NEWROZ

نوروز


23/9/2007

Ji serokên bi rêz Mesûd Barzanî û Celal Talebanî re

Gabar Çiyan

Hêja Barzanî, Talebanî û Endamên Parlementoya Herêma Kurdistanê...

Weke hûn jî zanin, ji bo ku li Tirkiyê efûyek bê îlankirin çend roj in beyanên cewaz têne belav kirin. Kevnedîplomatekî Emerîkî jî dîtinekî wisan însanî anîbû zimên. Li Iraqê efûyek sînorkirî jî be ji bo mehkûman hate îlankirin. Lê li Herêma Kurdistanê ji bo efûyekî ku mehkûmên kurda hemêz bike bêdengiya heye berdewam dike.

Ji Tirkiyê tê xwestin ku, mehkûm bên efû kirin. Li Iraqê, bi biryara derxistina efûyê dê girtiyên ereb, turkmen, asurî bêne azad kirinê. Lê ji bo efûkirina zîndaniyên kurd li Herêma Kurdistanê çi tiştek nehatiye gotin/çi agehdarî nehatiye belavkirin!?

Bi salan e em bi germî nêzî dagirkêrên welatê xwe dibin. Wan, ew germahî, li me kir dojeh, em pê şewitîn/dişewitin. Şewata wê, gund, bajar, dar û çiyayên me rapêça ye. Ji erd û ezmên ve agir li me barandin/dibarînin. Ne kal, na pîr, ne jî zarok, dilê wan bi pîrekên hamîle jî neşewitî/naşewite. Xwe ji çiya û newalan ve avêtin xwarê qîz û xortên kurd, di çemên kur de fetisîn, di nav pêlên har de winda bûn ji bo ku nekevin destê dijminî...

Neyarên me nizanin merhamet çiye. Giring e ku em jibîr nekin: Ew dixwazin me jî bikin mîna xwe!?

Rêvebirên me yek bi yek, beşek li welatê xwe, beşek jî li welatê xerîbiyê. Ji ber destê neyaran, derketin serê çiyan an bûn biyanî. Ji bo azadiyê fedekariyên mezin kirin. Di gel malabata xwe, dost, xizm û şerkerên roja giran ve dest bi şerê azadiyê kirin. Gelek kes winda bûn, şehît ketin an seqet man, bûne êsîr. An jî li xerîbiyê nexweş ketin û mirin. Neyaran, welatê me li me kir zîndan. Gepa nanê me li me kir jehr. Ne însaf, ne wijdan û ne jî îman. Ne însanetî û ne jî tirsa Xwedê nekete dilê wan.

Divê neyê jibîrkirin! Şerê me kurda ji bo azadiyê bû/ye. Em tî bûn/ne, tiyê azadiyê ne. Û niha girtiyên me pêwîstiya xwe bi azadiyê heye. Divê birêvebirên me, dûhî jibîr nekin, nirxê azadiyê bînîne bîra xwe û mehkûmên kurd ji azadiyê bêpar nehêlin...

Pêwîst e em dîroka zindana Amedê jibîr nekin! Ji zarokên xwe re bêjin. Bikin fîlm û romana binîvisînin li ser lehengên kurda. Li ser wan salên ku di reşahiyê de derbas kirin. Ne xew, ne xwarin, ne vexwarin, ne dîtina mirovan, ne jin, ne dêûbav û ne jî zarokan. Mafên wisan qedexe kiribûn. Tenê îşkence kiribûn paya ciwanên kurda, ji bedêla taştê, firavîn û şîvê. Saet li wan kirin roj, roj bûbûn meh, meh jî bûbûn sal. Peyva "wext, dem, şev û rojê" li wir bê wate bûbû. Xwedayê wir bûbû Esat Oktay. Cendekê ciwanên kurda kiribû meydana ceribandina şêweyên îşkencê û hovîtiyê. Lê kurdên ciwan a xwe kirin yek. Serî dan ji bo ku reşahiya zindanê bikin ronahî. Berxwe dan ji bo pêşerojên ronîtir. Agir xurt bûbû di bedenên zindî de, ji Mazlûman dest pê kir hetanî çaran û rengên me yên din, dîtinên cewaz.

Neyaran, Amedê, dilê Kurdistanê li ciwanên me kiribû dojeh. Navê neyaran bi barbarî li cîhanê belav bû. Pir giring e ku birêvebirên welatê me berevajiyê neyaran gavan bavêjin û zindanên herêmê bikin cihê perwerdê, karxane û qezenckirina mehkûman. An bi efûkî zindanan vala bikin û girtiyên kurd azad bikin.

Efûkirina girtiyan nîşana mirovahî, hezkirin û mezinahiya dewletekî ye. Mirov şensekî dide mehkûman. Şensekî din, ji bo ku li sucê xwe poşman bibin û weke tevayê hemwelatiyan, ji welêt re xizmetê bikin.

Hûn jî baş zanin ku, dewletbûyîn û mezinantiya birêvebiran ne bi cezekirinê, lê bêhtir bi hezkirinê diyar dibe. Hezkirina hemwelatiyan: Karker, gundî, cotkar, hunermend, nivîskar, dadgêr û girtîyên zindanan... û belavkirina hezkirin û edaletê di nav wan de...

Pêwîstiya girtiyên kurd bi hezkirina we pir heye. Giring e ku ew neyêne jibîrkirin. Merhamet û hezkirina We û Hikûmeta Herêmê ji ser wan kêm nebe. Xebata me tevan ne ji bo cezekirina girtiyan, lê ji bo qezenckirina kesên poşman be.

Birêvebirên Welatê Me...

Meha îlonê ji bakur ê welêt re xwedî wateyekî taybetî ye. Bi sedan ciwanên kurda piştî cunta leşkerî ya 12 ê îlona 1980 î hatibûn girtin û zindanî kirin. Îşkenceya li ser wan ku bi salan berdewam kiribû, di meha îlonê de hatibû plankirin.

Meha îlonê destpêka meha ramazana pîroz e. Dema mirov poşmaniya xwe bîne zimên, Xwedayê heq, di vê mehê de tevayê gunehên mirovî efû dike.

Û cejna ramazanê li pêşiya me ye, nêz dibe.

Di van rojên bi wate de, em li benda gavekî însanî ne. Ku ev gav bi piştgiriya Serokomarê Iraqê birêz Celal Talebanî û pêşengiya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bê avêtin. Pir giring e ku Endamên birêz yên Hikûmeta Herêmê jî li pişt vê gavê rawestin û piştgiriyê bikin:

Derxistin û îlankirina efûkî li Herêma Kurdistanê pêwîst e. Efûkirina mehkûmên kurd li zîndanên Herêma Kurdistanê karekî pîroz e. Gavek e wisan ji gelek awiran ve pozîtîf e û dê bandorekî mezin li ser welatê cîran û cîhanê bihêle.

Hêviya me ew e ku hûn rêberiyê gavekî wisan însanî re bikin.

Gabar Çiyan

Rojnamevan Nivîskar

Gerîndeyê Zarathustra News Service, Stockholm

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]