya wan ewa ye ku bi  nepenî kar hatiye kirin yan ew tiştên din ku di wê derheqê de bas dikin, çima di dema xwe de şikayeta xwe nedane heyeta pêregihîştin bi şikayetan? Çima  di demekê ku komîteya amadekar ya kongirê, rapora konferansan di kongirê de pêşkêş dikir û hemû beşdaran destên xwe bilindkirin û rewatiya kongirê erê dikirin, wê demê çima kesek ji wan derheq karê konferansan rexne negirt? Lewra pirs bi tu awayekê wiha nine, belku her wekî min got pirsgirêk ewa ye ku encamên kongirê ew hevalane aciz û nerihet kirine.

 Ji bilî wana , pirsên din di vê derheqê de hene ku haşa lê nahêkirin. Di demekê de ku karê wan hevalane gihîşte lome û namenivîsîn û tiştên wiha, me daxwaz ji wan kir ku niha du salên me maye bo kongireya 14’ê, kerem bikin hûn kar bikin û di kongireya 14’ê de, heke kongirê deng ji we re da û hûn bûne piranî, yan deng ji herkeseke din re da, em weke miroveke demokrat dê peyrewê lê bikin(qebûl bikin) û di bin rênimayî û rêberiya hilbijartî ya wê kongirê de dê kar bikin. Heta pirseke din jî hate holê ku ez hez dikim li vir îşarê pê bikim. Hevaleke hevbeş yê min û Ebdula Hesenzade, nameyek ji bo me her duyan nivîsand, pêşniyarek  wiha kiriye û dibêje ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê dema diyarîkirî ya navbera niha hetanî kongireya 14’ê bikin bi du beş, beşek ji wê bila nîviya wê ew hevrêyene kar bikin, li cihê rexnegirtin û gaznideyan û karnekirinê, nîviya duyem ya demê jî were pêşxistin û kongire bihê lidarxistin. Min ew pêşniyare qebûl kir, roja din min birêz Ebdula Hesenzade gazî kir, min jê re got ku pêşniyareke wiha ji aliyê wî hevalê me ve ku gihîştiye cenabê te jî, ez ji bo wê pêşniyarê amade me ku careke din kongirê  lidar bixim, ew aciz bû û got ku em kongirê nagirin, heke em kongirê lidar bixin, niha jî hûn dê bibine piranî, çunku ji niha ve kongire hatiye amadekirin. Min ji wî re got ku em dikarin Komîteya hevbeş ji bo pêkanîna konferansan diyarî bikin, ji her du aliyên piranî û kêmanî, li gor hinek rêbaz û qanûnan ku em dê diyarî bikin, li gor wan qanûnane em dê konferansan lidarbixin û kongirê diyarî bikin, lê ew neçû bin wî barî de jî. Merema min ewa nine ku ew tevî Kongireyekê berbirû bûn ku nûnerên wê bi awayeke nepenî hatibûn diyarîkirin, na bi tu awayekê pirs ne ewa ye, belku wan baş dizanîn ku di şêwazeke demokratîk de ku kar tê ser dengdanê, dengê azad, ew nikarin dengan bidestvebînin, çunku ew baş dizanin heke  di Komîteya Navendî de 6 kes ji 22 kesan bûn, di  bedenê de gelek ji  vê hindê kêmtir bûn, wan baş dizanî ku heke kongireyeke din were lidarxistin, dîsan rewşa wan here dê wiha be. Lewra xwe ji kongirê û dengê xelk diparastin û dixwestin bi awayê lihevhatinê heyet were pêkanîn û ew di wê rêyê de desthilatê bidestvebînin. Ewa pirsa bingehîn bû.

Lawan: Kekê Mistefa ew taqima ku cuda bûye, çawa dixwestin organên hilbijartî ji holê rakin û xwe desthilatê bidestve bigirin?

 Derheq wê hindê gelek tişt hene û ez dikarim bala we bikişînim ser wan û ji bo raya giştî kifş û ron bikim. Renge baştirîn pirs li wir nameyek be ku wan hevalane di bervara 07.05.1385(27.07.2006)’an de, di bin navê, “Ji bo hevalên birêz Sekreterê Giştî û Piraniya Komîteya Navendî”  ji Komîteya Navendî  re pêşkêş kirine. Di wê nameyê de li pey destpêkê, hinek pêşniyar anîne holê ku ewa bi xwe nîşaneya wê dozê ye ku min îşare pê kir. Li serweyî hemû tiştekê daxwazê dikin ku heyeta hevbeş were pêkanîn. Bo mînak, ez dê çend xalan ji we re bixwînim: “Weke di destpêkê de hate gotin, li heyama du salên borî de bi sedan kes hatine cezakirin, hatine teşwîqkirin, ji wan re pile hatiye dan yan standin, hatine veguhastin û hetanî ketine girtîxaneyê, heke hêcetek jî bo wan hatibe çêkirin, sedema sereke biyava baskî(alîbûnê) bûye. Lewra em daxwaz dikin ku hemû ew biryare bihên ragirtin, heyeteka hevbeş...! “Edî li wir pirsa organên partiyê û qanûn û biryar tu buhayek nine, heta ew qanûn, biryar û ayînnameyên ku di dema desthilata wan de hatine pesendkirin, dibêje: “Heyeteka hevbeş û weke hev! Ji baska xwedî desthilat û opozîsyon were pêkanîn ku pêdeçûnekê ji hemû wan biryar û ayînnameyan re bike û ewên ku bi baş nezane, hilweşîne”.

Piştre dîsan wiha dibêje: “Heyeteka hevbeş! Were pêkanîn ku li ser veguhastin, sexerbirin, teşwîq, dana pileyan, jê standina pileyan û her cure cezadanekê biryaran bide”. Binêrin edî li wir meseleya yasa û biryaran û hwd... tune ye, heyeta hevbeş jî tê pêkanîn, ew heyeta hevbeş kar û baran birêve dibe, êdî hewcehî bi Komîteya Navendî û kongirê tune ye. Ji bilî vana, di nameyeke din ku her di pêvajoya wan bas û diyalogan de, ew birayane ji bo me nivîsandiye, bas ji wê hindê dikin ku em wekî rêberiya partiyê qebûl bikin  ku heyeteke hevbeş bihê pêkanîn, pêdeçûnê bi şikayetan re bike, lêpirsînê derheq wan bike, encama wê ji bo Deftera Siyasî bîne, çunku Deftera Siyasî di navbera du civînên Komîteya Navendî de, kar û barên partiyê birêve dibe. Lê ew naxwazin ku ew pirsgirêke di Deftera Siyasî de bihê çareserkirin. Di bersiva nameyekê de ku nivîsandine, di bersivê de wiha dibêjin, di xala şeşê de dibêjin: “Ewa ku berî çareserkirinê pirsgirêk, bê vê çendê ku lihevhatinek çê bibe, ji bo Deftera Siyasî bihên şandin, dozê aloztir dike û em wê napejirînin”. Yanî ji bo wan giring ewa ye ku nabe Deftera Siyasî û Komîteya Navendî li ser wan pirsgirêkane biryarê bide û bigihîje encamekê. Ji bilî wê, nameyeke din li bal me ye ku dema me pilînoma wê dawiyê girt, me tê de daxwaz ji wan hevrêyane kir ku em hemû beşdariyê di pilînomê de bikin, di pilînomê de ew pirsên ku cihê nîqaş û baskirinê ya her aliyekê be bas bikin, yek ji giringtirîn pirsan, ew dijberiya hizr û rayan li ser pirsan e ku em dê li  civîna Komîteya Navendî de bas bikin, rê çareyekê di Komîteya Navendî de derheq wê pirsê peyda bikin û Komîteya Navendî ji Deftera Siyasî raspêre ku li şûn rêçareyekê bigere û wê pirsgirêkê çareser bike. Lê wan ji bo wê meremê ew nameye nivîsandine, berî hemû tiştekê dibêjin ku pilînom nehê lidarxistin, lê dibêjin: “Heke ew tikaya me nehê pejirandin,(yanî heke em pilînomê  lidar bixin), em bi eşkere radigehînin ku di wê pilînomê de beşdar nabin û her biryarek jî li derheq arîşe û pirsgirêkên hundirîn yên partiyê di wê pilînomê de bihên girtin, em bi fermî nas nakin û red dikin”. Balê bidin, hetanî çi qasekê dijberiyê tevî Komîteya Navendî dikin, berî ku Komîteya Navendî biryarekê li derheq wê dozê bide, ew dibêjin ku em napejirînin. Ewa di demekê de ye ku wan daxwaz dikir ku aliyên din li derveyî Partiya Demokrat di çareserkirina wan pirsgirêkan de maytêkirinê bikin, lê rê û iznê nadin Komîteya Navendî ku hilbijartiya demokratîk a nûnerên partî û bedeneya partiyê ye û berpirsiyariya wê ewa ye, di wan pirsgirêkane de çareser bike. Lewra merema wan ewa bû ku divêt Komîteya Navendî û Deftera Siyasî ku di Kongireya 13’hem de hatiye hilbijartin, kêrhatîbûn û desthilata xwe ji dest bide û ew disthilate bi awayê heyet ji wan re bihê dan, ji bo wê merema ku ew li şûn de diçin û ew jî desthilat e. Hewsela wan jî tune ku rawestin hetanî kongire were lidarxistin û ew bikevin ber dengê xelkê, bona wê hindê ku xelk wan hilbijêre yan nehilbijêre, lewra ew rêçareyên nêzîk pêşniyar dikin.

Radyo Dengê Kurdistana Îranê: Her weke hûn bi xwe  haydar in, ew taqima cudabûyî ji PDK Îranê, roja 07.05.1385(27.07.2006)’an, di nameyekê de ji bo Sekreterê Giştî û Komîteya Navendî ya partiyê şandibûn û daxwazên xwe di 20 xalan de nivîsandibûn û ew 20 xalene di malperên Înternetê de jî hatin belavkirin. Pirsyara min ewa ye ku gelo di wan 20 xalan de, xaleke ciyê pesend û pejirandinê nebû?

 Na, di wan xalên ku wan pêşkêş kiribûn, hejmarek ji daxwazên wan hêjayî bas û nîqaşê bûn, me ew xalên ku ciyê pesendê bûn û me dikarî gotûbêjan li ser bikin û rêçareyan jê re peyda bikin, me wekî rêberiya partiyê bi dîqet û sebrê bersiva wan da û pejirand. Lewra em dibînin di nameyekê de ku pêkhatibû ji 17 xalan û di wan 17 xalane de beşeke zaf ji 20 xalên wan tê de hatibû cî kirin, me pêşkêşî wan kir û me amadebûna xwe ji bo bas li ser wan îlan kir, lê her di destpêkê de bo min eşkere bû ku ew kesên ew nameye darêtibûn, bi taybet du biryarderên sereke, birêzan Hesen Restigar û Ebdula Hesenzade, wan biryara xwe ji bo cudabûn ji partiyê girtibû. Lewra ew erêkirina ku rêberiya partiyê tevî daxwazên wan kir, ciyê razîbûna wan nebû û mihane û hêcetên din dianîn holê.

Bîrî xwendekran: Kekê Mistefa! Gelo we çawa dizanî ku ew hejmare ji Kadro û Pêşmergeyan  biryara cudabûnê girtine?

 Wekî ku min ji wer re got, pirs ne ya Kadro û Pêşmergeyan e, belku weke ku min îşare bi navê du kes ji wan kir, eva ew bûn ku biryar  girtibûn ku cuda bin. Ji bo wê sebeb û delîl zaf in, yekem ewa ye ku heke hûn balê bidin bi rêzkirin û destpêka wan 20 xalan, dibînin ku pêkhatiye ji komek buxtannameyan ku ew didin rêberiya partiyê û heke ew rast bin, di rastiyê de ew rêberiye ji bo hevkarîkirinê nabe, lewra wan ku ew pirsene anîn holê, ji bo wê hindê ew xalene bas kirine ku nîşan bidin ew rêberiye bo gotûbêjan nabe û dê cuda bibin. Ji bilî wana di pêvajoya kar de dibînin ku hejmarek ji dilsozên wî baskî dema ku ji merema biryarderên wê pirojê haydar bûn, ji wan cuda bûn. Em dibînin ku birêz Elî Mêhrperwer ku endamê Deftera Siyasî bû, tevî wan bû, hay ji merema gemar ya wan bû, ji wan cuda bû, piştre kekê Luqman Mêhfer ku endamê Komîteya Navendî ye, tevî wan bû, ji wan cuda bû û di wê dawiyê de hejmarek din ji kesên bibandor yên wî alî tûşî şik û gumanan bûn û di civînên wan de beşdar nedibûn û gelek ji wan nerazî bûn. Ewa ji aliyekê, ji aliyekî din, wan biraderane her li wê dema ku pirs ji bo dîtina rêçareyekê tevî piraniya partiyê dianîn rojevê, biryara xwe ya ji bo cudakirina beşan girtibûn. Bo mînak ez dê erzî we bikim, her di wê derheqê de Yekîtiya Ciwanan cuda kirin. Ji bilî wê, Komîteyên partiyê yên li derveyî welat ku ser bi wan bûn, civînên hevbeş yên partiyê bi cî hiştin, ji xwe re girûp pêk anîn ku kar û barên xwe birêve  dibirin û bi vî awayî, bi eşkere pirsa cudabûnê dianîn holê ku bêguman ew rênimayîyane di navenda rêberiya wan de dihatin kirin û wan ew karene dikirin. Vêca ew doze gelek ron  û eşkere bû ku wan dixwest ku cuda bin, bi taybet ewa demekê xuya bû ku erêkirina 17 xalên rêberiya partiyê bi wan gihîşt, dema ewa gihîşt destê wan, dîtin ku nêzîk lihevhatinê dibin, xwestek û daxwazên wan tevî bersivên erênî berbirû ne, vê carê nişkêve çend xalên pêş şert anîne holê ku digotin divêt ew pêşmercene bihên pejirandin. 3 xalên pêşmerc! Min di civînekê de ku tevî birêz Hesenzade hebû, tevî wî û heyeta rêberiya partiyê ku tevî wan civîn hebû, min ji wan re got ku hemû xal, hemû xwestek û daxwazek ku ewan heye hêjayî bas û nîqaşê ne, divêt gengeşe li ser wan were kirin, çunku min dizanî ku ew hêcetan digirin û napejirînin. Min ji birêz Hesenzade re jî got, heke we xalên din jî hene, em dê li ser wan jî gotûbêjan bikin, lê nabe te pêşmerc hebin, pêşmerc rêznegirtin û heqaretkirina bi Komîteya Navendî ye. Heqeretkirin û bêrêziya aliyê dinê ye û ew qebûl nakin. Çima pêşmerc? Heke te armncek heye, xalek heye, meremek heye ku divêt bihê cîbicîkirin, bila ew tevî wan xalên ku tên baskirin, bihê holê û rê ji bo pejirandin û cî bi cî kirina wê bihê dîtin. Lê ew biîsrar bû ku divêt pêşmerc hebe. Heta min pê xweş e ku ewê erzî we bikim ku pirsa diyalog û gengeşeyan, hetanî zêdetir dom dikir, zaftir dirêj dibû, pareke zêdetir ji hevalên aliyê din ku ew dibêjin kêmanî bûn, nerazî dibûn, hay ji wê pirsgirêkê dibûn, lewra em dibînin ku bilez cudabûn tê îlankirin, bona wê çendê ku ew hevalên ku li wî alî biryarder bûn, êdî xelk xwe li hember şola kirî bibînin, çunku her niha jî hejmareke zaf ji wan kesên ku tevî wan in, çi wekî Kadro û Pêşmerge û çi di asta  serê de, derheq wê rewşê nerazî ne.

Kurdistan: Kekê Mistefa! başe heke wan hevrêyane hez dikirin cuda bibin, bo her di destpêkê de wiha ev kar nekirin?

 Li rastî de dema ku bi nivîskî 20 xalên xwe dan, ez bawer bûm ku ew çavnihêrê vê çendê bûn ku piraniya rêberiya Partiyê jî bi nivîskî bersiva wan bide û pirsgirêkê mandel bike, ev jî êdî vê yekê bikin mihane û di rastî de karê xwe bi dawî bînin, lê bi xweşî ve rêberayetiya PDK Îranê û piraniya vê zaf bi hûrî û berpirsiyarane mijarê re tevgeriyan. Ew  li cihê nivîsîna bersivê, tevî wan ketin bas û dan û standinê, jê re ragihandin ku em amadeyî gotûbêjê ne li ser gotinên xwe. Mijarek bû ku ew neçar bi pêkanîna heyetê dikirin ji bo ku li ser xalên daxwazkirî yên xwe biaxivin.

 Nedikarîn ku mijara gotûbêjê ku ji aliyê piraniyê ve hatibû daxwazkirin, mandel bikin. Gotûbêj dest pê bûn, hêdî hêdî pêşve çûn û di rastî de cudabûna wan paş xist. Eva beşek bû, beşa din jî eva bû ku ez li ser vê baweriyê me ku piştevaniya ku diba ji bo cudabûnê ji wan hatiba kirin, hêşta negihîştibû qonaxa  dawiyê, diviya ku hindekê hatiba paşxistin û eva jî pirsek bû ku bi xwe jî amade bûn qasekê bidomînin. Lê her weke ku min di bersiva pirsiyara pêştir de got, dema ku biryarderên vê pirojeyê hest bi vê hindê kirin ku paşxistina  wê ya zêdetir nahê pejirandin û dê bi zirara wan xilas bibe, eva bû ku me li nişkê de daxuyaniya veqetiyana wan ji PDK Îranê dît.

TISHK TV”: Birêz Hicrî, li dema xwe de çend kesên veqetiyayî, dema ku roja 07.05.1385(27.07.2006)’an, nameyek ji Deftera Siyasî re şandin û li ser malperên Înternetê belavkirin, nivîsîbûn: “Mifah wernegirtin li raya giştî û xwe bê minet zanîn li bîr û şêwra hevrêyan û heta zaf caran endamên payebilind ên rêberayetiyê jî ...”. Di vê derheqê de tu çi dibêjî?

 Merema wan ji raya giştî tenê  raya wan e, raya wan kesan ku di kongireyê de nehatine hilbijartin. Raya giştî, pitir ji vê çiye? Komîteyeke Navendî ku bi dengê demokratîk ê hezaran kes ji endamên partiyê hatiye hilbijartin û her yek ji endamên rêberayetiyê bi awayê rasterast yan ne rasterast nûneriya sedan endamên partiyê dikin ku deng dayîne wan, bo vê çendê ye ku pirsgirêkan bixin ber bas. Raya giştî bi vê menayê ye, ne weke ew hez dikim heyetek ji çend kesên ridînsipî pêk were ku li ser pirsên partiyê bas bikin. Îca bi hizra wan pirs û raya giştî, raya wan bi xwe ye, ne raya xelkê din, ji ber ku tu car bawerî bi bîr û rayên xelkê din tune bûne. Heke bawerî bi xelkê û raya giştî heban, di sîstemeke demokratîk de tu rayeke giştî demokratîktir û heqtir li dengê nûnerên hilbijartî yên xelkê nine.

Agirî: Kekê Mistefa, taqima cudabûyî ji PDK Îranê, Komîteya Navendî ya hilbijartiya Kongireya 13’hemîn a partiyê, ne demokratîk dihesibînin û dibêjin ku mafê kêmaniyê naparêzin, gotina cenabê te di vê derheqê de çiye?

 Pirsiyareke hêja ye, ji ber ku raya giştî û demokrasî ji bîr û rayên piraniyê, helbet bi li berçavgirtina mafê kêmaniyê, pêk tê. Lê dîrok belgeyên balkêş nîşanî me dide, yek ji belgeyên han axavtina birêz Hesenzade ye li dema ku di desthilatê de bû, piştî kongireya 10’hem û piranî jî li pişta wî bûn, çawa li wir de basa demokrasiyê, piranî û kêmaniyê dike, niha jî piştî kongireya 13’hem ku ne li desthilatê de ye, çawa basê jê dike. Di kasetekê de ku niha li ber dest de ye û vê dawiyê jî li ser Înternetê hatiye belavkirin, piştî kongireya 10’hem, di civîneke giştî li holeke Deftera Siyasî de tevî komek ji endamên PDK Îranê û Rêberayetiaya Şoreşgir ku heta wê demê jî tevlî PDK Îranê ne bibûn, basek tê pêş, ji xelkê re tê axavtin, min pê xweş e ku raya Mamosta(Hesenzade) ji we re bêjim ku di kasetê de tê bihîstin. Mamosta di bersiva hevrêyên din nemaze birêz Celîl Gadanî de ku wê demê serkirdayetiya Rêberiya Şoreşgir dikir, wiha diaxive: “Lê dijberiya bîr û rayan tevî milmilanê û bi wî alî û vî alî kêşandinê de ferq heye” tiştek ku niha bi xwe dikin.

Dijberiya bîr û rayan di kongireya 10’hem de di navbera me de hebû,  ji ber wê çendê jî hin bîr û ra pêşketin ku renge bi dilê min û zaf kesên din nebin. Lê eva êdî tenê pîvaneke pejirandîyî ye di cîhanê de, divêt were berçavgirtin, tu çare jî jê nahê kirin. Hemû kes nikarin li ser mijarekê lihev bên, nabe her kes bikişîne aliyekê, ji ber ku tê sepandin, çare çiye? Tê  gotin raya piraniyê çi bû, eva ci bi cî tê kirin”.

Her li doma gotinên xwe de dibêje: “Dibêjim we, min pê xweş e li gor usûlan, partiyê(PDK Îranê) izn daba her di roja piştî kongirê de xelk bîr û rayên xwe bîne ziman. Lê rayên xwe gotiba, neku bêhurmetiyê bike, ne li bin biryaran derbikeve û ne biryarên partiyê bibe derve. Dîsan tevî pejirandina vê yekê jî me tu rêyek tune ye ji kêmaniyê re, ji bilî birêvebirina biryarên piraniyê”.

Niha gotinên birêz Hesenzade ku di dema desthilatê de kirine, rê nîşanî kêmaniyê dide, mêze bikin tevî gotinên wê demê ku di desthilatê de namîne. Wan rastiyan didin kifşê ku gotinên han ne tiştekin xêncî wê çendê ku kesên ku wan tiştan dibêjin, qet baweriya wan bi demokrasiyê re tu ne ye. Demekê demokrasî cem wan girîng e ku bi xwe xwediyê desthilatê ne, xelk deng dide wan û wan hildibijêrin. Lê demekê ku gel rexnê jê bigire, hizr û ramana wan qebûl nebe, wê demê demokrasî dikeve ber hemû cure şiroveyan ku bi xwe dixwazin bikar bînin.

Min pê xweş e tişteke din ku li ber destê min de ye bas bikim. Di namayekê de ku birêz Hesenzade, piştî civînekê aniye ber bas(Mamosta  li ser daxwaza xwe civîn ji xelkê re girt, lê di civînê de parek ji Kadro û Pêşmergeyan rabibûn û rê ji raya Mamosta girtibûn û rexne jê girtibûn, Mamosta bi qasekê li rexnegirtinê nerihet bû ku roja paştir ev nameye ji Deftera Siyasî re nivîsî bû). Dibêje: “Di pêwendî tevî civîna duh de ku min daxwaz kiribû bigirim, hin tişt gihîştin guhê min, bê vê çendê ku dahûrînim, min pê xweş e di nameyê de pêşkêşê we bikim. Îro şûn de her civînek ku ji bo baskirinê li ser pirsgirêkên hundirîn ên partiyê birêve diçin, her kes birêve dibe, ez tê de beşdar nabim”. Bo beşdar nabe? Ji ber ku rexne jê tên girtin, çimku gel bi awayeke demokratîk elimiye raya xwe bîne ziman, lê ew ji rayên han hez nake, ew civînekê dixwaze ku hemû kes raya wî bipejirîne, erê bêjinê de û peymanê bidinê de.

Girêya karê me li wir de ye, ji ber ku mixabin em zaten ne demokrat in, dema ku em xwediyê desthilatê ne, demokrasiyê ji me re wateyek heye, lê dema ku desthilatê ji dest didin û dibin kêmanî, wê demê bi awayeke din pirs tê guhertin, gotina ku ew di vê derheqê de ku wî îşare pê kir, dikin. Dirust cewhera wê, ev pirse ye, neku bi çi cureyekê bi vê wateyê nine ku karê niha tê kirin ne demokratîk e, raya giştî nine, renge rayeke şaş jî be û şaş jî derbikeve, lê dema ku rêberayetiya partiyê pêşkêş dike, organên hilbijartî û kêrhatî li gor yasayê didin, divêt birêve biçe. Her ewa ye Mamosta basê jê dike, çareyeke din jî me nine.

Lawan: Birêz Hicrî, ew dibêjin zaf ji Kadro û Pêşmergeyên we(merem aliyê wan yê wê demê ye) tenê bi tawana cudabûna bîr û rayan yan em bibêjin bi tawana bîrkirina cuda ji partiyê hatine derkirin yan jî ceza dayîn. Hûn li ser vê yekê  çi dibêjin?

Haşayê ji vê yekê nakim ku hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê netenê di vê qonaxê de, belku li hemû qonaxekê de seba karên nebaş, afirandina pirsgirêkan û ..., ku tevî çarçoveya usûlên partiyê lihev nahên, tên cezakirin, rênumayî tên kirin û heta tên derxistin jî, eva tenê piştî kongireya 13’hem nebûy, belku berê jî hebûye.

Dema ku ev pirse kete ber bas, yek ji hevrêyên me di civînê de got, heke ew hevrêyên me dibêjin ku ew hinde kesane di vê midehê de hatine ceza û derkirin, me serhejmarî heye ku berî kongireya 13’hem, di dema desthilta wan de hatine derêxistin, her di vê çaçoveya zemanî de gelek zêdetir e. Lê eva jî vedigere ser vê çendê ku ji bo ku em bixwazin dengê demokratîk ê xelkê ku bi qazancê me nebûye, bin pê bikin, gotinên han tînin holê. Di rastî de evê jî di dîroka partiya me de deng daye. Ez bo dîrokê ji we re bas dikim, dema ku roja 01.01.1367(21.03.1988)’an de, beşek li Kadro û Pêşmerge ji PDK Îranê veqetiyan û piştre navê “Partiya Demokrat (Rêberayetiya Şoreşgir)”, ji xwe re danîn ku niha jî cewhera vê cudabûnê jî her li wan pêk tê, di rastî de ewan jî rast pirsê wiha bas dikirin û hin belgeyên wisan bo selimandina rastiya xwe dianîn. Îca ez wan lihev didim tevî gotinên ku niha tên kirin, bizanin çi qas lihev tên û bi hev re girêdayî ne. Di daxuyaniya cudabûnê de ku Rêberiya Şoreşgir,roja 01.01.1367(21.03.1968)’an der kirine,  gotine ku: “Wê feraksyone - ev feraksyone, merem PDK Îranê ye ku wê demê Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî yên nemir û zaf  kesên din bûn - bo fetisandina her cure nerazîbûnekê li dijî vê siyasetê di hemû qonaxekê de bi mihayenekê destavêtiye palandina bê cih û wate di nava partiyê de ku di encama vê palandinê de hejmareke berçav ji endamên hişyar û xebatkar hatine parzinîn û ji partiyê hatine derêxistin”.

Di cudabûna xwe ya niha de jî vê yekê dibêjin, (Eva nameya roja 07.05.1385(27.07.2006)’an e, ya ku  hejmarek ji Kadro û Pêşmergeyan îmze kirine û dayîne me ku niha li partiyê cuda bûne), Dibêje: “Gelek ji Kadroyên tekoşer  û  dêrîn hatine pişguh  xistin  û zêdetir ji wan jî  bi dehan û sedan kes heke mihaneyeke rûyekî jî jê re hatibe tiraşîn, tenê bi sûça bîr û rayên  cuda  asteng hatine kirin, bi vir û wir hatine şandin, hatine zîndaî, helawîstin û sexerlêbirin û heta derxistin”. Mêze bikin çawan dîrok du bîr û rayên ne demokratîk bi hev re girê dide. Dîsan her di vê rastê de, Rêberayetiya Şoreşgir, li cudabûna xwe de xaleke din jî bas dikin û dibêjin: “Evana (merem li gor raya wan feraksyon e) bi fêl û teşqeleyên cur bi cur yên weke elaqedarkirin, qewl û qirar dayîna pileyan û gefxwerinê ji hin kesan li nûneran, karîn lîsteyeke fîks ji hin kesan ku berê destnîşan kiribûn, bi ser nîviya nûneran de bisepînin”. Di vê derheqê de jî hevrêyên ku niha cuda bûne, dibêjin: “Zaf caran him pêş kongireya 13’hem û him jî paş wê, desthilatdariya Komîteya Navendî ji bo rakişandina bal û raya endamên partiyê, gaziya xwe birine berdirûşm, soz û erêniyên ne rast û demkurt”.

Bi hizra min di vê rastê de ji bilî vê yekê ku berê jî min anî ziman, çavkaniya nedemokratîkbûna wan aliyan kakila bîr û rayên han e. Cuda ji vê çendê eva bêhurmetî ye bi pêkhateya partiyê. Dixwazin li vir de wiha nîşan bidin ku pêkhateya PDK Îranê nezan û nehişyar e, ji ber vê yekê ye tên sergirêdan û lêbandin, soz jê re tên dayîn û bi wan sozane tên deng didin komeke din, di halekê de eva rast berevajî ye. Pêkhateya partiyê, pêkhateyeke hişyar e, qenc partiya xwe nas dike û ewên ku partiyê bi cih dihêlin jî qenc nas dikin. Mînaka herî zindî ya vê pirsê, kongireya 13’hem e, di kongireyê de pêkhateya hişyar a PDK Îranê ji metoda karê rêberiya berê vêzar bibû, vê rêberatiyê partî ber bi nemanê dibirin û pêkhateya partiyê nerazî bû û li ser baweriyê bûn ku divêt xebat were kirin, divêt partî were zindîkirin, ji ber vê yekê jî di rastî de xwe ji rêberayetiyê dûr kirin û deng nedanê de, eva encama hişyariya pêkhatê ye neku dana soz, qirar, lêbandina wan, kumdanîna serê wan û .... Qet  pirs bi vî awayî nine.

Jinan: kekê Mistefa, wan di daxuyanî û gotûbêjên xwe de piştî cudabûnê, gelek dirûşm û sozên dilxweşker dane, weke nûbûnê, hizra we çiye? Her wiha li ser deqa hêlên giştî yên wan ku piştî cudabûnê li ser jinan ragihandine, rastiyeke berçav û haşahilnegir eva ye ku rola jinan û beşdariya jinan di birêvebirina karê partiyê de li berê heya niha yekcar kêm û netimam bûye, ji ber vê jî hewce ye ji niha de mikanîzmek were danîn ku di radeyên cur bi cur ên rêberiyê de beşdariya jinan misoger û berdewam berfirehtir bike?

 Pirs gelek eşkere û rohn e, eva jî dirûşmek e didin, lê dana dirûşman jî hewceyî bicihanînê ye. Nûbûn tişteke gelek qenc e di  civaka me de.  Gelek baş e heke em xwe tevî guhertinên cîhanê hevaheng bikin û di vê derheqê de mafê jinan derdikeve holê, beşdariya jinan di pêkhate û rêberiya partiyê de derkeve holê ku wan îşare pê kiriye û dixwazin cî bi cî bikin. Lê ya rast eva ye ku ez li ser wan dirûşmên ku ew didin biguman im. Gumana min ji ber vê yekê ye ku kê ne ku dixwazin nû bibin. Xwe temenê serkêşên wan 70 sal û jordetir e jî. Başe tu bêjî komeke wiha bikare nû bibe? Bikare pêşde xwe nû bike û piştre jî partiya xwe? Heke tişteke wiha çê be, ew di cîhanê de dibe “Îstisnayek”. Eva ji aliyekê, ji aliyekî din ve jî eva ku gumanê li ser wê qahîmtir û berçavtir dike, eva ye ku gelo bi midehê 10 salan li desthilatê de bûn, 10 salan piranî bûn, 10 salan Sekreterê Giştî yê partiyê bûn, başe ew nû bûn û beşdariya jinan di rêberayetiya PDK Îranê de, bo wê demê dernediket holê?! Bo wê demê cî bi cî nekirin, niha dixwaze bike?! Wan di midehê 10 sal desthilatdariya xwe de kîjan pirojeya pêşkevtî, pêşniyara nû û hizra nû ku nîşaneya nûbûnê be anîn nava PDK Îranê ku niha hez dikin bikin?! Ma gelo ew her ew kom ninin ku wê demekê jî di rêberayetiya PDK Îranê de bûn? Çi qewimiye, zeman guherî ye yan ew guherîne?! Ez weke xwe vê yekê zêdetir ji dirûşmekê nabînim, tevî vê çendê jî ku min gelek keyf bi guhertinê tê, zaf hewce  dizanim, hêvîdarim ku ew jî bikarin vê “Îstisnayê” di dîrokê de cî bi cî bikin û guhertin û nûbûnê bi xwe de pêk bînin. Derheq pirsa ciwanan û jinan û ... jî ku pêwendî tevî nûbûnê li cîhana îro ya derdora me de hene

Bîrî Xwîndekar”: rêzdar kekê Mistefa, ew taqima cudabûyî ji partiya me dibêjin ku em xwe bi dujminê pdk îranê nizanîn, heta em amade ne ku bi wan re têkiliyên dostane jî pêk  bînin. hûn wekî Sekreterê Giştî yê PDK Îranê bîr û raya we di wê derheqê de çî ye?

Ez ji vê îdiaya wan jî bi şik û guman im. Bi taybetî wî çaxî ew şik û gumana min zêdetir bû ku wan piştî cudabûnê navê partiya me danîne ser xwe. Rojnameya KURDİSTAN ku rojnameya me ye, wan navê wê danîne ser rojnameya xwe. Arma PDK Îranê ji xwe re hilgirtine. Di halekê de ew û gişt xelkê Kurdistanê baş dizanin ku ew PDK Îranê nînin. PDK Îranê ew partî ye ya ku niha di ciyê xwe de ye. Ew partiye ye ku rêberiya wê di kongireyeke demokratîk de hatiye hilbijartin. Ew partiye ye  ku piraniya rêberiya wê û piraniya bedeneya partiyê tevî vê ye. Lewra nabe partiyeke eslî hebe, îca her girûpeke din cuda be, navê wê partiyê li ser xwe danê û xwe bi mafdar bizane û  ên din jî neheq. Lewra min di vê yekê de jî şik û guman heye. Bi raya min dema ku wan ev nav ji xwe re danîne, ev yeke rast bi berevajiya wê deiyê ye ku ew bas dikin.  Ev yeka nikare pirsa dostaniya navbera me û wan xweş bike. Ez hêvîdar im ku navê xwe biguherin. Heke vî karî bikin, dê rewş bona dostaniyê de xweş be. Heke ne nabe ew li jêr navê PDK Îranê têkiliyên dostane ava bikin.

 

Radyo Dengê Kurdistana Îranê: Gelo hûn bawer in ku hinek kesan destê wan li pişt vê cudabûnê be?

Piştî sernixûniya rejîma Pehlewî û bi desthilat gihîştina Komara Îslamî a Îranê, PDK Îranê serbarê vê veqetiyana dawiyê, gewahyarê çêbûna du cudabûnên din jî bûye. Cudabûna ewilî piştî Kongireya çarê bi piştevaniya Partiya ““Tûde””(Komonîst ya Îranê) pêk hat. Wê demê partiya ““Tûde”” li ser vê baweriyê bû ku Komara Îslamî ya Îranê Komareke pêşketinxwaz e, dijî Împiryalîzmê ye, lewra her hêzek ku dijî hikûmetê şer bike, li refa dijî şoreşê de cî digire. Wan karî ji rêya kesên xwe ve ku li jêr bandora bîr û baweriyên “Tûde” û vê bîrê de bûn, cudabûnekê di PDK Îranê de pêk bînin, helbet piştî kongira 4’ê, navê xwe danîn “PDK Îranê – Pêrewên Kongireya 4’ê”, ku di rastî de me dît evne bûne beşek ji dîrokê, tewaw bûn û çi neman. Ne fikra wan bû rastî, ne jî bi xwe man.

Cudabûna dinê, piştî Kongireya 8’ê pêk hat. Wan bi piştevaniya “Mucahidîn Xelq”ê, wî çaxî ew cudabûn pêk anîn.

Piştî vê di kongireya 10’ê  de vegeriyane nava PDK Îranê û niha jî hewîra wê veqetiyanê dîsan pêk anîne. Vê yekê jî paşê divêt em qezawetê li ser bikin ku gelo destek li pişt vê veqetiyanê heye, yan jî ne.

KURDİSTAN: Rêzdar kekê Mistefa! Gelo bi raya we di vê piroseyê de -merema min piştî kongireya 13’ê, yan di dema veqetiyana wan hevalên me ên  berê de – Komîteya Navendî a Partiya we çi derheq wan hevalên berê çi şaşiyeke we tune bûye?

 Bi bawera min çi mirov û organîzasîyoneke zindî nikare bibêje ku min çi şaşiyek tune bûye. Di rastî de dema ku mirov kar dike, dema ku organîzasiyonek kar dike, ji şaşiyan bi dûr nîne, lê ya giring eva ye ku ew şaşiyên ku têne kirin, aliyek ku ji wan şaşiyan agehdar e û dixwaze wan şaşiyan  çareser bike. Divêt alîkarê aliyê din be ku herî çêtir here pêş, yan divêt vê yekê bikete  hêcetek bona cudabûnê? Ku wisa bû ez bi çi awayekî ne bi xwe û ne jî piraniya rêberiya PDK Îranê di vî heyamî de ku karên xwe kirine, di karên me de şaşî nebûne. Lê ez tiştekî dikarim bêjim ew jî eva ye ku li derbarê   wan hevalên ku cuda bûn, çi tiştek nahê bîra min ku ez bêjim, xwezî me kiriba, bona ku veqetiyan çê nebiba. Her çi hewce bibe me kiriye, bona ku pêşiya vê cudabûnê bigirin. Sebeb jî eşkere ye. Min hez nedikir ku di dema sekreteriya min de di nava partiya me de veqetiyanek çê be.

Rêberiya PDK Îranê li gor hest bi berpirsiyariyekê ku dike û li rêberiya partiyê de ye û partiyê pêk  tîne, hez nake ku heta kesek jî li refên partiyê de derkeve. Çimku eva bi qazancê PDK Îranê nîne. Çimku eva ku ji destê me hatibe, di vê derheqê de me encam daye, lê her wekî min di bersiva pirsyarên pêş de got, mixabin eva biryarek bû ku hatibû dan û veqetiyanek bû ku divêt cî bi cî biba.

Jinan: Rêzdar kekê Mistefa Hicrî! Hesta we li hember vê cudabûnê de çî ye?

Di rastî de li derheq vê ku komek ji Kadro û Pêşmergeyên PDK Îranê tevlî wan bûne, di nava wan de kesên wisa jî hene ku di radeya rêberiyê de zehmeteke zaf kêşane, kesên wisa jî hene di bedena partiyê de ku ji rastiyan bi başî agehdar nînin û tevlî wan bûne. Di rastî de ez li vê derheqê de nerihet im. Heta çûna Pêşmergeyekî jî  bo min ciyê nerehetiyê ye, lewra ez derheq wê cûdabûnê nerihet im. Lê ji aliyeke din ve li gor wan nasyariyên ku min li ser PDK Îranê bûne û pêka wan tecrubeyên ku min ji veqetiyanên rabihurî hene, ez wisa dibînim ku PDK Îranê keleke yekcar  pir mezin û bi taybet e ku bi vê veqetiyanê û çûna girûpên weha di ciyê xwe de nabizive û ev yeka rastiyek e ku me jî veqetiyanên rabihurî dîtine û di vê yekê de jî emê hertim tecrube bikin. Lewra tevî vê ku careke din ez nerihetiya xwe ji çûna wan hevalan ku hevalên me bûn radigehînim. Lê çi şik û gumana min di vê yekê de nîne ku PDK Îranê her wekî rabihurî qurs û qahîm di qadê de dê bisekine û xebata xwe yê bimeşîne û dîsan her wekî partiya hêja ya xelkê Kurd di Kurdistana Îranê û herêmê dimîne.

Agirî: Rêzdar kekê Mistefa! Yek ji pirsên giring di vî warî de piştevaniya pan û berfireh ya xelkê Kurdistana Îranê ye. Hûn helwêsta gelê Kurd li Kurdistana Îranê, li navxwe û li derveyî welat derheq cudabûna wan Kadro û Pêşmergeyan çawa dinirxînin?

Ez bi bêy wê ku dirûşman bidim, ev zaniyariyên ku gihîştine destê min, çi ew zaniyariyên ku ji aliyên organên pêwendîdar bi PDK Îranê ve digîjne destê min, çi ew têkiliyên ku bi awayê rasterast bi min re pêk tînin hem jî bi awayê E-mail û telefonê ve, koma wan helwêstên ku ez ji xelkê dibînim, cuda ji vê ku ew jî nerehet in bi vê cudabûnê û helwêsta ku wan girtiye pêş, bi giştî piştevaniya xwe ji PDK Îranê û rêberiya kongireya 13’ê ya partiya me ragihandine û emegdariya xwe bi PDK Îranê ragihandine û qewl dan ku kar û çalakiyên xwe pitir ji derbasbûyî bidomînin, bona ku ciyê wan kesan betal nebe ku ji PDK Îranê cuda bûne. Renge gelekî kêm kesanek hebin ku çimku zaniyariyeke tewaw li ser vê pirsê tune bin, helwesta xwe eşkere nekiribin. Lê bi bawera min bi van zûkatiyan ew jî dê biryara xwe bidin û dê emegdariya xwe bi partiya pêşeng ya gelê Kurd, yan PDK Îranê rabigehînin.

TISHK TV”: Rêzdar kekê Mistefa! gotina we ya dawiyê di vê derheqê de çî ye?

Gotinek ku min li wir de heye, di rastî de sipasdarî û qedirgirtin e ji xelkê Kurd li Kurdiatana Îranê, ji gişt dilsozên PDK Îranê di her ciyekî ku hene, Kurdên beşên din ên Kurdistanê, weke dost û hevalên me di Kurdistana Îraqê, Tirkiye û Sûriye. Ez hez dikim ku vê yekê erzî xizmeta we bikim ku di pêvajoya van behs û gengeşeyan de ku nigeraniyeke yekcar zaf bi taybet bo xelkê Kurd li Kurdistana Îranê pêk hatibû. Li derheq vê pirsê xelk nigeranê vê cudabûnê bûn, gelek pêwendî tevî min hatine girtin, name, telefon, bi E-mailan, carna ez nerihet kirime, carna jî li min nerehet bûne ku divêt ev pirse bihê çareserkirin, yê wisa hebûye ku nerehetî û bê hêvîtiya xwe eyan kiriye û zaf dîtinên cur bi  cur derheq vê pirsê de hebûne ku hemûyan jî reh û rêşe di dilsozî û hezkirina PDK Îranê û emegdariya xelkê bi berev pêşveçûna tevgera Kurd di Kurdistana Îranê de heyer bi taybetî di vê  rewşê de ku herêma me di halê guherînan de ye û Komara Îslamî jî lawaz bûye. Xelkê Kurdistanê çi li navxwe û çi jî li derve li hember vê pirsê  de dijkiryar ji xwe nîşan dane. Hejmareke zaf ji wî xelkê ku bi nepenî ji Kurdistana Îranê ve hatine cem min, di vê derheqê de ji wan hevalên ku cuda bûne, nerihetiya xwe eyan kirine, her wiha hejmarek zaf ji Kurdên beşên din ên Kurdistanê ku dostatî tevî PDK Îranê hene, hatine cem min û daxwaz kirin ku belku em bikarin vê pirsê bi awayekî çareser bikin, bi taybetî ez hez dikim ku li vir de îşare bikim bi dostên me li Kurdistana Îraqê, rêxistinên siyasî ên Kurdistana Îraqê ku wan di rastî de dostatiyeke baş bi me re hene û li serweyî hemûyan PUK’ê û PDK’ê, bi taybetî rêzdaran kekê Mesûd Barzanî û Mam Celal Talebanî, ku daxwaz kiribûn em bi hev re kar bikin û tûşî vê cudabûnê nebin, lê mixabin ev hemû cehd û tekoşîn bêencam man, bi sebebê vê ku biryar hatibû dan ku cudabûn di PDK Îranê de cî bigire. Ez ji aliyê xwe û rêberiya PDK Îranê ve nerehetiya xwe eşkere dikim, seba vê ku ew hemû cehdên hevalan bê encam man. Ew zehmetên wan negihîştine tu encamekê. Di vî warî de ez daxwaza lêborînê dikim ji gişt ew kesên ku di vê qadê de zehmet kêşane, dilsoziya xwe nîşan dane û hestên xwe derheq partiya me eyan kirin. Her wekî min di bersiva pirsiyaran de jî got, ez dikarim bêjim ez niha di hundirê xwe de li hember xelkê Kurdistanê de serbilind im û keyfxweş im, çimku çi nema ku ez nekim bona ku ev mesele rû nedet, lê her wekî hûn bixwe jî dizanin û xelkê Kurd jî dizanin di vê meselê de du alî hebûn, tenê bi aliyekî nedihate çareserkirin. Lewra ez sipas, destxweşî û mandînebûniyê dibêjim gelê Kurd ku ev hemû dilsozî û piştevaniyê ji PDK Îranê nîşan dan. Her di vê derheqê de ez bi hewce dizanim ku bêjim bila gelê kurd her wekî rabihurî piştevanê qahîm ê PDK Îranê bin, her wekî çawa ku PDK Îranê piştqahîm e bi piştevaniya xelkê Kurd li Kurdistana Îranê û piştqahîm e bi dostatî û têkiliyên dostane ên rêxistinên siyasî û kesayetiyên din di beşên din ên Kurdistanê de, bi giştî dost û dilsozên gelê Kurd jî divêt piştqahîm bin bi PDK Îranê. Ez dikarim ku vê sozê bidme xelkê Kurd ku PDK Îranê her wekî caran dê ber bi pêşve gavan hildigire û diçe pêş û bona xizmet bi tevgera Kurd her wisa dê alahilgir û pêşeng bimîne, lê ji bo vê yekê me hewcehî bi hevkariya gişt xelkê Kurd heye. PDK Îranê partiya gelê Kurd e, li her ciyekê bin. Ev li her ciyekê bin ew PDK Îranê ne, ewin ku divêt piştevan û alîkarê partiya xwe bin. Her wekî di rabihurî de di demên hesas û dijwar de di tengaviyan de, min piştevaniya bi bê qisûr ya xelkê ji PDK Îranê dîtiye, helbet herçend ez vê  rewşê bi tengavî nizanim, lê ez xatircem im ku xelkê demokratperwer ê Kurd bi taybetî di Kurdistana Îranê de, her wisa dê alîkar û piştevanê me bin. Em di rêberiya PDK Îranê de jî bi piştevaniya wan dilsozan dikarin her wiha serfiraz xebata xwe bimeşînin û di vê rêyê de herwekî rabihurî ya ku fîdakarî û cangorîtî ye, emê bikin heya wî çaxî ku partiya me û xelkê me digihîje hêviyên li mêjîn ên xwe ku destveanîna mafên netewî yê gelê Kurd e, bi awayê federalîzmê, di Îranê de û bidestveanîna demokrasiyê ye  di seraserî Îranê de.

Seba vê ku we di vê konferansê de beşdarî kir, ez gelekî li we sipas dikim. Di rastî de ew pirsiyarên we renge pirsiyarên zaf ji xelkê be ku we kirin.

Sipas bo we û serkevtin bo PDK Îranê

ÇáÕÝÍÉ ÇáÑÆíÓíÉ | ÃÎÈÇÑ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ pdf | ÇáÊÞÇÑíÑ ÇáÓíÇÓíÉ

ÈíÇäÇÊ æÊÕÑíÍÇÊãÎÊÇÑÇÊ | ÅÕÏÇÑÇÊ | æËÇÆÞ | ÔÄæä ÇáãÑÃÉ | ÃÏÈ æÝä | ÇáÃÑÔíÝ | ãä äÍä

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]