|
24/9/2007 LI SER DAHATUYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Hesen Huseyî Denîz Di cîhana me de ji sedsala 14an û vir ve teknîk û zanyarî di nava pêşbaziyeke hevser de bi pêş ve dimeşin. Di sedsala dawî de teknîk û zanistî ewqasî lipêş ket ku îroj di jiyana me de êdî em nikarin bêyî bikaranîna vana hilmek hewa bistînin. Gelek hêz û sazûmanên desthilatdar xwestin li hemberî van pêşketinan rawestin, lê bi ser neketin. Çiqase astengî li ber teknîk û zanistê derxistin jî, dîsa van herduyan wekî tîrêjên rojê û pêlên avê, rêka xwe dîtin û hemû bend û dîwar derbas kirin, xwe gihandin mirovahiyê. Zanist û teknîk ji sedsala 14an û vir ve ji aliyê Rojavayiyan ve tê lipêşxistin. Berya wê mirovên li ser xaka me dijiyan lipêş dixistin. Lê pişt re ola îslamî di nava xwe de girtîbûnek da pêşberî mirovan û zanist û teknîkê jî ji ber vê girtîbûnê koçî Rojava kir. Li wê derê şîn hat û şax û katên xwe dirêj û fireh kirin. Ji bo vê zanist û teknîk ji wê rojê ve bi zimanê wana li pêş dikeve. Tê zanîn ku li Rojava tîp(pît) ên LATÎNÎ tên bikaranîn. Li Kurdistanê jî ji dema malbata Bedirxaniyan dest avêtin ziman ve, tîpên latînî di rojeva kurdan de ye. Bi taybetî kurdên li Bakur û li derveyî welêt dijiyan nivîsa bi tîpên latînî bikar anîn û vê yekê di zimanê kurdî de, di warê fêrbûn û bikaranînê de, pêşketinek bi xwe re anî. Di roja me de bi derketina înternetê re, bikaranîna tîpên latînî di warê kurdî de berfirehtir bûye. Zimanê kurdî li deverên kurd lê dijîn herdem di bin bandûra ziman û tîpên dewletên desthilatdar de maye. Bi vê sedemê li Başûr, Rojava û Rojhilat tîpên erebî hatine bikaranîn. Li Rusya tîpên Krîlî hatine bikaranîn. Dîsa li Ewropa demekê hinek tîpên kurdî wekî bikaranîna Ewropiyan ji bo kurdî jî hatin bikaranîn. Mînak tîpa ‘Ç’ wekî Ch, tîpa ‘Ş’ wekî ‘Sh’ nivîsandin. Ji sedema ku sazîbûn û dewletbûneke li zimanê kurdî xwedî derkeve û wê wekî zimanekî fermî yê perwerdehiyê bikar bîne tinebû, her parçeyî bi awayekî li gorî bikaranîna zimanê desthilatdarê xwe, teşe (form) dida tîpên kurdî jî. Niha di vê roj û dema em tê de ne de, zimanê teknîk, ragihandin, înternet û zanyariyê pirahî bi tîpên latînî derdikeve pêş. Bi vê sedemê zû an dereng, wê roj were li tevahiya Kurdistanê jî tîpên latînî serdest bibin. Îroj li gelek deverên Kurdistanê ji xwe tîpên latînî cihê xwe yê pêwîst digrin. Li tevahiya Bakur, li beşekî Başûr, li beşekî Rojavayê Başûr, li beşekî Rojhilat, li gelek deverên Qafqasan û Rusya, li pirahiya welatên Ewropa kurdên nivîsandin û xwendina kurdî bikar tînin, êdî derbasî tîpên latînî dibin. Li Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de du nêrîn hene: Nêrînek dibeje ku “Tîpên latînî têra xwebilêvkirina dengên kurdî nake û ji ber vê yekê divê tîpên erebî werin bikaranîn.” Bi taybetî ev gotin li herêma Soran tê ser ziman. Nêrîna din dibêje: “Tîpên latînî baştirîn bi kêrî fêrbûn û bikaranîna zimanê kurdî dibin û bi vê sedemê divê em li Başûr jî derbasî bikaranîna tîpên latînî bibin.” Ev her du nêrîn niha di nava devjengiyekê de ne. Di rastiyê de, çi li Başûr, çi li parçeyekî din ê Kurdistanê, wê di dahatuyê de, tîpên latînî ji bo me bibin pêwîstiyek ku emê nikaribin dev jê berdin. Di cîhana me de qada bikaranîna tîpên latînî her roj zêdetir dibe û kurd nikarin xwe ji ber vê pêşketinê bidin alî. Ji bo vê, hukûmeta herêmê –an beşek jê- çiqasî li ber xwe bide jî wê roj were, li tevahiya Başûr bikaranîna tîpên latînî fermî bipejirîne û êdî ji bo ku gel û xwendevanan fêr bike wê bikeve nava liv û tevgerekê. Bêguman dibe ku ew dem nêz be û dema ew dem were hukûmet dereng mabe. Bi vê sedemê divê ji niha ve amadekariyên rojên li pêşiya me werin kirin. Ev amadekarî çi ne û wê çawa werin kirin? Mirov dikare pirsgirêka fêrbûn û bikaranîna tîpên latînî wekî projeyekê hilgire dest. Ji niha ve hêdî bi hêdî bingeh amade bike. Her çiqasî di televizyonên li Başûr weşanê dikin de, di vî alî de xebatek û bikaranînek tê dîtin jî ev yek têrê nake. Heta mirov li her aliyê welêt fêrgehan veneke û li van deran ji her temenî mirovan fêrî xwendin û nivîsandina bi tîpên latînî neke, hewildan û xebatên televizyonan jî wê zêde cih negre. Li ser vî bingehî û li gorî vê pêwîstiyê mirov dikare projeyeke fêrbûn û bikaranîna zimanê kurdî bi tîpên latînî derxîne holê û deyne pêşiya xwe. Li gorî vê: 1- Destpêkê li navenda bajaran, wekî Hewlêr, Duhok, Zaxo, Silêmaniyê, Kerkûk, Diyana û hwd. Fêrgehên esasî veke. Li van fêrgehan di dewreyên yekem de fêrbûna alfabeya kurdî bi tîpên latînî bimeşîne. 2- Li kêleka xebata ziman a di van fêrgehan de li gorî pêwîstiyê û ji bo balkişandinê, mirov dikare di derbarê bikaranîna teknîkê (kompûter û înternet) de, di derbarê fêrbûna hunerên destî (wênegerî, dirûnkarî, tevnkarî, werzîşvanî, durustkirina bernameyan û hwd.) de jî perwerdeyê bide. Lê perwerdeya bingehîn wê ya fêrbûna ziman be. Bi vê armancê dibistanên zineat (hunera destî) di qada lîseyê (Amadeyî) de dikarin werin vekirin. Jixwendevan di van dibistanan de fêrî hunerên destî(zineat) bibin. Wekî, çandinî, torna, motor, elektrîk, avakarî, xeratî û hwd. 3- Ji bo zimanê kurdî ev fêrgehên destpêkê werin vekirin, dikarin weynê(rola) dibistanên gihandina mamosteyan bileyizin. Xwendevanên di perwerdeyê de derkevin pêş, dikarin werin cudakirin û bi perwerdeyeke kûrtir dikarin hilkişin asta mamostehiya fêrkirina alfabeyê. Mamosteyên wiha ji sefa xwe biserkevin, wê bikaribin li fêrgehên navçe, gund û taxan perwerdeya alfabeyê bidin meşandin. Bi vî awahî ku destpêkê li tevahiya Başûr sê dibistan hatibin avakirin û li van sê dibistanan sîh bi sîh nod xwendevanî cih girtibe, dibe ku ji vana herî kêm 15-30 xwendevan hilkişin asta mamostehiyê û bikevin perwerdeya vê. Ev 15-30 kes piştî dewreya perwerdeyê wê li navçe, gund û taxan belav bibin û her yek fêrgehekê veke. Bi vî awahî ji destpêka perwerdê bi sê-çar mehan şûn re hijmara fêrgehan ji sê fêrgehê derdikeve 15-30 fêrgehî. Di salekê de wê hijmar bigihêje 60-120 fêrgehî. Di hundirê sê-çar salan de wê gund û bajarê bê fêrgeha zimanê kurdî-tîpên latînî nemîne. 4- Dema bi projeyeke wiha fêrgeh hatin avakirin û ziman hat fêrkirin, di civakê de, di nava kesên ji her temenî de wê nasîn, fêrbûn û bikaranîneke zimanê kurdî-tîpên latînî di hundirê sê-çar salan de çêbibe. Wê demê hukûmeta herêmê li ser vî bingehî, bi hêsanî li tevahiya welêt bi awayekî fermî wê bikaribe derbasî bikaranîna tîpên latînî bibe. Wê bikaribe pirtûkên dersan ji tîpên erebî wergerîne tîpên latînî. Ger niha bixwaze, di wergerê de wê zahmetiyê bikişîne. Lê di çarçoweya vê projeyê de wê zahmetiyê nekişîne; ji ber ku wê gelek kadroyên wergerê bi dest bikevin. 5- Li ser vî bingehî dikare li tevahiya dibistanên perwerdehiyê, (li seretayî. Li Navendî, li Amadeyî, li Zanko) dixwaze di rojekê de dixwaze gav bi gav derbasî bikaranîna tîpên latînî bibe. Dîsa di warê weşangerî û rojnamegerî de jî dikare kovar, rojname û pirtûkên bi tîpên latînî derxîne û wê zahmetiyê di vî warî de nekişîne. Bi kinahî ji her alî ve projeyeke fêrbûna zimanê kurdî bi ya tîpên latînî li pêşiya hukûmeta herêmê wekî erkeke demê rawestiyaye û rayedarên peywendîdarê vî karî, divê di derbarê fêrbûna kurdiya bi tîpên latînî de zû, ne dereng biryara pêwîst bidin û derbasî pratîkê bikin. Dema ev bityar were dayîn mirov bi berfirehî, kûrtir û bi daketina hûrguliyan dikare vê projeyê zelaltir û şênbertir bike. Ji bo berjewendiya gelê kurd, ji bo zêdetir teknîk, zanyarî û huner bikeve ser xaka me û nava gelê me, pêwîstî bi avêtina gavek wiha grîng û dîrokî heye. Divê rayedarên hukûmetê, rewşenbîrên kurd, xebatkarên çapemenî û ragihandinê, mamoste, xwendevan û her kesekî welatparêz di pêkanîna projeyeke wiha de serkêşiyê bikin û ji bo derbasî jiyanê bibe, destpêkê ji xwe destpê bikin. Wê ev yek welatê me xweştir û mirovên me zanatir bike. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |