NEWROZ

äæÑæÒ


26/5/2007

EZ ( JÎ ) KURD IM  !!

LÊ TENDURISTIYA APO NE YA MIN E  ( JÎ ) !!

Mervanê keleş

Mervan111@hotmail.com

Di jiyana milletan de pir caran WÊREKÎ û þþdengê zelal û bêtirs û bi bilindî ji zanyariyê jî pêwîstir û bi sûdtire !!

EV demeke ku layingirên PKK ê bi durişmeke DIRINDE û SEQET dîsa dest bi çalakiyekê kirine ew jî ev e : ” tenduristiya APO tenduristiya gelê Kurd e ”  !!

MA gelo dema tenduristiya gelekî bi tenduristiya kesekî ve girêdayî be !! Ma ew nayê wateya ku mirina wî kesî jî mirina wî gelî ye ? Îcar ev durişme çiqasî barûte ye ? Û xeşîmiya kesên li pişt  wê diyar dike ! Yan jî dîmoxaciya wan ku dixawzin pê millet bixapînin û girêdayî xwe û nezaniyê bi çi buhayî be bihêlin berz dike ?

DEMA hebûna milletekî bi hebûna kesekî ve girêdayî be ma wê gavê ew gel ne beramberî qirkirineke xwezayî ye ? Û têkçûna wî nêzîk û li serê sikakê ye !? Îcar ev durişme dîsa çendî mîrat û bêbext e ?!

LI gorî dîroknasan milletê Kurd ev bêhtirî 3000-4000 hezar sal in ku hebûna xwe dûmandiye ! Îcar di nav wan salan de çendîn kesatiyên Kurd yên zana û qehreman hem xwezayî û hem bi kuştinê jiyana xwe winda kirine ? Lê dîsa jî vî milletê gewr e temenê xwe pêşve biriye û gihandiye vê serdemê .

Îcar ev çi hewar hewara vala ye ku li dar xistne ?

JI dîroka nêzîk , ma APO ji MALBATA BEDIRXANIYAN , Şêx Mehmûdê Hefîd , şêx Seîd , Simko , Qazî û Barzanî ku tev îroj ne li nav me ne , ma ew ji tevan  berztire dema em li herkeskî li  gorî dema wî lê binerin ? Çima tenduristiy û mayina gelê Kurd bi koç kirina wan nemiran ji nav me têk neçû ?!

ÊDÎ şerm e dev ji vî gelê perîşan berdin û bese pêşeroja wî li ber wî rewrewkî bikin û wî mijûlî kêşeyên bê wate û kesperestiyê bikin !!

DI çerxa îroyin de millet hebûna kes diparêze ne kesatiya kes millet li pê dihêle . Helbet kesatiyên ramyar bawndora  xwe li dîrokê dikin, bêhtir di dema berê de . Lê îroj dem dema pisporî û MÛESSESATA ye , yanî dem nema dema efsanwarî û sûppirmana ye !

KURD her hebûn û her wê bimînin û ew hebûn ne girêdayî îdyolojiyên şimûlî ( tevayî ) ye ! Sofîtî û parastina kesheziyê û tekkesiyê binpê bû ye û ji xwe berê jî xwehezan bi îdyolojiyên tevayî jiyana milletan serûbinî hev kirine û mînakên nêzîk : Stalîn , Hîtler , Mao , Franko , çawçîsko, Markos , Polpot, Esed û Seddam li ber çavan in !!!

:::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Ingilistan

11/ 05 / 2007.

Têbînî :

1-                  Mirovên girtî  kî bin yan ji ber çi sedmê girtî bin gereke mafên wan yê mirovane binpê nebin û danûstendin li gel wan pêwîste di çarçeva peymana mafê mirova de be !

2-                  Berî demekê nameyke elktronî ( E-Mail) bi zimanê Erebî ji min re hat ku tê de gef li min hatibûn xwarin ku gereke ez êdî li hember PKK ê û serokê wê bêdeng bim û devê xwe bigirim, yana ew ê bi ” ŞÊWEYIN DIN ” nêzîkî min bibin û li jêra wê (LÎNKA )

Malpera Hêza Parastina Gel  heye ! Min ew li ser sêlikekê parastiye û kopiyek jê radestî polîsê Ingilîzî kiriye !  Bila  TEVGER Û REWŞENBÎRÊN Kurd jî haya wan   bi taybet li Rojava ji  wê gefxwarinê hebe!! Û ev gotara min jî  bersiva wê gefê ye !!

Bala xwe bidê nê ew li gel Tirkên FAþþŞÎST di agir bestê de ne lê gefan ji nivîskarekî Kurd re dişînin !!

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]