|
24/11/2006 DYA û hevkarên xwe terora olî tîmar dikin Hêmin Kurdaxî Rojnama Azadiya Welat hatiye birin. - 21 Sermawez - 2006 – Sal: 1 Hejmar: 99 Wek tê zanîn, ji dema Dewlêtên Yekbûyî yên Amerîkayê di 11’ê rezberê de, rastî têrora olî hatî, ew bûyera têrorane kirin bahaneyeke dadmend û rewa ji bo ku flerekî navneteweyî li dijî rêxistinên têrorîst û radîkal, rêjîmên kêm an jî ne demokrat, El Qaîdê, Talîban, rêjîma Iraqê ya berê… Bahane ew bû ku tunebûna demokrasiyê û binpêkirina mafên mirovan, sedemeke sereke ye ji bo şaxdana rêxistinên terorîst û radîkal. Lê dema projeya şerê wan a ku li ser bingeha Rojhilata Navîn a Mezin hatiye avakirin, di Iraqê de rastî hin astengiyan bû, - tevî zanin ku kî van astengiyan ji wan re çêdike- wan jî, armancên şerî û alavên pêkanîna wê guherîn, li gorî wê jî, rûniştgeha dost û dijminan guhestin. Dema mirov baş temaşe bike; ka sînyalên berî derbasbûna Iraqê û piştî wê û niha ku berpirsyarên amerîkiyan didin, nemaze Bush û Condolazze, piştî encama lêkolîna komîteya ya ku bi serokatiya Gemc Beker re, mirov dilsar dibe, reşbînî xwe davêje holê, ji ber mirov ne tenê texmîn dike, lê belê mirov, li pêşiya xwe jî dibîne; ka çawa pêşeroja Rojhilata Navîn ber bi nediyariyê ve diçe! Rejîma Îranê, bi şêweyekî vekirî û aşkera dijminahiya projeyên demokratîk-kirina herêmê dike û qawîşê li hemberî yekîtiya navneteweyî, dikişîne, bi taybetî pirsa çekên atomê, bi dijwarî mafên mirov binpê dike, li gel rêjîma Sûriye û Hizbullahê hevbendiyek ji bo piştgiriya rêxistinên terorîst çêkiriye, agêndeyên xwe carinan bi riya lêvegera Şî,î Ayetullah Sîstanî di Iraqê de pêk tîne, ji carinan pirtir jî, rêjîma Îranê, ya ku pêçiya wê gihaye her movikekê di desthilatdariya Iraqê de, bi destên xwe agêndeyên xwe dibe serî, ne tenê wiha jî, ne tenê di Iraqê de, lê belê, di seranserî welatên herêmê de, di Kendavê de, di Erebistana Siûdî de, bi alîkariya rêjîma Sûriyeyê di Lubnanê de, gelo Amerîka û hevalbendên wan vê yekê nabînin? An dibînin lê êdî pê nikarin? Gelo ji ber vê serkirdayetiyên Amerîka (USA) û welatên rojava (EU) nermik-nermik ji Iranê re mesajan dişînin? Û şaşika serê wan meleyan hê jî mezintir dikin? Sazûmaniya wan dibêje; em ê xwe ji nav kêr û şûrên we derxînin, lê da ku, xwe ji we û qesabiya we biparêzin, divê em ji we re karekî bibînin, qurbaniya nîşan bidin, ji ber ku hûn nikarin bê dijmanantî û serjêkirinan bijîn, bibin dijminên hev,Şî,î – Sunî, pergala hev biqetînin, xwedê ji we ne razî be, hilbijartin li ser rê ne û rûyê me reş kir. Belê, ev tevliheviyên li herêmê kaxizên amerîkiyan û nûnerên eniya navneteweyî yên li dijî terorê pir û pir li hev xistin, bandoreke giran li ser pêşeroja wan ya siyasî kir, ji ber ku ev tevlihevî û sernekeftin hejmara herî giran e di hilbijartina wan welatan de, ji bo fîrma û fabrîkayan jî rewşa herî ziyandar e. Şerê fîrmayan û bazirganan careke din, bi toneke din, bi rûxandina Talîban û Sedam dest pê kir, lê xuya ye ku di bazara van fîrmayan de, tenê caw û xase heye, hin ji van xasê, Meleyên Îranê li serê xwe digerînin, ya mayî jî, divê xelkên perîşan û bêhêz li xwe bipêçin û bibezin gorê. Lê ji bo me wekî gelê kurd çi tiştê wî yê veşartî heye, gelo em ji rewşa xwe piştrast in? Pêngavên me li ser zemîneke hişk in? Di baweriya min de na! Divê em bi demê re têkevin cirîdê (Sîbaqê) divê em dam û dezgehên xwe bînin ser hev, bi kaxizine nû li hev vegerin, hêz rêxistinên xwe li çar parçeyan û li derve bikin yek, divê em ji çîrokên bêsûd e bi dûr kevin, kî ji kê pirtir demokrat an komunîst e, kî ji kê pirtir lîberal an Şahristan e, kî çep kî rast e, an kî pirtir misilman an êzdî ye, em van nakokî û têgehên saloxanan e bi paşxînin, ji ber ev lehiyê ku tê; wê me tevan bide ber xwe, wê çaxê dirûtin û pirspankirina ewran me xelas nakin. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |