|
24/3/2007 Jina Kurd di pêvajoka dîrokê de Rewşa wê niha çi ye ? Rêyên pêşketin û azadiya jinê çi ne ? Kurtelêkolînek "Yê bêje û bike, mêr e, yê ne bêje û bike şêr e, yê bêje û neke kerê nêr e " Ji pendên kurdî Xeleka duhem Dr.Ebdilmecît Şêxo Bizûtinewa azadîxwaza Kurd bi awakî gelemper di sedsala 19 an de pêşketiye, hin mîrşenên kurdî serbixwe li Kurdistanê hatine damezrandin, lewra jî leşgerên Osmaniyan hêrişên xwe li dijî gelê Kurd pirtir û xurtir kirin.Wek nimûne, leşgerên Osmaniyan bi serdariya Reşît Paşa di sala 1838 an de hêrişên xwe birin ser Kurdan, di berxwedana Kurdan de jinên Kurd li rex mêran rawestyan û bi hev re li dijî dijminên azadiyê û wekheviya gelan şer kirin, efserê Elman R..Moltkê bi xwe ew şer dîti bû û li ser jina Kurd weha nivîsî bû; min dît çawa jineke Kurd bi xençerê leşgerekî Turk kuşt. Dîsan mînakeke din, di raperîna Mîr Bedirxan, sala 1842 an de jineke Kurd, Helîme Xanim, hevsera Mîr Noreela Beg navdar bû, ewê destlatdariya kelha navçeya Boşkalî dikir. Di dîroka gelê Kurd de herdem baş diyar bû ye ku çawa Kurd bi hilmeke mirovane, helwestên erênî li rex miletên dirawsê li dijî hêrişên derva istandine, di şerê Kirîmê (Qirmê), sala 1853 an, navbera du Împiratorên mezin, osmanî û rusî de peyda bû, jina Kurd Fatma Reş ji Kurdistanê tev 300 sîwarên xwe diçe Îstenbolê û ji destlatdaran re dibêje; em amede ne li gel we li dijî leşgerên Rusan şer bikin.Li ser çûyêna wê, rojnameke elmanî nivîsî bû;"Şêra Kurdistanê giha ye Îstenbolê" Dîsan xanim Fatma Reş di cenga (1877-1878) an de li dijî Rusan hevpar bû, ewê 500 leşgerên Kurd ji bo piştvaniya leşgerên osmanî şandin qada şer. Bi vî rengî têkoşer Fatma Reş di cîhana ewrupî de jî mîna qehremaneke navdar hatiye nasîn û wêneya wê jî di nav rûpelên rojnamên ewropî de hatiye weşandin. Di destpêka sedsala 20 ê de jina Kurd, Qedem Xêr li Luristanê li Rojhilata Kurdistanê dewsa birayê xwe Yosif digre û ewa pêşengiya serhildanê li dijî Şahê Îranê berdewam dike, piştî berxwedaneke dirêj, Sahê Îranê bi alîkariya Omer Xanê Şikakî êrişeke mezin dibe ser vê serhildanê, lê Qedem Xêr ta dawiyê berevaniyê dike, paşê ewa ji aliyên hêzên Şah ve tête girtin, ewa sê salan di girtîgehê de dimîne û bi nexweşiyê di wir de jî pakrewan dibe . Piştî rûxandina Împiratora osmanî çalakiyên jinên Kurd pirtir bûn, jinên Kurd rewşa xwe ya şundamayî baş dîtibûn, erkên xwe jî rind nas kiri bûn, lewra ewanan "komela pêşketina jinên Kurd"di sala 1919 an de li Istenbolê damezrandin. Hîn di destpêkê de berpirsiyarek ji vê komelê, EncamYamlukî rola jina Kurd di pêşketina jînê de dabû xûyanîkirin, û ewê goti bû: "Îro pêşeroja hemû netewan dikeve qunaxeke nû, di wê qnaxê de, ji her kesekî re mafek tête dayîn, em jî mafên xwe dixwazin." Li gor pêşniyara "Komela pêşketina jinên Kurd "Emîne Xanim jina Şerîf Paşa ya ku di wê demê de li Parîsê dijiya, dibe seroka vê komela jinan. Pisporê dîrok û kêşa Kurd M. Lazêrêv nivisiye; Kurdan li rex Turkan li dijî Yonaniyan di sala 1920 ê de şer kirine, û Fatme xanim keça apê Simko di vî şerî de cilên leşgerî mîna yên mêran li xwe dikir û serkêşiya 100 leşgerî Kurd dikir. Piştî 1923 an de bergeheke nû li Turkiyê û li Kurdistanê destpê dike, raperîn û şoreşên Kurd mîna, şoreşa Şêx seîd Pîranî di sala 1925 de, şoreşa Araratê 1930 î de, şoreşa Dêrsimê di sala 1938 an de li dijî Kemalîstan çê dibin. Di van şoreşan de bi hezaran jinên Kurd bi hemû şêweyên hovane hatin şewtandin, zik qelaştin, pir keç û jinên Kurdan ta ku xwe radestî dijminan ne kin, ji neçarî xwe avêtin binî newalan an jî nav çeman, herweha jî gelek jin ji aliyê Turkan de dihatin girtin û ewanan bê mêrên wan dişandin Rojavayê Anadolê. Em dixwazin li vir mînakek tenê derbarê helwesta jina Kurd ya mêrane hûnin ziman; Ezet Beg û kurê xûşka xwe piştî soreşa Şêx Seîd têtin kuştin, serên wan ji laşên wan dibirin û wan seriyan dişînin Muşê, destladarên Turk xûşka Ezet Begê, Gulnazê ji zîndanê derdixin û wan herdu seriyan nîşanî wê dikin.Gava Gulnaz serê lawê xwe û serê birayê xwe dibîne, ewa yekser dibêje: "Ev kurê min e ji bo vê rojê min şîr daye wî, eger min ji bo Kurdistanê ewa weha nedîti ba, minê şîrê xwe ji wî re herem bikra." Di destpêka sedsala bîst an de Hefse Xanim Neqîb bi navûdeng dibe, ewa malxûya Şêx Qadir û paltoza Şêx Mehmud bû, ewa di sala 1881 ê de ji dayik bûye, û di sala 1953 an diçe ser dilovaniya xwe. Ewê dîwanxana xwe kiri bû mîna navbendeke xwendinê, dibistaneke êvarene ji bo jinan vekiri bû. Bi ser vê de jî Hefse Xanim avahiyeke xwe ji bo vekirina dibistanekê raberî "Komela zanyarî "dike. Hefse Xanim ne te tenê balên xwe daye rewşa civakî û ronakbîrî, lê belê ewa hîn şehrezatir bû, ewa hîn di sala 1930 î de nameyekê dermafê doza azadiya gelê Kurd de ji rêxistina yekitiya miletan re dişîne û di namê xwe de balên nûnerên gelên cîhanê ber kêşa Kurd ya rewa de dikşîne. Li gor çavkanî dibêjin; Xanim Hefse bi rindî û helwestên xwe yên mirovperwerî Şêx Mehmud ji sêdarê rizgar kiri bû.Tête gotin; di dema ku Êngilîzan liKurdisanê li dijî Şêx Elhefîd şer kirin, çend efserên Êngilîzan ji alîyên Kurdan de hatin yexsîrkirin, Hefse Xanim nedixwast ku Kurd ziyanê bigînin wan efserên Êngilîzan, ev qencî û dilovaniya Hefse Xanimê li cem Êngilîzan jibîr ne bûbû, ji ber vê jî Êngilîzan biryara darvekirina Şêx Mehmud sivik kirin û li şûn wê biryara zîndankirina ta dawiya jînê dermafê wî de derxistin. Dr.Kemal Mezher dinivisîne; Fatme Mihyeeldîn xanima şalyarê darayî Ehmed Beg kurê Fetah Begê di hukumeta Şêx Mehmud de yekemîn mamoste li Îraqê bû, ewê yekemîn dibistana jinan bi navê Elzehra di sala 1926 an de li şarê Sulêmniyê vekir, jinên mezin bi temenê 25 saliyê jî di vê dibistanê de pola yekê dixwendin, jinên dewlemend û yên belengaz jî li wê dibistanê hîn dibûn. Jineke din "Adile Xanim"(di sala 1859 an de ji dayik bûye –sala 1924 an de diçe dilovaniyê ), ewa li Erdelanê gewre dibe, keça efserkî Kurd bû, lê ewa di sala 1895 an de bi serokê êla Caf ( li derdora bajarê Helebce) Osman Paşa re dizewice, ewa bi mêrê xwe re êla Cav bi rêve dibin, gava ku Osman Paşa di sala 1909 an de dimre, Adile Xanim bi tenê destlatdariya Helbece 15 salan kiriye, ewê di vê demê de bazarganî, çandinî û avahî li Helebce pir pêşda dabûn, dîsan ewê dadgehek li bajêr ava kir û ewa bi xwe jî dibe seroka vê dadgehê, herweha ewê zîndanek jî li wir ava kir bû. Di sala 1946 ande komara Kurdistan li Mahabadê bi seroketiya Qazî Muhemed hate ragihandin. Qazî Muhemed baweriya xwe bi hêz û mafên jinan hebû, ji ber wê jî ewî ji malê xwe de dest pê kiri bû û di wê salê de jî "Yekitiya jinên Kurdistanê " tête damezrandin, Mîne Xanim malxûya serokê komara Kurdistanê dibe seroka wê rêxistinê. Di jiyana komara Mehabadê de bizava jinên Kurd li Kurdistanê bi lez pêşda diçû, di her kolaneke Mehabadê de jinek ji bo seroketiya wê kolanê dihat destnîşankirin. Qazî Muhemed pir piştvaniya têkoşîna jina Kurd dikir û wireyên wanan bilindtir dikir, wek nimûne; gava destlata Şahê Îranê komara Mehabadê rûxand, biryara darvekirina Qazî Muhemed derxist, Mîne Xanim digriya, Qazî Muhemrd ji wê re digot; tu çima digrî? Pêwîst e jina Kurd nedîgrî û girî qet li jina Kurd nayê. Di sala 1952 an de rêxistina jinan ya yekem bi navê "Yekitiya Afretanî Kurdistan " û bi alîkariya "Partî dêmokratî Kurdistan" li Kurdistana Îraqê hate damezrandin, seroka vê rêxistinê ji destpêkê de Zekiye Heqî Îsmaîl bû û paşê Şêrîn Îbrahîm dibe seroka wê, şaxên wê li çar bajarên Kurdistanê Hewlêr, Sulêmaniyê, Dohok, Kerkuk hene, evê yekitiya afretan piştvaniya şoreşa Îlolê di sala1961 ê de dikir, ji nav vê rêxistinê pêşmerge jî peyda bûn, pir jinên Kurd baweriyên xwe bi serok M.M.Berzanî xurt bûn, jineke Kurd ji rojnameke biyannî re goti bû; eger Cenêral M.M.Berzanî çi ji me bixweze, em amede ne. Di sala 1957 an de kongireyek li dijî koledarên Rojhilata Navîn û li weletên deriya sipî li Atîna, paytexta Yonanistanê hate girêdan. Rewşen jina Mîr Celadet Bedir Xan jî nûnretiya gelê Kurd di wê kongirê de kiri bû û di wir de ji bo azadiya Kurdistanê rind axivti bû. Di sala 1970 î de jineke Kurd bi navê XedîceYeşar li Enqerê di siyaseta kurdeweriyê de nasdar bû û ewa rêbertiya kovara "Rizgarî" dikir, paşê ewa dibe sernusera kovara " Ala Rizgarî ", dîsan ewa dibe yek ji damezrênerên " koma ala rizgarî", piştî hatina cunta faşêst di sala 1980 î de ser textê dewleta Turkiyê û Kurdistanê, ewa û tev 150 hevalbendên xwe direvin Sûriyê. Xedîce Yeşar diçe Kurdistana Başur û li wir jî sê salan dimîne û ji sala 1983 an de li Ewropa û niha li Firensa dijî, lê mixabin em niha agahiyan li ser çalakiyên wê yên siyasî, an civakî nizanin. Keçeke din xwendekar bi navê Leyla Qasim bi têkoşîna xwe pir nasdar bû, Leyla ji bajarê Xaneqînê bû, ewa ji minalî de tev malbeta xwe awereyî Bexdadê bûn. Li vir ewa li zanîngehê, beşê zanyariya civakî dixûne, û ewa mîna endameke jîr di nav rêzên "Yekitiya xwendekarên Kurd " de çalakiyên pir balkêş dike, ji ber vê jî ewa di êvarekê de li gel 5 hevalên din Kurd ji aliyên serbazên îraqî de têtin girtin.Wek tête zanîn li nik dijminên azadiyê û dêmokratiyê, têkoşer herdem tawanbar in, lewra jî destlata Bexdadê evan her şeş xwendkaran li ber telvîziyonê mîna kesayetiyên gunehkar pêş hemwelatiyên Îraqê dikirin. Rêcîma dîktetur bi hemû rengan zor dibirin ser Leyla ku ew lêborîna xwe ji destlata faşîst bixweze, lê Leyla bi qehremanî berevaniya xwe û doza xwe dikir, ewê rûmeta gel û welatê xwe di ser her tiştî re didît, gefgurên xûnvexwerên şovînîst nikanîn bûn vîna Leyla bitewandana. Serdarên xûnmêj di 13.05.1974 an de Leyla ya 21 salî û li gel çar hevalên din li sêdarê kirin.Li gor ku cihder û çavkaniyên kurdî diçespînin, ku li cîhanê cara yekem e, jinek tête darvekirin. Navê Leyla bi kêmasî li seranserî Kurdistanê bi mêrantî hate bihîstin, ewa pir caran dibû û hîn jî dibe cihderê derbirîna hestên helbestvanan, navê wê li ezmana her kurdekî welatparêz mîna stêrka gelewîjê vedubrise û ewa bû ye beşeke giring ji bizava tevgera jinên Kurdistanê. Di Kurdistana Turkiyê de bizava jinên Kurdistanê jî li rex tevgera kurdî pêşda diçû, ewanan jî mîna jinên din li cîhanê sud ji heyama siyasî li cîhanê bi gîştî û ji kêşa jinên cîhanê bi taybetî werdigirtin, lewra jî jinên Kurd di sala 1977 an de "Komela jinên dêmokratên şoreşger " ava kirin. lê piştî ku cunta faşêst di sala 1980 î de destladariya Turkiyê û Kurdistana Turkiyê dike, ewa karên vê komelê qedexe dikin, û dewleta Turkiyê di sala 1986 an de damezrênerên wê komelê, mîna Methiye, Sebîne, Gulê, Zekiye, Muzeyen, Fethiye tawanbar kir, lê 6 jinên damezrêner jî kanîbûn xwe ji dezgeyên ewlekariyên Turkan rizgar bikirana û bireviyana Ewropa. Di dîroka bizava rizgarîxweza netewên Kurdistanê de cara yekem jineke Kurd bi navê Sakîne Cansiz di sala 1978 an de dibe endama komîta navbendî ya PKK, lê Sakîne di sala 1978 an ta sala 1991 ê de dikeve zîndanê, navê wê li nik welatparêzên Kurdistana Turkiyê baş hati bû naskirin. Di rastiyê de PKK giringiyeke bê sênor dida rola jinên Kurd di xebatên siyasî û leşgerî de, evê partiyê bi hezaran jinên Kurd derxistin qada siyasî û leşgerî, bi sedan kadêr û girîlayên jin bi saya PKK çê bûne, ji sala 1983 an de jinên girêla di şerê çekdarî de li dijî dewletaTurkan ji bo azdiya gelê Kurdistanê beşdar in, li gor lêkolîner Rohat Alkom dinivîse; 3500 keç û jinên Kurd di şerê çekdarî de hevpar bûne û bi sedan, ji wanan pakrewan bûne. Di sala 1979 an de "Yekitiya jinan" li Mehabadê bi piştvaniya P.D.K. hate damezrandin, endamên wê yekitiyê 200 bûn . Di sala 1980 î de hukumeta Îranê hêrişên mezin birin ser gelek bajarên Kurdan, jinên Kurd berxwedanên pîdarî û bi taybetî li bajarê Senendecê li dijî leşgerên dewleta îranî kirin, nîzîkî 300 jinên Kurd ji aliyê dewletê ve hatin girtin û hinek ji wanan bi guleyên leşgerên Îranê hatin şehîdkirin. Di sala 1980 î de kovareke firansî hevpeyvînek bi jina Kurd Şehîn Bawafa re ji bajarê Senendecê çê kir, li gor vê hevpeyvînê, destlata Îranê wê yekser bi gul û qurşînan dikuje. Weke em zanin jî keça Qazî Muhemed Fewziye Qazî di sala 1980 î de dibe endamê komîta navbendî ya P.D.K. li Îranê.û keça wê ya din Efat di roja 6.09.1990 î de li Swêdê bi nameke îranî dînamîtkirî şehîd dibe. Mîna di dîroka nû de diyar e, leşgerên Îraqê di sala 1984 an de hêrişên mezin li navçeyeya Behdînan birin ser Berzaniyan, û 8000 mêrên Berzaniyan birin cihên ne naskirî û ta roja îro ewanan winda ne. Li gor vê karên ne mirovane dîsan jina Kurd ziyaneke mezin dibîne, bi hezaran ji wan bê mêr, belengaz û sêwî dimînin. Di sala 1988 an de jî rêcîma hov hêrişên mezin bi navê "Elenfal" dibe ser Kurdan û ewa li gor peyvên xwedê di pirtûka pîroz de li ser "Elenfalê"her tiştî ji xwe re rewa dibîne û dîsan bi hezaran mêr û jin revandin, ewanan birin şûnên ne naskirî û binaxkirin, bi hezaran jin bê mêr, keç bê bav û dê dimînin, di gelek gundên Kurdistanê de jin tenê mabûn. Seroka "Yekitiya Afretên Kurdistanê" Şêrîn Îbrahîm ragihand ku 10000 jinên Kurdistana Îraqê ji bo azadiya welêt şehîd bû ne. Di sala 1988 an de dîsan jineke Kurd Eyşê Gulakî, endama partiya komunîst li îraqê tête darvekirin, gelê Kurd ji wê re peykerek li bajarê Koyê çê kirine. Herweha jî rêxistineke din ya jinên Kurdistanê bi navê " Yekitiya jinên Kurdistanê "di sala 1989 an de bi alîkariya Yekitiya niştimanî Kurdistan hatiye damezrandin. Dumahîk heye |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |