NEWROZ

نوروز


27/10/2007

Şerê taybetî yê Tirkiyê û tedbîr

Tirkiyê, ji PKK ê bêhtir, pêşketina li Herêma Kurdistanê ji xwe re xeter dibîne

Gabar Çiyan

Tirkiyê, biryarek e fermî ji bo operasyonên leşkerî li ser xaka pîroz, a Kurdistana Azad da. Gelek kes li ser bersivekê kur dibin: Tirkiyê dê operasyonekê bike, an na?

Pirs, ji aliyekî xwe, bi şerê psîkolojîk yê Tirkiyê ve girêdayî ye. Tirkiyê, di kirina şerê psîkolojîk, tehdîtkirin û şantajê de tecrûbeya xwe a dewletî heye, piralî ye. Biryara Tirkiyê, bi helwêsta rast a Kongreya Emerîkayê ve, ku dixwaze Iraq bibe sê parçe, ve girêdayî ye. Armanca xwe: Sistkirin û paşdexistina pêşniyara Emerîkayê li ser pirsa qirqirina ermeniyan e. Pasîfkirina hêzên Emerîkayê, li rojhilata navîn e. Qelskirina dezgeh û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Tirkiyê, serê revebirên PKK ê dixwaze û berê hêzên kurda dide hev...

Hêza PKK a li başûr û cihên ku lê ne, sînorên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji gelek xeteran diparêze. Helwesta rêvebirê PKK ê Murat Karayilan, ji bo têkiliya bi rêvebir û parastina Herêma Kurdistanê, erênî ye...

Herêma Kurdistanê, ji gelek awiran ve, dezgehên xwe yê dewletî ava dike. Hejmarek dewletên mezin, konsolosxaneyên xwe li Herêma Kurdistanê vedikin. Arteşa Kurdistanê, roj bi roj bi hêz dibe û dibe artêşek e modern. Ev yek, ji aliyê Tirkiyê ve tê raçavkirin. Tirkiyê, ji PKK ê bêhtir, pêşketina li Herêma Kurdistanê ji xwe re xeter dibîne û gelek caran îndîrek be jî, wê, muhatabê xwe dibîne. Divê alî neyê jibîrkirin.

Pirsa giring ev e: Em çi bikin ku, Herêma Azad a Kurdistanê biparêzin?

Di demên wisa hesas de, girtina tebdîran, destpêka têkçûna planên neyaran e. Mirov dikare, di destpêkê de çend gavên esasî bavêje:

- Sûriyê di serî de, beşek ji erebên li Iraqê û li Herêma Kurdistanê, bi biryara Tirkiyê kêfxweş bûne. Ev yek derdixîne holê ku, erebên nasyonalîst, ji kurda re xeter in. Lewma sînorkirina hejmara ereban li Herêma Kurdistanê, raçavkirina wan, û xurtkirina sînorê Kurdistanê yê li ser sînorê ereb û tirka, pirsek e giring e.

- Divê têkiliya turkmenê li Iraqê bi kurda re, ji nû ve û bi şêweyek e sîstematîk bê raçavkirin/nirxandin. Têkiliyên dostanî, bê xurtkirin. Lîstikên Tirkiyê li ser turkmena, bê sînorkirin.

- Hêza asayişa Herêma Kurdistanê, ji destê partiyên netewî bê derxistin. Asayiş, bê netewî kirin û bi şêweyê herî modern ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve bê organîzekirin.

- Serokomarê Iraqê û Serokê YNK ê Celal Talebanî di beyana xwe a dawî de qala 4 ûs anku navendên leşkerî yê Tirkiyê li ser xaka Iraqê kiribû. Pir giring e ku, hêza Tirkiyê a li Herêma Kurdistanê bê sînorkirin. Çalakiyên wan bêne raçavkirin. Hejmara hêza Tirkiyê li Iraqê û Herêmê, gav bi gav ji holê bê rakirin.

- Her konsolosxaneyekî Tirkiyê, weke navendek e îstîxbaratê kar dike. Vekirin û pirkirina konsolosxaneyên Tirkiyê li gelek deverên Iraqê û Herêma Kurdistanê, dikare were rojevê. Sînorkirina balyozxaneyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, pirsek e giring e.

- Mixabin e ku hejmara dezgehên perwerdekirinê yên "turkî îslamî", li bakur û başûrê Kurdistanê pir zêde dibin. Mentalîta îslamiya kurdî a Ehmedê Xanî, cihê xwe dide a turkî îslamî anku a Fethullah Gülenî ûhwd. Li Silêmanî, Hewlêr û Kerkûkê hejmarek mezin dibistanên turkî îslamî hene. Ew li hemberî alfabeyek e yekgirtî a kurdî, tîpên erebî diparêzin. Bi vê yekê, rê li ber tîpê latînî digirin.

Pir eşkereye ku, îdeolojiya turkî îslamî, li pêşiya zimanek yekgirtî, hizirkirina bi kurdî, Kurdistanek e azad û demokratîk, û pir rengbûna Kurdistanê ji awira çand û olî ve, xeterek pir mezin e.

Divê programa perwerdekirina xwendevanên kurda li dibistanan, netewî be û ew ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bê amadekirin û raçavkirin. Sînorkirin û ji holêrakirina dezgehên perwerdekirinê yên turkî îslamî, xebatek e pir giring e.

- Nirxandina sîstematîkî ji awira berjewendiyên netewî li ser têkiliyên aborî bi Tirkiyê û welatê cînar re, pirsek e giring e.

- Parastin û raçavkirina mafê mirovan li Kurdistanê pirsek e giring e. Divê neyê jibîrkirin ku, xeletiyên Hikûmeta Herêmê li ser pirsê, ji neyaran re dibe navgînên dijayetiyê.

- Ji bilî Xabûrê, vekirin û peydekirina deriyên alternatîf, pirsek giring e.

- Tirkiyê, pêşerojê, ji operasyonên artêşî bêhtir, dê giraniyê bide çalakiyên terorî, yên li derveyî sînorên xwe. Çalakiyên wan, dê ji êrîşên taybetî û sînorkirî pêk were. Ew dê çalakiyên xwe, bi rêya endamê îstîxbarat û tîmên taybetî bide kirinê.

Pir giring e ku, rêvebir, dezgeh û hêza PDK, YNK û PKK ê şiyar bin. Hevkariya xwe a îstîxbaratê kur bikin. Ne li benda wê bin ku, êrîş were ser wan. Lê ew, cî û kesên bi şik û şûphe diyar bikin û mafê jiyanê li ser xaka Kurdistana Azad ji wan re nehêlin.

- Avakirina dezgehek e hiqûqî pêwîst e. Ew dê Tirkiyê û welatên cînar ji awira "îhlalkirina sînorê Herêma Kurdistanê" û "çalakiyên wan yên terorî li Herêma Kurdistanê" raçav bike û raporan amade bike. Dezgeha hiqûqî dikare, îhlalkirina sînoran û çalakiyên wan yên terorî bîne rojeva dezgehên navnetewî û hwd.

Divê mirov ji bo şerê psîkolojîk, yê fîzîkî û pêşxistina mercên aştiyê jî amade be, tedbîrên mirov hebe. Tedbîr, dermanê êşa rûhî ye. Ew rehetiyê dide mirov û tirsê dixe dilê nayaran.

Pirs giring e û dem hesas e. Di demên wisa de, xurtkirina yekîtiya netewî pir giring e. Xwedî derketina li rêvebir, dezgeh û xaka welatî, helwestek û kirinek e pir pîroz e (Zarathustra News & Lotikxane.com).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]