NEWROZ

äæÑæÒ


26/4/2007

Navenda Arşîvxane & Lêkolînê SARA li jêr damezirandinê ye.

(Zarathustra News)

Armanca yekemîn a Navenda Arşîvxane & Lêkolînê - S A R A'yê, (li jêr damezirandinê ye) armanca parastin û bi nasîndana ew wêje û ferhengê kûr a Milletê Kurd e. Li ser vê riya berfireh û mazin, SARA'ya "biçûk" ta neha karên watedar û mazin bi rêxistine.
Navenda Arşîvxane& Lêkolînê - S A R A'yê di nav van 20 salên xwe yên çalakiyê de, ji bo parastin û li dunyayê belavkirina ferhengê vî milletê hêja, bi civandina ser hev ya ji 20 hezaran bêhtir pirtûk, govar, rojname û materiyalên têvel ên kurdî, li nav wan çar navendên girîng ên wêjeyî ya cîhanî, bêguman karekî bêhempa cî bi cî kiriye.

Navenda Arşîvxane & Lêkolînê - S A R A'yê, di hewildanên hem bi hezkirin û hem jî bi nasîndana ferhengê kûr û watedar a milletê kurd di nav milletên cîhanê de, karên payeberz daye pêş xwe. Ev erk û delametek li ser şanê her milletperwerekî kurd e.
Hewildanên Navenda Arşîvxane& Lêkolînê - S A R A'yê, yên ji karên lêkolînî ya li ser Kurdistana Mêjûyî - Niştimanê Genim û karên hem bi nasîn- û hem jî bi hezkirindana kevintirîn ferhengê aşpêjî ya cîhanê - metbexa kurdî li nav rûpelên govara payeberz a zaniyariyê ya bi navê Idétidskriften C ya swêdî û govara popular zanistî Mjölkspegeln û mezintirîn û lukstirîn govara ferhengê xwarinê ya li Swêdê, ya bi navê ALLT OM MAT: bixwîne û rêz û girîngiya kevinbûn û mazinbûna ferhengê xwe ya kurdî, careke din di vir de bibîne!
Her wisan ev kar, parçeyek ji Projeya hem bi Naskirin- û hem jî bi Hezkirindana Ferhengê Kurdî ye. Ev kar, her ku dihere, weke aşîtê mazin û berfireh dibe. Heman maqale li govara naskirî ya li Îngîltere'yê, li Govara Waitrose FOOD Illustrated de û li yek ji mezintirîn govara ferhengî ya hindî, li Hindistanê (!) jî, tête belavkirin. (Kurdiya vê nivîsê, hûn dikarin li govarên: Berbang 128/2003, Tîroj, Sêrta Azad, Pênûs 16/2003, û Gzing 39/2003ê bixwînin. (Her weha li Înternet'ê jî, li vê malpera SARA'yê, li rûpela pêşî bixwînin).
Bi alîkariya lêkolînên antropolojîkî, etîmolojîkî - morfolojîkî û mîtolojîkî; em kurd me hin kod di zimanê kurdî de kifş kirine. Li gor van kodan, dîroka heyvankirinê (mayekirinê) pir bi zelalî tête ber çavan. Me li ser çar peyvan ( şîr, mast, hevîrtirş û şerab) lêkolînek biçûk kir. Her wisan jî me fêm kir, ku di zimanê îngilizîya hindistanî de ji mêst re dibêjin: kurd (!).
Dîsan me fêm kir, ku peyva yogurd peyvek ji zimanê ermenî ye û tê de vegotina (taswîra) kurd heye: yough = rûn + gurd / kurd. Anku: rûnê kurd (=xiltê lorikê). Li vir peyva kurd tête wateya xilta mêst, ku paşê dibe lor (penîrê teze).
Vê teza me, ku di govarek zanistî de belav bûye, hûnê di nêzîkî de li vir hem bi înglîzî û hem jî bi kurdî (kurmancî/soranî) bixwînin.

Van nivîsan bixwînin. da ku hûn bizanin, şaristanî bi destê jinên vî welatî zaye, jinên vî welatî erd ajotine û nan li vî welatî cara yekem hatiye lêdan (Şoreşa Çandinê / Agrar Revolution), cara pêşîn ajel li ser vî xakî hatine kedîkirin (Kedîkirina Ajelan / Domestication of Animals), şîr li vî welatî cara yekem heyvan bûye (Heyvankirina Şîrî / Pastoral Revolution) û hunera durustkirina mast û penêr pêş ve çûye. Yekemîn têger, dolab/çerx li mêjû - yek ji mazintirîn Şoreşa Teknîkî ya Zanistî ya Pêşîn / The Scientific Technical Revolution - li ser vî xakî hat pevxistinê.
Tevayiya van komponentên mêjûyî yên dîroka pêşdeçûniya mirovayetiyê, xwe li ser erdê Kurdistana Mêjûyî (Ancient Kurdistan) digehînin hev. Di govara zaniyarî ya bi navê NATURE'ê (Autum 2003) de, berhemên lêkolîna grûbek zimannasan hatiye belavkirin. Van zimannasan, di encama xebatek bi nêzî 20 salan dirêj de, li dor 100 zimanî li komputerek civandine ser hev û piştî lêkolînên dûr û dirêj derketiye meydanê, ku koka zimanên Hind-Ewrûpî, xwe digehîne Kurdistana Kevin!! Neha li pey vê encamê, em fêm dikin, ku çima mişe gotinên me yên kurdî, hema di tevayiya zimanên Hind-Ewrûpî de hene. Weke; hesp, hêk, lêv, derî, por, nav, nimandin, dinan û hwd.
Bi kurtî; KURDISTAN = "Hîvika Bi Xêr û Bêr/Zêrîn" - ew welat e, ku şaristanî jê derketiyê û çûye li rojavê; li Israîl, Yûnan û Rom'ê (Italya), li rojhelê; li Hindistan û Çînê belav bûye. Lê belê îro ji ber van xerabiyên bi taybetî jî dagîrkeriya tirk, ji binî ve guheriye û hîç na yê naskirin. (Ji bo agahdariyên kûrtir, fehke vêrê)

Anku Kurdistan; bingeha avabûna çand û şaristaniya Mezopotamiya'yê ye:
Bi kurtî: Kurdistan, Welatê Yekemînan, buhuşta serzemîn bû.
Hin spartek û belgenameyên van gotinên li jorê:

1 - Darvin, Charles/ The Origin of Species, 1859. (çavkaniya derbareyê Kedîkirina Ajel û Sewalan - hesp. Kedîkirina Ajel û Sewalan / Domestication of Animals).

2 - Wigram, Edgar T. A./ The Cradle of Mankind - Life in Eastern Kurdistan,HYPERLINK "http://www.saradistribution.com/wigram.htm" London 1914. (çavkaniya derbareyê Avabûna Mal, Gund û Bajarên Yekemîn li cîhanê)
3 - Child, Gordon/ What Happened in History, HYPERLINK "http://www.saradistribution.com/child.htm"1942. (çavkaniya derbareyê dîroka çandinê bi destê mirovên (jinên) Kurdistana dîrokî: Şoreşa Çandinê - Agrar Revolution)

4 - Braidwood, Robert J. / American Anthropological Association, University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948. (çavkaniya derbareyê çandina genêm û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution / Domestication of Animals)
5 - Braidwood, Robert J. & Howe, Bruce/ Prehistoric Investigation in Iraqi Kurdistan, 1960HYPERLINK "http://www.saradistribution.com/braidwood.htm", (çavkaniya derbareyê Şoreşa çandina Genêm û Kedîkirina Ajel û Sewalan - Agrar Revolution and Domestication of Animals)

6 - Nickles, Harry G/ Middle Eastern Cooking / The Food That Launched Civilisation, 1969. (çavkaniya derbareyê çandina genêm û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution / Domestication of Animals)

7 - SCIENCE, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997. (çavkanî, spartek û belgenameya zanistî derbareyê reh û koka genimê cîhanê ji Çiyayê Qerac -Amîda- têt.)
8 - Prof Stuart Piggot/ The Beginnings of Wheeled Transport. Scientific American, July 1968, p. 82-90. (çavkaniya derbareyê pevxistina yekemîn têger, dolab/çerx li mêjûyê mirovayetiyê).

9 - The origins and spread of agriculture and pastoralism in Euroasia
10 - NATUREHYPERLINK "http://www.saradistribution.com/nature.htm", Autumn 2003, (çavkaniya ku hemû zimanên Hind - Ewrûpî ji Rojhilata Kapadokiyayê têt).
11 -
Încîl; Afirandin (2, 8 - 15), Her wekî din jî nimandinên Pirtûka Pîroz a Kevin derbareyê Horiyên Herranê.
12 - Hin teorî û belgeyên zanistî nîşanî me didin, ku Kurdistana dîrokî, şûn û warê heyvankirina şîrî bûye: Şoreşa Heyvankirinê - Pastoral Revolution, anku çandina bakteria û her weha durustkirina mast û penêr. Bi vê şoreşê jî, şaristanî li ser ruyê erdê belav bûye.

Encama xebatekê, ku SARA bi çend salan berdewam kiriye û Galêriyek wêneyan li ser Înternet'ê afirandiye. GOOGLE jî vê xebata SARA'yê li ser navê 'KURDISH HISTORY KURDISTAN and KURDS' anku Dîroka Kurdan - Kurdistan û Kurd weshandiye. Fermo li jêr temashe bikin:

Galêriya Wêneyê ya SARA'yê di Googl'ê de:

http://video.google.com/videoplay?docid=8671542104232393029&q=kurdistan%2Bhistory.

http://video.google.com/videoplay?docid=8671542104232393029&q=kurdistan%2Bhistory

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]