NEWROZ

نوروز


25/1/2008

Kurdistan Tv

Gabar Çiyan

Kurdistan Tv, bi nûçe, programên civakî û çandî û hwd 10 sal li dawî hişt. Di nava 10 salan de xebatên hêja kir.  Li her çar aliyê welêt, ji awira ragihandinê de bû navgînek aktîv. Cî da gelek berhemên klasîk û modern, û bi vê helwêsta xwe, rê ji hunermend  / nivîskar ûhwd re vekir. Civat, bi nûçeyên wan yê gelek caran objektîv hate agehdarkirin û ronîkirin...

Deh sal berê, li rojhilata navîn, di bin navê "KURDISTAN" TV de destpêkirina weşana tv yî cesaretek e mezin dixwest. Peydekirin û lêkirina navek e wisa, avêtina gava pêşî di bin vî navî de, hilmek e nû û dîrokî bû. Îro, weşana wê li tevayê cîhanê tê temaşekirin. Gelê Kurd, di mala xwe de, bi serbilindî li kanalek e tv bi navê "KURDISTAN"ê temaşe dike...

Li gelek deverên cîhanê kanalên dewletî hene, yên partî û organîzasyona hene. Ew kanal gelek caran qala çalakiyên dezgeha / partiya xwe dikin. Ev yek, helwêstek e normal e. Tiştên şaş ew e ku, mirov ji etîk û normên ragihandinê dur bikeve. Bi sansûrekî bê wate, rastiyan ji civakê veşêre.

Bi qasî ku di weşana KURDISTAN TV de xuyanî dike, hewil dide ku modern bixebite û pirsa etîkê li ber çava bigire. Bibe beşek ji medîa modern a cîhanê û yek ji wan organên me ku, "KURDISTAN" ê li welat û li derveyî welêt bi serbilîndî temsîl bike. Lewma cihê kêfxweşiyê ye ku KURDISTAN TV hayê xwe ji cî û berpirsiyartiya xwe, û navê xwe heye...

KURDISTAN TV 10 salî ye. Zaroktiya xwe dijî. Lê minalek zîrek e. Hayê xwe ji dîroka xwe a têr tecrûbe heye. Bûyerên cîhanê dibîne û dişopîne. Dûrbîn e, zû bîn e, netewî ye û çalak e. Bi gavên stabîl ber bi xortbûnê ve diçe, mezin dibe û dikemile. Ji bo pêşerojê heviyên mezin dide mirovî...

Mîna kanalên din, car caran gazinên me ji KURDISTAN TV jî çêbû. Dil dixwest ku ji awira şano û sînemayî ve gavên mezintir bavêje. Rojnamevaniya tv yî xurtir bike û îmza xwe bavêje çend dokumenter fîlmên hemdemî. Bi rêya teşwîk kirinê, rê ji rojnamevaniya lêkolînî re veke...

10 saliya te pîroz be KURDISTAN TV. Tu mîna navê xwe herdem bijî. Spas ji bo gava berî niha bi 10 salan û spas ji wan kesan re ku navê te kirin KURDISTAN TV...

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]